Dr. Yerlîkaya: Li dijî vîrusê têkoşîna herî bibandor îzolasyona civakiyî ye

img

AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Halîs Yerlîkaya, destnîşan kir ku têkoşîna herî bibandor a li dijî vîrusa coronayê, îzolasyona civakiyî ye û got, heta ne hewce be divê mirov dermanan bi kar neynin û kes neçe nexweşxaneyan. 

Vîrusa coronayê (Covîd-19) li seranserê cîhanê bûye sedema bi hezaran mirovî û her diçe berbelav dibe. Li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên fermî heta niha 4 kes ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane û di 391 kesî de jî hatiye tespîtkirin. Her wiha ji ber ku li Tirkiyeyê li dijî vîrusê baş tevdîr nayên girtin, bertek tên nîşandin. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya, ji bo tevdîrgirtinê hin pêşniyar kirin. Yerlîkaya, destnîşan kir ku li dijî vîrusa coronayê têkoşîna herî bibandor îzolasyona civakiyî ye û got, heta ne hewce be divê mirov dermanan bi kar neyne û neçe nexweşxaneyan. 
 
‘HETA NE HEWCE BE NEÇIN NEXWEŞXANEYAN' 
 
Yerlîkaya, bal kişand ser şaneyên vîrusê û got: "Heger, germa laş pir zêde be, kuxikek ziwa hebe û bêhn biçike tqez bira biçin nexweşxaneyê. Ji xeynî vê heger ne tiştekî lezgîn be, mesela singa mirov biêşê an jî tiştekî ku şaneya nexweşîne girîng be bira biçin. Ev vîrus e, antîbiyotîk tesîrê lê nakin. Her wiha niha li ber destê me vîtamîneke ku em bêjin tesîrê lê dike jî tuneye. Yanî tişta ku welatî bikin divê pergala laşê xurt bikin, hay ji tenduristiya xwe hebe û pr hay ji xewa xwe hebin. Herî kêm rojê divê 7 saetan rakevin, avê pir vexwin, hay ji xwarin û vexwarina xw ehebin. An jê em nikarin vê nexweşînê bi dermanan baş bikin. Kesên di grûba rîskê de ne jî, divê li gor îzolasyona civakiyî tev bigerin û bira li malê bin." 
 
‘HETA NE HEWCE BE DERMANAN BI KAR NEYNIN' 
 
Yerlîkaya, destnîşan kir ku kesên nexweşînên wan ê kronîk hene, ji xeynî dermanên ku bijîşkan pêşniyar kiriye divê dermanine din bi kar neynin û got: "A rast di vê nexweşînê de grûba herî birîsk mirovên temenê wan di ser 60'î re ne. Bi taybetî kesên hîpertasyon, diyabet, nexweşîna dil a kronîk û nexweşîna gurçikan a kronîk tesîrê ji vê vîrusê digirin. Loma kesên di vê grûbê de divê dernekevin derve û li gor îzolasyona civakiyî tev bigerin. Êjar wê ên di vê grûbê de çi bikin? Herge dermanên wan hebin wê bi kar bînin." 
 
‘HEBÊN ÊŞBIR BI KAR NEYNIN' 
 
Yerlîkaya, anî ziman ku divê her kes bi awayekî şexsî tevdîrên xwe bigire û pir neyên cem hev du. Yerlîkaya, diyar kir ku heta ne tiştekî lezgîn be divê kes neçe saziyên tenduristiyê û kesên semptomên vîrusê xwe tê de bidin der divê hebên êşbir bi kar neynin û got: "Dema raporên dermanan hatiye dirêjkirin. Ji bo hûn dermanên xwe li raporê binivîsin ne hewce ye hûn biçin nexweşxaneyê. Bêyî reçete jî dikarin ji dermanxaneyan bigrin. Raporên dema wan qediyane û hindik mane biqedin, dema wan heta meha Hezîranê hatiye dirêjkirin." 
 
Yerlîkaya, destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî vîrusê de bar dikeve ser milê her kesî û got: "Heta ji dest bê divê kes panşkê meke. Taliya talî ev pandemî xwedî potansiyeleke ku dikare bandorê li her kesî bike. Ev kar tenê di ser odeyên bijîşkan û sendîkayan re nayê meşandin. Di vir de her kes berpirsiyar e. Ji çapemeniyê bigire heta rêxistinên girseyî û pariyên siyasî, peywir dikeve ser milê her kesî." 
 
