'Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin'

  • jin
  • 16:13 3 Adar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li gelek navendan çalakî û şahî hatin lidarxistin. Parlamenter Feleknas Ûca di şahiya li Erdîşê de axivî û got: "Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê divê em di 8'ê Adarê de li qadan bên gel hev." 

Rêxistin û saziyên jinan di çarçoveya çalakî, şahî û mitîngên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Wan, Colemêrg, Şirnex, Meletî, Riha, Mêrdîn, Stenbol û li gelek navendên din çalakî û şahî li dar xistin. 
 
WAN
 
Li navçeya Wanê ya Erdîşê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de şahî li dar xist. Şahî bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr di têkoşînê de bi biryar in" li saloneke dawetê hat lidarxistin. Li salonê pankarta bi nivîsa "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve diçin" ya bi kurdî û tirkî hatibû nivîsandin hat daliqnadin û salon bi rengê kes, sor, zer û mor hat xemilandin.
 
Li salonê jinên ku bi cil û bergên xwe yên netewî beşdarî şahiyê bûn dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Her wiha parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca û Muazez Orhan, Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn û gelek jin beşdarî şahiyê bûn.
 
Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir û di serî de Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Erdîşê Sariye Bîlîcî axivî û ji ber tevlibûnê jinan pîroz kir û soza berdewamiya têkoşînê ji jinan re da.
 
'TUNDIYA LI SER JINAN BI TECRÎTÊ VE GIRÊDAYÎ YE' 
 
Piştî Bîlîcî Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca axivî. Ûca bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê ji bo tevgera azadiyê ya jinên kurd û wiha got: "Têkoşîna azadiyê bi Sakîne dest pê kir û bi Arîn Mîrkan, li Rojava û tevahiya Kurdistanê belav bû. Ji er vê tundiya li dijî jinê her ku diçe zêde dibe .Di serdema AKP2ê de destê jinan hat kelepçekirin û jin hatin qetilkirin. Ji ber ku îqtîdar jinên azad naxwaze. Di her du serdemên ku êrişî şaredariyan kirin, di serî de stargehên jinan girtin. Pîvana azadiyê bi birêz Abdullah Ocalan re mezin bû. Lê îro bi tecrîdê asteng dikin. Gotin li Îmraliyê şewat derketiye û bi daxuyaniyên ji rêzê dixwazin ser bûyerê bigirin. Lê ev daxuyanî têrê nekirin. Tundiya li ser jinê bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye. Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê divê em di 8'ê Adarê de li qadan bên gel hev."
 
Pişt re Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskên axivî û silavên xwe ji hevşaredar û siyasetmedarên jin ên girtî re şand û got: "Wê jin li hemû qadan têkoşîna xwe berdewam bikin." Piştî axaftinan peyama Hevşaredara girtî ya Erdîşê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin ji girtîgehê şandibû hat xwendin.
 
Şahî li ber stranên hunermend Ayfer Duzdaş û bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Aktîvîsên TJA'yê li navçeya navendî ya Tûşbaya Wanê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li taxa Beyuzumu ya navçeyê bi jinan re hatin gel hev. Jinan li malekê civîn li dar xist û behsa girîngiya têkoşîna jinan hat kirin. Hevseroka Rêxistina HDP'a Tûşbayê Edîbe Babûr di civînê de axivî û destnîşna kir ku ew jiyana koletî qebûl nakin û jinên vê yekê qebûl nakin jî têkoşîna xwe didomînin. 
 
Pişt re Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Mînaz axivî û behsa pratîkên polîtîkayên qeyûman kir. 
 
Jinên HDP'î piştî û aktîvîstên TJA'yê piştî civîna li taxê çûn Bazara Gel a Seyrantepeyê û esnafên jin ziyaret kirin û ji bo 8'ê Adarê belavok û tovên kulîlkan belav kirin. 
 
MELETΠ
 
Platforma Jinan a Meletiyê jî di çarçoveya şahiyên 8'ê Adarê de li Postexaneya Navendî kom bûn û ji jinên girtî re kartên 8'ê Adarê şandin. Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Meletiyê Gonul Ozturkoglû li ser navê jinan axivî û got wê jin her têkoşîna ji bo aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê bidin û ew ê li dijî her cûre tundî û kuştina jinan derkevin.
 
