Yekitiya Êzidiyan ji NY'ê xwestin ku parêzeran bişînin Îmraliyê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê bang li NY’yê, rêxistinên mafên mirovan û CPT’yê kirin ku zorê li hikumeta Tirkiyeyê bikin ku parêzeran bişînin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin. 

Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê bang li NY’yê, rêxistinên mafên mirovan û CPT’yê kirin ku zorê li Tirkiyeyê bikin û parêzeran bişînin Îmraliyê. Ciwanên PYD’yê jî bi heman daxwazê, ji bo der barê tenduristiya Ocalan de bibin xwedî agahî meşek li dar xistin.
 
ŞEHBA 
 
Di 27’ê Sibatê de şewatek li Girava Îmraliyê derketibû. Şewat rastî bertek û hêrsa gelê Kurd hat. Bertek û nerazibûna gelê Kurd didome. Bi dehan endamên Yekitiya Êzidiyan, endamên saziyên sivîl ên herêma Efrînê li navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin û alên yekitiyê hildan û meşiyan. Nûnerê yekîtiyê li hev kom bûn û daxuyanî dan. Endamên Yekitiya Êzidiyan Arîvan Menan û Esed Marko daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwend. Daxuyanî wiha ye: "Komploya ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî rêberê navneteweyî birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye ku bi dîlgirtina wî di 15’ê Sibata 1999’an de bi dawî bûye, tê de dewlet, îstîxbaratên wê, dîplomat , rêxistinên navdewletî bi dewleta Tirkiyê re hevpar bûn, hedef jê jî derbkirina fikra azad a Kurd di şexsê rêber de ku gelê Kurd ji xewa mirinê ya ku mêtingerê Tirk ji dema hilweşîna şoreşa Dêrsimê ya 1938’an de ferz kiriye û fermandarên wê şoreşê di serî de Seyîd Riza bi dar ve kirine, hişyar kiriye. Ji dema dîlgirtina rêber Apo de dewleta Tirk tecrîda girankirî û bimetod li dijî wî ferz kiriye, ew jî bi hedefa negihandina tu perspektîv an jî agahiyên ji rêber Ocalan de, ji ber ku dewleta Tirk girêdana gel biRêbertî re baş dizane. Dewleta Tirk azarên hundirîn û derve dikişîne. Da ku xwe ji wan aloziyan rizgar bike bi gelek kaxizan ku texmîn dike dê wê rizgar bike, dilîze. Ji wan kaxizan jî kaxiza penaberan a şantajkirina Ewropayê ye. Lê belê êdî ewropiyan zanî ku dê penaberên ku dewleta Tirk bişîne, komên terorîst û tundraw in. Ji lew re Ewropayê deriyên xwe li hember penaberan girtin. Her wiha kaxiza herî xeternak ku hikuma AKPA’ê bi kar tîne, rêber Ocalan e. Dewleta Tirk hewl dide bi hestên tirkan bilîze ku dengê kurdan bi rêya zêdekirina tecrîdê li dijî rêberê wan bixeniqîne. Hewldana wê ya dawîn jî şewata bizanebûn ku di 27’ê Sibatê de li girava Îmraliyê rû daye. Da ku bala Tirkan ji ser aloziya aborî dûr bixe.
 
Em wek Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê radigihînin ku bi fikra rêber Ocalan ku rêya azadiyê ji me re ronî kiriye, girêdayî ne û dê heta wergirtina agahiya başbûna tenduristiya wî li ser pêyan bin. Yekitiya Êzidiyan li dawiyê bang li NY’yê, rêxistinên mafên mirovan û CPT’yê kir ku fişarê li hikumeta Tirk bikin ku parêzer bi rêber Ocalan re hevdîtinê pêk bînin da ku tenduristiya wî mîsoger bikin." 
 
