Rapora ÎHD'ê ya Herêmê: Zext, tundî, îşkence, tecrîd, girtin, binçavkirin, qedexe, qeyûm û mirin

img

AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora Herêmê ya sala 2019'an aşkere kir. ÎHD'ê diyar kir ku li herêmê qeyûm tayîni 31 şaredariyan hat kirin û 50 jê zarok 2 hezar û 987 kes hatine binçavkirin, 511 kes hatine girtin û polîsan bi ser 2 hezar û 81 malan de girtiye. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora binpêkirina mafan a li herêmê bi raya giştî re parve kir. Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Rehşan Betaray, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun û Nûnerê Herêma Başûrê Rojhilat û Rojhilat ê ÎHD'ê Abdulselam Înceoren, "Rapora Binpêkirina Mafan a Sala 2019'an a Herêma Rojhilat û Başurê Rojhilat" bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. Ewil Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Rehşan Bataray, diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafan her ku diçe belav dibe û wiha got: "Sedema binpêkirina mafan polîtîkayên îqtîdara siyasî ye. Sedem polîtîkayên ewlehiyê ye." 
 
Bataray, diyar kir ku li gel 2 salin OHAL rabûye jî pêkanînên wê mayinde bûne û wiha got: "Qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê kirin, li gel biryara DMME'ê Selehattîn Demîrtaş, Osman Kavala nehatin berdan. Mavê bijartin û hilbijartinê ji dest hatiye girtin. Ev nîşan dide ku binpêkirina mafan gelek zêde ye. Dîsa li gel îdîayên îşkenceyê ya li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a li Rihayê lêpirsîn nehatiye kirin. Welatî li navçeya Çinar a Amedê rastî îşkenceyê hatin. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê welatî hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. Ev nîşan dide ku bûyerên îşkenceyê zêde bûne. Bataray xwest der barê kesên îşkence dike de lêpirsîn bê vekirin û bên darizandin. 
 
6 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Bataray, destnîşan kir ku yek li cihê ku îşkence bi rêk û pêk tê kirin girtîgehin û wiha axivî. "Girtî tên sirgûnkirin. mafê wan ê tenduristiyê ji destê wan tê girtin. Rastî lêpirsîn, tecrîd û dîsîplînê tên. Mafê wan ê ziyareta malbatan û ragihandinê tê qedexekirin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Di sala 2019'an de tenê li nexweşxaneyê herêmê 6 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyan 458 jê giran bi giştî 1334 girtiyên nexweş hene. 
 
TECRÎD DIVÊ BI DAWÎ BIBE
 
Bataray, anî ziman ku li girtîgehan tecrîd belav dibe û wiha lê zêde kir: "Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, malbat û parêzer nikarin hevdîtin bikin. Abdullah Ocalan û girtiyên din nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Ev li dijî hiqûqê ye. Tecrîda li Îmraliyê ji aliyê me parazvanên mafên mirovan de nayê qebûlkirin û divê bê rakirin. Divê zext û tundiya li ser raman û îfadeyê bê rakirin. 
 
Bataray, xwest dest ji polîtîkayên bêcezakirinê berdin û wiha pêde çû: "Li herêma me bi dehan jin, zarok û ciwan hatin kuştin. Ji her kesî û ji her temenî mirov rastî tundî û êrîşên tundî û fîzîkî hatin. Ev êrîş û tundî didome. Ev yek bingeha xwe ji polîtîkayên bêcezakirinê digire. Divê cudakariya zayendî bi dawî bibe. Divê dawî li polîtîkaya bê cezakirinê bînin. Divê pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyane bên çareserkirin. 
 
Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren jî bîlançoya binpêkirina mafan a herêmê ya sala 2019'an aşkere kir û wiha got: "Li herêmê 5 kes ji aliyê esker û polîsan ve hatin kuştin. 8 kes birîndar bûn. Kesek ji aliyê cerdevanan ve birîndar bû. Li girtîgehan 4 kesan dawî li jiyana xwe anî bi giştî 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di encama îhmala fermî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 102 kes birîndar bûn. 1 jê zarok 3 welatî bi maşînê zirxî yên polîsan hatin kuştin. 1 zarok birîndar bû. 5 esker û polîs bi îdîaya întîhar kirine mirin. Di sala 2019'an de rêveberekî partiya siyasî û 2 parêzer di êrîşê de hatin kuştin. 4 rêveberên partiyên siyasî, 6 mamoste, 1 rojnameger, 1 rêveberê rêveberiya herêmî, 2 parêzer û 1 xizmetkarê tenduristiyê birîndar bû. Di pevçûn û şerê li herêmê de 50 polîs, eskeran jiyana xwe ji dest dan û 83 kes birîndar bûn. 319 endamên rêxistina çekdarî jiyana xwe ji dest dan û 12 sivîl jiyana xwe ji dest dan. 23  sivîl birîndar bûn. 1 kes li ser sînor hat kuştin. Di operasyona eskerî ya "Bariş Pinarî" de 2 zarok, 1 jê jin, bi giştî û bi giştî 16 kes di bûyerên li ser sînor de hatin kutin. 71  welatî birîndar bûn. Di teqîna mayînan de 2 zarok bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1 zarok birîndar bûn. 
 
