Temellî axaftina xwe ya xatirxwestinê kir: Siberoja azad wezîfeya me ye

img

ENQERE - Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî di 4'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê de axivî û bang li her kesî kir ku tevlî tifaqa demokrasiyê bibe û got: "Ji bo avakirina Komara Demokratîk di rêya demokrasiya mitleq de divê em têkoşîna demokrasiya radîkal geş bikin.''

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di 4'emîn Kongreya Giştî ya Asayî de axaftina xatirxwestinê kir. Temellî dê piştî pêkanîna kongreyê wezîfeya xwe dewrî Mîthat Sancar bike. 
 
Temellî di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser kelecana kongreyê ya li eywanê û got ''Ev coşî, kelecanî ji niha ve gihaye her cihê ku diviya bigihayê. Bawer bin, ev coşiya we, ev dengê we gihaye Imraliyê, Ocalan.''
 
'ŞIKANDINA TECRÎTÊ PEYWIRA ME YA DÎROKÎ YE'
 
Temellî bi berdewamî bal kişande ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: ''Di van 2 salan de li dijî tecrîda mitleq a li Imraliyê ya li dijî Rêzdar Ocalan, me bedena xwe da ber girêva birçîbûnê. Li dijî tecrîdê me misyona aştiyê ya Rêzdar Ocalan û ramana wî ya demokratîk li her deverê vegot. Her ku me vegot ramanên li ser aştî û demokrasiya Rojhilata Navîn û cîhanê yên Ocalan li her deverê deng veda. Di serdema nû de jî şikandina tecrîda li Imraliyê û têkoşîna ji bo dahatûya azad peywira me ya dîrokî ye.''
 
Temelîdestnîşan kir ku du salên bihurî wan hewl daye ku bibin layiqî rêça berxwedanê ya bi sedan salan, tirsa tifaqa AKP-MHP'ê li ber wêrekiya HDP'yiyan çok daniye û wiha dewam kir: ''Niha dema wê ye ku em wêrekiyê dîsa veguherînin jiyanê, hêvîyê dîsa geş bikin. Dema wê ye ku em sînorên ku netew-dewletên yek reng danîne ji qedera xwe bavêjin. Niha dema wê ye ku em çareseriya Konfederaliya Demokratîk bi rengê vebijêrkeke girîng diyarî gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bikin. Niha dema wê ye ku em bêhtir rêxistiniya xwe bikin, niha hê bêhtir dema azadiyê ye.''
 
'EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU TEVLÎ TIFAQA DEMOKRASIYÊ BIBIN'
 
Temellî diyar kir ku bi rêxistiniya Rêya Sêyem xilaskirina gelan a ji faşîzma AKP-MHP'ê û avakirina desthilata xwe berpirsyariyeke dîrokî ye, ji bo ku desthilateke demokatîk bidin ber gelên Tirkiyê di serdema nû de wê têkoşîna xwe bidomînin. Temellî vê bangê kir: ''Li Tirkiyê û Rojhilata Navîn ji bo ku em demokrasiyê û aştiyê bidin gelan em dibêjin em li ser tifaqa demokrasiyê werin cem hev. Ne ji bo ku em yek zila, navendên wesayetê bikin desthilatdar, ji bo ku em rêgezên xwe bikin desthilat, em bang dikin ku tevlî Tifaqa Demokrasiyê bibin.''
 
Temellî got: ''Ji bo avakirina Komara Demokratîk di rêya demokrasiya radîkal de divê em têkoşîna demokrasiya radîkal geş bikin. Divê em bi berdewamî demokrasiya xwecih û pergala parlamenter a qeyîmkirî biparêzin''.
 
Temellî herî dawî diyar kir niha dema wê ye ku siyasetê bi rengekî xurtir bigihînin kuçeyan, taxan û meclîsan.

