NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.7 erd hejiya.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin vê sibehê bi pileya 5.7 bajarê Qitor ya parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya ye. Erdhej li navçe û bajarên derdor jî hate hîskirin. Li Wanê jî erdhej hat hîskirin û rê li ber metirsiya xelkê vekir.
Nayê zanîn bê ka di dema erdhejê de ziyanek çêbûye yan na.