HESEKÊ 
 
 
Bi sedan Ciwanên PYD’ê jî bi heman armancê meşek li dar xistin. Ciwanên PYD’yê yên herêma Cizîrê di meşê de wêneyên Ocalan hildan û meşiyan. Meş ji gundê Berkevirê ji rojavayê navçeyê 13 km dûr e, dest pê kir. Ciwan di gundên Şeimesor û Quneterayê re derbas bûn. Beşdaran dirûşmên azadiya Ocalan û eşkerekirina tenduristiya wî berz kirin û pankartên "Bi şoreşa ciwantî em ê faşîzmê têk bibin û rêber Apo rizgar bikin" hildan. Dê meşa ciwanan li Qada Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi dawî bibe. Tê payîn ku bi navê ciwanên PYD’yê Henan Mamed û hevserokatiya PYD’yê de biaxivin.
 
 
 

Sernavên din

07/03/2020
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2020'AN
01:02 Rojanmevan Çelîk û Keser hatin berdan
06/03/2020
23:46 Piştî 165 rojan cenazeyê Hacîzadeyê bêyî malbatê defin kirin
20:49 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Çelîk û Midûrê Karên Nivîsa Keser sewqî dadgehê kirin
20:43 Gerînendeyê weşana Giştî yê Odatv'yê Pehlîvan hat girtin
16:42 Nûçegihanê Rûdawê bi boneya ‘Idlibê' hat girtin
16:29 Bang li xebatkarên Yenî Yaşamê hat kirin ku biçin îfade bidin
16:14 Malbatan û parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:03 Derbarê 28 wekîlên HDP û CHP’ê de 55 fezleke hatin amadekirin
15:42 5 kes li Stewrê hatin binçavkirin
15:26 Cenazeyê Hacîzadê 165 roj şûnde wergirtin
15:26 Di danişîna 16’emîn de jî Sara Kaya nehat berdan
14:53 Jin li her derê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
14:52 Xwendekarên hatin binçavkirin: Em nikarin debara xwe bikin
14:51 Dayikên Aştiyê ji bo Grûp Yorûm bang kirin: Gav biavêjin
14:28 Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye
14:27 Qeyûm ji xeynî rojnamegeran qerta bê pere dan her kesan
14:26 Di 8’ê Adarê de wê bibin dengê penaberan
14:03 Li Zanîngeha Dîcleyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
13:53 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir
12:29 Ji biryara ‘agirbestê’ bêtir peyker bûn mijara rojevê
12:27 Di meha Sibatê de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:03 Tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatin dayîn
11:43 Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket
11:31 Dersimî ji bo Gulîstan Dokûyê îşaret bi cinayetê dikin
11:21 Wê cotkar garis û pembo neçînin: Bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê
11:06 Zilaman bi darê zorê ew xistine nava tora fihûşê
10:58 Di 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî hat dayîn
10:57 Li sêrtê 'Siya Avê' hat pêşandan
10:24 Akademîsyena ji Cezayîrê Recham: Çi şoreşa ku vîna jinê nebîne bi ser nakeve
10:23 Jinên di berxwedana TEKEL’ê de cih girtin banga tevlîbûna 8’ê Adarê kirin
09:30 Penaberê ku 10 caran îadeyî Tirkiyeyê tê kirin: Em dixwazin bijîn
09:29 Bi rêya pevguherandinê balê dikişîne ser xwendina bi kurdî
09:29 AYM'ê gotibû 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê 12 sal in hê jî wekî berê ye!
09:28 Li orta Stenbolê bazara penaberan
09:24 6 sal şûnde fêr bû ku endamê AKP'ê' ye
09:24 Mexdûrên erdhejê li benda alîkariyê ne
09:23 Hevşaredarên jin: Divê jin dakevin qadan
09:23 'Ger em bi hev re dijîn, wê demê divê em bihev re bi rê ve bibin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2020'AN
05/03/2020
22:02 Li Amedê jin ji bo şanoya 'Jiyan' hatin cem hev
19:40 Nûçegihana me Demîr hat berdan
15:43 Ji Platforma Jinê ya Enqereyê bang: Em ê cîhanê bihejînin
15:36 Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Aktorê çareseriyê birêz Ocalan e