Sernavên din

24/02/2020
14:15 Mêvanan kongreya HDP’ê nirxandin: Peyama ‘hûn nikarin vîna min desteser bikin’ bilind bû
13:45 Hevserokên PYD'ê: Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, wê kêşeyên li Sûriyeyê çareser nebin
13:40 Delegasyona navneteweyî: Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê HDP aktoreke girîng e
13:34 Dadgehê Endamê Grup Yorumê Îbrahim Gokçek serbest berda
13:24 Hunermendên kurd ji bo 'yekîtiya neteweyî' konser dan
13:16 Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa korona ketin 79 hezarî derbas kir
13:05 Parlamenterê Qomê yê Îranê: Heta niha 50 kesan ji ber Corona mirin
12:32 Ji ber ku Tirkiyeyê rê neda wan xwe spartin Rêveberiya Xweser
12:18 Rêvebera YNK'ê Şanaz Îbrahîm hevserokên nû yên HDP’ê pîroz kir
11:48 Kongreya PYD`ê dest pê kir
11:16 Li Îranê ji ber vîrûsa korona 4 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
10:46 Demîrtaş ji bo erdheja Wanê û kongreya HDP’ê peyam şand
09:41 Li Wanê 5 kes ji ber herareta wan zêde bûn rakirin nexweşxaneyê
09:05 Keyayê gund li dijî Wezaretê bi serket
09:04 Li Girtîgeha Bandirmayê angaşta lêdan û feleqeyê heye
09:00 Mehek e Mehmet Bal winda ye: Sînyalên telefonê kêm dan malbata wî
09:00 Hiqûqnasê DMME’yê: Divê biryara Demîrtaş û Kavala were sepandin
09:00 'Nexweşxaneyên zanîngehan hatine asta îflaskirinê’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATÊ YA 2020'AN
23/02/2020
19:54 Şerê li Idlibê belavî Eyn Îsayê bû
19:27 Li Wanê erdhejek din bi pileya 5.8 rû da
18:49 Piştî kongreya HDP’ê 11 kes hatin binçavkirin
18:15 Ji bo Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Bûldan û Sancar hatin bijartin
16:37 Tirkiye ji ber vîrûsa koronayê deriyê sînorê Îranê girt
16:37 Baroya Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ragihand
16:32 Navê endamên Meclîsa Partiyê ya HDP’ê diyar bûn
16:24 Mîthat Sancar: Ji bo aştiya mezin deriyê Îmraliyê vekin
15:33 Mexdûrên erdheja li Wanê: Komên rizgariyê dereng hatin
15:14 Siyasetmedarên girtî name şandin kongreya HDP’ê: Faşîzm dê têk biçe
14:40 Peyamên parçeyên Kurdistanê yên kongreya HDP'ê
14:19 Mêvanên HDP'ê: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
14:18 Li sînorê Wanê erdheja sêyemin
13:53 Ozturk: Tekane navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e
13:38 Bûldan: Ji bo ku em vî welatî birêve bibin tên
13:29 Erdheja Îranê: Ji 21 birîndaran rewşa 8'an krîtîk e
13:22 Ji gelek welat û derdoran mêvan beşdarî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Demîrtaş û Yuksekdag peyam şandin kongreya partiya xwe
12:16 Temellî axaftina xwe ya xatirxwestinê kir: Siberoja azad wezîfeya me ye
11:37 Li Idlibê nîşanên şerekî mezin hene
11:18 Kongreya HDP’ê dest pê kir: Wê bibe kongreya hêvî û yekîtiyê
11:03 Li ser sînorê Tirkiyê-Îranê erdhej: Li Elbaka Wanê 7 kes mirin
10:21 Li Ûrmiyê erdhej pêk hat
09:55 Xelk ji çar aliyên Tirkiyê diherikin kongreya HDP’ê
09:38 Li Wanê metirsiya vîrûsa koronayê: Divê ji bo dema derbasdar deriyên sînor werin girtin
09:03 'Berpirsiyarê întiharan AKP ye'
09:02 Ji malbatên xwe re gotin 'li vira ewlehî nemaye'
09:00 Bi 7 helîkopteran avêtin ser gund, li kalê 78 salî dan
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2020'AN
22/02/2020
23:36 Topûz xelata xwe diyarî Kadrî Bagdû kir
22:14 Komîsyona Lihevkirinê ya HDP'ê: Namzetên me yên Hevserokatiya Giştî Bûldan û Sancar in
