Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Demîr: Hefteya bê hefteyeke pir krîtîk e

img

AMED - Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, bal kişand ser belavbûna vîrusa coronayê û got, hefteya bê ji bo Tirkiyeyê hefteyeke pir krîtîk e û xwest Wezareta Tenduristiyê daneyên bajaran aşkere bike. 

Li seranserê cîhanê ji ber şewba vîrusa coronayê heya niha zêdetirî 20 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên vîrus di wan de hatiye tespîtkirin zêdetirî 400 hezarî ne. Li Tirkiyeyê jî heya niha 59 kes ji ber vîrusa coronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên vîrusa di wan de tespît bûye 2 hezar û 433 kes in. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, têkoşîna li dijî vîrusa coronayê nirxand. 
 
Demîr, bal kişand ser testên ku heta niha Wezareta Tenduristiyê kirine û got, testên niha tên kirin kêm in. Demîr, destnîşan kir ku gava meriv li lez û beza belavbûna vîrusê ya li cîhanê mêze bike, wisa xuyaye wê hefteya bê ji bo Tirkiyeyê hefteyeke krîtîk be û got, demildest divê di wext de tevdîr bên girtin. 
 
REWŞA DAWÎ YA AMEDÊ 
 
Demîr, ji bo rewşa dawî ya Amedê jî got, der barê vê de rayedar agahiyan bi wan re parve nakin, lê belê li gor agahiyên ku ji hevpîşeyên xwe digirin kesên vîrus di wan de hatine tespîtkirin hene. Demîr, anî ziman ku nizanin heya niha li Amedê çend test hatine kirin û got: "Li Amedê kesên tên karantînakirin an li nexweşxaneyan an jî li malê tên şopandin. Li bajarê me nexweşxaneyên pandemiyê hatin diyarkirin. Niha li van nexweşxaneyan amadekarî tên kirin. Niha kesên gumanbar û kesên di wan de hatiye tespîtkirin li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û Zanîngeha Dîcleyê tên şopandin. Bi rêya bijîşkên malbatan kesên ji derveyî welat tên tên şopandin. Niha li Amedê test naşixule. Testên tên kirin jî ji Enqereyê re tên şandin. Bi vîa wayî bidawîbûna testan bi derengî dikeve. Wezareta Tenduristiyê laboratûarên ku dê test lê bên kirin aşkere kirin. Ji van laboratûaran hin jê wê li amedê bin. Me hevdîtin bi Mdiûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re çêkir. Gotin, wê vê hefteyê kîtên testan bên û wê êdî test li vira bên kirin." 
 
 HEJMARA TESTAN PIR KÊM E 
 
Demîr, destnîşan kir ku gava mirov rêjeya nifûsê û testên tên kirin dide ber hev, ji welatên testan kêm dike yek jê jî Tirkiye ye û got: "Bi vî awayî em ê nikaribin pirsgirêkê hel bikin. Em çi qasî hejmara etstan zêde bikin û li tevahiya bajar û nexweşxaneyan belav bikin wê rîsk jî ev qasî kêm bibe. Loma divê em hejmara testên xwe zêde bikin." 
 
Demîr, anî ziman ku li dijî vîrusê divê kapasîteya têkoşînê jî bê zêdekirin û got, ji bo vê jî pêşî divê xebatkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin demildest dest bi kar bikin. Her wiha Demîr, diyar kir ku demildest divê ekîpmana parastinê ya xebatkarên tednuristiyê jî bi awayekî rêk û pêk bê peydakirin. 
 
Demîr, bal kişand ser girîngiya serwextkirina civakê jî û got: "Niha panîk û fikarine mezin ên civakê hene. Wezaret ji dêvla ku her şev saet di 12'an de daxuyaniyê dide, divê hê zûtir daxuyaniyê bide. Divê bê aşkerekirin ev nexweşîn li kîjan bajaran heye, heya niha çend test hatine kirin, çend kesan jiyana xwe ji dest daye da ku civak qaneh bibe û zanibe pêvajo çawa tê birêvebirin." 
 
