Du jin û du dayikên berxwedêr

img

AMED -  Jina ku hevjînê wê 26 salin di girtigehê de ye Guler Yuksekbag, bi tena serê xwe barê hemû malbatê girt ser milê xwe û ji bo ku zarokên xwe bi çanda xwe mezin bike, li ber xwe dan. Jina bi navê Serhed Ugur a hevjînê wê jî, ev sê salin girtiye, diyar kir ku divê êdî êşên jinan nebin mijarên sîyasetê û jin bi berxwedanên xwe têkevin rojevjê.

 
Jin bi çi awayî dibe bila bibe hewl didin li her qadê xwedî vîn û rihê xwe yê berxweder derkevin. Bi taybetî jin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li dijî hişmendiya zilam a pênç hezar sal bertekên xwe tînin ziman û li dijî pergala serdestiyê dengê xwe bilind dikin. Ji van jinan Guler Yuksekbag û Serhat Ugur ên ku herî zêde bûne hedafa zilm û zordestiya hikumet û dewleta Tirkiyeyê, serpêhatiyên xwe yên herî bi êş ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin
 
‘BI TENA SERÊ XWE MA’
 
Guler Yuksekbag, di sala 1972’yan li gundê Comaniyê ya navçeya Misricê ya Sêrtê hat dinê. Yuksekbag di sala 1985’an bi Abdularakîp Yuksekdag re di zewice û 3 zarokên wê çêdibiin. Hevjînê Yuksekbag, di sala 1993’yan tê girtin û ev 26 salin girtiye. Yuksekbag, piştî hevjînê wê tê girtin bi tena serê xwe her sê zarokên xwe mezin dike. Yuksekbag, têkoşîna xwe ya jiyanê, zorî û zehmetiyên 26 salin dewam dike bi van gotina vegot: “Zarok bi tena serê xwe mezin kirin pir zore. Dema ku dê an jî bav tune bin, aliyekê zarok jî, tim kêm dimîne. Zarokên min jî, aliyekî wan, her tim ji ber tunebûna bavê wan tim kêm ma. Min tu carî zarokên xwe ne tî û ne jî birçî hiştin, lê zarokatiya xwe tim bi vê nîvcobûyînê derbas kirin. Zarokên min mezin jî bûne lê hîna jî kêmasî û tunebûna bavê xwe dijîn.”
 
‘MIN ZAROKÊN XWE BI ÇANDA XWE MEZIN KIRIN’
 
Dayika Yuksekbag, diyar kir ku wê debara jiyana mala xwe hemû girtiye ser milê xwe û wiha got: “Piştî ku hevjînê min hat girtin û şûn de hemû barê malê kes ser pişt amin.  Helbet di nava vê jiyana mîna meqesê de, mîna jinekê li ser piyên xwe mayîn zehmet e û pir jî zore. Ligel zor û zehmetiyên jiyanê min hewl da ku ez zarokên xwe bi çanda xwe mezin bikim. Di nava vê pergala ku her tiştî xera dike de min zarokê xwe bi ziman û çanda wan mezin kirin. Her çiqas zarokê min çûn dibistanê û bi zimanê tirkî hînbûn jî, qet zimanê tirkî neket nav hemû jiyana me. Rastiya pergalê dîtin û li gorî xwe teşe girt. 
 
Yuksekbag, da zanîn ku kurekê wê ji ber rastiya pergalê dît tevlî HPG’ê bû û wiha domand: “Kurê min di vê rê de jiyana xwe ji dest da. Nexwest di nava vê pergalê de bijî. Ez gelekî bi xemgînim bi şehadeta kûrê xwe, lê ez pê ser bilindim jî. Di riyeke ku ez pê serbilindim de çû ye. Zilm, zor û heqaret bixwe dît qebûl nekir û berê xwe da rêya azadiyê. Min gelek li ber xwe da. Hîna jî ez têkoşîna xwe dewam dikim. Di vê serdemê de hîn zêdetir têkoşîna jinan mezintir dibe. Divê em xwedî van qezencên  jinan derkevin. 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêz dibe. Ev roj ji bo me pir girînge. Weke her salê ezê îsal jî li qadan bim û ez bang dikim ku hemû jin bi ked û têkoşîna xwe beşdarê 8’ê Adarê bibin.”
 