COLEMÊRG
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê ya Leyla Guven, parlamenter Saît Dede, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de çûn serdana gundê Şahê ya bajaroka Bajêrganê ya navçeya Geverê ya Colemergê. Leyla Guven bi malbatên girtiyan re hevdîtin pêk anî û piştre jî bi jinên gund re hevdîtin pêk anî. 
 
Guven di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê. Leyla wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê Kurd her tim bi êrîş û zextan re rûbirû man, lê belê Gelê Kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedan." Guven, di axaftina xwe de wiha behsa girtiyan kir û got: "Niha gelek rêhevalên me girtî ne. Li hemberî birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din tecrîdek heye. Di rojên dawî de li girava Îmraliyê şewatek derket. Lê heta îro me tu agahiyên zelal ji Îmraliyê negirtiye. Malbat û parêzer ji bo hevdîtinê serî li rayedaran didin, lê tu bersiv nayê dayîn."
 
Guven, destnîşan kir ku ji ber sedemên heyî dibe ku 8'ê Adarê xemginî derbas bibe, lê em ê dîsa li qadan li dijî zext û zordariyê daxwazên xwe ya aştiyê bînin ziman. Leyla wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêhevalên me Sakîne Cansiz, Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Arîn Mirkan pêşengên têkoşînê bûn. Ev di doza xwe de mafdar in û xwe feda kirin. Em çi dibe bila bibê em dev jî têkoşîna xwe bernadin."
 
RIHA
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê û jinên KESK'î bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê kom bûn û ji bo girtiyên jin kartên pîrozbahiyê şandin. Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê dûre bi prlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu re hin malbata ziyaret kirin û kefiyên xemrî li jinan belav kirin. Jinan piştî belavkirina kefiyeyan dirûşme berz kirin û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan strana "Keça Kurda" gotin û govend gerandin. 
 
Dîsa endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Rihayê, girtiyên jin ên li girtîgehên Tîpên T û E yên Rihayê, ziyaret kirin. 
 
MÊRDÎN 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li gundê Ewîna ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê hevdîtina jinan pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, endam û rêveberên HDP'ê yên bajêr û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de stran hatin gotin, govend hat gerandin û dirûşme hatin berzkirin. 
 
Parlamenter Semra Guzel di hevdîtinê de axivî û wiha got: "Divê jin di her pêvajoyê de bi hev re bin. Jin tenê ne di 8'ê Adarê de divê her roj bi hev re bin. Dema em bibin yek em ê li dijî şer û zextan bêtir têbikoşin. Gelek jin hene ku li dîrokê navên xwe nivîsandine. Jinên kurd bi berxwedana xwe hêza xwe nîşan dan. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em li hemberî zext û zordariyê tu carî serî natewînin."
 
Piştî axaftinê hevdîtina jinan bi belavkirina kefiyên xemrî bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX 
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 8'ê Adarê li gundê Kortik ê navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatin gel hev. Parlamentera 
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Hevşaredara HDP'ê yê Sîlopiyê Adalet Fîdan jî beşdarî bernameya hevdîtina jinan bû. Îmîr di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê. Îmîr, da zanîn ku ewê di 8'ê Adarê de daxwazên xwe bînin ziman û wiha got: "Di qadên ked, hiqûq, siyaset û aboriyê de mafê jinan jî weke yên zilaman hene." Îmîr di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku beşdarî mîtînga 8'ê Adarê ya li bajêr bê lidarxistin bibin.
 
Jinan dûre qûrnefîl li jinên gund belav kirin. 
 