Her wiha Yerlîkaya bal kişand ser şert û mercên xebatkarên tenduristiyê jî û bang kir ku divê şert û mercên xebatkarên tenduristiyê bên başkirin. Yerlîkaya, anî ziman ku wê hejmara weqayan zêde bibe û got: "Em xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneya ne. Em xebatkarên tenduristiyê di têkoşîna li dijî vê vîrusê de li refa herî pêş in. Em gel serwext dikin. Loma em dixwazin daxwazên kedkarên tenduristiyê pêk bên. Di vê têkoşînê de ê li pêş ew in. Em dixwazin pêdiviyên wan ên şexsî pêk bên, amûrên tenduristiyê bên peydakirin û şert û mercên wan bên başkirin. Em di vî warî de nameyan ji Wezareta Tenduristiyê re dişînin, em hevdîtinan pêk tînin." 
 
MA / Lezgîn Akdenîz – Cahît Ozbek

Sernavên din

21/03/2020
09:10 Aborîzan Sonmez: Vîrusa coronayê pergala kapîtalîst daye ber lêpirsînê
09:06 Ji malbatên girtiyên nexweş banga ji bo vîrûsa koronayê: Girtiyên me tavilê berdin
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2020'AN
20/03/2020
23:39 Peyama Mezlûm Ebdî ya Newrozê
23:27 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin bû 670
23:08 Li çar hawirdorê Rojavayê Newroz hat pîrozkirin
22:45 Desteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Me kîteke ku di demeke kurt de coronayê teşxîs dike dîtiye
22:17 Li Stenbolê ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes li şaneşînan Newrozê pîroz kir
21:53 Newroz 'li her derî' bi coşeke mezin tê pîrozkirin
21:08 Amediyan Newroz pîroz kir
19:05 Zarokan agirê Newrozê pêxist
18:56 Şîmonî Dîrîla ku 69 roj in windabû, cenazeyê wê hat dîtin
18:51 Agirê Newrozê li gundan geş dibe
18:47 Li Mêrdînê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin
18:15 Li Çiyayê Erekê Newroz pîroz kirin
17:06 Başak Demîrtaş: Berî dereng bikeve em dengê xwe bilind bikin
16:57 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:40 HDP’ê xwest malbatên li ber avahiya wan bên rakirin
16:27 Ji pîrozbahiya Newrozê re çend saet man
16:11 Kesekê ku tacîzî zarokekê kir hat binçavkirin
15:38 Li Wan, Bedlîs û Mûşê banga pîrozbahiya Newrozê hat kirin
15:36 Kesên ji Îtalyayê hatin Çewligê testa wan nehat kirin!
15:10 Serokê Odeya Bijîşkan a Agiriyê Çelîk: Kelûpelên parastina li nexweşxaneyan kêm in
14:53 Ceylan: Wê îşev dîmenek bi heybet derkevê holê
14:27 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
14:18 Li Girtîgeha Tîpa L a Espiyê 3 girtî ketin greva birçîbûnê
14:09 Li ser nerazîbûna xelkê DEDAŞ’ê ceryana gundan berda
14:08 Pakêta Darazê ya Duyemîn pêşkêşî Meclîsê hat kirin
13:56 Rêxistinên civaka sîvîl: Girtiyên nexweş, zarok û siyasî serbest berdin
13:50 MLSA ji bo berdana 5 rojnameger û aktîvîstek serlêdan kir
13:35 TTB’ê anketa nirxandina rîska vîrûsa korona amade kir
13:32 Gunay: Em ê Newrozê li malên xwe pîroz bikin
13:31 TJA: Em li her derê Newrozê pîroz bikin
13:30 ‘Di rojên koronayê de ji rojnamegeran re azadî’
12:15 Pêşketinên dawî yên vîrûsa koronayê: Hejmara miriyan 10 hezarî derbas kir
11:53 Hatîp Dîcle: Ocalan têkoşîna azadiya kurd weke têkoşîna Newrozê dibîne
11:30 TUÎK: Hejmara bê karan gihişt 932’yan
10:57 ‘Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên 12’yê Îlonê di dewrê de ne’
10:37 Şakar: Nêzîkatiya herî adil pêkanîna azadiya Ocalan e
10:19 TUAYDER: Divê hemû girtî demildest bên berdan
09:40 Serokê ÎHD'a Wanê Melet: Li girtîgehan tiştek biqewime berpirsiyar îqtidar e
09:20 Dr. Yerlîkaya: Li dijî vîrusê têkoşîna herî bibandor îzolasyona civakiyî ye
09:20 Xizmên girtiyan: Ji tirsa ku dê tiştek bê serê zarokên min xew bi çavê min nakeve
09:19 AYM got, dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' şidetê teşwîq nake
