Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin

img

AMED - Berdevkê Platforma Zimên Kurdî Şerefxan Cizîrî têkildarî seredanên xwe yên partiyên siyasî yên li Enqerê, diyar kir ku divê kurd êdî zimanê xwe biçûk nebînin û got:  Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Dem dema kurditiyê û xwedî li mafên xwe derketinê ye.”

Platforma Zimanê Kurdî ya ji, têkildarî zimanê kurdî û serdanên xwe yên partiyên siyasî yên li Enqerê li avahiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) daxuyaniyê da çapemeniyê. Endamên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî têkildarî seredanên xwe yên partiyên ku di meclîsê cih digirin de axivî. Cizîrî, diyar kir ku di 4-5’ê Sibatê de çûn Enqerê û wiha got: "Me dest pê kê partiyên komên wan di Meclîsê de cih digirin re hevdîtin pêk anîn. Me daxwaza seredanê ji hemû partiyên di parlementoyê de kirî bû. Yên ku ji me re wext veqetandin HDP, CHP û Partiya Saadetê bû. Me ev her sê partî dîtin. Roja duyan jî em çûn cem Yekitiya Ewropa me hevdîtin pêk anî. Seredana me pir baş bû. Ev jî xuya dike ku xebatên ku em dikin bala gelek mirovan dikşînin. Îro agahiyek ji me re hat ku Îyî Partiyê gotiye ‘xwezî me ew bidîtina’ Tesîreke baş me li Enqere kirî ye. Ji ber ku dîtîn em doza zimanê xwe dikin em ne ji bo pevçûna siyasî an jî ji bo tiştekî din çûne wê derê.”
 
‘AKP’Ê BERSIV NEDA DAXWAZA HEVDÎTINA ME’
 
Cizîrî, da zanîn ku hewl dan ku bi AKP’ê re jî hevdîtin bikin lê bersiv nedan û wiha axivî: “Îro jî bersiv bidin em amade ne wan bibînin. Em naxwazin kesê ji derve bihêlin di vê meseleyê de. Partiya ku me jê randevû nexwesti bû MHP ye. Ji ber di meseleya kurdî de xeteke wan ya hişk heye. Heke polîtîkayên xwe nerm bikin em dikarin wan jî bibînin. Pêş daraziya me miqabilî tu partiyan tune ye. Em çûn cem birêz Kiliçdaroglû ji tu daxwazên platforma me re negot na. Helwesta wî pozîtîf bû. Me ji wan re got meseleya zimanê kurdî bi tene kursa çareser nabe. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û divê Saziya Zimanê Kurdî ava bibe. Wan jî got ‘di demê pêş de em ê piştevaniya vê bikin û demên pêş de pêşniyareke kanûnî jî aktuel bikin. Me yek bi yek nêrînên xwe ji nunerên Yekitiya Ewropa re gotin. Wan jî rapora xwe nivîsî û gotin em ê bibin alîkarê we.” 
 
‘DEM DEMA KURDITIYÊ YE’
 
Cizîrî, anî ziman ku dixwazên kesên ku organê dewletê temsîl dikin ji hemûyan re hevdetin bikin û wiha berdewam kir: “Lê bes pîvaneke me heye ku bixwazin dan û standina wan bi me re hebe. Heke nexwazin em naçin devê deriyê wan û destê xwe ji wan re vekin. Rumeteke me û zimanê kurdî jî heye.” Cizîrî herî dawî got ku divê êdî kurd  ji niha û şunda li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û wiha got: “Bes e ku me xwe û zimanê xwe biçûk bîbînin divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Dem dema kurditiyê û xwedî li mafên xwe derkevin e”
 
‘EM Ê PEŞIYA XETEREYA ZIMANÊ KURDÎ BIGIRIN’
 
Pişt re endamê platformê Îrfan Soner jî dêrbarê seredana HDP’ê û DBP’ê de axivî û wiha got: “Xetereyeke mezin li ser zimanê me heye. Ji ber wê yekê me biryar da ku weke platformê em pêşiya vê xetereyê bigirin. Me bi herdû Hevserokên Giştî yên HDP’ê re hevdîtin pêk anî. Me daxwazên xwe bi dosyayekê pêşkeşî wan kir. Pişt re me xwest her komcivînên xwe de ziman bînin rojevê û di meclîsê de jî warê qanûnî de çi pêwîst be bikin. Soz dan ku zêdetir bixebitin di warê zimanî de. Giraniya me zêdetir ku demildest pirsgirêkên ziman were çareserkirin e.”
 
