Nivîskarê Kurd Varli: Ziman winda bibe dê gel jî winda bibe

  • rojane
  • 12:15 21 Sibat 2020
  • |
img

ENQERÊ - Nivîskarê Kurd Sadik Varli bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha got: "Jinên Kurd dibe bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Ger ku ziman tune bibe dê gel jî winda bibe." 

Li Tirkiyeyê bi xala 42'emîn a Destûra bingehîn, ji xeynî Tirkî hemû ziman hatin qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û li dijî fermiyetê ne. Li aliyê din, Rêxistina Perwerde, Zanis û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21'ê Sibata 2000'an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Ji wê salê heta niha 20 salin ji bo mirov li zimanê zikmakî xwedî derkevin û teşwîk bikin pîrozbahiyan li dar dixin. Lê li Tirkiyeyê pîrozbahî, perwerdehiya Kurdî û zimanên din hatiye qedexekirin. Ji ber zagonên dewletan heta niha li ser ruyê cîhanê ji sedî 40'ê zimanan tune bûne an tune dibin. Li gorî malpera Ethnologue ya xebatê ziman dimeşîne li Tirkiyeyê 39 ziman tên axaftin. Lê niha tenê Tirkî fermî ye. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon Kurd hene, lê Kurdî hêj qedexe ye. Sala 2016'an de hemû sazî û dezgehên Kurdî hatin girtin.
 
Xabatkarê KURDÎ-DER'ê ya bi KHK'ê hat girtin û nivîskar Sadik Varli ji bo pêşveçuna zimanê Kurdî xabata xwe didomîne. Varli, têkildarî parastina zimanê dayikê û pêşveçûnê ziman de erkê dewletê û rola saziyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Varli, ewil xwe na naskirin û diyar kir ku li Navçeya Erdîşa Wanê gundekî gelîyê Zîlan dayîk bûye û wiha got: "Min li Enqerê beşa zimanê Almanî qedant û ez bûma mamostayê ziman. Divê pêvajoye de bi îngilîzî jî hîn bûm. Fermî min di dibistanê dewletê de mamostahîya zimanê elmanî, îngilîzî û tirkî kir. Li zanîngeha Bîlkentê min mamostehîya zimanê Kurdî kir.  Li Enqerê min di Komala Demokrasî, Çand û Pêşgirtina Kurd de xebat kir. 10 salan min rêveberiya wir kir. Min û çend hevalên xwe pirtûka "Kurdîya hêsa"  û "Gav Bi Gav Kurdî" amade kir. Me pirtûk nû kir û di bin baneyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de pirtûka "Hînker" amade kir. heta 15'e Tîrmehê me xebatê Komelêyê kir. Piştî komele hat girtin xebatê komaleye ofhsı astangkirin. Li Enqereyê nêzî 400 kes beşdarî perwerdehiya Kurdî bûn. Me nêzî 100 mamostê kurdî perwerde kir. Xwendakarên derveyî welat hatin kursê hînî zimanê Kurdî bûn." 
 
'RÊBAZÊ BIŞAVTINÊ GUHERTIN'
 
Varli, li ser nêzîkatiya dewletê ya li hemberî ziman jî rawestiya û wiha axivî: "Ji demazrandina Komarê û virde li ser tunekirina kêmnetewan û bişavtinê hesap kirin. Tişta balkêş niha dewlet hawcedariyê bişavtina bi darê zorê nabîne. Demekê axiftina Kurdî li kolanan qedexe bû. Yên bi Kurdî di axivîn ceza li wan dibirîn. Niha xwebişavtin pêş ketiye. Kurt berê bi Kurdî diaxivîn. Lê niha kesekî li gund ku Tirkî nizanbin wan şermezar dikin. dibêjin 'Tu çawa bi tîrkî nizane'. Ragihandin, televîzyon, înternet amûrê xwebişavtine ne. Hewcedarîya dewletê êdî bi zorê nîne. Dewletê TRT-Kurdî vekir." 
 
Varli, bal kişand ser "Peymana Mafên Mirovan ên Navneteweyî" ku Tirkiye îmze kiriye û wiha got: "Lê îro li Tirkiyeyê di hêla ziman de wêneyekî qedexe û bişavtinê derdikeve holê. Xapandinek pir zirav heye. Armanca dewletê tunekirina ziman e. Xwe ne ji dêrê dike û ne jî ji mizgftê dike. Peymanê îmze dike, lê ji bo zarokan şerhek danîye. Çima ji bo zaroka nabe? Eger zarok perwerdehîya zimanê dayîkê bibînin dê zimanê xwe geş bikin û bidomin. Ger ku perwerde tune be ziman winda dibe. " 
 
