Partiyên kurd: Divê em bi rihê yekitiya neteweyî biherikin Newrozê

img

AMED - Cara yekemîn bi tevlîbûna partiyên kurd ku xebatên yekitiya neteweyî dimeşînin starta Newrozê hat dayîn. Nûnerên partiyên kurd diyar kirin ku dê li qada Newrozê peyaman bidin Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê û bang li herkesî kirin ku bi rihê yekitiye neteweyî biherikin qada Newrozê.

 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partîya Komunîsta Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakûr) duh li navçeya Sûrê ya Amedê bi şîara “Ji bo azadî, yekîtî, demokrasî” starta Cejna Newrozê dan. Cara yekemîn bi tevlîbûna partiyên kurd ku xebatên yekitiya neteweyî dimeşînin starta Newrozê hat dayîn. Hevserokên giştî yên partiyan têkildarî Newroza ku dê bi rihê yekitiye neeteweyî bê pîrozkirin nirxandinan kirin. 
 
AŞÎTÎ: EM NEÇARIN KU BI HEV RE TEVNIGERIN 
 
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşîtî, diyar kir ku dê cara yekemîn dengên cuda yên siyaseta kurd bi awayekî coş Newrozê pêşwazî bikin û wiha got: "Weke tê zanîn her destpêkirinek ji bo ku tendurist bi pêş ve biçe pêwîstiya wê bingeheke baş heye. Em dizanin ku ev rêyeke bi zehmet e. Em bawerin ku ve bingehê daniye. Di hemû partiyên ku nûnertiya kurdan dikin de ev bawerî derketiye holê. Em êdî vê yekê bi awayekî zelal dibînin. Ji bo ku kurd destkeftiyên xwe bi parêzin û bigihîjin statuyek neçarin bi hev re tevbigerin. Ji ber ku Newroz pîroz e li Rojhilata Navîn hemû gel lê xwedî derdikevin. Divê hemû gelê me bi yekitiyeke xurt bê qada ku newroz lê bê pîrozkirin."
 
ÇÎFTYÜREK: LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN ÊRÎŞ HEYE 
 
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çiftyurek, diyar kir ku hem li derveyî welat û hem jî li welat li dijî destkeftiyên kurdan ji aliyê 4 dewletên mêtînkar ve bi tifaqî êrîş hene û wiha got: "Van dewletên metînkar qet nawazin û qebûl nakin ku kurd statû bi dest bixin. Di hedefa wan de Başûr û Rojava hene. Ji bo vê yekê dê her tiştî bikin. Em ê di Newrozê de hem peyam bidin Erdogan û hem jî bidin Esad ku di demên dawîn de ji bo Pirgirêka Kurd stratejiyên xwe guherandine. Beriya ku Erdogan li Moskovê pirsa Esad bike, Esad li Şamê peyam da Erdogan û got ku li Sûriyeyê Pirsgirêka Kurd tuneye. Bi Peymana Moskovê bi awayekî zelal hat dîtin ku Tirkiye û Sûriyeyê pozîsyonên xwe guherandin. Rojeva wan a sereke Rojava ye. Dibe ku Rojava di navbera her du aliyan de bimîne."
 
'MEHE ADARÊ HEM MEHA ŞÎNÊ HEM JÎ MEHA KÊFÊ YE'
 
Di berdewama axaftina xwe de Çîftyurek, bi lêv kir ku Rojava û Başûr sedema hebûna hevin û wiha pêde çû: "Ji bo vê yekê Newroza 2020'an a Bakur ji bo nêzbûna Başûr û Rojava girîng e. Em bang li partiyên siyasî yên li her du aliyan jî dikin ku cudabûna xwe li paş bihêlin û bibin yek. Heke gelê me bi awayekî xurt tevlî Newrozê bibe dê peyameke baş bide Tirkiyeyê. Heke wiha be dê peyama kurd li ser piya ne bigirin û neçar bibin ku me nas bikin. Ji ber vê yekê divê em Newroza 2020'an bi hêz pîroz bikin. Meha adarê ji bo gelê me hem meha şîn û hem jî meha kêfê ye. Em çidikin bikin divê me kêfê derxin pêş û şînan kêm bikin. Hêvî dikim ku gelê kurd êdî di Newrozan de şînan nebîne û Efrîn û Helepçeyan nejî. Em li bendê ne ku em hemû gelê me li qadên Newrozê bin."
 