15:27 Li Navçeyên Lîce û Hazro operasyona eskerî
15:15 Pirsa rojnameger Soylu aciz kir
14:48 Jin wê di 8’ê Adarê Meşa Şevê ya Femînîst de bên gelhev
14:38 Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
14:11 HDP: Bila roja 8'ê Adarê bibe destûra fermî
14:05 Rojnameger Kenan Kirkaya derket pêşberî dadger
14:01 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:54 2 kesên din hatin cezakirin: Rêveberiya xweser modela ji kaosê derketin e
13:22 Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket
13:20 MED TUHAD FED: Dema hevdîtin bi Ocalan re pêk tên qeyran jî tên çareser kirin
12:48 Erdogan bêyî ku daxuyanî bide çû Rûsyayê
12:45 Fîlmên dê di Festîvala Yilmaz Guney de werin nîşandan diyar bûn
12:02 Meclîsa Jinê ya HDP’ê: Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin
11:58 Beriya serdana UNESCO’yê ser şopên rûxandinê dinuximînin
11:28 Sîwana Xemrî: Jinên di stargehan de mîna ku sûc kirine, tên cezakirin
11:12 Serokê Daîreya DÎSK'ê Karatepe hat binçavkirin
10:59 Du rojnameger ji ber deşîfrekirina ‘MÎT’ê hatin girtin
10:41 Li Edeneyê 7 kes hatin binçavkirin
10:34 'Îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê’
10:15 Ocalan: Masaya li Tirkiyeyê li ser du piyan e, divê hûn bibin piyê sêyemîn
09:39 Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê
09:22 Ûlûgana: Divê êdî em ji bo zarokan jî pirtûkên dîroka kurdan amade bikin
09:19 Li Cizîrê li qafeyan kurdî qedexeye: Mişteriyên 'bijare' nerihet dibin!
09:18 Aysel Gîrdîk a li dijî krîza aborî têdikoşe: Ez dev ji hilberandinê bernadim
09:18 Şaredariya Êlihê dê dîsa SELÎS'ê veke
09:17 Platforma Jina ya Bornovayê: Ne tirse em hêviyê parve bikin
09:16 'Hêj em biçûk bûn bavê min terka me kir û zewicî'
09:16 Qeymeqam karker girtin, lê hevşaredar hat sûcdarkirin
09:15 Hê jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin
09:14 Welatiyên Amedê: Vîrûsa Corona li Tirkiyeyê tê veşartin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2020'AN
04/03/2020
17:01 Baroya Mêrdînê xwest parêzer Kahraman were berdan
17:00 Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin girtin.
16:40 ‘Penaber bi mirinê re rû bi rû ne, mirin sûcek mezin e’
15:50 Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Ji bo rastiyan veşêrin zextan zêde dikin
15:46 Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
15:37 Aysel Koç bi dirûşmeyan defin kirin
15:36 Selma Irmak ji doza 'propagandaya rêxistinê' berat kir
15:32 Peyamnêrê Rûdawê ji Edîrneyê birin Enqereyê
14:40 Ji Asrinê daxuyaniya Îmraliyê: Ocalan, careke din hêza xwe ya çareseriya qrîza siyasî destnîşan kiriye
14:36 Leşkerên Yewnan êrişî penaberan kir: Penaberek hat kuştin û birîndar hene
14:28 Rapora girtîgehên Derya Reş: Îşkence didome
14:05 Qeymeqamê Çinarê ji wezîfeyê hat girtin
13:45 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:34 Cotkarên mêrdînî biryar girtin ku garis û pembû daneynin
13:22 Leşkerên li Nexweşxaneya Rehanliyê sekinîne: Tabûrek leşker hat kuştin!
13:16 Freedom House: Tirkiye ne azad e
13:12 Ûca serdana herêma erdhejê kir
13:11 Li Idlbiê 2 leşkerên din jî hatin kuştin
12:57 4 kesên ku li Sûrê hatibûn binçavkirin 3 jê ji wan hatin berdan
12:20 Di dorpêça çekan de birin şîna keça wî
11:53 Li ser bertekan DEDAŞ'ê ceyrana gundan berda
11:34 WHO: Ji Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kes mirin
11:21 Ji ber bêavî û bêceryaniyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve
10:56 Jinên penaber rastî tundiya dijwar tên
10:42 Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'