Bilgen: Pêvajoya qeyûm, pêvajoya bêçaretiyê ye

img

QERS - Rêxistina HDP'ê tevî hemû gef, tundî, lîstik û polîtîkayên "Em ê dîsa qeyûm tayîn bikin"  di hilbijartina 31'ê Adarê de 65 şaredarî qezenç kirin. Wezîrê Kanên Hundir di salekê de qeyûm dîsa tayînî 40 şaredaiyan kir. Têkildarî tayînkrina qeyûman Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen, diyar kir ku pêvajoya qeyûm pêvajoya bêçareseryê ye. 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan di hilbijartina 31'ê Adara 2019’an de tevî hemû polîtîkayên înkar, îmha, tundî, zext, astengî, lîstik û gefên "em ê dîsa qeyûm tayîn bikin", 3 şaredariyên bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî qezenç kir. Çawa ku HDP'ê şaredarî bi dest xistin bi hinceta hevaşredar bi KHK'ê hatine dûrxistin, YSK'ê di 10'ê nisana 2019’an de Hevşaredarên 6 şaredariyan bi hinceta bi KHK'ê hatine îxrackirin ji peyvirê girtin û mazbata nedan wan. Mazbata Hevşaredarên Rezan, Bazarcix, Artêmêt, Ebexe, Tuşba, Tatos nedan wan û li şûna wan namzetên AKP'ê taşînî şaredariyê kirin. Bi vî rengî hêjmara şaredariyên 65 HDP'ê daxistin 59’an. 
 
Piştî Şaredariyên HDP'ê dest bi xismetê kirin, 5 meh şûnde Wezirê Karên Hundir di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Dîsa di Cotmeh, Mijdar û Kanunê de tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê berdewam kir. Heta Kanûnê qeyûm tayînî 29 şaredariyên HDP’ê kirin. Di 10'ê Kanûna 2019’an de Hevşaredarê HDP'ê yê Aviskê ji HDP'ê îstîfa kir. 
 
Dîsa di pêvajoya ku vîrûs di rojeva hemû Tirkiye û cîhanê e ye AKP'ê dîsa şaredariyên HDP’ê kir hedef. Wezîrê Karên Hundir di 23'ê Adarê de qeyum tayînî şaredariyên HDP'ê yên Êlih, Norşîn, Gêl, Farqîn, Erxenî, Lîce, Xalfelî, Ciwanika, kirin. Di nava salekê de qeyûm tayînî 40 şaredaiyen HDP'ê hatin kirin. Têkildarî xebatên şaredariyê yên salekê Hevşaredarê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen pêvajoya salekê û tayînkirina qeyûman nirxand. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN QEYUM HEWLDANA QULIBANDINA MASÊ BÛ' 
 
Hevşaredarê Qesrê Ayhan Bîlgen, polîtikayên tayînkirina qeyûman şibandin sepandinen serdema dawî yên Osmanî û wiha got: "Di pêvajoya OHAL'ê de me şaredariyên qeyûm tayîn kirine dîsa paşve stendin. Hilbijartina 31'ê Adarê ji bo îqtîdarê pêvajoya man û nemanê bû. Ji ber vê yekê serokomar got 'Hûn qezenç bikin em ê dîsa qeyûm tayîn bikin' Li gel vê yekê disa vînek derket holê. Vîna derket holê di hebûna xwe de israr kir. Rêveberiyên herêmî tenê ne ji bo xizmeta binesazî, komkirina çap, xizmeta av û rê ye. Cihê pêşxistina demokrasî, sincê û nirxên civakî ye. Em beriya hilbijartina 31'ê Adarê rastî gelek tiştên dijhiqûqî hatin. Namzetên hevşaredariyê rastî astengiyên bijartin û hilbijartinê hatin. Beriya hilbijartinê peyam dan û ev polîtîka xistin meriyetê. 
 