KAMAÇ: XWEDIYÊ GIRÎNGIYA DÎROKÎ YE 
 
Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç, diyar kir ku her gel bi rojên xwe yên taybet heye û ev tişt anî ziman: "Ev ji bo me kurdan jî derbasdar e. Di dîrokê de cara yekemîne bi daxwaza yekitiya neteweyî banga Newrozê tê kirin. Ji ber vê yekê ev bihevrebûna me jê kurdan ve xwediyê girîngiyeke dîrokî ye. Em bang dikin ku hemû gelê me bi ciwan, jin û extiyaran re li tevahiya Kurdistan û Mersîn, Edene û Stenbolê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin û aştî û azadiyê bînin ziman." 
MA / Mehmet Şah Oruç

Sernavên din

15/03/2020
16:19 Destûr nadin malbat û parêzerên Koçak wî ziyaret bikin
15:57 Nûnerên partî û rêxistinên civakî çûn şîna malbata Akyuz
15:43 El-Mismarî: Tirkiye 7 hezar û 500 çekdar şandin Libya
15:20 Li Îranê 724 kes ji ber Covît 19 mirin
14:53 Rojnameya Xwebûn bi nivîsarên nû derket
14:09 Mirin bi bêhna sêvan belav bû
14:06 Ji ber vîrûsa korona îro çi qewîmî?
13:15 Cenazeyê Daşdemîr 40 roj şûnde ji bin aşûtê derxistin
12:14 Li sînorê Xabûrê 15 roj şûnde wesayet dezenfekte kirin
12:08 Li Manîsayê midûrê girtîgehê: Hewce be ezê we bikujim
11:27 KNK: Hêj komkujiyên li ser kurdan wekî jenosît nehatine naskirin
11:17 Di şerê 9 salan de li Suriyeyê 384 hezar kes hatin kuştin
11:16 Kuçikek li qeta 5’an asê ma
10:54 Danişîna doza Hevşaredara Peyasê Yilmaz sibê ye
10:46 Gunay: Em têkoşîna li dijî şer aştî, li diji tecrîdê azadiyê pêş dixin
09:40 Gulay ê Hemşinî fêrî Kurdî dibe
09:08 'Duh jî û îro jî Beyazit nirxeke sembolî ye'
09:07 Tiştên hatine serê KHK'iyan kir pirtûk
09:05 Li Wanê tevdîr baş nayên girtin
09:04 Tevî 12 jinan kuvarikan hildiberîne
09:03 Weşanxaneya Sîtavê 4 pirtûk çap kirin
09:02 Qeyûm Navenda Jiyanê ya Bêastengiyê da midûriyeta park û baxçeyan!
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2020'AN
14/03/2020
20:55 Li Stewrê cerdevanekî welatiyek kuşt
17:18 Ji HDP'ê giştînameya Vîrûsa Corona
16:22 HDP û saziyên sivîl çûn serdana şîna Eryilmaz
16:13 Li Kurdistana Başûr 842 kes di karantînayê de ne
16:12 ‘Eger vîrûs li girtîgehan belav bibe dê felaketê bîne'
15:39 Di vîrûsa koronayê de jî cudakarî derket holê: Mizgeft hatin dezenfektekirin, cemxane û dêr nehatin kirin
15:10 Dê Dayikên Şemiyê ji ber vîrusê bi remzî li hev kom bibin
14:55 Ajokarên li ser sînor li benda çareseriyê ne
14:36 Dede banga lezgîn li Wezareta Dadê kir: Pêşiya tehliyekirinê vekin
14:22 ‘Li dijî vîrûsa Korona divê li girtîgehan tedbîr bên girtin’
14:05 Welatiyên Dêrikê agirê Newrozê geş kirin
14:00 Rûsya û Tirkiyeyê li ser dewriyeyêyn hevpar li hev kirin
13:38 Prof. Fîncanci li dijî mudaxaleya bi zorê hişyarî kir
13:28 Li aqûbeta xebatkarên tenduristiyê hat pirsîn
13:24 Ji serokên 24 baroyan daxuyaniya hevpar: Hempîşeyên me demildest berdin
13:11 Rêveberiya Xweser ji bo vîrûsa Korona dibistan û zanîngeh girtin
12:48 Li dijî baregeha DYA’yê êrişa moşekan pêk hat
12:27 Di pitika nû welidî de vîrûsa korona hat tespîtkirin
11:40 Xwezaya çiyayê Cûdî talan û wêran dikin
10:58 Piştî 36 rojan careke din ji bo Taşdemîr xebatên lêgerînê dest pê kirin
10:51 Li ser sînor cenazeyê 7 penaberan hat dîtin
10:46 Ji Rêxistina Tenduristiyê bi kurdî hişyariya vîrûsa Koronayê
