Ne 15 roj 120 roj borîn

img

AMED - Serdozgeriya Komarê ya Mûşê 3 meh in bi hinceta encama testa DNA’yê derneketiye cenazeyê endama HPG’ê Zehra Eryilmaz nadin malbatê. Dayika Eryilmaz Kuddusiye  Eryilmaz, diyar kir ku polîs gotiye dê di 15 rojan de encama testa DNA diyar bibe û wiha got: "Lê ne 15 roj 3 meh borîn hêj test diyar nebûye û cenaze nedane. " 

3 meh in bi hinceta testa DNA diyar nebûye, cenazeyê Endama HPG'ê Zehra Eryilmaz nadin malbatê. Eryilmaz di operasyona eskerî ya di 7-8’ê Kanûnê de li Zozanên Şenê bi çar hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû. Malbatên endamên HPG’ê Erdal Tekay, Musa Kalkan, Suleyman Çinar û Melîk Bal berê cenazeyên zarokên xwe girtibûn û defin kiribûn. Di 8’ê kanûna 2019'an de Fermendariya Cendermeyan a Mûşê li bavê Eryilmaz geriyabû û diyar kiribû ku cenazeyê Zehra birine Meletiyê û xwestibû biçin cenazeyê xwe bigirin. Malbat di heman rojê de çûbûn Meletiyê û serî li Serdozgeriya Meletiyê dabûn. Dozger wêne nîşanî bavê Zehra dabû, lê ji ber ku cenaze nedihat naskirin bav nekarî teşhîs bike. Dayika Eryilmaz jî xwest li wêneyan binere lê dozgeriyê destûr nedabû. Li ser israra dayikê ew birin morga Edlî Tipa Meletiyê ku li cenazeyî teşhis bike.
 
3 MEH BORÎN LÊ 
 
Dayika Eryilmaz Kuddusiye  Eryilmaz, anî ziman ku pir zor e ku mirov li cenaze binere û teşhîs neke û got: “Min li cenazeyî nêrî. Li gel cenazeye keça min 18 cenaze hebûn. Hemû kiribûn poşetan û weke êzingan avêtibû ser hev. Mirov hinekê hurmetê ji mirî re digire. Lê mixabin hurmetê nîşanî cenazeyên me nadin. Min ji diran û porê wê nas kir. Lê polîs got nasîna diran û por têr nake. Min rica kir ku heta testa DNA diyar nebe li gora bêkesan veneşêrin Polîs jî got ‘Heta ku DNA dernekeve em venaşêrin.' Diyar kir ku wê di 15 rojan de testa DNA diyar bibe. Lê 3 meh borîn hêj diyar nebûye. Cenazeyê çar hevalên wê dan, lê yê Zehra nedan." 
 
MADEM HÛN ZANIN KEÇA MIN E HÛN ÇIMA NADIN? ' 
 
Eryilmaz, bang li Wezareta Dadê kir û got: “Ez wek dayikekê dibêjim. We telefonî me kir û xwest em biçin cenaze bibin. Lê çima hûn cenaze nadin? Madem hûn dizanin keça min e, we çima li goristana bêkesan veşart? Derûniya min xera bûye. Êdî ez tehamul nakim. Ez nexweşa dil, tansiyon û şekir im. Ez dixwazim cenazeyê keça xwe bigirim.”
 
'3 MEH IN XEW NAKEVE ÇAVÊ MIN'
 
Eryilmaz, xwest dayik negirîn û got: “Êdî bes e. Bila xwîn nerije. Ez dixwazim ev şan bi dawî bibe. Sê meh in xew nakeve çavê min. Cenazeyê keça min perçe perçe kirine. Tu tişt ji vê yekê zahmettir tune. Tu carî ev dîmen ji pêş çavê min naçe. Ji bo encama DNA’yê biyirsim her roj li dozgeriya Meletiyê, Mûşê û Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê digerin 
 
‘KESÊN DIBÊJIN MIROV IM BILA TENÊ SAETEKÊ XWE TÊXIN ŞÛNA MIN’
 
Eryilmaz, deştnîşan kir ku bi nedana cenazeyan îşkenceyê li zarok û malbatan dikin û wiha bi dawî kir: “Ev eziyeteke mezine didin me. Kesên ku dibêjin ez mirov im bila tenê saetekê xwe têxe cihê min, here morgê cenazeyê zarokê xwe perçe perçe bibîne, were malê û sê mehin li benda cenazeyê keça xwe be. Wê demê dê ji êşa dilê min fêm bikin. Ez dixwazim ev mesele bikeve rojeva dinyayê. Parlementer, parastinêrên mafê mirovan li ser bisekinin ku ez cenazeyê zaroka xwe bînim. Wek dayikekê dixwazim çareseriyek çêbibe û ev xwîn were sekinandin, ku dayik êdî negirîn.”
 

Sernavên din

12/03/2020
13:55 Rêxistinên Hiqûqê: Herêma penaberan ji saziyên mafên mirovan re vekin
13:43 TUAY-DER: Divê tecrîdkirina birêz Ocalan demildest were bidawîkirin
13:42 Bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan: Parastin nikare bê bêdengkirin
13:20 Wezîr Koca hevdîtina xwe ya bi rêxistinên tenduristiyê re betal kir
13:10 ‘Serhildana Qamişlo rastiya rejîma şovenîst aşkere kir'
12:55 Li Colemêrgê 12 herêm heta dawiya salê hatin qedexekirin
12:51 Ji bo endamê MYK'a ÎHD'ê Racî Bîlîcî 6 sal 3 meh cezayê girtîgehê birîn
12:50 HRW ji Îranê xwest girtiyên siyasî jî berdin
12:32 SOHR: Baregeha Heşdî Şabî hat bombekirin
12:00 Ji bo Newroza Amedê serlêdan hat kirin
11:39 Dr. Gungor: Navendên testa vîrûsê kêm in
11:10 Ji hesabê hackkirî yê parlamenterê HDP'ê fezleke amade kirin
11:00 Guney: Qeyrana kurevî derbasî asta duyemîn bû
10:50 Li Rihayê parêzer û siyasetmedar hatin binçavkirin
10:38 Partiyên kurd: Divê em bi rihê yekitiya neteweyî biherikin Newrozê
10:30 ÇAYKÛR ji bo tercîha çayê ya kurdan biguherîne ketiye nava hewldanan
10:16 'Duh kontra-gerîlla bû îro DAİŞ e'
09:52 Polisan li Amedê 2 parêzer binçav kir
09:06 Girtina deriyê sînor pişta wan şikand
09:05 Dadgehê got rêveberiya HDP'î mafdar e
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2020'AN
08:28 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
11/03/2020
20:55 WHO vîrûsa corona nexweşiya kurevî ilan kir
16:54 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn: Em birçiyê edaletê ne
16:23 ‘Bi lez rê li pêş tundiya ser xebatkarên tenduristiyê bigirin’
16:09 Malbatên li pêşiya HDP'ê şer kirin
15:45 Mîtînga Spî ji ber vîrûsa Corona betal kirin
15:28 Malbata Mizrakli ziyaret kirin: Ev dewran wiha naçe
14:40 Karsazê ku karker tacîz kiribû 3 sal ceza xwar
14:35 Koordînasyona Newroza Stenbolê: Hedef milyonek beşdarî ye
14:34 YOK ji bo vîrûsa korona civiya
14:33 Konsera ji bo piştgiriya Grup Yorumê hat qedexekirin
14:27 Dr. Ozturk: Divê wezîr ji bo vîrûsa Corona bi rêxistinên tenduristiyê re hevkariyê bike
14:23 Servîsa lezgîn bi gumana vîrusa korona hat girtin
14:04 Girtiyên îşkence kirin, avêtin hucreyê
13:54 ‘Cihê yekîtiyê meydana Newrozê ye'
13:47 Dozger ji bo rojnameger Karataş 15 sal ceza xwest
13:19 Rovî bû sedeme mirina 44 mîhan
13:19 Danişîna doza Hevşaredarên Pasûrê taloq kirin
12:40 Hacî: Ocalan dixwaza rêxistina civakî xurt bikin
12:17 Li Mêrdînê bernameya Newrozê hat aşkerekirin
12:09 Şahidê darbeya 12'ê Adarê Çelen: Divê em li dijî darbeyan bibin yek
11:55 TEV-DEM'ê Komkojiya Qamilo şermezar kir
11:47 Starta Newroza 2020'an hat dayîn: Ji bo Azadî, Yekîtî û Demokrasiyê Werin Newrozê
11:30 Serpêhatiya rêwîtiya cenazeyekê
11:21 Gergerlîoglû: Heke bergirî neyên girtin dê vîrusa koronayê li girtîgehan berbelav bibe
11:09 Polîsan bi zorê Gokçek û Bolek ên di rojiya mirinê de ji malê derxistin
10:56 'Heke Qamişlo wê çaxê li ber xwe nedabûya wê îro Rojava nebûya'
10:32 Ji ber ku tacîza li hemberî aşkera kir sirgûn bû
10:28 Gulsum Elvan: Jiyan bi vê êşê pir zore
10:27 Adar hat bihar hat
10:05 Li Êlihê Mala Dengbêjan ji nûve hat vekirin
09:53 Vîrûsa Corona belav dibe: Li Tirkiye jî hat dîtin