Demîr, destnîşan kir ku ji bo agahiyên rast divê hesabên fermî yên Wezareta Dadê, TTB, Odeya Bijîşkan a Amedê, komeleyên klînîkan ên pispor bên şopandin. Demîr, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bêyî ku welatî panîk bibin divê tevdîrên xwe bigirin û got: "Bi taybetî jî kesên di grûba rîskê de, yanî kesên di ser 60 salî re, kesên nexweşînên wan ên dil, kezeb û gurcikê hene heta ne mecbûr bin divê ji mal dernekevin." 
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

27/03/2020
20:19 Koca: Bi giştî hejmara kesên mirine bû 92
17:56 Li Amedê avahiyek xistin karantinayê
17:18 Hevşaredarê Xalfeliyê Hasan Safa hat girtin
17:09 Gundekê Ebexê kirin karantînayê
16:36 Li Rîzeyê bajarok û 4 gund xistin karantînayê
16:04 Şêniyên Wanê: Em ji neçarî derdikevin derve
15:50 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexe li dijî vîrûsê xebata 'Li mal bimîne'
15:44 Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi dawî bû
15:32 Ûyanik bersiva Soylû da: Ev malbat û polîs jî di nav de ne gelo?
15:16 TGS: Divê bi lez ji bo karkerên çapxaneyê tevdîr bêne girtin
14:52 Li Amedê kesek ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
14:49 Bi ser malên kesên ji ber koronayê vegeriyan gundê xwe de girtin
14:25 Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê bang li hikumetan kir: Girtiyan berdin
14:24 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:14 Guzel: Çima kîtên teşhîsê naşînin bajarên kurdan
14:03 KESK’ê: Di pêşnûmeya înfazê de wekhev nêz bibin
13:45 Gunay: Em xwe û civaka xwe biparêzin
13:45 Êdî li Amedê testa koronayê tê kirin
13:35 Yek ji cihên sembol ê Kadikiyê Sînemaya Rexx hat girtin
12:48 Leyla Guven ji bo Mexmûrê bang li rayedarên Başurê Kurdistanê kir
12:12 Kurê helbestvanê kurd Cegerxwîn ji ber vîrûsê wefat kir
11:59 Girtiyê nexweş ê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî li ber sekeratê ye
11:51 Leşkerê li ser sînor leşkertî dikir, kirin karantînayê
11:28 Hevşaredarên Êlihê bi kelepçeyê derxistin pêşberî dozger
11:25 Xebatkarên tenduristiyê yên hatin îxrackirin dixwazin li dijî vîrûsê vegerin karê xwe
11:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê dimirin zêde dibin
11:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn pêdiviya civakê temîn dikin
10:59 Di baxçeyê nexweşxanê de konê karantinayê vedan
10:30 Şanogeran 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê pîroz kir
10:14 Aborînas Sonmez: Çareserî parvekirina serwetê ye
10:12 'Pêşnûmeya înfazê mîna vîrûsê tirsnake’
10:11 ‘Bi dabînkirina pêdiviyên civakê re qedexeya derketina derve dikare were ragihandin’
09:38 Berteka Unsalê ya ji bo qeyûman: Tu aliyeke wê ya bê ravekirin tuneye
09:26 Astsûbayê Dîlek Kaya kuşt hat girtin
09:24 Ciwanan li dijî vîrûsa coronayê tora piştevaniyê ava kirin
09:23 Li Tirkiyeyê serê polîs 211, cendirme 92 û serê bijîşkekî 498 kes dikevin
09:22 ‘Bêyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan’
09:22 ‘Qeyûm darbeya li dijî şaredarîvaniya civakparêz e'
09:21 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine!
09:11 'Ên tiryakê difiroşin tên berdan, lê zarokên me?'
09:11 Şaredariya Sêrtê ji bo parastina tenduristiya gel 42 park girtin
09:10 Sal neqediya 46 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin
09:10 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Di vê pêşnûmayê de cihêkarî heye
09:09 Li Herêma Egeyê 269 girtiyên nexweş di talûkeya vîrûsa corona de dijîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2020'AN