‘POLÎSAN KENÊ XWE BI MIN Û ZAROKÊ MIN DIKIRIN’
 
Jina 48 salî Serhed Ugur a dayika 2 zarokan jî, ev bîst sal in zewicî ye û sê sal berê hevjînê wê bi “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Ugur, dema ku bi tena serê xwe dimîne barê wê girantir dibe û hîn zêdetir dikeve nava hewldanan. Ligel vê yeke jî daxwaza wê ew e ku êdî jin ne bi êşên xwe bi ked û têkoşîna xwe bên naskirin.
 
 Ugur, bal kişand ser girtina hevjînê xwe û wiha axivî: “Polîsan di nîvê şevê de, bi balyozan li deriyê me xistin û ketin hûndir. Her çiqasê min polîsan hişyar kirin ku zarokên min di xewdene jî, lê hîn zêdetir deng derxistin û bi ser me de qîriyan. Di wê navberê de polîsan gotin, ‘hûn qet merek nekin ji bo ku zarok netirsin me perwerde dîtiye.’ Ji xwe heya wê demê zarok hatibûn pişt derî û ketibûn nav derûniyeke xerab. Dema ku dîtin zarok hatine pişt derî ji wan re digotin ‘hûn ji me qet natirsin ne wisa zarokino, ku me xwestibane me yê bavê we li erde dirêj bikira û pêl serê wî bikirana.’ Bi vî awayî kenê xwe bi min û zarokê min kirin û derûniya zarokê min xera kirin.”
 
‘JINÊN LI BER DERIYÊ GÎRTÎGEHAN BI HÊZ IN’
 
 Ugur, da zanîn ku piştî hevjînê wê tê girtin, bi tena xwe li zarokên xwe mêze dike û wiha bilêv kir: “Her çiqasê alikariya malbat û hevalên min tim hebe jî, ez bi tena xwe du zarokan mezin dikim. Ez jinim û hêza min heye û ez tena serê xwe li ber xwe didim. Lê gava ez diçim girtîgehê ez dibinim ku di navbera me de piştgiriyek zêde tune ye. Jinên li ber deriyên girtîgehan tik û tene ne û rastî her cure niheqiyan tên. Ligel van zor û zehmeniyan jî, bihêz in û li ser piyan e. Gava ku ez wan dibînim hê bi hêztir dibim û ez derdê xwe jibîr dikim. Hin malbat ji bo zarokên xwe, ji bo bavê xwe û ji bo hevalên xwe ji Amedê diçin bajarên dûr û zehmetiyên herî mezintir dikişinin. Li hember van tenêtî û  zahmetîyên wan ez êdî êşên xwe pir biçûk dibinim û ji êşa xwe şerm dikim. Li ser vê ez tim dibêjim em jin pir bi hêz in û em dikarin li dijî her cureyên zahmetiyan li ber xwe bidin. Ez yeqîn nakim ku mêrekî bi vî awayî li ber xwe bide.”
 
‘ÊDÎ BILA JIN BI BERXWEDANÊN XWE BÊN NASÎN’
 
Serhed Ugur, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jinên ku li ber deriyên girtîgehan her tim radiwestin hewceye ku em piştgiriyek xurt bidin hevdû û em hê bi hêztir bisekinin û li ber xwe bidin. Divê ku êdî êşên jinan nebin mijarên siyasî. Êdî bila jin bi berxwedanên xwe bên nasîn. Ji ber ku jin hîn zêdetir bi qewetir in. Ez vê ji bo hemû jinan dibêjim. Êdî jin xwedî hêzeke ku dikare her tiştî bikin e.”
 
 

Sernavên din

04/03/2020
11:53 Li ser bertekan DEDAŞ'ê ceyrana gundan berda
11:34 WHO: Ji Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kes mirin
11:21 Ji ber bêavî û bêceryaniyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve
10:56 Jinên penaber rastî tundiya dijwar tên
10:42 Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'
10:08 'Ev derketina ji rêya xwedê ye'
09:38 Ji bo valakirinê muhlet dan gundê Şikeftan
09:37 Li dijî DAIŞ'ê berxwedana dîrokî
09:32 Ceylan: Hevdîtin aştiyê, tecrîd şer pêş dixe
09:30 Dozgeriyê ji bo KCD'ê gotiye 'saziyeke îllegal'
09:29 Kaya: Wê bi girtina deriyan şîrket giş top bavêjin
09:29 Ji ber koronavîrusê bi hezaran TIR li sînor hatine sekinandin
09:28 'Li derve kar, li malê aramî tuneye'
09:14 Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Me awayekî cuda yê têkoşînê nîşanî cîhanê da
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2020'AN
08:06 Polîsan rojnameger Bariş Terkoglu binçav kirin
03/03/2020
23:27 Nûçegihanê me Sayilgan ji girtîgehê derket
20:25 Li Amedê panela 'Wêje û Jin'ê hat lidarxistin
18:19 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin bi xizmên xwe re pêk anîn
17:14 Yekitiya Êzidiyan ji NY'ê xwestin ku parêzeran bişînin Îmraliyê
16:45 Bav û 2 birayên Çîçek Kobanê der sînor kirin
16:41 Malbata Koç cenazeyê Aysel Koç ji saziya tipa edlî wergirtin
16:17 Nûçegîhanê me Sayilgan li ser îtîrazê hat berdan
16:16 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
16:13 'Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin'
16:02 Meclîs bi rojeva Idlibê li hev civiya
15:53 Onder Babat bi bîr anîn
15:37 Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê: Em diçin Enqereyê bi rengê spî bixemilînin
15:20 Li Îranê vîrûsa korona bi 23 parlamenteran re hat tespîtkirin
15:00 ‘Dewlet pêşî li cînayetên kar nagire’
14:46 Sancar: Di şerde xizan winda dikin
13:57 ‘Tu kes ji keyfî koç nake: Tirkiye û Ewropa sûc dikin
13:50 Şaredariya Bornovayê malên cemê kir statuya îbadetxaneyan
13:47 Elîaçik: Diyanet kirinên dewletê meşrû dike
13:38 Li 3 navçeyan nehiştin endamên meclîsê bikevin avahiya şaredariyê
13:10 ‘Ji bo heqîqet neyê ragihandin rojnamegeran binçav dikin’
12:58 Koprudaş ji bo piştevaniya penaberan diçin Edîrneyê
12:53 Girtiyê kirin hucreyê 20 rojin di greva birçîbûnê deye
12:07 Piştî çend rojan di bin berf û sermayê de serê xwe şûştin
11:49 Polîsan li gundekê Sûrê bi ser malan de girtin
11:28 Teknîkereke jin a karê înşaetê dike: Dixwazin wekî mêr tev bigerim
10:38 Girtî Aysel Koç jiyana xwe ji dest da
10:32 Serokê TTB'êAdiyaman: Zû dereng dê Vîrûs bigêje Tirkiyeyê
10:18 Aktivîsa TJA'yê Boga: Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan
10:11 Akademiya Muzîkê ya Ma’yê 3’yemîn sala xwe pîroz dike
09:51 Tevgera heri mezin a Terorê DAIŞ û Fermana 73’an
09:26 Wê fabrîkeya polîpropîlenê zirarê mezin bide mirovan û xwezayê
09:25 Hem li malê hem jî li nav erdan keda wan tê binpêkirin
09:24 Piştî Deriyê Xabûrê hat girtin her tişt biha bû
