Ajokêrên TIR’an: Heke teker negere em ê çawa debara xwe bikin?

img

ŞIRNEX – Ajokarên TIR’an ku ji Deriyê Sînor ê Xabûrê bar dikişînin Herêma Federa ya Kurdistanê, li gel gefa vîrusa koronayê bi rojane li pey hev ketine rêz bûne. Ajokar, destnîşan dikin ku neçarin debara xwe bikin û ev tişt dibêjin: “Heke teker negere em ê çawa debara xwe bikin?”

Deriyê Sînor ê Xabûrê ku ji navçeya Silopya ya Şirnexê li Herêma Federa ya Kurdistanê vedibe, ji ber vîrusa koronayê ji 1’ê adarê ve ji derbasbûna mirovan re girtiye. Derbaskirina barê ku bi TIR’an ji Stenbol, Edene, Mersîn, Enqere û Dîlokê tê sînor, bi venêrîn tê kirin. Dorseyên TIR’an di navbera deriyên sînor ê Herêma Federa ya Kurdistanê û Deriyê Sînor ê Xabûrê de bi hev tên guhertin û wesayît teslîmî xwediyên xwe tên kirin.
 
LI GEL GEFA VÎRUSÊ JÎ RADIWESTIN
 
Ji ber vî karî gelek ajokarên TIR’an li têketinên navçeyên Slopya, Cizîr, Nisêbîn û Qoserê li cem TIR’ên xwe ku li pey hev rêz bûne, disekinin. Ajokar, li gel vîrusa koronayê jî bêyî ku bergiriyên xwe bigirin sekna xwe ya li van deveran berdewam dikin. Ajokarên ku pêwîstiyên xwe yên nan û avê di sindoqên TIR’ên xwe de bi cih kirine, diyar dikin ku di testan re nehhatine derbaskirin û ji bo debara xwe ji bilî xebatê tu alternatîfeke wan tuneye.
 
DEBARA 8 ZAROKAN
 
Ajokar Alî Demîr ku bi barê ji Rihayê aniye, di anvbera Cizîr û Silopyayê rawestiyaye, diyar kir ku bavê 8 zarokan e û wiha got: “Vîrus û nexweşî heye, em li ser van rêyan şerpeze bûn. Xwendekarên me hene, em neçarin li wan binerin. Heke kes ne mecbur be di van nexweşiyan de nakeve ser van rêyan. Ji bo parastina ji vîrusê tenê maske bi kar tînim. Heke em nexebitin dê zarokên me çi bixwin. Her 8 zarokên min jî xwendekar in.”
 
‘NE ŞÎRKET Û NE JÎ DEWLET BERGIRî NAGIRIN’
 
Ajokarê bi navê A.K. ku nar ki Mersînê aniye jî destnîşan kir ku li dijî vîrusê di asta terker de bergirî nayên girtin û wiha got: “Em di ferqa vê rewşê de ne. Lê ne ji aliyê şîrketê ve ne jî ji aliyê dewletê ve bergirî nayên girtin. Dezenfekte nayên kirin. Em dizanin ku hevalekî me yê ajokar bi vîrusê ketiye. Em dixwazin ku hemû ajokar di testê de bên derbaskirin. Heta ku bergiriyan negirin divê tu ajokarî dernexin rê.”
 
‘HEKE TEKER NEGERE EM Ê PERÎŞAN BIBIN’
 
Ajokar Orhan Demîr ku ew jî ji Rihayê hatiye, rêzbûna TIR’an a li pey hev nîşan da û got ku ji me re dibêjin derneyên derve û ev tişt anî ziman: “Gelo em derneyên derve, em ê çi bixwin û vexwin? Roja ku tekerê me negere em ê perîşan bibin. Deynên me yên qrediyê hene. Em ê çi bikin? Divê rayedar ji vê pirsgirêkê re çare bibînin. Ji me re çareyê bibînin ku em jî nexebitin.”
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

27/03/2020
20:19 Koca: Bi giştî hejmara kesên mirine bû 92
17:56 Li Amedê avahiyek xistin karantinayê
17:18 Hevşaredarê Xalfeliyê Hasan Safa hat girtin
17:09 Gundekê Ebexê kirin karantînayê
16:36 Li Rîzeyê bajarok û 4 gund xistin karantînayê
16:04 Şêniyên Wanê: Em ji neçarî derdikevin derve
15:50 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexe li dijî vîrûsê xebata 'Li mal bimîne'
15:44 Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi dawî bû
15:32 Ûyanik bersiva Soylû da: Ev malbat û polîs jî di nav de ne gelo?
15:16 TGS: Divê bi lez ji bo karkerên çapxaneyê tevdîr bêne girtin
14:52 Li Amedê kesek ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
14:49 Bi ser malên kesên ji ber koronayê vegeriyan gundê xwe de girtin
14:25 Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê bang li hikumetan kir: Girtiyan berdin
14:24 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:14 Guzel: Çima kîtên teşhîsê naşînin bajarên kurdan
14:03 KESK’ê: Di pêşnûmeya înfazê de wekhev nêz bibin
13:45 Gunay: Em xwe û civaka xwe biparêzin
13:45 Êdî li Amedê testa koronayê tê kirin
13:35 Yek ji cihên sembol ê Kadikiyê Sînemaya Rexx hat girtin
12:48 Leyla Guven ji bo Mexmûrê bang li rayedarên Başurê Kurdistanê kir
12:12 Kurê helbestvanê kurd Cegerxwîn ji ber vîrûsê wefat kir
11:59 Girtiyê nexweş ê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî li ber sekeratê ye
11:51 Leşkerê li ser sînor leşkertî dikir, kirin karantînayê
11:28 Hevşaredarên Êlihê bi kelepçeyê derxistin pêşberî dozger
11:25 Xebatkarên tenduristiyê yên hatin îxrackirin dixwazin li dijî vîrûsê vegerin karê xwe
11:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê dimirin zêde dibin
11:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn pêdiviya civakê temîn dikin
10:59 Di baxçeyê nexweşxanê de konê karantinayê vedan
10:30 Şanogeran 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê pîroz kir
10:14 Aborînas Sonmez: Çareserî parvekirina serwetê ye
10:12 'Pêşnûmeya înfazê mîna vîrûsê tirsnake’
10:11 ‘Bi dabînkirina pêdiviyên civakê re qedexeya derketina derve dikare were ragihandin’
09:38 Berteka Unsalê ya ji bo qeyûman: Tu aliyeke wê ya bê ravekirin tuneye
09:26 Astsûbayê Dîlek Kaya kuşt hat girtin
09:24 Ciwanan li dijî vîrûsa coronayê tora piştevaniyê ava kirin
09:23 Li Tirkiyeyê serê polîs 211, cendirme 92 û serê bijîşkekî 498 kes dikevin
09:22 ‘Bêyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan’
09:22 ‘Qeyûm darbeya li dijî şaredarîvaniya civakparêz e'
09:21 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine!
09:11 'Ên tiryakê difiroşin tên berdan, lê zarokên me?'
09:11 Şaredariya Sêrtê ji bo parastina tenduristiya gel 42 park girtin
09:10 Sal neqediya 46 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin
09:10 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Di vê pêşnûmayê de cihêkarî heye
09:09 Li Herêma Egeyê 269 girtiyên nexweş di talûkeya vîrûsa corona de dijîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2020'AN
26/03/2020
23:04 Koca: 16 nexweşên me yên din jî mirin, hejmara miriyan bû 75
21:14 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser ji girtîgehê derketin
17:09 2 car muebeta giran li Saglamê du jin kuştin hat birîn
