Destê xwe ji paxila me berdin êdî!

img

WAN - Esnafên Wanê, diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ne û ji ber van polîtîkayan welat ber bi karesatekê ve çûye. Esnafan got, "Gel perîşan kirin. Em qedandin. Destê xwe ji paxila me berdin." 

Ji ber krîza aborî ku her diçe kûrtir dibe, li Wanê êdî esnaf ne dikarin heqê kirêyên xwe bidin ne jî fatûreyên xwe. Esnafan, got sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ne. 
 
FATÛREYA HEQÊ DU LEMBEYAN 86 TL YE! 
 
Lezgîn Kaya ku marketa wî heye, anî ziman ku her diçe rewşa karê wan xirabtir dibe. Kaya, diyar kir ku êdî mirov ji ber bihabûna fiyetan nikarin pêdiviyên xwe bikirin û got: "Par me tihîn bi 15 TL'yan difirot, lê niha em bi 35 TL'yan difiroşin. 5 lître rûn bi 18 TL'yan bû, niha em bi 42 TL'yan dikirin. Miqarna jî wisa. Me bi 15 TL'yan dikirî niha em bi 23,5 TL'yan didin. Ji ber vê mirov giliyê xwe dikin. Dibêjin, 'Çima hûn her roj biha dikin?' Êdî em nikarin heqê kirêya xwe bidin. Li dikana xwe tenê du lempeyan pê dixim, lê fatûre tê 86 TL."
 
'HER KU ŞER MEZIN DIBE ABORÎ JÎ QELS DIBE' 
 
Kaya, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şerî welat ber bi karesetekê ve diçe û got: "Niha jî êrîşî Sûriyeyê dikin. Perê di operasyonan xerc dikin ên gel in. Yanî şer çi qasî mezin bibe, aborî jî ew qasî qels dibe. Ne ku ez tenê wisa dibjim. Her kes pê dizane. Ma gava balafirek radibe, çi qas lê diçe? Êdî her kes dizane çi qas lê diçe. Heta li Tirkiyeyê şer bi dawî nebe, wê krîz dewam bike. Heger wisa dewam bike em ê her sal bêjin xwezî bi par." 
 
'HEQÊ HER FÎŞEKEK TÊ BERDA JI BÊRÎKA ME DERTÊ' 
 
Azad Karakûş ku 7 sal in dikana wî ya kincan heye jî, diyar dike ku roj heye bêyî serfetihê jî bike dikana xwe digire. Karakûş, destnîşan kir ku li bajêr hejmara betalan zêde bûye û got: "Ji ber ku bi mirovan re pere tuneye nikarin alvêrê bikin. Em kincan ji Stenbolê tînin. Berê me bi deyn dihanî, lê niha gava ne pşin be em nikarin bînin. Kinc ji sedî 75 buha bûne." Karakûş, bilêv kir ku her roj fiyet buha dibin û got: "Ma wê heta ku dewam bike? Ma ên me bi rê ve dibin qey bîr nabin? Divê bîra gel jî bibin. Ez bacê didim vê dewletê. Em nebin ew ne tiştek in jî. Bi saya me li se rpiya ne. Em naxwazin şer çêbibin. Li sînor her ku fîşekek tê berdan, perê wê ji berîka me dertê." 
 
Necdet Ozdemîr jî dikana wî ya şarkuteriyê heye. Ozdemîr, anî ziman ku xwestiye dikana xwe bigire, lê belê malbata wî nehiştiye. Ozdemîr, diyar kir ku êdî nikare heqê kirêya xwe û heqê fatûreyan bide û got: "Meha borî min 800 TL heqê fatûreya ceryanê da. Min 4 caran xwest dikana xwe bigirim. Em heta êvarî dişixulin, lê heqê keda me bi dest me nakeve. Em tim deyndar in. Min ê dikan bigirta, lê belê malbata min nehişt." 
 
'ÊDÎ KES NIKARE MIRÎŞKAN JÎ BIKIRE' 
 
Ozdemîr, anî ziman ku par kîloya goştê mirîşkan bi 6 TL'yan dida, lê îsal bi 13 TL'yan dide û got, her ku dinya germ dibe fiyet buha dibin. Ozdemîr, got: "Havîn li pêşiya me ye. Niha fiyetê baskê mirîşkan bûye 13 TL. Heger dinya germ bibin wê fiyet bibe 23 TL. Mirovan berê nikaribû goştê sor bixwe, lê êdî wê nikaribin ên mirîşka jî bixwin. Par heta êvarê min 6 hezar Tl qezenc dikir. Lê niha bi zorê 2 hezar û 500 TL'yî dikim." 
 
‘DEST XWE JI PAXILA ME BERDIN' 
 
Odemîr, diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ye û got: "Gel perîşan kirin. Em qedandin. Destê xwe ji paxila me berdin! Êdî kes ji ber vî şerî nikare karekîb ike. Mirov bi deyn alvêrê dikin. Çimkî perê tuneye. Min biryar girt ku ez ê êdî bi deyn nedim. Lê gava mirov tên dikana min, mecbûr didim. Çend roj berê min li deftera deynan nerî, min 30 hezar TL deyn daye." 

Sernavên din

12/03/2020
13:55 Rêxistinên Hiqûqê: Herêma penaberan ji saziyên mafên mirovan re vekin
13:43 TUAY-DER: Divê tecrîdkirina birêz Ocalan demildest were bidawîkirin
13:42 Bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan: Parastin nikare bê bêdengkirin
13:20 Wezîr Koca hevdîtina xwe ya bi rêxistinên tenduristiyê re betal kir
13:10 ‘Serhildana Qamişlo rastiya rejîma şovenîst aşkere kir'
12:55 Li Colemêrgê 12 herêm heta dawiya salê hatin qedexekirin
12:51 Ji bo endamê MYK'a ÎHD'ê Racî Bîlîcî 6 sal 3 meh cezayê girtîgehê birîn
12:50 HRW ji Îranê xwest girtiyên siyasî jî berdin
12:32 SOHR: Baregeha Heşdî Şabî hat bombekirin
12:00 Ji bo Newroza Amedê serlêdan hat kirin
11:39 Dr. Gungor: Navendên testa vîrûsê kêm in
11:10 Ji hesabê hackkirî yê parlamenterê HDP'ê fezleke amade kirin
11:00 Guney: Qeyrana kurevî derbasî asta duyemîn bû
10:50 Li Rihayê parêzer û siyasetmedar hatin binçavkirin
10:38 Partiyên kurd: Divê em bi rihê yekitiya neteweyî biherikin Newrozê
10:30 ÇAYKÛR ji bo tercîha çayê ya kurdan biguherîne ketiye nava hewldanan
10:16 'Duh kontra-gerîlla bû îro DAİŞ e'
09:52 Polisan li Amedê 2 parêzer binçav kir
09:06 Girtina deriyê sînor pişta wan şikand
09:05 Dadgehê got rêveberiya HDP'î mafdar e
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2020'AN
08:28 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
11/03/2020
20:55 WHO vîrûsa corona nexweşiya kurevî ilan kir
16:54 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn: Em birçiyê edaletê ne
16:23 ‘Bi lez rê li pêş tundiya ser xebatkarên tenduristiyê bigirin’
16:09 Malbatên li pêşiya HDP'ê şer kirin
15:45 Mîtînga Spî ji ber vîrûsa Corona betal kirin
15:28 Malbata Mizrakli ziyaret kirin: Ev dewran wiha naçe
14:40 Karsazê ku karker tacîz kiribû 3 sal ceza xwar
14:35 Koordînasyona Newroza Stenbolê: Hedef milyonek beşdarî ye
14:34 YOK ji bo vîrûsa korona civiya
14:33 Konsera ji bo piştgiriya Grup Yorumê hat qedexekirin
14:27 Dr. Ozturk: Divê wezîr ji bo vîrûsa Corona bi rêxistinên tenduristiyê re hevkariyê bike
14:23 Servîsa lezgîn bi gumana vîrusa korona hat girtin
14:04 Girtiyên îşkence kirin, avêtin hucreyê
13:54 ‘Cihê yekîtiyê meydana Newrozê ye'
13:47 Dozger ji bo rojnameger Karataş 15 sal ceza xwest
13:19 Rovî bû sedeme mirina 44 mîhan
13:19 Danişîna doza Hevşaredarên Pasûrê taloq kirin
12:40 Hacî: Ocalan dixwaza rêxistina civakî xurt bikin
12:17 Li Mêrdînê bernameya Newrozê hat aşkerekirin
12:09 Şahidê darbeya 12'ê Adarê Çelen: Divê em li dijî darbeyan bibin yek
11:55 TEV-DEM'ê Komkojiya Qamilo şermezar kir
11:47 Starta Newroza 2020'an hat dayîn: Ji bo Azadî, Yekîtî û Demokrasiyê Werin Newrozê
11:30 Serpêhatiya rêwîtiya cenazeyekê
11:21 Gergerlîoglû: Heke bergirî neyên girtin dê vîrusa koronayê li girtîgehan berbelav bibe
11:09 Polîsan bi zorê Gokçek û Bolek ên di rojiya mirinê de ji malê derxistin
10:56 'Heke Qamişlo wê çaxê li ber xwe nedabûya wê îro Rojava nebûya'