Varli, bal kişand ser têkiliya çand û ziman û wiha bi dawî kir: "Çand û ziman bi hevre girêdayî ye. Gel bi çanda xwe heye. Çand û ziman jî holê rabe hewcahi bi tiştekî dî nîne. Dewlet stratejîyeke wiha daye pêşiya xwe û ji sala 1923'ta vê  dimişîne. Partîya deshilatdar CHP û AKP diyek stratejîyede dimeşin qet ne guharîna. Stratejîya dewletê tunekirina çand û ziman ên cuda ye. Bi rêya faşîzmê vê stratejîye dimeşîne. Ferasetake pir qirêj a çawa gelekî ji holê rake dimeşîne. Mirovekî nexweş û zimanê dayikê nizanîbe nikare nexweşîya xwe bîne ziman. Tendirustîya wî tîne dibe. Di perwerdahîye de jî zimanê dayikê tenê bi axiftinê çê nabe. Ji bo axaftina rojane 200 peyv bese lê belê ziman ji bo pêşvehere dibe ku perwerdahîye bibîne. Xwendin, ragihamdin, nivîs, perwerdehî nebe ziman di pêşerojê de qels dibe û tîne dibe. Em dibînin ku jina Kurd di têkoşînê de pêş ketiye. Barê ziman jî ketîye ser milê wê. Ez hêvî dikim jina Kurd li zarok û ziman xwedî derkevin," 
 