21:13 Bandora qeyûman a li ser çand û hunerê nîqaşkirin
16:48 Ji bo piştgiriya Koma Yorûm dest bi greva birçîbûnê ya bidorê kirin
16:37 Xizmên girtiyên nexweş: Di awêneya Tirkiyeyê de mirin heye
16:27 9 xwendekar hatin berdan
16:17 Li Mêrsînê kesek din jî hat binçavkirin
16:06 Şaxa ÎHD'ê ya Wanê binpêkirina mafan ên li girtîgehan aşkere kir
15:39 ‘Mekanîzmaya dewletê têk çûye’
15:15 Xizmên windayan: Faîl esker û polîs in
15:06 Dema got ‘We çi ji lawê min kir?’ ji hişê xwe çû
14:31 Ji bo Hevserokatiya HDP'ê Buldan û Sancar derketin pêş
14:24 SES’ê li du bajaran kongreyên xwe li dar xist
14:03 Guven: Hûn nikarin 50 mîlyon mirov 'terorîst' îlan bikin
13:34 Polîsan otobusên ji bo kongreyê hatibûm kirêkirin deste ser kirin: HDP’î dimeşin
13:28 Çîftyurek: Tirkî bûye serdest û kurdî jî nayê axaftin
13:09 Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê bertek nîşanî binçavkirinan da
12:47 Li Amedê bijîşkekê xwe ji qata 6’emîn a nexweşxanê avêt û dawî li jiyan xwe anî
12:15 JIN NEWS cara 9’emîn hat astengkirin
12:00 'Hiqûqê rahmet kir û defin kirin'
11:59 Konferansa Platforma Zimanê Kurdî dest pê kir
11:17 Li Mêrsînê hevserok û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:13 Kongreya Star bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê eşkere kir
10:34 94 karkerên Kale Pratt li dijî kedxwariyê li ber xwe didin
10:23 Dadgehê kuştina Mezlûm hiqûqî dît
10:22 Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Taşdemîr: Em ji nûnertiya wekheviyê tawîzan nadin
10:00 Îktîsatvan Yilmaz: Daxistina faîzê fêdeyê li aboriyê nake
09:20 Ji bo ku kurê wan bijî nobetê lê digirin: Em nikarin dermanên wî bikirin
09:05 Ji ber dermaneke ku 7 sal berê kiribû hat binçavkirin
09:03 Dadgehê ji biryara DMME'yê pêk bê got, pêdivî bi sererastkirina qanûnê heye
09:02 Psîkîyatrîst Deger: Polîtîkayên heyî ji bo întiharan zemînê amade dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2020'AN
21/02/2020
23:56 Bi hastaga #herrojkurdî bi hezaran twîtên kurdî
19:51 ‘Zimanê me hebûna me ye’
19:35 'Hem êrîşî zimanê kurdan hem jî êrîşî dîroka wan dikin'
16:57 Li Riha panela zimanê zikmakî: Ziman tune bibe wê ew netew jî tune bibe
15:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:52 Baroya Amedê li kujerên Elçî pirsî û qedexeya li ser ziman şermezar kir
15:52 Li Îranê ji vîrûsa koronayê 2 kes mirin
15:42 9 HDP'iyên girtî hatin berdan
15:35 Ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî hatin dayîn: Zimanê kurdî ji bo kurdan xeta sor e
15:23 Çawîşê pispor ê întîhar kir bêdeng û bê kes defin kirin
15:18 Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê di roja ziman de zimanên cuda qebûl nekir
15:05 Taşçier: Ez dixwazim ji bo Perwerdehiya Kurdî lêkolîna meclîsê bê vekirin
14:58 Surucu bi Kurmancî pirsname da: Wezaret biryara ji bo Xerabreşkê pêk tîne ya na?
14:42 Kubîlay: Dê xeta polîtîka û rêxistina HDP'ê ya nû çalakî û têkoşîn be
14:41 Malbata Olçen ji bo kurê xwe mewlîd da
13:35 Meclîsê bi hênceta ku tirkî nîne pêşniyazpirsa kirmanckî red kir
13:23 Kavala: Hevîya beraetê ji aliyê Serokomariyê ve hat astengkirin
13:18 Hunermendan ji bo Kovara Zrîngê banga abonetiyê kirin
13:04 Gunay: Heta nika çend mamostayê Kurdkî ameyî tayînkerdiş?
13:00 Li Mêrdînê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin