Ji TJA'yê daxuyaniya 8'ê Adarê: Em jinan vedixwînin mewziyên berxwedanê

img
AMED - TJA'yê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyanî da û ev bang li jinan kir: "Em jinan vedixwînin mewziyên sîperên berxwedanê."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku bi têkoşînê jiyana azad ava bikin û tora têkoşîna hevpar bilind bikin û dê di 8’ê Adarê de jî li qadên ku mewziyên berxwedanê ne kom bibin. 
 
TJA'yê  bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê û wiha got: "8’ê Adarê, li hemberî pêkanînên zihniyeta baviksalarî ya ku digihîje hezaran salan, li dijî polîtîkayên kedxwarî, tundî, komkujî û malkirina arasteyî jinan, pêkanînên desthilatparêz, zayendparêz, nîjadperest, rantxur û îstismarkariya olê ku van polîtîkayan kûrtir dike, pîvangekî têkoşîna jinê ya gerdûnî ye ku 129 jinan bi jiyana xwe honandin û pergala baviksalarî teşhîr û mehkûm kirine. Îro wêrisên jinên New Yorkî, li hember polîtîtkayên mîlîtarîst, faşîzan û zayendparêz ku feraseta modernîteya Kapîtalîst û netewe dewletan li dijî xitimîna ku dijîn kûr kirine ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, ji Şîlî, Afrîka heta Ewropayê li hember zîhniyeta baviksalarî têkoşîna hevpar bilind dikin. Her wiha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û jiyana azadîxwaz a jinê ava dikin."
 
'JIN BERXWEDANÊ BI RÊXISTIN DIKIN'
 
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ewlehiya me ya herî bingehîn a hember van êrîşên bi tevahî birêxistinbûnî, piştgirîdayina hev û berxwedan e. Ji ber vê yekê em îsal bi dirûşma ‘Jin berxwedanê birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin’ 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Em wek Tevgera Jinên Azad vê 8’ê Adarê bi nirxên mezin ên têkoşîna me ya azadiyê li herêm û cîhanê belav bûye û her ku diçe mezin dibe pêşwazî dikin. Destkeftiyên ku dîroka me ya têkoşînê ya bi dehan sal in pêk aniye bi şoreşa jinê ya ku li Kobanê, Şengalê û Minbiçê bi pêş ketiye ew ber bi asteke jor ve biriye. Pergala jiyana azad û demokratîk a li Rojhilata Navîn ew ê bi vîn, rêxistin û pêşengiya jinê teşe bigire.
 
Sedema vê serkeftinê, li Rojhilata Navîn bi taybetî di şexsê jinên Kurdistanî de ji zayendeke rastiya jinbûnê jî wêdetir berxwedana wê ya bi rêya nirxdaraziyên civaka demokratîk-komunal e. Çanda ku jinê afirandiye bi heyîna civakî re ewqas yekpare bûye ku xweparastina civakê ya ji pêşberî êrîşên ku bi domahiya hezaran salan hatine bipêşxistin bi xwe jî dabîn kiriye. Li Rojhilata Navîn xwederbirina dubendiya herî tûj a di navbera pergala baviksalarî ya 5 hezar salan û rastiya jinê de bi vê rastiyê re pêwendîdar e. Pirsgirêka azadiya jinê ya li Kurdistanê bi polîtîka û felsefeya azadî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanî li navenda azadiya civakî hatiye bicihkirin û bi armanca azadiya gerdûnî gihandiye hev. Têkoşîna azadî ya jinê li ser van xakan rojanekirina civakê ya li ser kokên xwe bi şoreşa Rojava re gihîştiye asteke girîng.
 
ME STÛ NETEWAND 
 
Ji Clarayan heta Rosayan, ji Sarayan heta Sêvê û Hevrîn Xelefan; em bi kevneşopiya xwe ya berxwedanê wek rêhevalên zindanê, li hundir, li derve li ku derê dibin bila bibin şikandina tecrîdê, hember polîtîkayên qirkirin, înkar û îmhayê mezinkirin û bilindkirina têkoşîna xwe berdewam dikin. Me li ber tecrîdê, faşîzmê û zayendparêziyê stû netewand, bi biryardariya rêxistinbûna di her qada jiyanê de me xebatên xwe domandin.
 
Ruhê jina berxwedêr a modernîteya demokratîk li hember modernîteya kaptalîst li her çar hêla cîhanê têkoşîna xwe ya xwedîderketina li heqîqeta xwe bênavber berdewam dike. Di roja me ya îro de li erdnîgariya rojhilata navîn têkoşîna jinan a xwedîderketina nirxên komûnal a li hemberî modernîteya kapîtalîst ji bom e cihê hevî, coş û şahiyê ye. 
 
JI BO TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Ji ber vê yekê em jî ji bo xwedî li van nirxan derkevin bi rihê jinên enternasyonel di 8’ê Adarê de hemû jinan; ji bo em li hember desthilatên ku dijminê jinê û gelan in, patronên ku ji newekheviyê xwedî dibin, paşverûyên ku çav berdane destkeftiyên dîrokî yên jinan, kujeran û yên ku tacîzkaran diparêzin, ji ser kokên xwe bi rê bikevin, jiyana azad ava bikin û tora têkoşîna hevpar bilind bikin, em di 8’ê Adarê de li qadên ku mewziyên berxwedanê ne we vedixwînin hevdîtinê."

Sernavên din

09/03/2020
19:00 Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari hat berdan
16:56 Dayikên aştiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Em bi hevre daxwaza aştiyê bikin
16:55 Sedema koçberiya Dersime pirsî
16:04 Dadgehê 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî
15:43 Dayika 4 mehin nikare cenazeyê keça xwe bigire: Ezê dest bi greva birçîbûnê bikim
15:32 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:11 Danişîna Yuksekdag sibe pêk tê
14:56 Danişîna biryarê ya Selçûk Mizrakli dest pê kir
14:56 Ji ber vîrûsa korona wê 70 hezar girtiyên din jî bên berdan
14:43 Rojnameya Yenî Yaşamê: Wê meşaleya Mûsa Anter nekeve erdê
14:41 Hat îdîakirin ku li Mîdyadê jinekê xwe kuştiye
14:28 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de dîsa xwe negihandin dozger
14:19 Arzû Çerkezoglû hat beratkirin
14:00 Olûç: Li gorî feraseta îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî sûc e
14:00 ÎHA’yek ket zeviyê
13:42 Newroz wê li qûntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin
13:27 Çelîk û Keser ên hatin girtin birin Girtîgeha Sîlîvrî
13:11 'Pêdivî bi piştevaniyê heye'
11:24 Babacan ji bo partiyek nû ava bike serî li Wezaretê da
11:23 Civîna Newrozê li Amedê hat lidarxistin
11:17 Di 9 rojan de 9 rojnameger hatin girtin
10:54 Dîmenên Erdogan ê li ber deriyê Pûtîn sekiniye hatin belavkirin
10:50 Danişîna doza Sabahat û Gultan dest pê kir
10:46 Ji dadgehê biryarek sosret, ‘ger tu tiştek nekiribin, teqez tiştek kirine’
10:25 Hêjmara 12'emîn a Xwebûn derket
10:14 F.A. ê di bin çavan de rastî tacîzê hat serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:01 Kovara Teoriya Marksist dê panela ‘Êdî dema şoreşê ye' li dar bixin
09:01 Xwişka Koçak ê di rojiya mirinê de: Birayê min ketiye 33 kîloyan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2020'AN
08/03/2020
23:08 Jin li Enqereyê meşiyan, li Cizîrê şahî li dar xistin
22:34 Jinan li Mêrsînê meşa şevê li dar xistin: Em alîgirê jiyanê ne
20:50 Jinan benda polîsan derbas kirin û meşiyan
20:41 Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Agirel girtin
20:05 Rojnameger Çelîk û Keser hatin girtin
17:51 Li Mexmûr û Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê
17:24 Li Seranserî bajarên Rojava pîrozbahiya 8'ê Adarê
17:12 Di mitînga Êlihê de destnîşankirina yekitiye neteweyî
16:57 ‘Em barîkata jinan ên kes nikarin derbas bikin ava dikin
16:09 Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê: Siyaseta jin têde tune ne ne demokratîk e
16:00 Jinên Dersimî: Gulistan Dokû li kuderê ye?
15:25 Gokkan: Yekîtiya me azadiya me ye
Buldan: Jin tecrîdê û şer red dikin
15:23 Ji Walitiya Stenbolê daxuyaniya Taksîmê
15:17 Li Mêrdînê bi hezaran jin meşiyan: Têkoşîn didome û wê bidome
14:38 Şaman: 8’ê Adarê têkoşîna azadkirina jinê ye
13:52 Guven: Em bi şens in îro hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike
13:39 Jin bi rengên xwe li Qada Stasyonê ne
13:15 Jinên Botanê reng dan 8'ê Adarê
12:38 Destûr nedan li Girtîgeha Jinan a Şakranê hevdîtin bê kirin
12:18 Li Wanê coşa 8'ê Adarê dest pê kir
12:15 Yuksekdag: Hêvî dikim 8'ê Adarê deriyê aştî û azadiyê veke
11:22 Dozger îttîraz kir kir, rojnameger Keser hat binçavkirin
Çelîk: Wê rastî di tariyê de nemînin
11:09 KCD: Jinan bi serhildanên xwe nîşan daye ku serî natewîne
11:08 Prof. Dr. Hart: Divê em bi komî mirinan red bikin
11:07 Qaçaxçiyên mirovan: Em parekê jî didin eskeran
10:12 Li Taksîmê dorpêça 8'ê Adarê
09:46 Cendirme kongreya HDP'ê betal kir
09:31 Malbata Demîr: 40 salin dewlet zilmê li me dike
09:06 Jineke bi têkoşînê mezin bûye
09:05 Xwarina navdar a Edeneyê şirdan jî ket ber çerxa qereborseyê
09:05 Îstinafê cezayê li eskerê ku Surmî Înce kuştibû hatibû birîn xera kir!
09:04 Mahajera îranî: Li sînor jinên penaber bi tacizê re rû bi rû dimînin
09:02 Bazargeha Amedê ya yekemîn top avêt
09:01 ROJEVA 8'Ê ADARA 2020'AN
07/03/2020
18:10 Dayika Aştiyê: Bila her kes li dijî neheqiyê bisekine
17:16 Li Amedê jinan tûra bisikletan avêtin
16:43 Xizmên windayan li Îzmirê bang kirin: Winda diyar in, faîl li ku ne?
16:31 ‘Wê jin qezenc bikin’
16:06 40 baroyan piştgirî dan rojnamegeran: Rojnamegerî ne sûc e
15:49 Li girtîgehan herî kêm 50 jinên girtî yên nexweşên giran hene
15:43 Qeyûmê SELÎS girt Şaredariya HDP'ê dîsa vekir
15:37 Jin wê bi hashtaga “#8MarttaAlanlardayız’ di nava çalakiyê de bin
15:28 Jin di 8'ê Adarê de wê peyamên girîng bidin
15:23 Saziyên sivîl ên civakî piştgirî dan Amedsporê
15:02 Xizmên Windayan ji bo jinên hatin windakirin edaletê xwestin
14:44 Hevjîna xwe kuşt û întîhar kir
14:21 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Em bang li NY'ê dikin ku sûcdarên şer darizînin
14:12 Amadekariyên mîtîngên 8'ê Adarê yên li Sîlopî û Êlihê bi dawî bûn
13:52 Temel: Fêdeya tirsê tune ye
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatin windakirin pirsîn
13:07 Ji TJA'yê daxuyaniya 8'ê Adarê: Em jinan vedixwînin mewziyên berxwedanê
13:07 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Divê siyaseta şer bi dawî bibe
12:06 Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso: Tirkiye êdî ketiye çerxerêyê
12:05 HDP’ê binçavkirin û girtin şermezar kir
11:34 Kurd ji sedî 63,2'ê li sînorê birçîbûnê dijîn
Jinên Kurd ji sedî 87.1 betal in
11:31 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî rêya sêyemîn e
11:11 Rojnameger Akdenîz ê çavdêriya penaberan kir: Em li deriyê erdheja civakî ne
10:52 Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên Esad xizmeta Tirkiyeyê dike
10:34 ‘Pêşiya mêrantî û mîlîtarîzmê bê girtin dê tundî bi dawî bibe
10:34 Jinên sendîkavan: Em bi têkoşîna rêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in
10:20 Amed ji bo mitînga 8’ê Adarê amade ye
09:30 'Bira girtiyên siyasî yên girtîgehên Îranê jî bên berdan'
09:27 220 roj in di hucreyekê de ye: 'Îstixbaratvan' gefan lê dixwin
09:27 Der barê parêzerên jin de ku bûyera tacizê ragihandibû, lêpirsîn hat destpêkirin
09:26 'Jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin'
09:25 Aykol: Gava komên cîhadîst derkevin, wê pirsgirêk çareser bibin
09:25 Li pira wekî 'pira mirinê' tê binavkirin ji bo ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin
09:24 Wê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan!
09:23 ‘Divê jinên tirkiyeyî xwedî li vê pergalê derkevin'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2020'AN
01:02 Rojanmevan Çelîk û Keser hatin berdan