Malbatên girtiyên siyasî: Bila ji gîrtîgehan darbest dernekevin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyên siyasî ji ber vîrusa corona fikarên xwe anîn ziman û xwest ji girtîgehan darbest dernekevin. Malbatan xwestin demildest girtî serbest bêne berdan. 

 
Her ku vîrûsa corona li Tirkiyeyê belav dibe, bertek û nerazîbûnên malbatên girtiyan zêde dibe. Malbatên girtiyan dixwazin demildest girtiyêsiyasi bêne berdan. Malbatên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş, Parlamenter û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken, parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim, Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak û Hevşaredarê Wanê yê Berê Bekîr Kaya xwest hikûmet ji bo girtî bêne berdan gavan bavêjin. 
 
DEMÎRTAŞ: DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN
 
Hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş, fikarên xwe anin ziman. Başak Demîrtaş, diyar kir ku li girtîgehan di kawişan de hêjmara girtiyan pir zêde ye û paqijî tune ye û wiha got: "Hêj li hin girtîgehan malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Personelên girtîgehan li derve bi kesên li derve re di temasê e ne. Hem ji bo wan û hem jî ji bo girtiyan risk e. Kêliyek em winda bikin tune. Divê em bi lez tev bigerin. Ku em hemû malbat bibin yek û dengê xwe bilind bikin meclis neçar e dengê me bibhîze. Wezirê Darazê pêvajoyê zelal nameşîne. Xizmên girtiyan rast û têr agahdar nake. Çav û guhê me li girtîgehan e. Duh em fêr bûn ku li Girtigeha Sîncanê di testa girtiyekî de vîrus derketiye. Ev bêtir tirsa me zêde dike. Divê bi sed hezaran malbatên zarokên wan girtî, dengê xwe bikin yek. Ku em dengê xwe bikin yek meclis neçar e dengê me bibhîze." 
 
KIŞANAK: JI 12'Ê ÎLONÊ BÊTIR TALÛKE YE
 
Keça Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kocaelî girtî ye, Evin Jiyan Kişanak jî diyar kir ku li girtîgeha Kocaeli şert û merc ne paqij in û wiha got: Girtî li girtîgehan rojê nabînin. Di nava ritûbeta zêde de dejî. XWarina wan ne baş e. Dîrenca wan kêm e. Ji ber vê yekê divê hemû girtî serbest bêne berdan. Girtî me meraq dikin û em girtîyan meraq dikin. Ev rê li pêş stresê vedike û bêtir dîrenca wan kêm dike. Li Şûna hevdîtina girtiyan qedexe dikin, divê bi lez girtiyan serbest berdin. Hina personel diçin derve û tên. Xwarina wan ji derve tê. Di vê pêvajoyê de em çiqas dizanin ku her tişt paqij e. Ez bi telefonê bi dayika xwe re axivîm. Dayika min got malzemeyên papijî û dezenfektanê nadin me. Ez bawer dikim ku li hemû girtîgehan rewş yek e. Ji ber vê yekê divê hemû girti bi lez bêne berdan. Divê ev paketa darazê ya înfazê hemû kesan têxe nava xwe û hemû girtî bêne berdan."
 
KAYA: BILA JI GIRTÎGEHAN DARBEST DERNEKEVIN 
 
Hevjîna Hevşaredarê berê yê Wanê Bekîr Kaya, Asli Kaya jî wiha bang li hikumet û raya giştî kir: “Ji ber vîrûsa koronayê ku li ser cîhanê belav bûye û welatê me xistiye bin bandora xwe em li malê bi zehmetî xwe diparêzin, wê girtiyên di nava çar dîwaran de xwe biparêzin. Bêyî ku derengî bikeve, bêyî ku darbest ji gritîgehan derkevin divê di serî de girtiyên nexweş û hemû girtî û hevjînê min Bekîr Kaya werin berdan.” 
 
BALÛKEN: DIBE KU SIBÊ PIR BIBE DERENG 
 
Bangek jî ji hevjîna Parlamenterê HDP’ê yê berê Îdrîs Balûken, Evrîm Balûken hat. Balûken wiha dibêje: “Vîrûsa koronayê li ser girtîgehan gefek mezin e. Tekane rêya rizgariya ji vê vîrûsê ew e ku mirov li cihek baş bijî û bimîne û xwe biparêz e. Ji ber vî sedemî beriya ku sibê bibe dereng ez bang li hemû kesî dikim ku ji bo girtiyan gav biavêjin.” 
 