10:25 Li Stenbolê fikara Vîrûsa Corona
09:55 Li Meletiyê muxtarek hat girtin
09:44 Ji ber cînayeta zarok Dumez 2 kes hatin girtin
09:31 Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
09:20 Evgeny Grînko li Amedê konser da
09:01 Her maskek çîroka jinekê ye
09:01 ‘Piyê sêyemîn HDP ye'
09:01 Hê jî mirina Remziye Borê nehatiye zelalkirin!
09:01 Hatay ji ber şerê li Idlîbê bêzar e
09:01 Nexweşxane heye lê bijîşk tune ye
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2020'AN
08:55 Balafira Bexda-Stenbolê bi lezgînî li Enqereyê danî
13/03/2020
16:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:14 Sûxûrî li siyasetmedar Ahmet Kaya hatiye ferzkirin
15:10 Li Şirnexê bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 Di lêpirsîna parêzeran de îfadeyên 12 girtiyan hatin girtin
14:44 Li dijî binçavkirina parêzeran nerazîbûn: Em parastinê diparêzin
14:23 Ji 81 bajaran, tenê li 16 bajaran testa vîrûsa Korona tê kirin
13:52 Platforma Ked û Demokrasiyê: Bila Mizrakli were berdan
13:35 Ji ber vîrûsa koronayê navber dan ‘Çalakiya windayan’
13:34 Li Êlihê, pîrozbahiyên Newrozê yên li taxan hatin betalkirin
13:30 TJA: Hemû girtiyan berdin
12:29 Wezîr Şaredarê CHP'î yê Ceyhanê ji peyvirê girt
12:04 Ji bo betalkirina Newroza Amedê serî li walîtiyê dan
11:55 Parêzer, parlamenter û gardiyan di binçavan de ne
11:34 Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay: Em ê ruhê Newrozê bibin qada 1'ê Gulanê
11:31 Li Wanê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan
10:38 Platforma Jinê ya Elewiyên Îzmîrê ji bo wekheviyê têdikoşe
10:37 Doç. Dr. Saglam: Divê bi lez avahiyên li Wanê bên kontrolkirin
10:05 Kesê astengdarê zîhnî dayika xwe kuşt
09:47 Girtiyê felç bi hinceta 'Ji bo civakê talûke ye' bernadin
09:38 Kesek din ê bi vîrûsa korona ketî hat tespîtkirin
09:11 LaWje ji bo piştgiriya Şanoya Bajêr konser da
09:10 Ji ber krîzê esnafên Çarşiya Turîstîkê tu karî nakin
09:09 'Dixwazin ser bûyera tecawizê ya li Pêrtagê bigirin'
09:09 Deriyê Xabûrê hat girtin, li qada TIR'an tevdîr nayên girtin
09:08 Polîs wêneyên kesên ku diçin komeleya zimanê kurdî digirin
09:00 'Gava distrêm derd û xemên xwe ji bîr dikim'
09:00 4 sal derbas bûn lê hêj cenazeyên kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan li goristana bêkesan e
09:00 Midûrê Girtîgeha Aksarayê: Serokwezîr û serokomarê vira ez im!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2020'AN
12/03/2020
23:09 Piştî 96 rojan cenazeyê Eryilmazê spartin axê
17:25 Mîtîngên Newroza îsal hatin betalkirin
16:57 Kesê ji bo cenazeyê bavê xwe hat Tirkiyeyê hat binçavkirin
16:20 HDP: Hûn nikarin lêgerîna parêzeran a ji bo edaletê asteng bikin
16:16 Rêxistinên tenduristiyê dê bi wezîr Koca re hevdîtinê bikin
16:07 3 ciwanên HDP’î hatin berdan
16:00 Li Beştepeyê civîna vîrusa koronayê
15:53 HDP ji bo ‘Vîrûsa Corona' kom bû: Dê biryara Newrozê aşkere bike
15:51 Polîsê Abdullah Comert kuşt hat girtin
14:47 Yek ji bersûcên doza Hrant Dînk sîxurê teqawît hat înfazkirin
14:29 Êrîşî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:06 Banga ji bo Newroza Edeneyê
13:55 Rêxistinên Hiqûqê: Herêma penaberan ji saziyên mafên mirovan re vekin