EV POLÎTÎKAYA BÊÇARESERIYÊ YE 
 
Bîlgen, destnîşan kir ku hilbijartina 31'ê Adarê ya Tirkiyeyê, ji vina gel a di sindoqan de hat ditin zêdetir, bû hilbijartina ku îqtîdar çawa serdestiyê li ser sindoqan bike. Ji vîna gel zêdetir, serdestiya iqtîdarê ya li ser sindoqan derket pêş. Ev helwest bû rengê “Bêyî hilbijartinê jî ez dikarim rêyek rêvebirinê bibînim' derxist pêş. Di dîroka Tirkiyeyê ya siyasetê de çawa salên 1946-50'an bû pêvajoya pir partiyan û ket rûpelê dîrokê, hilbijartinên piştî 7'ê Hezîranê jî di dîroka Tirkiyeyê de bû pêvajoya hilbijartinên formel (formalîte). Ji ber vê yekê tayînkirina qeyûman pêvajoya bêçareserî û bêçaretiyê ye. 
 
POLÎTÎKA RÊVEBERIYA OSMANÎ YE
 
Bîlgen, da zanîn ku tayînkirina qeyûm polîtîkaya rêveberiya Osmanî ya rêveberî ji bav derabî kurê bibe ye û wiha lê zêde kir: "Cihê ku îqtîdar tayînî şaredariyan dikin gel ji şaredariyê kêfxweş e. lê dîsa qeyûm tayîn dikin. Ger ku careke din dîroka siyaseta Tirkiyeyê bê nivîsîn, cawa ku di serdema Osmanî e ji bav derabî kur dibû, di serdema Komarê de jî bi rêya tayînkirina Qeyûman rêveberiyê bi dest dixin. Ev yek di dîroka demokrasiyê de tu carî nayê qebûlkirin." 
 
Bîlgen, da zanîn ku polîtîkayên qeyûm dîsa girêdayî geşedanên li Sûriyeyê ye û wiha berdewam kir: "Polîtîkayên qeyûm tenê ne girêdayî demokrasiya legal e. Ev polîtîka dîsa têkildarî geşedanên li Sûriyeyê polîtîkayên hesab pirsînê ne. Îqtîdar li hin qadan nagêje armanca xwe, Ji ber vê yeke serî li rêbaza hêsan dide û dest datîne ser rêveberiyên herêmê. Saziyan mohr dike û kîlît dike. Divê em bipirsin îqtidar vê hêzê û vî heqî li ku dibîne. Divê li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê, muxalefet, çapemenî û derdorê din li pişt xwe binerin û rastiya xwe bibînin. Niha dest danin ser çend şaredariyên CHP'ê. Lê dengeki pir lawaz deket holê. Divê hemû hêzên demokrasiyê erk û berpirsiyariya xwe ya sincî bi cih bînin. 
 
‘GEL KED Û RÛMETA XWE DIPARÊZE' 
 
Bîlgen, herî dawî da zanîn ku ew nebin îxtîdar jî dikarin xwe bi rêve bibin û bibin hêz û wiha got: "Divê di vê meseleyê de em helwestek pir xurt dînin holê. We demê em dikarin bandorê li ser jiyana gel bikin. Em tu carî xezpkirinê rewa nabînin. Lê gel li ked û rûmeta xwe xwedî derdikeve. Wisa xuya ye ku dê her alî di tarza xwe de israr bike. Di dîrokê de her dem ked hatiye dayî û gihiştiye cihekî. Em ê bi hevre di vê pêvajoyê de bi ser bikevin. 
 
Em weki Şaredaiya Qersê bêyî kesî li derve bihêlin hewl didin ji hemû beşên civakê re xizmetê bikin. Bêyî em nasnameya siyasi derxin pêş, em ewil xizmeta bajar û demokrasiyê dikin. Em hurmetê nişanî vîna gel didin. Em dixwazin Qersê bikin modelek. " 
 