5 zarok, 24 jin û 18 mêr bi giştî 47 kes kuştî hatin dîtin. 
 
Li 8 bajaran û 24 navçeyan 23 caran herêmê ewle û qedexeyên derve hatin îlankirin. 17 jinan dawî li jiyana xwe anîn. 33 jin di encama tundiya malê de hatin kuştin. 41 jin di êrîşan de birîndar bûn. 15 jin di êrîşên civakî de jiyana xwe ji dest dan. 21 di erîşan de birîndar bûn. 14 jin rastî tundiya tayendî hatin û li ser 7 jinan fihûş hat ferzkirin. 3 zarokan întîhar kir. 2 zarok teşebbusî întîharê kirin. 3 zarok di encama tundiyê de hatin qetilkirin. 6 zarok birîndar bûn. 1526 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. 67 kes dibin çavan de rastî muameleya xerab û îşkenceyê hatin. 125 kes li derve rastî tundî û îşkenceyê hatin. 150 girtî li girtîgehan rastî tundî û îşkenceyê hatin. 16 kes rastî ferzkirina sixûriyê hatin. 167 kes di bûyerên civakî de birîndar bûn. Li herêmê qeyûm tayîni 31 şaredariyan hat kirin û 50 jê zarok 2 hezar û 987 kes hatine binçavkirin, 511 kes hatine girtin û polîsan bi ser 2 hezar û 81 malan de girtiye. 
 
 
Der barê 105 kesan de lêpirsîn hat vekirin. Li 132 kesan doz hat vekirin. Der barê 31 dosyayan û 110 kesan de ceza hat birîn. 20 avahiyên partiyê û 3 buroyên hilbijartinê, 3 sendîka û 6 avahiyên şaredariyê rastî êrîşan hatin. Di sala 2019'an de 80 caran qedexe hatin îlankirin. 103 girtî hatin kirgûnkirin û 64 girtî mafê wan ê tenduristiyê hat îhlalkirin. 39 girtî rastî tecrîdê hatin. 20 girtî rastî cezayê dîsîplînê ha tin. 
 

Sernavên din

09/02/2020
09:02 TKÎ tazmînata karkeran kêm dide
09:01 Civînên ÎMO’yê êdî bi kurdî ne
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN
08/02/2020
22:45 Tê gotin li Erziromê eskeran gundî îşkence kirine
16:52 Elewiyan bang li Erdogan kir: Tu nikarî qatilê zarokên me efû bikî
16:39 Şandeya Rûsyayê li Enqerê ye
16:20 Li bajarên herêmê barîna berfê zêde bû
16:17 Xwestin girtiyên nexweş werin berdan
15:46 Temellî: Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûc heye
15:32 2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê: Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan
15:28 Yarici 2 meh berê jî xwestibûye întîhar bike: Soz danê lê negirtine kar
14:46 Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tepelî ku 36 sal in winda ye pirsîn
13:58 SOHR: Rêya Şam û Helebê di kontrola rejîma Sûriyê de ye
13:38 Buldan: Divê tecrît were rakirin û girtiyên nexweş bên berdan
13:13 Di meha Çileyê de 112 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:31 Li Licê keyayek hat girtin
12:22 Girtî Huseyîn Bag: Gardiyanan êrişî min kir
12:09 Li Şaxê aşût pêk hat
11:55 Li Çînê hejmara miriyên vîrûsê gihîşt 723 kesan
11:40 Ûgûrlû: Em ê bi xwerexnekirinê nêz bibin û pirsgirêkan çareser bikin
11:09 Polîsan bi ser Navenda DEM Muzikê de girtin
11:05 Beştaş: Notirvan wê bibin rêxistinek sûckirinê
11:02 Li Wanê rêyên 550 gundan hatin girtin
10:52 Ji bo polisê çek kir serê rojnameger piştî 4 salan destûra lêpirsînê hat dayîn
10:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:59 Li Wanê ji ber aşûtê hin rê hatin girtin
09:58 2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê sibê ye: Wê nexşerê were diyarkirin
09:11 ‘Tembûr êş û kêfxweşiya me tîne ziman’
09:11 Gêdûka Qerapetê li cihekî ku aşût lê çê nabe hatiye çêkirin!
09:10 Peyama Mûrat ê di bin aşûtê de ma: Mirî sax nabin!
09:09 Polîsê ku 2 jin kuştin hem dibêje 'min pêşî plana xwe çê kiriye' hem jî dibêje 'ez tehrîk kirim'
09:09 Ji 12 binkeyên çavdêriyê yên li Idlibê 4 jê hatine dorpêçkirin
09:08 Ji ber heman parvekirinê du caran îdianame hat amadekirin
09:08 Bi tayînkirina qeyûm meaşê wan 60 qat zêde kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2020'AN
07/02/2020
16:42 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana şîn û birîndarên aşûtê kir
16:25 Serokê Şaredariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak hat girtin
16:08 Pegasûsê pîlot Altan ji kar derxist
15:44 Ji bo parêzerên di greva birçîbûnê de daxuyanî: Divê daxwazên wan bên qebûlkirin
15:42 Rapora ÎHD'ê ya Herêmê: Zext, tundî, îşkence, tecrîd, girtin, binçavkirin, qedexe, qeyûm û mirin
15:42 Aydin: Bila êrişên li dijî tîmên futbolê bi dawî bibin
15:23 ÎHD: Li Egeyê 47 hezar û 726 binpêkirinên mafan qewîmine
14:50 Malên Gel, Kizilay û Başkentgaz şermezar kir
14:49 Li Girtîgeha Rîze girtiyên siyasî û edlî dixin heman qawîşan
14:34 Doza manşeta ‘Ji vê kaniyê aştî naherike’ hat beratkirin
14:15 Pasaporta rojnameger Huseyîn Aykol hat desteserkirin
14:10 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:38 Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin
13:23 Piştî 3 rojan rêya herêma aşûtê girtin!
12:56 Li ber Walîtiya Antakya piştî got ‘ez birçîme, bê karim’ xwest întîxar bike
12:54 Kubîlay: Divê Tirkiye demildest ji axa Sûriyê derkeve
12:16 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 3 roj şûn de hêj nû ji bo Miksê mifetiş peywirdar kirin
11:49 Albûma duyem a hunermend Agît Işik derket
11:48 Komîsyona Venedikê HDP’ê ziyaret kir
11:29 Polîsan xwest kekê parlamentera HDP’ê birevînin
11:29 Li herêma aşûtê dîsa dest bi xebata lêgerînê hat kirin
11:00 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Nîşandana ewil a belgefîlma ‘Siya Avê’ di 16’ê sibatê de ye
10:34 Li Manîsa bi mezinahiya 4.0 erdhej çêbû
10:13 Partiyên kurd li Mexmûrê ne: Ji bo rakirina dorpêça li Mexmûrê em di nava hewldanan de
10:00 Jina ciwan xwendekara lîseyê Yildiz hat qetilkirin
09:58 Lîderê El-Qaîde yê Yemenê hat kuştin
09:54 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 637’an
09:50 Tirkiye tevlî dewriyeya hevpar a bi Rûsyayê re nebû
09:35 SANA: Artêşa Sûriyeyê ket Seraqîbê
09:01 Onaran: 'Mafê lihevhelalkirinê' yê girtiyan jî nayê qebûlkirin
09:01 Li Amedê Mîhrîcana Soloyê dest pê dike
09:01 Jinên Dersîmê: Bila bûyera Gulîstan Dokûyê bê zelalkirin
09:01 Lîstikeke nû ya şanoya li ber HDP'ê: Piştî nikaribû bireve Almanyayê ew anîn Tirkiyeyê
09:01 Karkerê destê wî di ber makîneyê de ma: Ambulans nedan
09:01 Tûtinfiroş: Mafê me yê jiyanê ji dest me tê girtin
09:00 Ji bo pirsgirêkên karkerên çandiniyê komîsyonek ava kirin
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2020'AN
06/02/2020
22:03 Siyasetmedarê kurd Fûad Onen hat berdan
20:11 HDP û DBP'ê birîndarên aşûta Wanê ziyaret kirin
17:09 Kesên di bobelata aşûtê de jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
16:49 STO’yên li Wanê bang kirin: Bêtedbîrî û şowa siyasî karesat mezintir kir
16:19 ENKS'ê li Kobanê buroya xwe vekir
16:17 Rûsya: Êrişên li dijî me, ji herêma serweriya Tirkiyê tên
15:45 Siyasetmedar û nivîskarê kurd Fûat Onen hat binçavkirin
15:41 KCD’ê ji ber aşûtê 2 roj şîn ragihand
15:33 Hejmara miriyên li Miksê gihîşt 41 kesan
15:28 Platforma Hevselê: Tev li xebata raporê bibin
15:27 Dayika Xelef li PE'yê axivî: Li dijî Erdogan em dest bidin hev
15:26 Îdlip dibe ku ji bo Tirkiye bibe destpêka dawiyê
14:50 Meclîsa Ciwanên HDP’ê: Îqtîdara faşîst ciwanan dike armanca xwe
14:33 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt îfade neda: Roja ku keça min hat kuştin pevçûn tune bû
14:17 Di qezaya balafirê de biryara binçavkirina 2 pîlotan hat dayîn
14:07 Ne rêya Miksê ne jî bextê wê hat vekirin!
14:04 'Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe'
13:20 Doza Redhackê ya rojnamegeran hat taloqkirin
13:07 HDP dê beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebe: Ne Seray Bahçesaray
12:50 Hejmara kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 39’an
12:32 Hevserokên HDP'ê yên Amedê: Hemû bajar di bin tundiyê de ye
12:24 Endamên Platforma Zimanê Kurdî: Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî em li benda piştevaniya partiyên siyasî ne
12:16 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
12:06 Malbata Dokû wê bi komên partiyan ên di Meclîsê dene re hevdîtin bike
11:48 TJA'yê encama konferansa xwe aşkere kir