Nûçegîhanên me yên tehliye bûn: Heke vîrûs derbasî girtîgehan bibe dê komkujî pêk we re

img

STENBOL – Nûçegîhanên me Sadik Topaloglû û Sadiye Eser, ji bo vîrusa koronayê ku bi lez li Cîhanê belav dibe gotin ku li girtîgehan tecrîd heye, tevdîr tunene û bi derbasbûna girtîgehan re dê komkujî pêk we re.

Nûçegîhanên me Sadik Topaloglû û Sadiye Eser ku li ser îfadeyên şahidê aşkera bi angaşta “endamtiya rêxistinên” hatibûn girtin, piştî girtina xwe ya 4 meh û nîcvan, di daneşîna yekemîn a doza xwe de bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Nûçegihanan destnîşan kir ku ji binçavkirina xwe heta pêvajoya girtina xwe bi neheqiyan re ru bi rû mane û gotin ku li ser îfadeyên şahidên nepen-aşkera bi hezaran kes girtî ne.
 
FERZKIRINA LKÊGERÎNA TAZÎ
 
Sadik Topaloglû, diyar kir ku doznameya ku derbarê wan de hatiye amadekirin rewşa niha ya Tirkiyeyê radixe ber çavan û wiha got: “Dozname ji hiqûqê dûr têje sûcdariyên bê delîl bû. Binçavkirina me jî weke ku bi operasyoneke taybet pêk hatibe hatiye nîşandan. Dema hatim girtin min destpêkê birin Girtîgeha Metrîsê. Li vir lêgerîna tazî li min ferz kirin. Li girtîgehê min birin kogûşek pir gemarî. Dema min ev yek îttîraz kir, piştre min birin kogûşek hê jê gemarîtir. Piştre min birin Girtîgeha Sîlîvriyê.”
 
‘ÇAPEMENÎ BÛYE DENGÊ ŞER’
 
Topaloglû, piştî vegotina dema binçavkirina xwe bal kişand ser rewşa çapameniya li Tirkiyeyê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Em bi çapameniyeke dengê şer re rû bi rû ne. Ev çapamenî bi temamî ji aliyê desthilatê ve tê birêvebirin. Ji ber vê sedemê li ciheke mîna girtîgehê mirov ji bilî çapameniya alîgir ji çapameniya muxalîf re îzole kiriye. Bêyî ku tu hincet bê nîşandan têketina Rojnameya Yenî Yaşamê ya girtîgehê qedexe ye. Me bi rûberîkirina rojnameyeke rojek berê ya îro hin tiştan derdixist. Rastiya vê yekê jî tê nîqaşkirin. Hebûna çapameniya muxalîf a li girtîgehan bi tavahî hatiye qedexekirin.”
 
‘BINPÊKIRIN GELEK ZÊDE YE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Topaloglû destnîşan kir ku binpêkirin bi awayekî zêde li girtîgehan berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destpêkê tenduristiya girtiyan tê paşguhkirin. Li girtîgeha ku 10 hezar girtî lê hene, tenê revîrek û nexeşxaneyeke kampusê heye. Nexweşxane ne nexweşxaneyeke baş e. Tenê bijîjkek li nexweşxaneyê heye û neçare li 10 hezar girtiyan binêre. Rêveberiya girtîgehê nahêle girtî derkevin revîrê. Weke hincet jî hejmara zêde ya girtiyan nîşan didin.”
 
2 GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’
 
Topaloglû, têkildarî rewşa girtiyên nexweş jî axivî û diyar kir ku bi tu awayî tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin û ev tişt anî ziman: “Girtiyên ku bi nexweşiya pênçeşêrê û felç ketine û nikarin bimeşin hene. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Nexweşxane ji bo wan bûne dardest. Di demeke ku vîrûsa koronayê belav dibe de ev rewş ji bo girtîyan tê wateya komkujiyê.”
keremkeMesaj yazın
 
‘EWLEHIYA CANÊ GIRTIYAN NÎNE’
 
Topaloglû da zanîn ku Girtîgeha Silîvrî wek bajarekî ye û got: “10 hezar însan li vî bajarî dijî. 30-40 kes di odeyên 120 metrekareyî de dijîn. Piştî şewb belav bû ji 10 rojan carek ode dihatin dezenfektekirin. Wek din tevdîrek din nehatiye girtin. Gardiyan tim dikevin qawîşan û derdikevin. Sibeh û êvarê li qawîşan lêgerîn pêk tînin. Girtî bi xwe tevdîrên xwe digirin. Her roj ji girtîgeha servekirî xwarin tê. Her tim kantîn vekirîne. Çawa pêşî li vê digirin? Niha şewb li wir tune bû. Lê heke li wir belav bibe dê hemû girtî pê bikevin. Ev jî tê wateya pêkanîna komkujiyek komî. Bifikirin 20 însan bi vîrûsê dikevin, ka wê ev însan li ku bên karantînekirin? Ji ber vê yekê ewlehiya canê girtiyan nîne. Bi kurtasî dikarim bêjim ku tevdîr tune ne tecrîd heye.” 
 