‘ZIMANÊN DIN ZIMANÊ KURDÎ AVETIYE BÎRÊ’
 
Dûre endamê platformê Sedat Dogan jî, diyar kir ku armanca wan bala parlemento, civak û partiyên siyasî bikşînin bû û wiha axivî: “Partiya Saadetê re me got erebî, tirkî, farisî û kurdî birayê hev in. Lê mixabin van her sê zimanên din weke Hz Yusuf zimanê kurdî avêtin bîrê û nahêlin ji binê bîrê derkeve. Zedetirî partiyan diyar kirin ku di vê meseleyê de dest û lingên wan girtine û nikarin gavekê biavêjin. Temamê partiyan tiştekî şênber nedanîn pêşberî me ku dê çi bikin.”
 
‘JI BO NEQŞERÊYA ZIMAN EM Ê KONFERANSÊ LI DAR BIXIN’
 
Endamê Platformê Vahît Aba jî, dest nîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurdî di fermiyetê û zimanê perwerdê re derbas dibe û wiha axivî: “Li Bakûrê Kurdistanê mafê zarokên kurda yên dersên bijarte hene. Mafê kurda heye ku perwerdeya xwe bi zimanê xwe bibînin. Ji ber vê jî me bernameyek da pêşiya xwe. Ji bo ku zimanê me ji holê ranebe em kurd dê çi tedbîran bistînin û em kurd ji dewletê çi dixwazin? Têkiliyên kurdan û yên dezgehên navnetewî dê çi be? Me neqşerêyek da berxwe. Em ji bo 21’ê sibatê xebatekê dikin. Pişt re 22’ê Sibatê em ê konferansekê li dar bixin. Em ê ji bo neqşerêya sala pêşiya me konferansê li dar bixin.”