MA/ Adnan Bilen

Sernavên din

01/04/2020
13:12 Li gorî Diyanetê berhevkirina zekatê bi reya ÎBAN’ê helal e
13:11 Li Amedê hêjmara kesên bi şewba covît-19 ketine zêde dibe
12:59 Ji bo kampanya dildarî beşdariya bi darê zorê anîn
12:53 Li cîhanê Covid-19: Hêjmara miriyên DYA'yê yên Çînê derbas kirin
12:37 Li Meletiyê banga ‘girtiyan berdin’ hat kirin
12:36 Welatiyê ku ji qarantînaya 14 rojan derket vegot
12:22 KESK: Pêdivî bi piştevaniya civakî heye
12:21 ‘Hêj ne dereng e dayika min a 70 salî berdin
11:56 Li herêmê jiyan ji ber taviya baranê neyînî bandor bû
11:42 Hem li malê dimînin, hem jî hilberînê dikin
11:28 Hevşaredara piştî hat berdan xistin qarantînayê: Li qawîşên biçûk 15-20 girtî dimînin
11:21 OMCT: Li girtîgehên Tirkiyeyê beyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan
11:08 Li girtîgehê bi weazê bergiriya vîrûsa koronayê!
11:07 Serokê Odeya Bijîşkan a Aydinê: Heger wisa dewam bike wê pergala tenduristiyê xera bibe
10:52 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê dest bi kampanya îmzeyê kirin
10:42 'Ne welatî divê, dewlet bibe desteka welatiyan'
10:38 'Li Girtîgeha Ordûyê 3 rojan av nedane girtiyan'
10:36 Hevseroka KCD’ê Guven: Îlana têkçûna dewletê ye
10:04 Xizmên girtiyan pirsa ‘Kanê edalet?’ ji AKP’ê pirsîn
10:03 Ocalan dikeve 71 saliya xwe: Çavê Kurdan li Îmralî û berê wan li Enqereyê ye
09:27 Seroka ÇHD'ê: Tevdîr kêm in, girtîgehan vala bikin
09:09 Ambargoya li Mexmûrê didome: Derfetên me neman
09:08 ‘Corona dê bibe sebebê mirina bi hezaran girtiyan’
09:07 Rojnamevan Turfent: Di malbata gardiyanekî de corona hatiye tespîtkirin!
09:06 Daxwaza ji bo berdana girtiyê nexweş ê 85 salî red kirin: Dibe ku bireve
09:06 ‘Di têkoşîna li dijî coronayê de divê dev ji rantê bê berdan'
09:05 Karkerên bê lepik û maske tên xebitandin: Destûra me ya heftane jî hat betalkirin
09:02 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2020'AN
31/03/2020
20:59 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê girtiyan ji ber vîrûsa coronayê îsyan kir
20:08 Hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 214, hejmara kesên bi vîrûsê ketine bû 13 hezar û 531
19:07 Endama PEN'a Kurd nivîskar Deryaspî hat berdan
18:39 Hevşaredara Şemrexê Ozaydin hat berdan
18:32 Ji ber nûçeyên der barê coronayê de rojnamevan Kanbal dan ber lêpirsînê
17:59 Teklîfa înfazê berpêşî Meclîsê hat kirin: Girtiyên siyasî ne di nav de ne
17:48 Oluç: Erdogan hesabê numara bankê da û ket dîrokê
17:02 Di EBA TV de perwerdehiya ‘zayendperest’
17:01 KCD: Em kampanyayê îmze bikin, bidin îmzekirin
16:28 Odeya Bijîşkan a Enqereyê: Di 30 kedkarên tenduristiyê de korona hat teşhîskirin
16:26 ‘Dervehiştina girtiyên siyasî rê li pêş cudakariyê vedike'
16:01 Qeyûm ji ber bertekan kurdî aktîf kir
16:01 HRW: Tirkiye têkoşîna li dijî koronayê dixe talûkeyê
15:46 Qeyûm tayînê cihê ezayê muxtar jî kirin
15:33 Girtiya nexweş a 70 salî bi erdê re kaş kirin birin revîrê
15:11 HDP’ê astengiyên li pêş xebatên alîkariyê bir meclîsê
14:42 5 kedkarên tenduristiyê hatin binçavkirin
14:41 TUAYDER: Di serî de Ocalan û hemû girtiyan serbest berdin
14:11 KESK: Vîrûs wekî AKP'ê cudakariyê naxe nava girtiyan
14:01 Li mala Seferî Yilmaz alava dengir hat dîtin
14:00 Zarokê ku sewal diçirand cîsmekî ku li erdê dît di deste wî de teqiya
13:51 Dostê Kurdan û şoreşgerê Yûnan Glezos jiyana xwe ji dest da
13:51 Hevşaredara Şemrexê ya girtî bi gumana vîrûsê xistin karantînayê
13:50 Walîtiya Osmaniyeyê afîşên vîrûsê yên HDP’ê asteng kir
13:08 Grûp Yorûm: Baweriya me bi gotinên Wezareta Karê Hundir nayê
13:06 Ji ber nûçeyên têkildarî vîrûsa koronayê Rojnameger Oktay Candemîr vexwendin îfadeyê
13:01 Li Edenê 550 kes ji ber vîrûsa korona tên dermankirin
12:42 Li gorî anketa TTB’ê xebatkarên tenduristiyê di bin rîskê de ne
12:39 Li Amedê hejmara kesên bi vîrûsê ketine ji 150 derbas kir
12:18 ‘Qeyûn herî zêde êrîşî destkeftiyên jinan dike'
12:04 SES’ê têkildarî zarokên bi koronayê ketine daxuyanî da
12:03 Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhayê hişyariya maske
12:02 Tirkiye bi zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt rêza 12’emîn
11:35 Li Çermîkê 7 mal kirin bin qarantînayê
11:33 Bilgen: Pêvajoya qeyûm, pêvajoya bêçaretiyê ye
11:02 Danişîna dayika 2 berastengan Elîf Kisa ya girtî sibe ye
10:40 Xwendekarên Zanîngehê: Pergal ji vîrûsê kujertir e
10:33 Hamî yê bi felc 7 meh in bi tena serê xwe dijî: Bila qedexeya derveyî welat ji ser min were rakirin
10:19 Prof. Dr. Coşkun: Divê pisporên tenduristiya ruh jî di Lijneya Zanistê de cih bigirin
10:18 ‘Karkerên ji ber vîrûsê bimirin, cînayeta kare’
10:00 Esnaf hem li dijî koronayê hem jî li dijî hilweşandinê têdikoşe
09:09 'Deriyê zindanan venekin em ê dakevin qadan'
09:09 ‘Girtîgehan bikin nexweşxane’
09:07 Serokê Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Divê pisporên tenduristiya gel vê şewbê bi rê ve bibin
09:05 'Bila bavê min û girtiyên nexweş hemû bên berdan'
09:04 Xizmên girtiyan: Bila girtîgeh giş bên valakirin
09:02 Qeyûmê Mêrdînê vê carê jî di bin navê 'bedêla lênerînê' de heqê avê biha kir
09:01 Fikir û nêrîna welatiyan a ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê
09:00 ROJEVA 31’Ê ADARÊ 2020'AN
08:18 Ji bo kampa Mexmûrê li ser medya civakî kampanya hat destpêkirin
30/03/2020
20:55 Li Erzingan û Dersimê 4 gund hatin karantînakirin
19:56 Li Tirkiyeyê hêjmara kesên ji ber coronayê mirin bû 168
18:48 39 saziyên civakî: Em di înfazê de wekheviyê dixwazin
17:35 Li Qamişloyê xebatên li dijî vîrusê didomin
17:13 Berdevkê QSD'ê têkildarî girtîgehê daxuyanî da
17:03 MED TUHAD-FED ji bo girtiyan dest bi kampanya 1 milyon îmze dike
17:01 Bersiva ji bo Wezîr Gul: Ji bo girtîgehan tevdîra pêwîst berdana girtiyan e
16:40 Li 39 deveran karantîna tê sepandin
16:28 Ji bo kesên ji Stenbolê hatine Mêrdînê hişyarî!
16:12 Li ber şaxên PTT’ê tevî bariyeran jî xelk dikeve dorê
16:06 Berdevkê CHP'ê: Îqtîdar ji berpirsiyariyê direve
15:42 Ji Bo Hemû Xebatkaran Platforma Tenduristiyê hat avakirin
15:36 Komeleya Jinê ya Rosayê pergala xebatên xwe parve kir
15:32 Karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ‘ne serkeftî’ hatin hesibandin çalakî kirin
15:29 Li Qersê 3 gund û taxek xistin karantînayê
15:27 'Zarokên bi vîrûs û bê vîrûs xistin heman unîteyê'
14:53 'Em şopa lingên ruhê Kizilderê dişopîn in'
14:53 Li gund tenê malbata zarokê bi koronayê ketiye testa wan hatiye kirin
14:46 Walîtiya Amedê alîkariya HDP’ê ya ji bo extiyaran asteng kir
14:40 Keştiya Ro-Ro ya li Deryaya Egeyê bi şika vîrûsê li holê ma
14:38 Sancar banga ‘Navenda Koordînasyona Krîzê ya Neteweyî’ kir
14:24 Wezîrê Dadê: Personêlên girtîgehan wê neçin malên xwe