DÊ LI SER RÊYA HEQÎQETÊ BIDOMÎNE 
 
Topaloglû bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî û got: “Gelek hevalên me rojnameger girtî ne. Bi hezaran însan ji ber azadiya fikr û raman girtî ne. Rast e, em îro hatin berdan lê beriya bi demek kurt hevalên me Mehmet Ferhat Çelîk û Aydin Keser ên rojnameger hatin girtin. Ez hêvîdarim wê hemû hevalên rojnameger demildest werin berdan. Wê ji niha şûn ve jî pênûsa me her tim heqîqetê binivisîne û wê alîgirê heqîqetê be. Em ê nivîsandina vê heqîqetê berdewam bikin.” 
 
‘ÎDIANAME PÛÇ BÛ’ 
 
Nûçegihana me Sadiye Eser jî da zanîn ku îdianame li dijî rastiyan hatibû amadekirin û ji bo vê yekê jî ne hewce ye mirov dadger, dozger û parêzer bin. Eser got îdianame bi tiştên pûç û derew hatibû tijekirin. 
 
‘DIXWAZIN DENGÊ ME QÛT BIKIN’ 
 
Eser anî ziman ku sedema girtina wan ji ber nûçeyên nivîsandine û got: “Em bi awayekî wan aciz dikin. Em rastiyan derdixin holê. Ji ber vê yekê jî ji me aciz in. Bi hêncetên bêbinî me girtin. Hemû hevalên rojnameger bi vî awayî digirin. Dixwazin dengê rastî û heqîqetê bibirin. Lê wê vê yekê pêk neynin. Destûr nadin rojname ango weşanên heqîqetê vedibêjin bên girtîgehê. Hebûna çapemeniya azad qebûl nakin. Dest datînin ser weşanên kurdî û radyoyan. Girtiyan dixin nava îzolekirinê.” 
 
‘EZ BI BINPÊKIRINÊN KU DINIVÎSAND RE RÛ BI RÛ MAM’ 
 
Eser desnîşan kir ku beriya ew were girtin têkildarî binpêkirinên mafê mirovan ên li girtîgehan gelek nûçe çêkirine û got: “Vê carê dema ez ketim girtîgehê rasterast ez bi binpêkirinên mafan ên min dinivîsand re rû bi rû mam. Min hemû binpêkirinan li hefsê dît. Li girtîgehê gelek girtiyên nexweş hene û rewşa wan nebaş e. Wan nabin nexweşxaneyan. Gardiyan mafên girtiyan binpê dikin. Di rewşek wiha ku ev şewba koronayê belav bûye di serî girtiyên nexweş û divê hemû girtî werin berdan.” 
 
‘TU TEVDÎR NEHATINE GIRTIN’ 
 
Eser diyar kir ku cihê herî bi rîsk ji bo vîrûsa koronayê girtîgeh in û got. “Heta niha li girtîgehê tu tevdîr nehatine girtin. Ji paqijiyê bigire heta kontrola tenduristiyê nayên kirin. Negirtina tevdîran rê li ber gelek metirsiyên mezin vedike. Kelûpelên tevdîr girtinê û parastina ji vayrûsê nedane girtiyan. Di bin navê girtina tevdîran de tecrît tê sepandin.” 
 
‘EZ Ê NIVÎSANDINA RASTIYAN BIDOMÎNIM’ 
 
Eser bi bîr xist ku hêj bi dehan rojnameger girtî ne û got: “Hevalên me dest ji nivîsandina heqîqetê bernadin. Li hundir jî nivîsandinê didomînin. Bila moralê wan li cih be. Em ê li her deverê nûçeyên xwe binivisînin. Em dixwazin demildest hemû rojnameger werin berdan. Herî dawî Ferhat Çelîk û Aydin Keser di nav de komek rojnameger hatin girtin. Dema nû ketim girtîgehê jî min soz da xwe ku ez ê nivîsandinê bidomînim. Em hêza xwe ji Apê Mûsayan ku me pênûsa wan dewr girtiye distînin û em ê wek gerelê biçûk ê Apê Mûsa nivîsandinê bidomînin.” 
 
MA / Erdogan Alayûmat
 

Sernavên din

30/03/2020
14:19 ‘Divê hemû pêdiviyên civakê bêne pêşwazîkirin'
14:08 Di rojeva çapemeniya cîhanê de mijara koronayê
13:55 HDK: Polîtîkayên şaş bû sedem ku şewba vîrûsê belav bibe
13:54 Kaçmaz: Li Çiyayê Cûdî komkujî pêk tê
13:32 ÎHD: Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bergiriyên pêwîst nehatin girtin
13:08 Kargehên ku karên wan hatine rawestandin dikarin serî li pereyê xebata kurt bidin
13:00 'Tirkiyeyê mîlyonek kes bê av hiştin’
12:59 Paylan ji Wezîr Koca pirsî: Hûn çima destûr didin nexweşxaneyên taybet pereyan ji nexweşan bistîn in?
12:58 Hefteyek dema karantînaya yên ji Imrê hatibûn hat dirêjkirin
12:29 Li Elkê di dawiya adarê de befir barî
12:29 ‘Tu tişt ji jiyana mirovan ne girîngtir e’
12:10 Kesên belgeyên destûra geştê bigirin, dikarin bi e-Devletê serlêdan bikin
12:04 TTB: Herî kêm divê 30 hezar test bên kirin û îzolasyona hişk bê pêkanîn
11:58 Hemşîreya bi koranayê ket jiyana xwe ji dest da
11:29 Ajokarê TIR'ê Yilmaz: Min hawara xizanan anî ziman
11:25 Ji Girtîgeha Hesekê hin DAIŞ’î reviyan
11:07 Li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrûsa korona ketin
11:06 Operasyona leşkerî ya li bejahiya Pasûrê bi dawî bû
10:48 Li Wanê gundek û 2 mezra xistin qarantînayê
10:16 Bijîşkê Meclîsê xistin bin çavderiyê
10:13 Li cîhanê şewba Covid-19 belav dibe: 723 hezar derbas kir
09:54 Baroya Mêrdînê êrîşa li dijî goristana êzidiyan şermezar kir
09:46 Tayip Temel: Xwe parastin welatparastin e
09:18 Şener: Gotinên Erdogan li dijî Hîqûqa Îslamê ne
09:18 Gelo gardiyan bê maske û lepik dixebitin?
09:12 ‘Ger dewlet bi vê şewbê nekare wê hebûna wê bê nîqaşkirin'
09:12 ‘Divê ku sererastkirina înfazê bi herkesî bêhn bide berdan’
09:11 Li Çiyayê Cûdî navbera baregehên leşkerî 5 kîlometre ye
09:11 Di encama rapora Zanîngeha Londonê de 3 polis bûn gumanbarên cînayeta Elçî
09:10 Karkerê tenduristiyê ku rojê maskeyek digire: Dewletê me ji çavên xwe derxistiye
09:10 Li dijî vîrûsê pêşniyara çareseriya herêmî
09:09 Ocalan: Çareserî aqilê civakî ye
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARÊ 2020'AN
08:38 ATO: Li Enqereyê 18 xizmetkarên tenduristiyê bi cewba Covid-19 ketin
29/03/2020
20:01 Li Tirkiyê 23 kesên din bi vîrûsêmirin: Hêjmar gihişt 131 kesan
18:43 Hêzên eskerî yên Emerîka ji Kerkûkê vekişiya
18:33 Covîd-19: Li Îranê rewş her ku diçe giran dibe
16:24 7 xebatkarên ÎETT’ê bi şika vîrûsê xistin qarantînayê
15:45 Meclîsa Jinan 'Rehbera Xweparastinê' amade kirin
15:42 Prz. Nuray Ozdogan: Bi vê guhertina rêziknameya înfazê, dê sepanên dijminantiyê bidomin
15:12 Kedkarên tenduristiyê divê tim bên kontrolkirin
15:05 Ji Wezîrê Tenduristiyê re nameya vekirî şandin: Bila zelal û aşkere be
13:54 Li gel rîska şewba vîrûsa corona bi sedan karker bi hevre kar dikin
13:22 Uca êrîşa li dijî goristana Êzidîyan şermezar kir: Hurmetên nîşanî miriyan bidin
12:57 Helîkopterên TSK'ê gundên Biradost gulabaran kirin
12:31 Tirkiye çar car in avê ji ser Hesekê qut dike
12:24 MED TUHAD-FED: Girtî bi Vîrusa Koronayê tehdîd kirin
12:23 Dayika girtî ya 72 salî: Em vê bê edaletiyê qebûl nakin
11:12 Li cîhanê ji ber Covid-19 zêdeyî 30 hezar mirov mirin
10:35 Bi wêneyan kolanên Enqereyê
09:41 Prz. Demîrbag: Li derve hiştina girtiyên siyasî ya pakêta darazê li dijî rêgeza wekheviyê ye
