'Ev derketina ji rêya xwedê ye'

img

AMED - Mele Hacî Kadah, banga Diyanetê ya ji bo “Mertala Baharê” ya TSK’ê li hemû mizgeftan Sureya Fetihê bên xwendin rexne kir û got: "Quran van tiştan qebûl nake. Ev derketina ji rêya Xwedê ye." 

Piştî 36 eskerên TSK'ê di şerê li Idlibê de jiyana xwe ji dest dan, Diyanetê xwest ji bo piştgiriya “Tevgera Mertala Bahar” a TSK li hemû mizgeftên Tirkiyê Sureya Fetihê bê xwendin. Mele Hacî Kadah bertek nîşanî banga Dîyanetê da. Kadah, bibîrxist ku Diyanetê di şerê li Efrînê de jî bangeke wisa kiribû û got: “Sureya Fetihê a Peymana Hudeybiyê ye. Pêxember bi muşrikan re li hev kir û aştî çêkir. Xwest mirov neyên kuştin. Peymana sulhê ye. Tu sureyên ji bo ku mirov rabin biçin mirovan bikujin û welatekî din dagir bikin di Quranê de tune." 
 
Kadah, diyar kir ku cihê banga Diyanetê ya xwendina Sureyê Fetîhê ya ji bo şer di olê îslamê de tune wiha axivî: “Ew bi xebera Xwedê nakin. Bi xebera serdestên xwe yên dinyayê dikin. Kesên bi navê diyanetê an jî îslamiyetê mirovek vê yekê bikin têkiliya wî bi îslamiyetê tune. Serokomar Erdogan gotiye ‘gelê Sûriyê gazî me kir, ji ber wê em çûn ketinê'  Gelo gele Efrînê, yê Îdlîbê, Serêkaniyê û  Girêspî gazî vê dewletê kirin gotin ‘werin bi tank, top û firokan li me bixin?’ Me rojekê ev tişt nebîhist, dinyayê jî ne bihîst. Tişta ew dikin li dijî dînê Xwedê ye. Olê Îslamê ji xwe re dikin amûr. Bi bikaranîna Îslamiyetê zilm û desthilatdariya xwe dixwazin bidin meşandinê. Bi 72 balafirên şer li Efrînê xistin, Bi balafir, tang u topan li Serêkanî û Girêspî nexistin. Bi hevaltiya Rûsyayê Efrîn talan û wêran kirin. Gelê li wê derê ji malên wan derxist û komên çete xistin wir. Ji Emerîkayê îcazet stend çû Serêkanî û Girêspî. Di dînê Xwedê de tişteke wisa nîne, çênabe.” 
 
‘ARMANCA WAN TUNEKIRINA GELÊ KURD E’
 
Kadah, destnîşan kir ku dema li pratika pêxember dinêrin Sureya Fetihê ji bo sulhê çêkirinê hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dê sulhê çêkin dev ji wê derê berdin? Ji erdnîgariya Suriyê derkevin? Dê li ser pergaleke baş van mirovan li hev bînin? Na. Tenê armanceke wan heye ku girêdayî xwe li Suriyê pergalekê ava bikin. Yên ku ne girêdayî wan bin jî ji holêrakin. Quran van tiştan qebûl nake. Ev tişt derketina ji xet û rêya Xwedê ye. Têkiliya van bi Îslamiyetê hebe mirov sulhê, wekheviyê çêdike û cudatiyê naêxe navbera netew, bawerî  û rengan. Mirov misilman be gereke edaletê pêk bîne. Tenê hedefa van tunekirina gelê kurd e. Ku mafê kurdan neyê dayîn, tim di bindestiyê de bin. Tu eleqeya van bi îslamiyetê tune ye. Tenê bi nav, axaftin, silogan heye, di pratîkê de îslamiyet tune ye. Xwedê jî Îslamiyeta bi pratîk ji me dixwaze. Misilman nikare tiştê xerab bike.”
 

