MÊRDÎN - Dadgeha Edliyê ya Herêmî ya Amedê, 10 sal cezayê girtîgehê yê li polîsê bersûc ê Mazlûm Tûran a 16 salî kuşt de hatibû dayîn, betal kir. Dadgehê kuştina Mezlûm hiqûqî dît û biryar da ku cezakirina polîsê bersûc ne di cih deye.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê, di 28'ê Tebaxa 2015'an de Mazlûm Tûran ê 16 salî, bi hinceta ku guh nedaye banga ''raweste'', ji aliyê polîsê bi navê Suleyman Esenboga ve hatibû kuştin. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê di doza hat dîtin 10 sal cezayê girtîgehê li polîsê bersûc birîbû. Parêzerê polîsê bersûc Esenboga ev biryara dagehê bir Dadgeha Edliyê ya Herêmî ya Amedê.
Duh di 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgehê de, ev serlêdana parêzer weke danişîn hat dîtin. Parêzer û malbata Tûran, hincet nîşan dan û tevlî danişînê nebûn. Polîsê bersûc Esenboga û parêzerê wî tevlî danişînê bûn.
Di danişînê de mafê axaftinê ji bo bersûc Esenboga hat dayîn. Esenboga, parastina xwe ya berê dûbare kir û wiha got: “Berî her tiştî ez li gorî qanûnan tevgeriyam. Min di çarçoveya mafê xwe yê rewa de erka xwe bi cih anîn. Ji ber vê ez beraeta xwe dixwazim.” Parêzerê Esenboga jî heman parastin kir.
DOZGER: HIKMÊ QANÛNÊ BI CIH ANIYE
Dozgerê Dadgeha Îstînafê jî, berevajî tespîta dadgeha herêmî ya ku “Mazlûm Tûran hatiye hedef girtin”, diyar kir ku bersûc li gorî hikmê qanûnê tevgeriya ye û ev li gorî hiqûqê ye. Dozger, li ser vê yekê îdîa kir ku “Hikmê qanûnê bi cih aniye” û xwest polîsê bersûc Esenboga, ji madeya 24 û 27/ a TCK û madeyên 85/1 û 53/6 ên TCK bê cezakirin.
Dadgehê hinceta parêzer û malbata Tûran a ne beşdarbûna danişînê qebûl nekir û bêyî ku aliyê mexdûr di danişîn de amede bibe biryar da. Dadgehê, kuştina Tûran hiqûqî dît û biryar da ku cezakirina polîsê bersûc ne di cih deye.
MA / Ahmet Kanbal