STENBOL 
 
Şaxa ÎHD'ê, hevkarên TJA'yê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê yên Stenbolê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinên girtî re qert şandin. Jin li pêş li PTT'ya Taksîmê kom bûn û qert şandin. Beriya qertan bişînin, Seroka Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da û got: "Ji bo piştevaniya jinê em ê qertan ji jinên girtî re bişînin. 8'ê Adarê roja têkoşîna jinê ye. Di vê rojê de piştevanî ji bo me xwedî taybetmendiyek jiyanî ye." Jinan piştî daxuyaniyê qert şandin. 
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê jî bi heman armancê li Şaxa PTT'ê ya Îstikbalê û ya Kadikoyê ji jinên girtîre qertên piştevaniyê şandin. Aktivîsta TJA'yê Beser Çelîk li ber Şaxa PTT'ê ya Îstikbalê axivî û wiha got: "Jinên girtî dibe ku weke beden ne li gel me bin lê ew bi rihê xwe bi me re ne. Em 8'ê Adarê li wan pîroz dikin." Jinan dirûşmên "Bijî piştevaniya jinê", "Jin jiyan azadî" berz kirin û qert şandin. 
 
Di heman demê de li Kadikoyê jî qert şandin. 

Sernavên din

07/03/2020
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2020'AN
01:02 Rojanmevan Çelîk û Keser hatin berdan
06/03/2020
23:46 Piştî 165 rojan cenazeyê Hacîzadeyê bêyî malbatê defin kirin
20:49 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Çelîk û Midûrê Karên Nivîsa Keser sewqî dadgehê kirin
20:43 Gerînendeyê weşana Giştî yê Odatv'yê Pehlîvan hat girtin
16:42 Nûçegihanê Rûdawê bi boneya ‘Idlibê' hat girtin
16:29 Bang li xebatkarên Yenî Yaşamê hat kirin ku biçin îfade bidin
16:14 Malbatan û parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:03 Derbarê 28 wekîlên HDP û CHP’ê de 55 fezleke hatin amadekirin
15:42 5 kes li Stewrê hatin binçavkirin
15:26 Cenazeyê Hacîzadê 165 roj şûnde wergirtin
15:26 Di danişîna 16’emîn de jî Sara Kaya nehat berdan
14:53 Jin li her derê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
14:52 Xwendekarên hatin binçavkirin: Em nikarin debara xwe bikin
14:51 Dayikên Aştiyê ji bo Grûp Yorûm bang kirin: Gav biavêjin
14:28 Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye
14:27 Qeyûm ji xeynî rojnamegeran qerta bê pere dan her kesan
14:26 Di 8’ê Adarê de wê bibin dengê penaberan
14:03 Li Zanîngeha Dîcleyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
13:53 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir
12:29 Ji biryara ‘agirbestê’ bêtir peyker bûn mijara rojevê
12:27 Di meha Sibatê de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:03 Tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatin dayîn
11:43 Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket
11:31 Dersimî ji bo Gulîstan Dokûyê îşaret bi cinayetê dikin
11:21 Wê cotkar garis û pembo neçînin: Bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê
11:06 Zilaman bi darê zorê ew xistine nava tora fihûşê
10:58 Di 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî hat dayîn
10:57 Li sêrtê 'Siya Avê' hat pêşandan
10:24 Akademîsyena ji Cezayîrê Recham: Çi şoreşa ku vîna jinê nebîne bi ser nakeve
10:23 Jinên di berxwedana TEKEL’ê de cih girtin banga tevlîbûna 8’ê Adarê kirin
09:30 Penaberê ku 10 caran îadeyî Tirkiyeyê tê kirin: Em dixwazin bijîn
09:29 Bi rêya pevguherandinê balê dikişîne ser xwendina bi kurdî
09:29 AYM'ê gotibû 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê 12 sal in hê jî wekî berê ye!
09:28 Li orta Stenbolê bazara penaberan
09:24 6 sal şûnde fêr bû ku endamê AKP'ê' ye
09:24 Mexdûrên erdhejê li benda alîkariyê ne
09:23 Hevşaredarên jin: Divê jin dakevin qadan
09:23 'Ger em bi hev re dijîn, wê demê divê em bihev re bi rê ve bibin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2020'AN
05/03/2020
22:02 Li Amedê jin ji bo şanoya 'Jiyan' hatin cem hev
