Rojnameger Ersîn Çaksû: Heke Tirkiye ji Idlibê were derxistin dê dor were Efrînê

  • rojane
  • 10:25 14 Sibat 2020
  • |
img

RIHA – Rojnameger Ersîn Çaksû geşedanên li Idlibê nirxand û got: “Heke dest ji Idlîbê berde, dê gava ji derxistina Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Girê Sipî û Serêkaniyê were avêtin.” 

Hêzên Rejîma Sûriyê ji bo rêyên M4 û M5 bixe bin kontrola xwe li dijî Idlibê operasyonan birêve dibe. Di van operasyonên rejîmê de 13 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabûn û gelek leşker jî birîndar bûbûn. Piştî van êrişan Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gef li rejîma Sûriyê xwaribû û gotibûnê ew ê bi Mutabakata Soçî bi sînor nemînin. Di operasyonê de Rûsya û Îran piştevaniyê dide rejîma Sûriyê û hişyarî didin Tirkiyê. NATO ya ku DYA serê wê dikişîne jî destnîşan kiribû ew ê li cem mutefîkê xwe Tirkiyê cih bigire. 
 
Rojnameger Erçîn Çaksû yê demek dirêje atmosfer ango geşedanên li herêmê dişopîne, aloziya li Idlibê nirxand. Çaksû da zanîn ku Idlib di 28’ê Adara 2015’an de bi pêşengiya El Nusra ketibû bin kontrola komên cuda û bûye yek ji navendên komên çekdar. Çaksû got nemaze piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê ya li Tirkiyê têkiliyên Tirkiyê û Rûsya li hev kirin pêk hatin û div ê çarçoveyê de gelek komên çekdar ji bajarên wek Guta, Dera, Heleb, Hûmûs veguhezandin Idlibê. 
 
Çaksû anî ziman ku bi van gavan re Idlib veguherî navendek komên çekdar û got: “Rejîma Sûriyê û Rûsya her tim digotin ku ew ê herêmê ji komên çekdar paqij bikin. Di navbera Tirkiyê û Rûsya de di 17’ê îlona 2018’an de peymana Soçî hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê dê ji rojhilat û başûrê Idlibê di navbera 15 û 20 kîlometreyan de komên çekdar bihatana derxistin û dîsa rêya M4 û heta Heleb, Şam û Ûrdinê rêya M5 bi temamî biketa bi kontrola rejîmê. Yek ji xalên peymanê ew bû ku rêya M4 ku ji Heleb, Idlib, Lazkiye heta Tarsûsê dirêj dibe bikeve bin kontrola rejîmê. Her wiha hatibû diyarkrin ku komên çekdar ên li wir yanî komên radîkal û yên neradîkal ji hev werin qetandin.” 
 
RÊYA M4 Û M5 DI KONTROLA REJÎMÊ DE YE 
 
Çaksû destnîşan kir ku ji ber ku Tirkiye garantoriya komên çekdar dikir jî vê peywîrê dabûne Tirkiyê, Rûsya û Îranê jî garantoriya rejîmê qebûl kiribûn û wiha got: “Lê ev sozên hatibûn dayîn Tirkiyê bicih neanî. Çimkî Tirkiyê van sozan her tim taloq kir. Dixwestin li rojhilatê Sûriyê hin deverên di destên gelê kurd de dixwest desteser bike. Ji bo vê yekê jî her tim taloq kir. Rejîmê di tebaxa 2019’an de dest bi operasyonan kir. Di meha kanûna 2019’an de rejîmê Han Şehûnê paş de bi dest xist. Dîsa di meha kanûnê de rejîmê Merek El Nûman jî bi dest xist. Û her ku bi pêşve çû. Herî dawî rêya M4 û M5 li Serakîpê xist bin kontrola xwe û li vir bersivên tund da Tirkiyê. Di vê pêvajoyê de rejîm û Tirkiyê dij hev sekinînin.” 
 