Sernavên din

07/03/2020
01:02 Rojanmevan Çelîk û Keser hatin berdan
06/03/2020
23:46 Piştî 165 rojan cenazeyê Hacîzadeyê bêyî malbatê defin kirin
20:49 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Çelîk û Midûrê Karên Nivîsa Keser sewqî dadgehê kirin
20:43 Gerînendeyê weşana Giştî yê Odatv'yê Pehlîvan hat girtin
16:42 Nûçegihanê Rûdawê bi boneya ‘Idlibê' hat girtin
16:29 Bang li xebatkarên Yenî Yaşamê hat kirin ku biçin îfade bidin
16:14 Malbatan û parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:03 Derbarê 28 wekîlên HDP û CHP’ê de 55 fezleke hatin amadekirin
15:42 5 kes li Stewrê hatin binçavkirin
15:26 Cenazeyê Hacîzadê 165 roj şûnde wergirtin
15:26 Di danişîna 16’emîn de jî Sara Kaya nehat berdan
14:53 Jin li her derê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
14:52 Xwendekarên hatin binçavkirin: Em nikarin debara xwe bikin
14:51 Dayikên Aştiyê ji bo Grûp Yorûm bang kirin: Gav biavêjin
14:28 Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye
14:27 Qeyûm ji xeynî rojnamegeran qerta bê pere dan her kesan
14:26 Di 8’ê Adarê de wê bibin dengê penaberan
14:03 Li Zanîngeha Dîcleyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
13:53 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir
12:29 Ji biryara ‘agirbestê’ bêtir peyker bûn mijara rojevê
12:27 Di meha Sibatê de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:03 Tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatin dayîn
11:43 Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket
11:31 Dersimî ji bo Gulîstan Dokûyê îşaret bi cinayetê dikin
11:21 Wê cotkar garis û pembo neçînin: Bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê
11:06 Zilaman bi darê zorê ew xistine nava tora fihûşê
10:58 Di 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî hat dayîn
10:57 Li sêrtê 'Siya Avê' hat pêşandan
10:24 Akademîsyena ji Cezayîrê Recham: Çi şoreşa ku vîna jinê nebîne bi ser nakeve
10:23 Jinên di berxwedana TEKEL’ê de cih girtin banga tevlîbûna 8’ê Adarê kirin
09:30 Penaberê ku 10 caran îadeyî Tirkiyeyê tê kirin: Em dixwazin bijîn
09:29 Bi rêya pevguherandinê balê dikişîne ser xwendina bi kurdî
09:29 AYM'ê gotibû 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê 12 sal in hê jî wekî berê ye!
09:28 Li orta Stenbolê bazara penaberan
09:24 6 sal şûnde fêr bû ku endamê AKP'ê' ye
09:24 Mexdûrên erdhejê li benda alîkariyê ne
09:23 Hevşaredarên jin: Divê jin dakevin qadan
09:23 'Ger em bi hev re dijîn, wê demê divê em bihev re bi rê ve bibin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2020'AN
05/03/2020
22:02 Li Amedê jin ji bo şanoya 'Jiyan' hatin cem hev
19:40 Nûçegihana me Demîr hat berdan
15:43 Ji Platforma Jinê ya Enqereyê bang: Em ê cîhanê bihejînin
15:36 Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Aktorê çareseriyê birêz Ocalan e
15:27 Li Navçeyên Lîce û Hazro operasyona eskerî
15:15 Pirsa rojnameger Soylu aciz kir
14:48 Jin wê di 8’ê Adarê Meşa Şevê ya Femînîst de bên gelhev
14:38 Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
14:11 HDP: Bila roja 8'ê Adarê bibe destûra fermî
14:05 Rojnameger Kenan Kirkaya derket pêşberî dadger