Sernavên din

09/02/2020
09:02 TKÎ tazmînata karkeran kêm dide
09:01 Civînên ÎMO’yê êdî bi kurdî ne
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN
08/02/2020
22:45 Tê gotin li Erziromê eskeran gundî îşkence kirine
16:52 Elewiyan bang li Erdogan kir: Tu nikarî qatilê zarokên me efû bikî
16:39 Şandeya Rûsyayê li Enqerê ye
16:20 Li bajarên herêmê barîna berfê zêde bû
16:17 Xwestin girtiyên nexweş werin berdan
15:46 Temellî: Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûc heye
15:32 2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê: Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan
15:28 Yarici 2 meh berê jî xwestibûye întîhar bike: Soz danê lê negirtine kar
14:46 Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tepelî ku 36 sal in winda ye pirsîn
13:58 SOHR: Rêya Şam û Helebê di kontrola rejîma Sûriyê de ye
13:38 Buldan: Divê tecrît were rakirin û girtiyên nexweş bên berdan
13:13 Di meha Çileyê de 112 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:31 Li Licê keyayek hat girtin
12:22 Girtî Huseyîn Bag: Gardiyanan êrişî min kir
12:09 Li Şaxê aşût pêk hat
11:55 Li Çînê hejmara miriyên vîrûsê gihîşt 723 kesan
11:40 Ûgûrlû: Em ê bi xwerexnekirinê nêz bibin û pirsgirêkan çareser bikin
11:09 Polîsan bi ser Navenda DEM Muzikê de girtin
11:05 Beştaş: Notirvan wê bibin rêxistinek sûckirinê
11:02 Li Wanê rêyên 550 gundan hatin girtin
10:52 Ji bo polisê çek kir serê rojnameger piştî 4 salan destûra lêpirsînê hat dayîn
10:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:59 Li Wanê ji ber aşûtê hin rê hatin girtin
09:58 2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê sibê ye: Wê nexşerê were diyarkirin
09:11 ‘Tembûr êş û kêfxweşiya me tîne ziman’
09:11 Gêdûka Qerapetê li cihekî ku aşût lê çê nabe hatiye çêkirin!
09:10 Peyama Mûrat ê di bin aşûtê de ma: Mirî sax nabin!
09:09 Polîsê ku 2 jin kuştin hem dibêje 'min pêşî plana xwe çê kiriye' hem jî dibêje 'ez tehrîk kirim'
09:09 Ji 12 binkeyên çavdêriyê yên li Idlibê 4 jê hatine dorpêçkirin
09:08 Ji ber heman parvekirinê du caran îdianame hat amadekirin
09:08 Bi tayînkirina qeyûm meaşê wan 60 qat zêde kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2020'AN
07/02/2020
16:42 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana şîn û birîndarên aşûtê kir
16:25 Serokê Şaredariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak hat girtin
16:08 Pegasûsê pîlot Altan ji kar derxist
15:44 Ji bo parêzerên di greva birçîbûnê de daxuyanî: Divê daxwazên wan bên qebûlkirin
15:42 Rapora ÎHD'ê ya Herêmê: Zext, tundî, îşkence, tecrîd, girtin, binçavkirin, qedexe, qeyûm û mirin
15:42 Aydin: Bila êrişên li dijî tîmên futbolê bi dawî bibin
15:23 ÎHD: Li Egeyê 47 hezar û 726 binpêkirinên mafan qewîmine
14:50 Malên Gel, Kizilay û Başkentgaz şermezar kir
14:49 Li Girtîgeha Rîze girtiyên siyasî û edlî dixin heman qawîşan
14:34 Doza manşeta ‘Ji vê kaniyê aştî naherike’ hat beratkirin
14:15 Pasaporta rojnameger Huseyîn Aykol hat desteserkirin
14:10 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:38 Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin
13:23 Piştî 3 rojan rêya herêma aşûtê girtin!
12:56 Li ber Walîtiya Antakya piştî got ‘ez birçîme, bê karim’ xwest întîxar bike
12:54 Kubîlay: Divê Tirkiye demildest ji axa Sûriyê derkeve
12:16 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 3 roj şûn de hêj nû ji bo Miksê mifetiş peywirdar kirin
11:49 Albûma duyem a hunermend Agît Işik derket
11:48 Komîsyona Venedikê HDP’ê ziyaret kir
11:29 Polîsan xwest kekê parlamentera HDP’ê birevînin
11:29 Li herêma aşûtê dîsa dest bi xebata lêgerînê hat kirin
11:00 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Nîşandana ewil a belgefîlma ‘Siya Avê’ di 16’ê sibatê de ye
10:34 Li Manîsa bi mezinahiya 4.0 erdhej çêbû
10:13 Partiyên kurd li Mexmûrê ne: Ji bo rakirina dorpêça li Mexmûrê em di nava hewldanan de
10:00 Jina ciwan xwendekara lîseyê Yildiz hat qetilkirin
09:58 Lîderê El-Qaîde yê Yemenê hat kuştin
09:54 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 637’an
09:50 Tirkiye tevlî dewriyeya hevpar a bi Rûsyayê re nebû
09:35 SANA: Artêşa Sûriyeyê ket Seraqîbê
09:01 Onaran: 'Mafê lihevhelalkirinê' yê girtiyan jî nayê qebûlkirin
09:01 Li Amedê Mîhrîcana Soloyê dest pê dike
09:01 Jinên Dersîmê: Bila bûyera Gulîstan Dokûyê bê zelalkirin
09:01 Lîstikeke nû ya şanoya li ber HDP'ê: Piştî nikaribû bireve Almanyayê ew anîn Tirkiyeyê
09:01 Karkerê destê wî di ber makîneyê de ma: Ambulans nedan
09:01 Tûtinfiroş: Mafê me yê jiyanê ji dest me tê girtin
09:00 Ji bo pirsgirêkên karkerên çandiniyê komîsyonek ava kirin
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2020'AN
06/02/2020
22:03 Siyasetmedarê kurd Fûad Onen hat berdan
20:11 HDP û DBP'ê birîndarên aşûta Wanê ziyaret kirin
17:09 Kesên di bobelata aşûtê de jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
16:49 STO’yên li Wanê bang kirin: Bêtedbîrî û şowa siyasî karesat mezintir kir
16:19 ENKS'ê li Kobanê buroya xwe vekir
16:17 Rûsya: Êrişên li dijî me, ji herêma serweriya Tirkiyê tên
15:45 Siyasetmedar û nivîskarê kurd Fûat Onen hat binçavkirin
15:41 KCD’ê ji ber aşûtê 2 roj şîn ragihand
15:33 Hejmara miriyên li Miksê gihîşt 41 kesan
15:28 Platforma Hevselê: Tev li xebata raporê bibin
15:27 Dayika Xelef li PE'yê axivî: Li dijî Erdogan em dest bidin hev
15:26 Îdlip dibe ku ji bo Tirkiye bibe destpêka dawiyê
14:50 Meclîsa Ciwanên HDP’ê: Îqtîdara faşîst ciwanan dike armanca xwe
14:33 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt îfade neda: Roja ku keça min hat kuştin pevçûn tune bû
14:17 Di qezaya balafirê de biryara binçavkirina 2 pîlotan hat dayîn
14:07 Ne rêya Miksê ne jî bextê wê hat vekirin!
14:04 'Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe'
13:20 Doza Redhackê ya rojnamegeran hat taloqkirin
13:07 HDP dê beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebe: Ne Seray Bahçesaray
12:50 Hejmara kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 39’an
12:32 Hevserokên HDP'ê yên Amedê: Hemû bajar di bin tundiyê de ye
12:24 Endamên Platforma Zimanê Kurdî: Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî em li benda piştevaniya partiyên siyasî ne
12:16 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
12:06 Malbata Dokû wê bi komên partiyan ên di Meclîsê dene re hevdîtin bike
11:48 TJA'yê encama konferansa xwe aşkere kir