‘IDLIB GAVA EWIL E KU TIRKIYÊ JI SÛRIYÊ WERE DERXISTIN’ 
 
Çaksû diyar kir ku Tirkiye naxwaze Idlibê ji dest berde û hênceta Tirkiyê wiha vegot: “Heke Tirkiye dest ji Idlibê berde, cihên din ku li Sûriyê dagirkiriye wek Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Girê Sipî û Serêkaniyê dê ji destê Tirkiyê biçe. Wê Idlib bibe gava destpêkê ya derxistina Tirkiyê ji Sûriyê. Li aliy3e din Rûsya û Rejîm dixwaze di çarçoveya peymana Soçî de Idlib û herêmên din bixe bin kontrola xwe. Rejîm bi piştevaniya Rûsya û Îranê bi pêş ve diçe.”
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

18/02/2020
11:01 ‘Qey mirov dibêje li hundir edaletê belav dikin’
10:45 Demîrtaş bal kişand ser çetebûna di nava dewletê de
10:41 Dadgehê mamosteyên dersa Kurdî didan beraet kir
10:20 Kaplan: Berpirsiyarê nelirêtiya îqtîdar bi xwe ye
09:13 Der barê Kişanak û Anli û 63 endamên meclîsê de doza 'hevserokatiyê'
09:12 Qeyûmê Mêrdînê şaredarî kiriye şîrketa malbatî: Xwarzîkê xwe danî ser şîrketa şaredariyê
09:12 Ji bo saetekê kurê xwe bibîne 745 kîlometre rê diçe
09:11 Li dijî fabrîkeya plastîkê bûn yek
09:10 Prof. Dr. Atmiş: Gotinên 'me daristan ava kirin' xapandin e
09:10 Li girtîgehê saeta destan jî hatiye qedexekirin
09:09 Surucu: Berpirsiyar dewlet e
09:09 ‘We karê wî dayê, lê hûnê dikaribin giyana wî jî bidinê?’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2020'AN
17/02/2020
18:04 Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Evrenselê jiyana xwe ji dest da
17:05 Li Amedê çawîşekê pispor întîxar kir
16:44 Têkildardî Ocalan daxuyaniya hevpar: Tecrîd îşkence ye, rakin
16:05 Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinak hat girtin
15:18 Asli Erdogan: Ez carek din bêm girtin ji bo min mirin e
15:12 Daxuyaniya banga tevlîbûna kongreya HDP’ê hat astengkirin
14:52 Rêxistinên tenduristiyê: Tundî hebe xizmet tune
14:43 Li Mêrdînê, bertek nîşanî binçavkirinên 15’ê Sibatê dan
14:31 Olûç: Îqtîdar wê heta 2023’an li ser vî qoltixî rûnenê
14:28 Mezlûm Ebdî: Ne pêkan e ku rewşa li Sûriyê vegere beriya sala 2011'an
14:18 Kesekî xwe ji avahiya Qeymeqamtiya Cizîrê avêt
14:17 Jinan banga 8'ê Adare kirin: Em li dijî tundî û qeyranê serî hildidin
13:41 Li Geverê sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir
13:08 Şahidê Nepen: Parlak rojnameger e
12:31 Gefa kuştinê li Hevseroka HDP’a Rihayê hat xwarin
12:01 Demîrtaş banga beşdariya kongreya HDP’ê kir
11:52 Li gorî Walîtiya Enqereyê zarokan xesar daye goristana xiristiyanan!
11:51 Delegeyên HDP'ê bi otobusa EGO hat revandin
11:46 Li Wanê rêya 343 gundan hat girtin
11:35 Polîsna endamê Meclîsa HDP’ê yê ji wesayîta Sarisaç binçav kirin, anîn edeliyê
10:49 Eskerên Îranê kolberek kuşt û 9 kolber birîndar kirin
10:43 ‘Xewna Şevek Havînê’ dê li Enqereyê bê pêşandan
10:17 Paylan: Êrîşkarên Goristana Dêra Katolik a Santa Morîna kî ne?
09:19 Rojnameger Şamî: Çeteyên Idlibê malbatên xwe li Efrînê cih dikin
09:06 Li Girtîgeha Kalkandereyê qepsûnên guleyan davêjin baxçeyên qawîşan
09:06 Neçîrvan ketine şopa nêçîra Pezkoviyên Cudî
09:05 Ambargoya li Mexmûrê 8 mehin didome: Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê
09:04 'Me xwest xeyalên Tahîr Elçî pêk bînin'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2020'AN
16/02/2020
22:01 Rejîma Sûriye seranserî rojavayê Helep xist konrola xwe
19:56 Li Îranê erdeja hêza wê 6.0 pêl pêk hat
19:39 Li Konyayê ajokarekî ji ber qeyrana aborî întîxar kir
17:11 Çepnî: Divê têkoşîna li dijî şer û parastina ekolojiyê bibin yek