YILDIRIM: BILA TAHLIYE DEST PÊ BIKIN 
 
Keça parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim a ji 4’ê mijdara 2016an ve li Girtîgeha Kandirayê girtî ye Dr. Zelal Yildirim jî wiha got: “Ez wek hekîkemekê û zaroka girtiyekê vê bangê dikim. Li dijî nexweşîn gerdûnî ya vîrûsa koronayê tevdîr û pêşîlêgirtin kêm in. Jixwe li zîndanan şertên paqjiyê tune ne. Jixwe di rewşa beriya vîrûsê de ji li girtîgehan gelek pirsgirêk û tengasî hebûn. Niha jî girtîgek cihê talûkeyek mezin in. Gelek nexweşên girtî hene. Gelek zarokên li gel dayikên xwe girtî ne hene. Gelek girtiyên extiyar hene. Gelek zarok hene. Vîrûsa koronayê ji bo wan talûkeyek mezin derdixe. Her kêliya ku diçe mirin hin bêtir nêzî wan dibe. Divê demildest yasaya înfazê derkeve û tahliyekirina girtiyan dest pê bike.” 
 
‘BILA GIRTÎGEH NEBIN GORISTAN’ 
 
Kurê Gulser Yildirim, Şiyar Yildirim jî bi bîr xist ku cîhan di bin gefa vîrûsê de ye û ev nexweşîn ji bo girtiyan rîskek mezin e. Şiyar Yildirim got: “Bila girtîgeh nebin goristana dayik, bav, xwişk, bira û însanên me. Ez bang dikim ku hemû girtî werin berdan.” 
 
MA / Ozgur Paksoy

Sernavên din

27/03/2020
20:19 Koca: Bi giştî hejmara kesên mirine bû 92
17:56 Li Amedê avahiyek xistin karantinayê
17:18 Hevşaredarê Xalfeliyê Hasan Safa hat girtin
17:09 Gundekê Ebexê kirin karantînayê
16:36 Li Rîzeyê bajarok û 4 gund xistin karantînayê
16:04 Şêniyên Wanê: Em ji neçarî derdikevin derve
15:50 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexe li dijî vîrûsê xebata 'Li mal bimîne'
15:44 Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi dawî bû
15:32 Ûyanik bersiva Soylû da: Ev malbat û polîs jî di nav de ne gelo?
15:16 TGS: Divê bi lez ji bo karkerên çapxaneyê tevdîr bêne girtin
14:52 Li Amedê kesek ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
14:49 Bi ser malên kesên ji ber koronayê vegeriyan gundê xwe de girtin
14:25 Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê bang li hikumetan kir: Girtiyan berdin
14:24 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:14 Guzel: Çima kîtên teşhîsê naşînin bajarên kurdan
14:03 KESK’ê: Di pêşnûmeya înfazê de wekhev nêz bibin
13:45 Gunay: Em xwe û civaka xwe biparêzin
13:45 Êdî li Amedê testa koronayê tê kirin
13:35 Yek ji cihên sembol ê Kadikiyê Sînemaya Rexx hat girtin
12:48 Leyla Guven ji bo Mexmûrê bang li rayedarên Başurê Kurdistanê kir
12:12 Kurê helbestvanê kurd Cegerxwîn ji ber vîrûsê wefat kir
11:59 Girtiyê nexweş ê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî li ber sekeratê ye
11:51 Leşkerê li ser sînor leşkertî dikir, kirin karantînayê
11:28 Hevşaredarên Êlihê bi kelepçeyê derxistin pêşberî dozger
11:25 Xebatkarên tenduristiyê yên hatin îxrackirin dixwazin li dijî vîrûsê vegerin karê xwe
11:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê dimirin zêde dibin
11:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn pêdiviya civakê temîn dikin
10:59 Di baxçeyê nexweşxanê de konê karantinayê vedan
10:30 Şanogeran 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê pîroz kir
10:14 Aborînas Sonmez: Çareserî parvekirina serwetê ye
10:12 'Pêşnûmeya înfazê mîna vîrûsê tirsnake’
10:11 ‘Bi dabînkirina pêdiviyên civakê re qedexeya derketina derve dikare were ragihandin’
09:38 Berteka Unsalê ya ji bo qeyûman: Tu aliyeke wê ya bê ravekirin tuneye
09:26 Astsûbayê Dîlek Kaya kuşt hat girtin
09:24 Ciwanan li dijî vîrûsa coronayê tora piştevaniyê ava kirin
09:23 Li Tirkiyeyê serê polîs 211, cendirme 92 û serê bijîşkekî 498 kes dikevin
09:22 ‘Bêyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan’
09:22 ‘Qeyûm darbeya li dijî şaredarîvaniya civakparêz e'
09:21 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine!
09:11 'Ên tiryakê difiroşin tên berdan, lê zarokên me?'
09:11 Şaredariya Sêrtê ji bo parastina tenduristiya gel 42 park girtin
09:10 Sal neqediya 46 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin
09:10 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Di vê pêşnûmayê de cihêkarî heye
09:09 Li Herêma Egeyê 269 girtiyên nexweş di talûkeya vîrûsa corona de dijîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2020'AN
26/03/2020
23:04 Koca: 16 nexweşên me yên din jî mirin, hejmara miriyan bû 75
21:14 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser ji girtîgehê derketin
17:09 2 car muebeta giran li Saglamê du jin kuştin hat birîn
16:55 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser hatin berdan
16:42 Li Beykozê angaşta ‘goristana vîrûsê’
16:38 Rêxistinên Kedê yên Amedê: Cudahiyê nexin zagona înfazê
16:27 YSK’ê mazbata Serokşaredarê Ceyhanê betal kir
16:07 Bila xebatkarên ASM'ê di testê re derbas bibin
15:44 Ziyareta parêzeran a li girtîgeha Wanê qedexe kirin
15:26 TUAY-DER: Rîska li girtîgehan mezin e
15:21 Hevşaredarên Êlihê Demîr û Korkmaz hatin berdan
15:19 Olûç: Mafê jiyanê yê hemû girtiyan heye
15:17 Koordînasyona Ya Stenbol An Kanal: Gel ketiye derdê can, îqtîdar ketiye derdê îhalê
14:32 Di vê qeyrana vîrûsê de yekemîn projeya Kanal Îstanbul derxistin îhaleyê
14:28 Soylu derbarê qedexeya derketina derve de daxuyanî da
14:27 Li Îranê hejmara miriyan derket 2 hezar û 234'an
14:12 HDP’ê ji bo çandiniyê pêşnir kirin
14:06 Hinek tûrnîkeyên qeyûm hatin rakirin
14:05 Malbatên girtiyên siyasî: Bila ji gîrtîgehan darbest dernekevin
13:54 Di çapameniya Cîhanê de korona: Li Etîyopyayê dê 4 hezar girtî bên berdan
13:26 Li çoltera Pasûrê operasyona leşkerî
12:52 Angaştnameya Tahîr Elçî piştî 5 salan temam bû: Ji bo polîsan cezayê wek ‘xelat’ hat xwestin
12:38 Ji bo hevşaredar Demîr û Korkmaz daxwaz kontrola edlî hat kirin
12:32 Li Licê leşkeran bi ser malan de girt
12:25 TTB'ê xwest daxwazên wê yên hevkariyê li ber çavan bê girtin
12:22 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kir
12:00 Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine 50 hezar zêde bû
11:30 ‘Perwerdehiya dûr a li ser înternetê bi pirsgirêk e'
11:29 Rêxistinên Elewiyan: Hemû girtiyan berdin
11:29 Hevşaredarên Êlihê derxistin edliyeyê
11:08 Kampanya ji bo berdana girtiyên siyasî gihîşt 55 hezar îmzeyan
11:02 Erkan Baş: AKP vîrûsa corona wekî 'lutûf' dibine
11:01 Semra Guzel: Mîna vîrûsan êrîşî vîna gel dikin
11:01 ‘Berî derketina cenazeyan girtiyan berdin’
10:49 Bergiriya ‘li malê bimîne’ veguherî tundiya li dijî jinê
10:48 Li Cizirê 2 roj beriya hilbijartinê amadekariya tayînkirina qeyûm kirine
10:36 Kuçeyên Amedê qelebalix in û ev qelebalixî jî bi hêrs e
10:35 'Divê maf û daxwaz ji sûc bên derxistin'
09:50 Ajokêrên TIR’an: Heke teker negere em ê çawa debara xwe bikin?
09:48 Doç. Dr. Arsan: Divê em ji zimanê weşangeriya berberîtiyê dûr bikevin
09:23 Masa Qeyranê ya HDP'a Îzmirê: Hikûmet nikare sererast şewbê bi rêve bibe
09:23 Cîhan şerê vîrûsa corona dike, îqtîdara AKP'ê xwezayê talan û wêran dike
09:20 Niha dem dema çîroka ye
09:20 'Hejmara testên tên kirin ji bo tespîtkirina rêjeya vegiriyê pir kêm in'
09:19 ‘Divê em bibin dengê girtiyan'
09:18 Girtiya ku got 'tevdîr nayên girtin' telefona wê birîn
09:15 'Temam em dikarin di mal de bimînin, lê em ê çi bixwin?'
09:14 14 rojên xwe yê karantînayê bi vî awayî derbas kir!
09:13 ‘Em dermanger tevdîrên xwe digirin'
09:09 'AKP veguheriye pandemiyê, êdî wextê wê yê çûyînê hatiye'
09:08 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Demîr: Hefteya bê hefteyeke pir krîtîk e
09:08 Dayika girtiyê nexweş gazî Wezareta Dadê kir
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2020'AN
00:04 Koca: Hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 59
25/03/2020
17:16 Ji Guven ji bo hikûmetê: Xetayeke startejîk dê bibe sedema mirina bi sed hezaran kesî