09:19 Wê Komeleya Jinê ya Starê li dijî şidetê bitêkoşe
09:19 Bi xaliyên kevin berzendikan, ji keviran tabloyan çêdikin
09:18 Heftê tenê maskeyekê didin karkerên tekstîlê!
09:17 Hediye Yûsûf: Li Idlîbê du rê li ber Tirkiyeyê hene
09:17 Hê jî di dosyeya Kûrkût de edalet pêk nehatiye
09:16 Mele Ebdullah: Li dijî cenazeyan nijadperestî tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2020'AN
00:31 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin gihişt 359'an
19/03/2020
17:56 Li Idlibê 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
17:26 Girtî ji bo bên berdan bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê dan
16:33 Li Zaxoyê lehî rabû ciwanek li ber avê çû
16:26 Rêyên Qoserê bûn herî
15:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 9 hezar û 150’an
15:21 Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
15:03 Di çapemeniya cîhanê de îro: Trump dixwaze aboriya şer çalak bike
13:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Ji ber destdirêjiyê her yek 24 sal cezayê girtîgehê li xal û birayê mezin hat birîn
13:41 Du qatên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hatin valakirin
12:38 KCD: Pergal dixwaze civaka şer a hiyarerşik û xweparêz ava bike
11:51 'Ji bo girtiyên nexweş bergiriyên çawan hatin girtin?’
11:44 'Banga Ocalan banga seferberiya demokrasiyê ye'
11:42 Pitika wî ya 11 mehî û hevjîna wî girtî ne: Xemgîn im
10:54 Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên ‘leşkergehê’
10:31 Sekreterê Giştî yê TTB: Divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê bên kirin
10:30 Li Erxenê rêyên 6 gundan hatin girtin
10:09 'Heke tevdîr neyên girtin dê xebatkarên tenduristiyê bibin hilgirin aktîf'
09:20 Ocalan 11 sal berê hişyar kir: Ya bi lez û bez bê kirin dermankirin e
09:20 'Weqayek tenê jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike'
09:19 Li Wargeha Mexmûrê derman nemane
09:18 'Em malên xwe bikin qadên Newrozê'
09:18 Banga Kaçmaz a ji bo qedexekirina zozanan: Gel mexdûr nekin
09:17 Xebatkarên vê şaredariyê giş zilam in!
09:17 Ji ber pirsgirêka qonaxvegirtinê li navenda kaşikê pêşbazî nayên kirin
09:16 Bi wêneyan Newrozên 29 salan
09:16 ‘Heger tevdîr neyê girtin wê xebatkarên tenduristiyê bibin vegirê aktîf ê vê vîrusê'
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN
07:47 Li Tirkiyeyê 2 kes bi vîrûse mirin 191 kes bi vîrûsê ketin
18/03/2020
17:01 Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk
16:21 Li Başûr qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
16:17 Rêxistinên mafên mirovan: Gavan bavêjin
15:18 Ji ber şiliya zêde mal di bin avê de man
15:15 NASA wêneyê hilweşandina Heskîfê parve kir
14:42 Newroz li her derê ye: Agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn
14:31 TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir: Kêmasiya melzemeyan temam bikin
14:19 Xwestin li girtîgehan tedbîr werin girtin
14:19 Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin
14:03 Malên TOKÎ’yê di bin avê de man
14:02 Li Îran û Îspanyayê hejmara miriyên vîrusê zêde bûn
13:38 Enqere bi fikar in: Kolan vala û tedbîr şexsî ne
13:00 Li wargehên ji bo karantînayê personelên tenduristiyê tunene!
12:59 Ji ber vîrûsa koronayê rojnameger Atay xistin ber lêpirsînê
12:35 Komeleya Jinê ya Rosa: Vekişîna malê dê bêtir kedê binpê bike
11:30 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana Podcastê kir
11:15 Prof. Dr. Ustun: Vîrûsa corona pirsgirêka pergalê ye
10:53 Demîr: Li Amedê amadekariyên ji bo vîrûsa koronayê têr nakin
10:38 Girtîgeh ji paqijî û venêrînê dur in