10:32 Ji ber ku tacîza li hemberî aşkera kir sirgûn bû
10:28 Gulsum Elvan: Jiyan bi vê êşê pir zore
10:27 Adar hat bihar hat
10:05 Li Êlihê Mala Dengbêjan ji nûve hat vekirin
09:53 Vîrûsa Corona belav dibe: Li Tirkiye jî hat dîtin
09:14 Sari: Wê gel dîsa bajarê xwe bi rê ve bibe
09:13 'Baxê Îrem' ji Weşanên Darayê derket
09:13 'Bêhna qenalîzasyonê ji girtîgehê tê'
09:13 Jinên daketin qadan: Em hê bêtir nêzî azadiyê ne
09:11 Ji bo mirov biçe vê pêşangehê gere pirtûkan bi xwe re bibe
09:11 Îstinafê ji bo kuştina Tûran ê 16 salî got 'rewa ye'
09:10 Dosyeya hîndekarê ku xwendekarên xwe taciz kiribû şandin YOK'ê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2020'AN
10/03/2020
17:00 Newroz dê bi şîara ‘Ji bo azadî yekîti û demokrasiyê werin Newrozê' bê pîrozkirin
16:47 4 parêzerên ÇHD’î dest bi greva bêdem kirin
16:37 Heyeteke HDP'ê çû serdana herêma erdhejê
16:20 Ji bo Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr ceza hat xwestin
16:19 Xizmetkarên tenduristiyê ji bo tevlêbûna Mîtînga Spî bang kirin
15:11 Ferhat Çelîk: Ji ber sedemên siyasî biryara girtina me hat dayîn
15:03 Dê giliyê dadger û dozgerê ceza dane Mizrakli ji HSK’yê re bikin
14:30 Li Şirnexê 15 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
14:23 Rêxistinên rojnamegeran berdana rojnamegerên girtî xwestin
14:22 Bûldan: Jin li dijî faşîzm û qirkirinê li ber xwe didin
14:12 Malbata Dag: Bila cezayê darvekirinê bê betalkirin
14:00 Rojnamegeran ji edliyê bang kirin: Gelo ji civakê çi vedişêrin?
13:54 Li Amedê operasyona leşkerî
13:35 Di doza tecawizê ya Siwêrekê ku ji nû ve hat dîtin de heman ceza hat xwestin
13:16 Wê ji bo 103 qurbaniyan 103 dar werin çandin
12:51 Dosyeya girtina duyemîn a Yuksekdag ji bo dadgehê nehat şandin
12:18 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
12:18 Wê Tifaqa Kurdistanî bernameya xwe ya Newrozê aşkera bike
12:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:02 Li Iraqê 6 kesên din bi vîrûsa Korona ketin
11:58 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Sebra kurdan nema bila deriyên Îmraliyê vebe
11:18 Biryara şertê kontrola edlî ya derbarê rojnameger Evren de hat rakirin
11:15 Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 13,7
11:03 Ji hesabê JÎTEM'ê ji 8 parlamenterên HDP'ê re peyama gefxwarine şandin
11:00 Prof. Dr. Tsîtselîkîs: Çareserî ne li ser sînore, avakirina aştiyê Rojhilata Navîn e
10:41 Lawje bi projeyek nû li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar dixe
09:46 Dadgeha Destûra Bingehîn îptal kir lê encam neguherî
09:10 Rojnamevan: Tevî ev qas zext û zoriyan jî em ê dev ji rastiyê bernedin
09:09 Nehiştin girtiyê 28 salan di taziyeya keça xwe de bi kurdî biaxive
09:08 Tahmaz: Kesên bîrbir hemû divê guh bidin gotinên Ocalan
09:07 Destê xwe ji paxila me berdin êdî!
09:06 Rapora der barê girtîgeha Xarpêtê de: Sînorê mudaxaleyê derbas nekirine
09:05 Ne 15 roj 120 roj borîn
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2020'AN
09/03/2020
19:00 Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari hat berdan
16:56 Dayikên aştiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Em bi hevre daxwaza aştiyê bikin
16:55 Sedema koçberiya Dersime pirsî
16:04 Dadgehê 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî
15:43 Dayika 4 mehin nikare cenazeyê keça xwe bigire: Ezê dest bi greva birçîbûnê bikim