MA / Emrullah Acar û Zemo Aggoz 
 

Sernavên din

24/02/2020
14:15 Mêvanan kongreya HDP’ê nirxandin: Peyama ‘hûn nikarin vîna min desteser bikin’ bilind bû
13:45 Hevserokên PYD'ê: Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, wê kêşeyên li Sûriyeyê çareser nebin
13:40 Delegasyona navneteweyî: Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê HDP aktoreke girîng e
13:34 Dadgehê Endamê Grup Yorumê Îbrahim Gokçek serbest berda
13:24 Hunermendên kurd ji bo 'yekîtiya neteweyî' konser dan
13:16 Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa korona ketin 79 hezarî derbas kir
13:05 Parlamenterê Qomê yê Îranê: Heta niha 50 kesan ji ber Corona mirin
12:32 Ji ber ku Tirkiyeyê rê neda wan xwe spartin Rêveberiya Xweser
12:18 Rêvebera YNK'ê Şanaz Îbrahîm hevserokên nû yên HDP’ê pîroz kir
11:48 Kongreya PYD`ê dest pê kir
11:16 Li Îranê ji ber vîrûsa korona 4 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
10:46 Demîrtaş ji bo erdheja Wanê û kongreya HDP’ê peyam şand
09:41 Li Wanê 5 kes ji ber herareta wan zêde bûn rakirin nexweşxaneyê
09:05 Keyayê gund li dijî Wezaretê bi serket
09:04 Li Girtîgeha Bandirmayê angaşta lêdan û feleqeyê heye
09:00 Mehek e Mehmet Bal winda ye: Sînyalên telefonê kêm dan malbata wî
09:00 Hiqûqnasê DMME’yê: Divê biryara Demîrtaş û Kavala were sepandin
09:00 'Nexweşxaneyên zanîngehan hatine asta îflaskirinê’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATÊ YA 2020'AN
23/02/2020
19:54 Şerê li Idlibê belavî Eyn Îsayê bû
19:27 Li Wanê erdhejek din bi pileya 5.8 rû da
18:49 Piştî kongreya HDP’ê 11 kes hatin binçavkirin
18:15 Ji bo Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Bûldan û Sancar hatin bijartin
16:37 Tirkiye ji ber vîrûsa koronayê deriyê sînorê Îranê girt
16:37 Baroya Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ragihand
16:32 Navê endamên Meclîsa Partiyê ya HDP’ê diyar bûn
16:24 Mîthat Sancar: Ji bo aştiya mezin deriyê Îmraliyê vekin
15:33 Mexdûrên erdheja li Wanê: Komên rizgariyê dereng hatin
15:14 Siyasetmedarên girtî name şandin kongreya HDP’ê: Faşîzm dê têk biçe
14:40 Peyamên parçeyên Kurdistanê yên kongreya HDP'ê
14:19 Mêvanên HDP'ê: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
14:18 Li sînorê Wanê erdheja sêyemin
13:53 Ozturk: Tekane navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e
13:38 Bûldan: Ji bo ku em vî welatî birêve bibin tên
13:29 Erdheja Îranê: Ji 21 birîndaran rewşa 8'an krîtîk e
13:22 Ji gelek welat û derdoran mêvan beşdarî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Demîrtaş û Yuksekdag peyam şandin kongreya partiya xwe
12:16 Temellî axaftina xwe ya xatirxwestinê kir: Siberoja azad wezîfeya me ye
11:37 Li Idlibê nîşanên şerekî mezin hene
11:18 Kongreya HDP’ê dest pê kir: Wê bibe kongreya hêvî û yekîtiyê
11:03 Li ser sînorê Tirkiyê-Îranê erdhej: Li Elbaka Wanê 7 kes mirin
10:21 Li Ûrmiyê erdhej pêk hat
09:55 Xelk ji çar aliyên Tirkiyê diherikin kongreya HDP’ê
09:38 Li Wanê metirsiya vîrûsa koronayê: Divê ji bo dema derbasdar deriyên sînor werin girtin
09:03 'Berpirsiyarê întiharan AKP ye'
09:02 Ji malbatên xwe re gotin 'li vira ewlehî nemaye'
09:00 Bi 7 helîkopteran avêtin ser gund, li kalê 78 salî dan
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2020'AN
22/02/2020
23:36 Topûz xelata xwe diyarî Kadrî Bagdû kir
22:14 Komîsyona Lihevkirinê ya HDP'ê: Namzetên me yên Hevserokatiya Giştî Bûldan û Sancar in
21:13 Bandora qeyûman a li ser çand û hunerê nîqaşkirin
16:48 Ji bo piştgiriya Koma Yorûm dest bi greva birçîbûnê ya bidorê kirin
16:37 Xizmên girtiyên nexweş: Di awêneya Tirkiyeyê de mirin heye
16:27 9 xwendekar hatin berdan
16:17 Li Mêrsînê kesek din jî hat binçavkirin
16:06 Şaxa ÎHD'ê ya Wanê binpêkirina mafan ên li girtîgehan aşkere kir
15:39 ‘Mekanîzmaya dewletê têk çûye’
15:15 Xizmên windayan: Faîl esker û polîs in
15:06 Dema got ‘We çi ji lawê min kir?’ ji hişê xwe çû
14:31 Ji bo Hevserokatiya HDP'ê Buldan û Sancar derketin pêş
14:24 SES’ê li du bajaran kongreyên xwe li dar xist
14:03 Guven: Hûn nikarin 50 mîlyon mirov 'terorîst' îlan bikin
13:34 Polîsan otobusên ji bo kongreyê hatibûm kirêkirin deste ser kirin: HDP’î dimeşin
13:28 Çîftyurek: Tirkî bûye serdest û kurdî jî nayê axaftin
13:09 Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê bertek nîşanî binçavkirinan da
12:47 Li Amedê bijîşkekê xwe ji qata 6’emîn a nexweşxanê avêt û dawî li jiyan xwe anî
12:15 JIN NEWS cara 9’emîn hat astengkirin
12:00 'Hiqûqê rahmet kir û defin kirin'
11:59 Konferansa Platforma Zimanê Kurdî dest pê kir
11:17 Li Mêrsînê hevserok û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:13 Kongreya Star bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê eşkere kir
10:34 94 karkerên Kale Pratt li dijî kedxwariyê li ber xwe didin
10:23 Dadgehê kuştina Mezlûm hiqûqî dît
10:22 Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Taşdemîr: Em ji nûnertiya wekheviyê tawîzan nadin
10:00 Îktîsatvan Yilmaz: Daxistina faîzê fêdeyê li aboriyê nake
09:20 Ji bo ku kurê wan bijî nobetê lê digirin: Em nikarin dermanên wî bikirin
09:05 Ji ber dermaneke ku 7 sal berê kiribû hat binçavkirin
09:03 Dadgehê ji biryara DMME'yê pêk bê got, pêdivî bi sererastkirina qanûnê heye
09:02 Psîkîyatrîst Deger: Polîtîkayên heyî ji bo întiharan zemînê amade dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2020'AN
21/02/2020
23:56 Bi hastaga #herrojkurdî bi hezaran twîtên kurdî
19:51 ‘Zimanê me hebûna me ye’
19:35 'Hem êrîşî zimanê kurdan hem jî êrîşî dîroka wan dikin'
16:57 Li Riha panela zimanê zikmakî: Ziman tune bibe wê ew netew jî tune bibe
15:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:52 Baroya Amedê li kujerên Elçî pirsî û qedexeya li ser ziman şermezar kir
15:52 Li Îranê ji vîrûsa koronayê 2 kes mirin
15:42 9 HDP'iyên girtî hatin berdan
15:35 Ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî hatin dayîn: Zimanê kurdî ji bo kurdan xeta sor e
15:23 Çawîşê pispor ê întîhar kir bêdeng û bê kes defin kirin
15:18 Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê di roja ziman de zimanên cuda qebûl nekir
15:05 Taşçier: Ez dixwazim ji bo Perwerdehiya Kurdî lêkolîna meclîsê bê vekirin
14:58 Surucu bi Kurmancî pirsname da: Wezaret biryara ji bo Xerabreşkê pêk tîne ya na?
14:42 Kubîlay: Dê xeta polîtîka û rêxistina HDP'ê ya nû çalakî û têkoşîn be
14:41 Malbata Olçen ji bo kurê xwe mewlîd da
13:35 Meclîsê bi hênceta ku tirkî nîne pêşniyazpirsa kirmanckî red kir
13:23 Kavala: Hevîya beraetê ji aliyê Serokomariyê ve hat astengkirin
13:18 Hunermendan ji bo Kovara Zrîngê banga abonetiyê kirin
13:04 Gunay: Heta nika çend mamostayê Kurdkî ameyî tayînkerdiş?
13:00 Li Mêrdînê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin