Têkoşîna Behiyeya Çerkes

  • jin
  • 09:06 1 Adar 2020
  • |
img
AMED - Behiye Sevîm ku du zarokên wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û 2 zarokên wê jî girtîne, ji bo 8'ê Adarê bi kilamekê bang li jinan kir ku dakevin qadan. 
 
Behiye Sevîm (60) ku li gundê Cilîn ê Stewra Mêrdînê hatiye dinê û keça malbeteke çerkes e û nizane kengî û ji ku derê hatine Mêrdînê, diyar dike ku ji ber kalikê wê mele bûye li gund mane û piraniya jiyana wê li gund derbas bûye. Paşê Sevîm bi kurê meta xwe Halîd re dizewice û 15 zarokên wê çê dibin. Ji van zaroka 3 jê ji ber nexweşîneke kronîk jiyana xwe ji dest didin. 
 
Kurê mezin ê Sevîmê Yakûp Sevîm di sala 1993'yan de rojekê gava diçe ber pez, hew vedigere malê. Paşê malbata Sevîmê pê dihese ku Yakûp tev li PKK'ê bûye. Yakûp, di sala 1999'an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Sevîm, diyar dike ku hê jî goreke kurê wê tuneye û dibêje, wêneyên kurê wê jî di avêtina ser malê de an tên tên texrîbkirin an jî tên desteserkirin û ji ber vê tenê çarçoveyên vala yên wêneyan mane. 
 
Sevîm dibêje: "Piştî Yakûp, eskeran her roj davêt ser mala me. Em mecbûr man ji gund derkevin. Digotin, 'Kurê we terorîst e, herin ji vira.' Me qebûl nekir. Hevjînê min binçav kirin. Piştî hevjînê min hat berdan em emcbûr man birevin. Ji bo min wan salan têkoşîn dest pê kir. Hem ji bo vî gelî hem jî ji bo zarokên xwe diviya ez bijiyama." 
 
LI SER QANTIRAN GUND BI GUND DIGERIN
 
Gava ducanî bûye û 6 zarokên wê hebûne, li nêzî gundê wan şerek diqewime. Piştî şer esker davêjin ser gund û ew jî mecbûr dimînin ji gund derkevin. Tevî çend pezê xwe û 2 qantirên xwe dikevin rê. Lê esker bi vê jî qîma xwe naynin gefan li gundên derdorê dixwin û nahêlin kes malbata Sevîmê bihewîne. Sevîmê, kurekî xwe li pişta xwe dike û zarokên xwe yên din jî li qantiran dike û tevî pezê xwe gund bi gund digere û dawiyê berê xwe dide mala apê xwe. Vê carê jî esker tên gundê mala apê wê lê. Sevîmê tevî zarokên xwe û du qantirên xwe dîsa diçe. Gava diçe vê carê pezê xwe li gund dihêle. 
 
JI BO DEBARA XWE BIKE BASTÊQ Û GÛZAN DIFIROŞE 
 
Sevîm, li gundê Darlûya Jor ê Bismila Amedê bi cih dibe û piştî tê vira hevjînê wê jî tê malê. Gava esker pê dihesin davêjin ser vê mala wan jî û dîsa hevjînê wê Halîd Sevîm binçav dikin. 
 
Sevîm, ji bo debara zarokên xwe bike li nav erdê xwe nokan diçîne. Sevîm dibêje: "Min zarokên xwe didan pişta xwe û diçim nav erd. Wê salê nok biberekt bûn. Min li ereba hespa bar kirin û bir firotin. Min hêliz firot, min gûz û bastêq firotinî pê zarokên xwe xwedî kirin." 
 
CENAZEYÊ DU ZAROKÊN XWE NEGIRTIN
 
Sevîm, diyar dike ku zarokên wê jî dane ser rêya wê û dibêje, kurê wê yê mezin Yakûp di sala 1999'an de li Herekolê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Sevîm, nikare cenazeyê kurê xwe bigire. Paşê keça wê Kismet a 18 salî jî tev li YPG'ê dibe û di sala 2014'an de li Kobaniyê jiyana xwe ji dest dide. Keça wê Kismet 5 salan di Kovara Ozgur Halkê de xebitiye, gelek caran hatiye binçavkirin û hatiye îşeknecekirin. Herî dawî esker gava Sevîmê digirin, îşkenceyê lê dikin û wê li çiyayên Çewligê berdidin. Piştî vê Sevîm hew îdare dike û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li têkoînê dibe. Dayik Sevîm, tîne ziman ku keça wê bi awayekî serbilindî jiyana xwe ji dest daye û wekî Yakûp cenazeyê Kismetê jî negirtiye. 
 
GIRTÎGEH BI GIRTÎGEH DIGERE 
 
Her wiha ji zarokên wê yên mayî 2 zarokên wê girtîne û wekî wê hevjînê wê û 2 zarokên wê jî tên girtin û paşê tên berdan. Hema bêje ferdên malbata wê hemû hatine îşkencekirin. Sevîm ji bo hevjînê xwe û 2 zarokên xwe yên girtî girtîgeh bi girtîgeh geriyaye û navê girtîgehan yeko yeko dibêje; Mûş, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Rîze, Trabzon û Tokat. Hê jî du zarokên wê girtîne. Kurê wê Umît 11 sal in girtiye û kurê wê Ozgur jî ji ber doza Nisêbînê cezayê muebeta giran û 25 sal ceza lê hatiye birîn û 4 sal in girtiye. 
 
40 CARÎ DAVÊJIN SER MALA WÊ 
 
Sevîm, diyar dike ku ji sala 1993'yan heya niha hema bêje 40 carî esker û polîsan avêtiye ser mala wê û dibêje, her cara davêjin ser mala wê wêneyên zarokên wê yên jiyana xwe ji dest dane tên desteserkirin û ji ber vê êdî çaçroveyên vala mane. 
 
Sevîm, ji bo pirsa "Ma tu nawestî?" dibêje: "Nawestim. Çima biwestim. Çimkî dizanim rêya min rêya rast e. Me zilm li kesî nekiriye, em mafdar in. Li ber me dijinekî hêrsok heye. Lê em mafdar in. Tişta em ji wan re bêjin ev e; destê xwe deynin ser wijdanê xwe." 
 
Her wiha Sevîm ji bo 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê jî bi kilamekê bang li jinan kir û got: "Dibêjin 3 zarokan bînin, di temenekî biçûk de wan bizewicînin. Ew nikarin ji bo vê qerarê bidin. Em jin em ê biryara xwe bidin. Ê pirsgirêka azadiya kurdan hel bike jî em in." 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Fethî Balaman

Sernavên din

04/03/2020
11:53 Li ser bertekan DEDAŞ'ê ceyrana gundan berda
11:34 WHO: Ji Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kes mirin
11:21 Ji ber bêavî û bêceryaniyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve
10:56 Jinên penaber rastî tundiya dijwar tên
10:42 Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'
10:08 'Ev derketina ji rêya xwedê ye'
09:38 Ji bo valakirinê muhlet dan gundê Şikeftan
09:37 Li dijî DAIŞ'ê berxwedana dîrokî
09:32 Ceylan: Hevdîtin aştiyê, tecrîd şer pêş dixe
09:30 Dozgeriyê ji bo KCD'ê gotiye 'saziyeke îllegal'
09:29 Kaya: Wê bi girtina deriyan şîrket giş top bavêjin
09:29 Ji ber koronavîrusê bi hezaran TIR li sînor hatine sekinandin
09:28 'Li derve kar, li malê aramî tuneye'
09:14 Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Me awayekî cuda yê têkoşînê nîşanî cîhanê da
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2020'AN
08:06 Polîsan rojnameger Bariş Terkoglu binçav kirin
03/03/2020
23:27 Nûçegihanê me Sayilgan ji girtîgehê derket
20:25 Li Amedê panela 'Wêje û Jin'ê hat lidarxistin
18:19 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin bi xizmên xwe re pêk anîn
17:14 Yekitiya Êzidiyan ji NY'ê xwestin ku parêzeran bişînin Îmraliyê
16:45 Bav û 2 birayên Çîçek Kobanê der sînor kirin
16:41 Malbata Koç cenazeyê Aysel Koç ji saziya tipa edlî wergirtin
16:17 Nûçegîhanê me Sayilgan li ser îtîrazê hat berdan
16:16 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
16:13 'Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin'
16:02 Meclîs bi rojeva Idlibê li hev civiya
15:53 Onder Babat bi bîr anîn
15:37 Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê: Em diçin Enqereyê bi rengê spî bixemilînin
15:20 Li Îranê vîrûsa korona bi 23 parlamenteran re hat tespîtkirin
15:00 ‘Dewlet pêşî li cînayetên kar nagire’
14:46 Sancar: Di şerde xizan winda dikin
13:57 ‘Tu kes ji keyfî koç nake: Tirkiye û Ewropa sûc dikin
13:50 Şaredariya Bornovayê malên cemê kir statuya îbadetxaneyan
13:47 Elîaçik: Diyanet kirinên dewletê meşrû dike
13:38 Li 3 navçeyan nehiştin endamên meclîsê bikevin avahiya şaredariyê
13:10 ‘Ji bo heqîqet neyê ragihandin rojnamegeran binçav dikin’
12:58 Koprudaş ji bo piştevaniya penaberan diçin Edîrneyê
12:53 Girtiyê kirin hucreyê 20 rojin di greva birçîbûnê deye
12:07 Piştî çend rojan di bin berf û sermayê de serê xwe şûştin
11:49 Polîsan li gundekê Sûrê bi ser malan de girtin
11:28 Teknîkereke jin a karê înşaetê dike: Dixwazin wekî mêr tev bigerim
10:38 Girtî Aysel Koç jiyana xwe ji dest da
10:32 Serokê TTB'êAdiyaman: Zû dereng dê Vîrûs bigêje Tirkiyeyê
10:18 Aktivîsa TJA'yê Boga: Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan
10:11 Akademiya Muzîkê ya Ma’yê 3’yemîn sala xwe pîroz dike
09:51 Tevgera heri mezin a Terorê DAIŞ û Fermana 73’an
09:26 Wê fabrîkeya polîpropîlenê zirarê mezin bide mirovan û xwezayê
09:25 Hem li malê hem jî li nav erdan keda wan tê binpêkirin
09:24 Piştî Deriyê Xabûrê hat girtin her tişt biha bû
09:23 ‘Ji ber bendava ewlehiyê mirov mecbûr man terka warê xwe bikin'
09:22 Ji ber ku got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:22 Dayika Surme ku 6 kurên wê û hevjînê wê hatibûn girtin: Wê têkoşîna dayikan bi ser bikeve
09:21 Dengvedana sedsalekê: Heyran Xanim
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2020'AN
02/03/2020
17:08 Erdogan: Ku venekişin dê serê wan li ser milê wan nemîne
16:41 Li Hatayê ÎHA'yek ket
16:36 Hevşaredara Peyasê Yilmaz nehat berdan
16:25 Hevseroka KCD'ê Guven: Hêza me jinan a vî şerî rawestîne heye
16:16 Rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên hatin binçavkirin birin meclîsê
16:00 Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Seraqîpê
15:31 Li ser sûrên Amedê awazên jinan
14:43 Dayika Helîn Şen: Bibin piştekê têkoşîna me ya edaletê
14:29 Ji ser sînorê Yewnanîstanê xeberên mirinê tên
14:09 Ji qaymeqamiyê daxuyaniya hewldana revandinê
13:59 TJA: Bila êşa li ser sînor bi dawî bibe
13:47 Ji ÎHA’yê nûçeya sosret!
13:44 Olûç: Bi rûniştina girtî dixwazin mijara Idlibê ji gel veşêrin
13:33 Li Erxeniyê şahiya 8’ê Adarê hat qedexekirin!
13:25 Nûçegîhanê me Îdrîs Sayilgan hat girtin
13:13 Serokwezîrê Yewnanistanê: Em ê penaberan vegerînin
12:50 Di Sibatê de 22 jin hatin qetilkirin
12:43 Dadgehê 18 meh ceza da Endamê MYK'ê yê KKP Kazici
11:51 Li Wanê rêya 112 gundan hat girtin
11:48 Pûtîn: Em xwe ji bo şer amade nakin
11:46 Qeyûmê Qoserê meclîs kir betlanê!
11:11 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li Rojnameger Oruç birî
11:01 2 amerîkiyên krîtik tên serdana Tirkiyeyê
10:59 Êrişî avahiya HDP’ê ya Aydinê kirin
10:59 Li Arjantînê bi têkoşîna jinan qedexeya 100 salan radibe
10:59 Li dijî wesayîta Miduriyeta Gumrikê êriş pêk hat
10:41 Newaya Jin: Jin wê cîhanê biguherîn in
10:40 Girîngiya erdnîgariya Şengalê û polîtîkayên serdestan
10:30 Penaberên ku talûkeya fetisandinê derbas kirin vegotin: Piştî ku me daxuyaniyê bihîst derketin rê
10:20 Jinên ku destkeftiyên wan di hedefê de ne raperîn mezin kirin
09:16 Jinên li gel hemû tundiyan dixebitin: Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin
09:15 Li Girtîgeha Kalkandereyê li xwe kirina forma û avêtina golan qedexe ye
09:14 Li Mêrdînê hewldana revandinê: Di destê wan de tiştekî mîna bêtêlê hebû
09:13 Çerkezoglû: Bi milyonan kesan hêviyên dîtina kar winda kirine
09:10 ‘Her ku esker tên kuştin gardiyan êrîş dikin’
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2020
01/03/2020
22:01 Kekê leşkerê jiyana xwe ji dest da: Bila êdî kes nemire
19:23 Ji YE'yê ji bo Idlibê banga civînê
19:11 Dema binçavkirina Sayilgan û Kaya hat dirêjkirin
17:38 Rêxistinên çapememeniyê: Bi lez rojnamegeran berdin
17:08 Jinan di çalakiyên 8'ê Adarê de gotin ew li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer jî aştiyê diparêzin
16:31 HDP û saziyên sivîl çûn şîna malbata Demîr
15:45 'Divê tecrîda li ser civakê bê şikandin'
15:32 Midurê Giştî yê Weşana Sputnîkê hat binçavkirin
15:06 Rusya: Balafira ne nehatiye xistin
15:01 DFG: Rojnamegeran serbest berdin