16:55 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser hatin berdan
16:42 Li Beykozê angaşta ‘goristana vîrûsê’
16:38 Rêxistinên Kedê yên Amedê: Cudahiyê nexin zagona înfazê
16:27 YSK’ê mazbata Serokşaredarê Ceyhanê betal kir
16:07 Bila xebatkarên ASM'ê di testê re derbas bibin
15:44 Ziyareta parêzeran a li girtîgeha Wanê qedexe kirin
15:26 TUAY-DER: Rîska li girtîgehan mezin e
15:21 Hevşaredarên Êlihê Demîr û Korkmaz hatin berdan
15:19 Olûç: Mafê jiyanê yê hemû girtiyan heye
15:17 Koordînasyona Ya Stenbol An Kanal: Gel ketiye derdê can, îqtîdar ketiye derdê îhalê
14:32 Di vê qeyrana vîrûsê de yekemîn projeya Kanal Îstanbul derxistin îhaleyê
14:28 Soylu derbarê qedexeya derketina derve de daxuyanî da
14:27 Li Îranê hejmara miriyan derket 2 hezar û 234'an
14:12 HDP’ê ji bo çandiniyê pêşnir kirin
14:06 Hinek tûrnîkeyên qeyûm hatin rakirin
14:05 Malbatên girtiyên siyasî: Bila ji gîrtîgehan darbest dernekevin
13:54 Di çapameniya Cîhanê de korona: Li Etîyopyayê dê 4 hezar girtî bên berdan
13:26 Li çoltera Pasûrê operasyona leşkerî
12:52 Angaştnameya Tahîr Elçî piştî 5 salan temam bû: Ji bo polîsan cezayê wek ‘xelat’ hat xwestin
12:38 Ji bo hevşaredar Demîr û Korkmaz daxwaz kontrola edlî hat kirin
12:32 Li Licê leşkeran bi ser malan de girt
12:25 TTB'ê xwest daxwazên wê yên hevkariyê li ber çavan bê girtin
12:22 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kir
12:00 Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine 50 hezar zêde bû
11:30 ‘Perwerdehiya dûr a li ser înternetê bi pirsgirêk e'
11:29 Rêxistinên Elewiyan: Hemû girtiyan berdin
11:29 Hevşaredarên Êlihê derxistin edliyeyê
11:08 Kampanya ji bo berdana girtiyên siyasî gihîşt 55 hezar îmzeyan
11:02 Erkan Baş: AKP vîrûsa corona wekî 'lutûf' dibine
11:01 Semra Guzel: Mîna vîrûsan êrîşî vîna gel dikin
11:01 ‘Berî derketina cenazeyan girtiyan berdin’
10:49 Bergiriya ‘li malê bimîne’ veguherî tundiya li dijî jinê
10:48 Li Cizirê 2 roj beriya hilbijartinê amadekariya tayînkirina qeyûm kirine
10:36 Kuçeyên Amedê qelebalix in û ev qelebalixî jî bi hêrs e
10:35 'Divê maf û daxwaz ji sûc bên derxistin'
09:50 Ajokêrên TIR’an: Heke teker negere em ê çawa debara xwe bikin?
09:48 Doç. Dr. Arsan: Divê em ji zimanê weşangeriya berberîtiyê dûr bikevin
09:23 Masa Qeyranê ya HDP'a Îzmirê: Hikûmet nikare sererast şewbê bi rêve bibe
09:23 Cîhan şerê vîrûsa corona dike, îqtîdara AKP'ê xwezayê talan û wêran dike
09:20 Niha dem dema çîroka ye
09:20 'Hejmara testên tên kirin ji bo tespîtkirina rêjeya vegiriyê pir kêm in'
09:19 ‘Divê em bibin dengê girtiyan'
09:18 Girtiya ku got 'tevdîr nayên girtin' telefona wê birîn
09:15 'Temam em dikarin di mal de bimînin, lê em ê çi bixwin?'
09:14 14 rojên xwe yê karantînayê bi vî awayî derbas kir!
09:13 ‘Em dermanger tevdîrên xwe digirin'
09:09 'AKP veguheriye pandemiyê, êdî wextê wê yê çûyînê hatiye'
09:08 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Demîr: Hefteya bê hefteyeke pir krîtîk e
09:08 Dayika girtiyê nexweş gazî Wezareta Dadê kir
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2020'AN
00:04 Koca: Hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 59
25/03/2020
17:16 Ji Guven ji bo hikûmetê: Xetayeke startejîk dê bibe sedema mirina bi sed hezaran kesî