19:40 Nûçegihana me Demîr hat berdan
15:43 Ji Platforma Jinê ya Enqereyê bang: Em ê cîhanê bihejînin
15:36 Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Aktorê çareseriyê birêz Ocalan e
15:27 Li Navçeyên Lîce û Hazro operasyona eskerî
15:15 Pirsa rojnameger Soylu aciz kir
14:48 Jin wê di 8’ê Adarê Meşa Şevê ya Femînîst de bên gelhev
14:38 Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
14:11 HDP: Bila roja 8'ê Adarê bibe destûra fermî
14:05 Rojnameger Kenan Kirkaya derket pêşberî dadger
14:01 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:54 2 kesên din hatin cezakirin: Rêveberiya xweser modela ji kaosê derketin e
13:22 Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket
13:20 MED TUHAD FED: Dema hevdîtin bi Ocalan re pêk tên qeyran jî tên çareser kirin
12:48 Erdogan bêyî ku daxuyanî bide çû Rûsyayê
12:45 Fîlmên dê di Festîvala Yilmaz Guney de werin nîşandan diyar bûn
12:02 Meclîsa Jinê ya HDP’ê: Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin
11:58 Beriya serdana UNESCO’yê ser şopên rûxandinê dinuximînin
11:28 Sîwana Xemrî: Jinên di stargehan de mîna ku sûc kirine, tên cezakirin
11:12 Serokê Daîreya DÎSK'ê Karatepe hat binçavkirin
10:59 Du rojnameger ji ber deşîfrekirina ‘MÎT’ê hatin girtin
10:41 Li Edeneyê 7 kes hatin binçavkirin
10:34 'Îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê’
10:15 Ocalan: Masaya li Tirkiyeyê li ser du piyan e, divê hûn bibin piyê sêyemîn
09:39 Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê
09:22 Ûlûgana: Divê êdî em ji bo zarokan jî pirtûkên dîroka kurdan amade bikin
09:19 Li Cizîrê li qafeyan kurdî qedexeye: Mişteriyên 'bijare' nerihet dibin!
09:18 Aysel Gîrdîk a li dijî krîza aborî têdikoşe: Ez dev ji hilberandinê bernadim
09:18 Şaredariya Êlihê dê dîsa SELÎS'ê veke
09:17 Platforma Jina ya Bornovayê: Ne tirse em hêviyê parve bikin
09:16 'Hêj em biçûk bûn bavê min terka me kir û zewicî'
09:16 Qeymeqam karker girtin, lê hevşaredar hat sûcdarkirin
09:15 Hê jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin
09:14 Welatiyên Amedê: Vîrûsa Corona li Tirkiyeyê tê veşartin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2020'AN
04/03/2020
17:01 Baroya Mêrdînê xwest parêzer Kahraman were berdan
17:00 Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin girtin.
16:40 ‘Penaber bi mirinê re rû bi rû ne, mirin sûcek mezin e’
15:50 Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Ji bo rastiyan veşêrin zextan zêde dikin
15:46 Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
15:37 Aysel Koç bi dirûşmeyan defin kirin
15:36 Selma Irmak ji doza 'propagandaya rêxistinê' berat kir
15:32 Peyamnêrê Rûdawê ji Edîrneyê birin Enqereyê
14:40 Ji Asrinê daxuyaniya Îmraliyê: Ocalan, careke din hêza xwe ya çareseriya qrîza siyasî destnîşan kiriye
14:36 Leşkerên Yewnan êrişî penaberan kir: Penaberek hat kuştin û birîndar hene
14:28 Rapora girtîgehên Derya Reş: Îşkence didome
14:05 Qeymeqamê Çinarê ji wezîfeyê hat girtin
13:45 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:34 Cotkarên mêrdînî biryar girtin ku garis û pembû daneynin
13:22 Leşkerên li Nexweşxaneya Rehanliyê sekinîne: Tabûrek leşker hat kuştin!
13:16 Freedom House: Tirkiye ne azad e
13:12 Ûca serdana herêma erdhejê kir
13:11 Li Idlbiê 2 leşkerên din jî hatin kuştin
12:57 4 kesên ku li Sûrê hatibûn binçavkirin 3 jê ji wan hatin berdan
12:20 Di dorpêça çekan de birin şîna keça wî
11:53 Li ser bertekan DEDAŞ'ê ceyrana gundan berda
11:34 WHO: Ji Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kes mirin
11:21 Ji ber bêavî û bêceryaniyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve
10:56 Jinên penaber rastî tundiya dijwar tên
10:42 Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'