14:01 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:54 2 kesên din hatin cezakirin: Rêveberiya xweser modela ji kaosê derketin e
13:22 Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket
13:20 MED TUHAD FED: Dema hevdîtin bi Ocalan re pêk tên qeyran jî tên çareser kirin
12:48 Erdogan bêyî ku daxuyanî bide çû Rûsyayê
12:45 Fîlmên dê di Festîvala Yilmaz Guney de werin nîşandan diyar bûn
12:02 Meclîsa Jinê ya HDP’ê: Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin
11:58 Beriya serdana UNESCO’yê ser şopên rûxandinê dinuximînin
11:28 Sîwana Xemrî: Jinên di stargehan de mîna ku sûc kirine, tên cezakirin
11:12 Serokê Daîreya DÎSK'ê Karatepe hat binçavkirin
10:59 Du rojnameger ji ber deşîfrekirina ‘MÎT’ê hatin girtin
10:41 Li Edeneyê 7 kes hatin binçavkirin
10:34 'Îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê’
10:15 Ocalan: Masaya li Tirkiyeyê li ser du piyan e, divê hûn bibin piyê sêyemîn
09:39 Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê
09:22 Ûlûgana: Divê êdî em ji bo zarokan jî pirtûkên dîroka kurdan amade bikin
09:19 Li Cizîrê li qafeyan kurdî qedexeye: Mişteriyên 'bijare' nerihet dibin!
09:18 Aysel Gîrdîk a li dijî krîza aborî têdikoşe: Ez dev ji hilberandinê bernadim
09:18 Şaredariya Êlihê dê dîsa SELÎS'ê veke
09:17 Platforma Jina ya Bornovayê: Ne tirse em hêviyê parve bikin
09:16 'Hêj em biçûk bûn bavê min terka me kir û zewicî'
09:16 Qeymeqam karker girtin, lê hevşaredar hat sûcdarkirin
09:15 Hê jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin
09:14 Welatiyên Amedê: Vîrûsa Corona li Tirkiyeyê tê veşartin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2020'AN
04/03/2020
17:01 Baroya Mêrdînê xwest parêzer Kahraman were berdan
17:00 Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin girtin.
16:40 ‘Penaber bi mirinê re rû bi rû ne, mirin sûcek mezin e’
15:50 Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Ji bo rastiyan veşêrin zextan zêde dikin
15:46 Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
15:37 Aysel Koç bi dirûşmeyan defin kirin
15:36 Selma Irmak ji doza 'propagandaya rêxistinê' berat kir
15:32 Peyamnêrê Rûdawê ji Edîrneyê birin Enqereyê
14:40 Ji Asrinê daxuyaniya Îmraliyê: Ocalan, careke din hêza xwe ya çareseriya qrîza siyasî destnîşan kiriye
14:36 Leşkerên Yewnan êrişî penaberan kir: Penaberek hat kuştin û birîndar hene
14:28 Rapora girtîgehên Derya Reş: Îşkence didome
14:05 Qeymeqamê Çinarê ji wezîfeyê hat girtin
13:45 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:34 Cotkarên mêrdînî biryar girtin ku garis û pembû daneynin
13:22 Leşkerên li Nexweşxaneya Rehanliyê sekinîne: Tabûrek leşker hat kuştin!
13:16 Freedom House: Tirkiye ne azad e
13:12 Ûca serdana herêma erdhejê kir
13:11 Li Idlbiê 2 leşkerên din jî hatin kuştin
12:57 4 kesên ku li Sûrê hatibûn binçavkirin 3 jê ji wan hatin berdan
12:20 Di dorpêça çekan de birin şîna keça wî
11:53 Li ser bertekan DEDAŞ'ê ceyrana gundan berda
11:34 WHO: Ji Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kes mirin
11:21 Ji ber bêavî û bêceryaniyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve
10:56 Jinên penaber rastî tundiya dijwar tên
10:42 Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'
10:08 'Ev derketina ji rêya xwedê ye'