09:14 Sari: Wê gel dîsa bajarê xwe bi rê ve bibe
09:13 'Baxê Îrem' ji Weşanên Darayê derket
09:13 'Bêhna qenalîzasyonê ji girtîgehê tê'
09:13 Jinên daketin qadan: Em hê bêtir nêzî azadiyê ne
09:11 Ji bo mirov biçe vê pêşangehê gere pirtûkan bi xwe re bibe
09:11 Îstinafê ji bo kuştina Tûran ê 16 salî got 'rewa ye'
09:10 Dosyeya hîndekarê ku xwendekarên xwe taciz kiribû şandin YOK'ê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2020'AN
10/03/2020
17:00 Newroz dê bi şîara ‘Ji bo azadî yekîti û demokrasiyê werin Newrozê' bê pîrozkirin
16:47 4 parêzerên ÇHD’î dest bi greva bêdem kirin
16:37 Heyeteke HDP'ê çû serdana herêma erdhejê
16:20 Ji bo Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr ceza hat xwestin
16:19 Xizmetkarên tenduristiyê ji bo tevlêbûna Mîtînga Spî bang kirin
15:11 Ferhat Çelîk: Ji ber sedemên siyasî biryara girtina me hat dayîn
15:03 Dê giliyê dadger û dozgerê ceza dane Mizrakli ji HSK’yê re bikin
14:30 Li Şirnexê 15 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
14:23 Rêxistinên rojnamegeran berdana rojnamegerên girtî xwestin
14:22 Bûldan: Jin li dijî faşîzm û qirkirinê li ber xwe didin
14:12 Malbata Dag: Bila cezayê darvekirinê bê betalkirin
14:00 Rojnamegeran ji edliyê bang kirin: Gelo ji civakê çi vedişêrin?
13:54 Li Amedê operasyona leşkerî
13:35 Di doza tecawizê ya Siwêrekê ku ji nû ve hat dîtin de heman ceza hat xwestin
13:16 Wê ji bo 103 qurbaniyan 103 dar werin çandin
12:51 Dosyeya girtina duyemîn a Yuksekdag ji bo dadgehê nehat şandin
12:18 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
12:18 Wê Tifaqa Kurdistanî bernameya xwe ya Newrozê aşkera bike
12:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:02 Li Iraqê 6 kesên din bi vîrûsa Korona ketin
11:58 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Sebra kurdan nema bila deriyên Îmraliyê vebe
11:18 Biryara şertê kontrola edlî ya derbarê rojnameger Evren de hat rakirin
11:15 Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 13,7
11:03 Ji hesabê JÎTEM'ê ji 8 parlamenterên HDP'ê re peyama gefxwarine şandin
11:00 Prof. Dr. Tsîtselîkîs: Çareserî ne li ser sînore, avakirina aştiyê Rojhilata Navîn e
10:41 Lawje bi projeyek nû li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar dixe
09:46 Dadgeha Destûra Bingehîn îptal kir lê encam neguherî
09:10 Rojnamevan: Tevî ev qas zext û zoriyan jî em ê dev ji rastiyê bernedin
09:09 Nehiştin girtiyê 28 salan di taziyeya keça xwe de bi kurdî biaxive
09:08 Tahmaz: Kesên bîrbir hemû divê guh bidin gotinên Ocalan
09:07 Destê xwe ji paxila me berdin êdî!
09:06 Rapora der barê girtîgeha Xarpêtê de: Sînorê mudaxaleyê derbas nekirine
09:05 Ne 15 roj 120 roj borîn
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2020'AN
09/03/2020
19:00 Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari hat berdan
16:56 Dayikên aştiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Em bi hevre daxwaza aştiyê bikin
16:55 Sedema koçberiya Dersime pirsî
16:04 Dadgehê 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî
15:43 Dayika 4 mehin nikare cenazeyê keça xwe bigire: Ezê dest bi greva birçîbûnê bikim