MÊRDÎN /ŞIRNEX - SES’ê li Şirnex û Mêrdînê kongreyên xwe li dar xst û rêveberiyên xwe yên nû diyar kir. Di kongreyan de, daxwaza xezmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî derket holê.
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) kongreyên xwe yên şaxên Mêrdîn û Şirnexê li dar xistin û rêveberiyên xwe yên nû diyar kir.
DAXWAZA XIZMETA TENDURISTIYÊ YA ZIMANÊ ZIKMAKÎ
Şaxa SES’ê ya Mêrdînê 10’emîn Kongreya xwe ya Asayî li salona konferansê ya avahiya KESK’ê pêk anî. Gelek nûnerên saziyan û endamên sendîkayan beşdarî kongreyê bûn. Hevserokê Şaxa SES’ê yê Mêrdînê Ozgur Bîlek, axaftina vekirinê ya kongeyê kir.
Dûre Serokê Şaxa Egîtim Sen a Mêrdînê Mûstafa Bozan axivî û wiha got: “Divê li herêmê xizmeta tenduristiyê bi zimanê zikmakî bê kirin. Ev pir girînge. Lazime ku em jiyana xwe bi zimanê kurdî dewam bikin.”
RÊVEBERÎ DIYAR BÛ
Piştî axaftinan raporên kar û xebatê û aboriyê hatin xwendin. Dûre hilbijartin hat kirin. Ji bo rêveberiya nû Gulnîgar Laçîn Karataş, Şukran Ozel, Elîf Sîncar, Ozgur Bîlek, Mucahît Cevheroglû, Ataman Yavûz û Ahmet Ozen hatin hilbijartin. Hevserokên şaxê jî wê di civîna rêveberiyê de bên diyar kirin.
KEDKARÊN TENDURISTIYÊ YÊN HATIBÛN KUŞTIN, BIBÎR ANÎN
Şaxa SES’ê ya Şirnexê jî 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Odeya Yekitiya Eczaciyan li dar xist. Endamên sendîkayê, endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, dîwana kongeyê hat hilbijartin.
Ji endamên dîwanê Nîzam Kaplan, di kongreyê de axivî û wiha got: “Ez kedkarên tenduristiyê yên di dema qedexeyên kolanan de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînim. Em weke SES’ê dixwazin ku têkoşîna Azîzeyan, Eyuban û Şexmûsan dewam bikin. Emê têkoşîna xwe ya di qada rêxistinkirinê de mezintir bikin. Emê SES’ê hîn zêdetir mezin bikin û xwedî mîrateya wan derkevin.”
RÊVEBERIYA NÛ HAT HILBIJARTIN
Hevserokê Şaxa SES’ê Ûmût Çîmen jî, da zanîn ku ew kongreya xwe diyar jinên hatin qetilkirin dikin û wiha got: “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekê ye. Li Rojhilata Navîn û hemû welatan şer belav dibe. Em li dijî vî şerî ne û em şer naxwazin.”
Piştre raporên kar û xebatê û aboriyê hatin xwendin û hilbijartin hat kirin. Ûmût Çîmen, Halîme Kara, Fîrat Bavlî, Hatûn Magî, Mûrat Ozbey, Şukrî Înanç û Aydin Şerîfoglû ji bo rêveberiya nû hatin hilbijartin.