26/03/2020
23:04 Koca: 16 nexweşên me yên din jî mirin, hejmara miriyan bû 75
21:14 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser ji girtîgehê derketin
17:09 2 car muebeta giran li Saglamê du jin kuştin hat birîn
16:55 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser hatin berdan
16:42 Li Beykozê angaşta ‘goristana vîrûsê’
16:38 Rêxistinên Kedê yên Amedê: Cudahiyê nexin zagona înfazê
16:27 YSK’ê mazbata Serokşaredarê Ceyhanê betal kir
16:07 Bila xebatkarên ASM'ê di testê re derbas bibin
15:44 Ziyareta parêzeran a li girtîgeha Wanê qedexe kirin
15:26 TUAY-DER: Rîska li girtîgehan mezin e
15:21 Hevşaredarên Êlihê Demîr û Korkmaz hatin berdan
15:19 Olûç: Mafê jiyanê yê hemû girtiyan heye
15:17 Koordînasyona Ya Stenbol An Kanal: Gel ketiye derdê can, îqtîdar ketiye derdê îhalê
14:32 Di vê qeyrana vîrûsê de yekemîn projeya Kanal Îstanbul derxistin îhaleyê
14:28 Soylu derbarê qedexeya derketina derve de daxuyanî da
14:27 Li Îranê hejmara miriyan derket 2 hezar û 234'an
14:12 HDP’ê ji bo çandiniyê pêşnir kirin
14:06 Hinek tûrnîkeyên qeyûm hatin rakirin
14:05 Malbatên girtiyên siyasî: Bila ji gîrtîgehan darbest dernekevin
13:54 Di çapameniya Cîhanê de korona: Li Etîyopyayê dê 4 hezar girtî bên berdan
13:26 Li çoltera Pasûrê operasyona leşkerî
12:52 Angaştnameya Tahîr Elçî piştî 5 salan temam bû: Ji bo polîsan cezayê wek ‘xelat’ hat xwestin
12:38 Ji bo hevşaredar Demîr û Korkmaz daxwaz kontrola edlî hat kirin
12:32 Li Licê leşkeran bi ser malan de girt
12:25 TTB'ê xwest daxwazên wê yên hevkariyê li ber çavan bê girtin
12:22 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kir
12:00 Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine 50 hezar zêde bû
11:30 ‘Perwerdehiya dûr a li ser înternetê bi pirsgirêk e'
11:29 Rêxistinên Elewiyan: Hemû girtiyan berdin
11:29 Hevşaredarên Êlihê derxistin edliyeyê
11:08 Kampanya ji bo berdana girtiyên siyasî gihîşt 55 hezar îmzeyan
11:02 Erkan Baş: AKP vîrûsa corona wekî 'lutûf' dibine
11:01 Semra Guzel: Mîna vîrûsan êrîşî vîna gel dikin
11:01 ‘Berî derketina cenazeyan girtiyan berdin’
10:49 Bergiriya ‘li malê bimîne’ veguherî tundiya li dijî jinê
10:48 Li Cizirê 2 roj beriya hilbijartinê amadekariya tayînkirina qeyûm kirine
10:36 Kuçeyên Amedê qelebalix in û ev qelebalixî jî bi hêrs e
10:35 'Divê maf û daxwaz ji sûc bên derxistin'
09:50 Ajokêrên TIR’an: Heke teker negere em ê çawa debara xwe bikin?
09:48 Doç. Dr. Arsan: Divê em ji zimanê weşangeriya berberîtiyê dûr bikevin
09:23 Masa Qeyranê ya HDP'a Îzmirê: Hikûmet nikare sererast şewbê bi rêve bibe
09:23 Cîhan şerê vîrûsa corona dike, îqtîdara AKP'ê xwezayê talan û wêran dike
09:20 Niha dem dema çîroka ye
09:20 'Hejmara testên tên kirin ji bo tespîtkirina rêjeya vegiriyê pir kêm in'
09:19 ‘Divê em bibin dengê girtiyan'
09:18 Girtiya ku got 'tevdîr nayên girtin' telefona wê birîn
09:15 'Temam em dikarin di mal de bimînin, lê em ê çi bixwin?'
09:14 14 rojên xwe yê karantînayê bi vî awayî derbas kir!
09:13 ‘Em dermanger tevdîrên xwe digirin'
09:09 'AKP veguheriye pandemiyê, êdî wextê wê yê çûyînê hatiye'
09:08 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Demîr: Hefteya bê hefteyeke pir krîtîk e
09:08 Dayika girtiyê nexweş gazî Wezareta Dadê kir
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2020'AN
00:04 Koca: Hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 59
25/03/2020
17:16 Ji Guven ji bo hikûmetê: Xetayeke startejîk dê bibe sedema mirina bi sed hezaran kesî