09:23 ‘Ji ber bendava ewlehiyê mirov mecbûr man terka warê xwe bikin'
09:22 Ji ber ku got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:22 Dayika Surme ku 6 kurên wê û hevjînê wê hatibûn girtin: Wê têkoşîna dayikan bi ser bikeve
09:21 Dengvedana sedsalekê: Heyran Xanim
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2020'AN
02/03/2020
17:08 Erdogan: Ku venekişin dê serê wan li ser milê wan nemîne
16:41 Li Hatayê ÎHA'yek ket
16:36 Hevşaredara Peyasê Yilmaz nehat berdan
16:25 Hevseroka KCD'ê Guven: Hêza me jinan a vî şerî rawestîne heye
16:16 Rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên hatin binçavkirin birin meclîsê
16:00 Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Seraqîpê
15:31 Li ser sûrên Amedê awazên jinan
14:43 Dayika Helîn Şen: Bibin piştekê têkoşîna me ya edaletê
14:29 Ji ser sînorê Yewnanîstanê xeberên mirinê tên
14:09 Ji qaymeqamiyê daxuyaniya hewldana revandinê
13:59 TJA: Bila êşa li ser sînor bi dawî bibe
13:47 Ji ÎHA’yê nûçeya sosret!
13:44 Olûç: Bi rûniştina girtî dixwazin mijara Idlibê ji gel veşêrin
13:33 Li Erxeniyê şahiya 8’ê Adarê hat qedexekirin!
13:25 Nûçegîhanê me Îdrîs Sayilgan hat girtin
13:13 Serokwezîrê Yewnanistanê: Em ê penaberan vegerînin
12:50 Di Sibatê de 22 jin hatin qetilkirin
12:43 Dadgehê 18 meh ceza da Endamê MYK'ê yê KKP Kazici
11:51 Li Wanê rêya 112 gundan hat girtin
11:48 Pûtîn: Em xwe ji bo şer amade nakin
11:46 Qeyûmê Qoserê meclîs kir betlanê!
11:11 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li Rojnameger Oruç birî
11:01 2 amerîkiyên krîtik tên serdana Tirkiyeyê
10:59 Êrişî avahiya HDP’ê ya Aydinê kirin
10:59 Li Arjantînê bi têkoşîna jinan qedexeya 100 salan radibe
10:59 Li dijî wesayîta Miduriyeta Gumrikê êriş pêk hat
10:41 Newaya Jin: Jin wê cîhanê biguherîn in
10:40 Girîngiya erdnîgariya Şengalê û polîtîkayên serdestan
10:30 Penaberên ku talûkeya fetisandinê derbas kirin vegotin: Piştî ku me daxuyaniyê bihîst derketin rê
10:20 Jinên ku destkeftiyên wan di hedefê de ne raperîn mezin kirin
09:16 Jinên li gel hemû tundiyan dixebitin: Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin
09:15 Li Girtîgeha Kalkandereyê li xwe kirina forma û avêtina golan qedexe ye
09:14 Li Mêrdînê hewldana revandinê: Di destê wan de tiştekî mîna bêtêlê hebû
09:13 Çerkezoglû: Bi milyonan kesan hêviyên dîtina kar winda kirine
09:10 ‘Her ku esker tên kuştin gardiyan êrîş dikin’
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2020
01/03/2020
22:01 Kekê leşkerê jiyana xwe ji dest da: Bila êdî kes nemire
19:23 Ji YE'yê ji bo Idlibê banga civînê
19:11 Dema binçavkirina Sayilgan û Kaya hat dirêjkirin
17:38 Rêxistinên çapememeniyê: Bi lez rojnamegeran berdin
17:08 Jinan di çalakiyên 8'ê Adarê de gotin ew li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer jî aştiyê diparêzin
16:31 HDP û saziyên sivîl çûn şîna malbata Demîr
15:45 'Divê tecrîda li ser civakê bê şikandin'
15:32 Midurê Giştî yê Weşana Sputnîkê hat binçavkirin
15:06 Rusya: Balafira ne nehatiye xistin
15:01 DFG: Rojnamegeran serbest berdin