09:22 ‘Hêj girtîgeh nebûne gorên komî vala bikin’
09:06 'Tayînkirina qeyûman a vê pêvajoya şewbê hiqûqa dijminantiyê ye'
09:05 Qeyûm çawa hat vebijêrka 'kurdî' ya malpera Şaredariya Êlihê jê bir
09:04 Pirsgirêka mezin a kedkarên tenduristiyê kêmbûna maske û lepikan e
09:04 'Dibêjin di mal de bimînin, lê ji bo me tiştekî nakin'
09:03 DEDAŞ'ê dest danî ser desteka cotkaran
09:02 Serlêdana ji bo berdana Alinak a ji bo vîrûsa coronayê hat redkirin!
09:01 Şaredariya Silopiyayê malbatên rewşa wan aborî nebaş in tespît dike
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2020'AN
08:53 Heskîfa nû di bin avê de ma
28/03/2020
20:41 HDP'iyan li Amedê ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê gazî gel kirin
20:09 Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsê mirin gihişt 108'an
16:41 Li Amedê avahiyeke din kirin qarantînayê
16:40 Xwendekara ji Stenbolê hata Cizîrê xistin karantînayê
16:04 ‘Girtiyê bi kursiya bi teker ve grêdayî wê çawa xwe ji vîrûsê biparêze?
16:04 Baroya Amedê: Doznameya Elçî hewldana perdekirina cînayetê ye
15:44 581 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin: Bila komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:14 Salek e dermanê girtiyê nexweş Keleş nadin wî
14:59 'Heta ku edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeye'
14:40 Dayikên Şemiyê: Dem dema em bêtir mafên mirovan biqîrin e
14:27 Rêxistina Efûyê ji bo rojnamegerên girtî bang kir
13:32 Rêveberiya Xweser: Em ê hemû pêwîstiyên tenduristiyê yên Mexmûrê pêk bînin
13:21 Wezareta Dadê qedexeya hevdîtina bi girtiyan re dirêj kir
13:13 Li Herêma Federe ya Kurdistanê 51 kesên bi vîrûsê ketin sax bûn
12:56 Parlamenter Habîb Eksîk: AKP ji bo diziye qeyûman tayîn dike
12:55 PEN'a Kurd ji malbata Keyo Cegerxwîn re sersaxî xwest
12:21 Li Rezan hin tezgahên bazarê hatin girtin
12:11 THY dê tenê seferên 14 bajarên mezin bike
12:10 Komîsyona penaberan: Penaber di bin gefên vîrûsa corona de ne
12:09 Nûçegîhanên me yên tehliye bûn: Heke vîrûs derbasî girtîgehan bibe dê komkujî pêk we re
11:42 Platforma Yekîtiya Jinén Kurd: Ger hûn ji mirovahiyê hez dikin xwe biparêzin
11:29 Mulaqata qeyûm: Navê leşkerên li Efrînê hatin kuştin çi ne?
11:21 Rewşa vîrûsa koronayê ya li Cîhanê: Nêzî 3 milyar mirov neçarî mayîna li malên xwe bûn
11:07 Bi dehan kes ji zindana Seqiz reviyan
10:45 Li Rihaya ku 4 kes bi şewba vîrûsê ketin kît tune
10:39 Komeleya Wêjekarên Kurd ji malbata Cegerxwîn re sersaxî xwest
10:32 Ji dayikan bang: Bêyî ku girtîgeh bibin goristan girtiyan berdin
10:19 Koç: Guhertina qanûna cezayan rê li ber talûkeyê vedike
09:52 Tunç: Qeyrana Koronayê ya ku ji Wuhanê dest pê kir wek tesîra baskên pirpirokê ye
09:28 Prz.Çakas: Divê ev pakêt ji bo hemû girtiyan derbasdar be
09:19 ‘Divê Ocalan û girtî hemû bên berdan'
09:18 'Pêşnûmaya rê li ber şidet û îstimarê vedike divê neyê qebûlkirin'
09:16 ‘Em nikarin di mal de bimînin, çimkî em mecbûr in bişixulin'
09:16 Hevşaredarên Licê: Tevdîrên me yên li dijî coronayê tehemûl nekirin
09:15 Ji ber fasûlên şîn hatiye sûcdarkirin!
09:14 ‘Ji xeynî postayên lezgîn divê kargo neyên qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2020'AN
27/03/2020
22:36 HDP'ê bi gelek zimanan gazî kir: #DernekeveDerve
22:03 Wekîla HDP'î Tosûn daket kolanan, bang gel kir ku ji mal dernekevin