17:06 Ciwanên HDP’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:52 'Di pirsgirêka kurd de sermuzakerevan Ocalan'
15:34 11 kesên li Edenê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:15 Malbata Azad Çetîn ê QSD’î şîna kurê xwe bi dayîna mewlîdê bi dawî kir
15:11 Kesên di qedexeya Hezexê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:44 Çerkezoglu dîsa bû Seroka Giştî ya DÎSK'ê
14:40 Komîteya Şopandina Lîbyayê li Munîhê civiya
14:22 'Yên ku ji rakirina tecrîdê ditirisin ji aştî û wekheviyê jî ditirsin’
14:21 Li Wanê ji 65 kesan 14 kes hatin berdan
13:56 Guven: Dê nikaribin bêyî Kurdan siyasetê bikin
13:00 Koçerên Hezexe 10 rojin bê av in
12:06 Li 4 bajaran rêya 444 gundan girtiye
11:58 Xwebûn bi manşeta "Neheqî li vî zarê zêrîn bûne’ derket
10:28 Serlêdanên ji bo qûrsên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kirin
10:08 Li Cînê Hezar û 666 kes ji ber vîrûsa corona mirin
09:39 Polîsan ewil derp kirin, dûre gotin 'şaşî çêbû'
09:08 Hevşaredar Şen: Dayika min a 90 salî serî natewîne
09:07 Girtî li sê girtîgehan rastî lêdanê hatin
09:05 Parêzer Kûzû: Biryara ji bo Ayverdiyê divê ji bo hemû bersûcên Nisêbînê bê dayîn
09:03 Hatîmogûllari: Li Sûriyeyê pêdivî bi rêveberiyên aştiyê dixwazin heye
09:02 Polîs ceza birî dadgehê xera kir
09:01 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2020'AN
08:52 Ciwanan li Cizîrê 15'ê Sibatê şermezar kirin
15/02/2020
18:24 Zaroka 17 salî, 5 rojin agahî jê nayê girtin
16:45 Bi deh hezaran şêniyên Kantona Qamişlo li dijî 15'ê Sibatê meşiyan
16:27 Hejmara binçavkiriyên Şirnex û Mêrdînê derket 24'an
16:26 Şandeya HDP û HDK’ê Hêlîn Bolek ziyaret kir: Divê ev beden nehelin û neçin
16:20 Li 3 bajaran ji bo nexweşan daxuyanî dan: Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin
15:44 Ji Bandirmayê û Afyonê 26 girtî hatin sewqkirin
15:36 'Kesên ku xizmên me winda kirin dê teqez winda bikin'
15:35 Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî: Şertê ewil ê aştiyê rakirina tecrîdê ye
15:08 Di salvegera 21’emîn de komployê û tecrîtê şermezar kirin: Me bi Serokê xwe çavê xwe li dinyayê vekir û em ê bi wî azad bibin
14:46 Şen a 90 salî ku rapora îşkenceyê stend dê serlêdana sûc bike
14:43 Di hefteya 777'emîn de Dayikên Şemiyê: Em dozdar in
14:34 Li Ewropa ji ber vîrûsa Corona kesek mir
14:12 70 kes li dijî komploya 15'ê Sibatê ketin grevê
14:12 Sarisaç: Dîmenên min parve kirin kurtasiya zilm û zextan e
14:03 Bi hezaran Kurdistanî dimeşin Strasboûrgê
13:12 Li Şaredariya Samandagê astengdarê zîhnî hat îstîsmarkirin!
13:05 TUAY-DER: Tecrîd dikuje, tecrîdê rakin kuştinan bi dawî bikin
13:04 Esnafan bi girtina derabeyên xwe 15'ê Sibatê şermezar kirin
12:35 Li 3 navçeyên Rihayê 16 kes hatin binçavkirin
12:14 Koma teknîkê sewqî herêma penaber û aşûtê hat kirin
12:03 Wêneyên îşkenceyê: Polîsan dest û milê dayika 90 salî birîn kir
10:59 Ozsoy ê HDP’î: Kêrnehatina îqtîdarê dê rê li pêş darbeyê veke
10:43 Polisan li Êlihê 4 kesan binçav kirin
10:11 Parlamenter Sarisaç bi wêneyan nûçeyên derew pûç kir
10:08 Li Edeneyê 8 kes hatin binçavkirin
09:47 Jónasson: Îmrali dikare veguhere ‘laboratûra demokrasiyê’
09:13 Li Îdlîbê asêbûna di navbera NATO-Rûsyayê de!
09:08 'Girtina ji ber pere şandine girtîgehê polîtîk û bi plan e'
09:07 Doza ji ber afîş şaş werger kiribû beraet kir
09:06 Li Gîresûnê girtî 24 saetan tên şopandin
09:05 ÎHD'a Antalyayê: Rewşa 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye