'Ne welatî divê, dewlet bibe desteka welatiyan'

img

STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî kampanya Serokomar Erdogan a "Kampanya Alîkarî û Piştevaniya Civakî" da û destnişan kirin ku divê ne welatî bibin desteka dewletê, divê dewlet piştekê bide welatiyan. 

 
Piştî li Tirkiyeyê şewba vîrûsa corona (covît-19) belav bû, bi biryarnameya Wezîrê Karên Hundir bi hezaran qahwexane, cafe, salon û kargeri hatin girtin. Bi vê yekê re bi deh hezarankarker bê heq ji kar hatin dûrxistin û şandin malên wan. Derxistin destûra bê heq. DÎSK'ê xwest di çarçoveya tekoşîna li dijî şewba vîrûsê de ewlehiya kar a karkeran bê stendin û mafê wan bê parastin. 
 
Li aliyê din Serokomar Tayyip Erdogan ewil di çarçoveya şewba vîrûsê de pakêta "Mertalê Îstîkrara Aborî" aşkere kir. Di axaftina xwe ya dawî diyar kir ku deynê şîrketan ên sîgorta, pîrîm û deyên din taloq dikin.  Serokomar Erdogan herî dawî "Kampanya Alîkarî û Piştevaniya Civakî" aşkere kir û xwest welatî alîkariyê bidin dewletê. Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî kampanya Erdogan dan û destnişan kirin ku li şûna welatî bibin alîkariya dewletê divê dewlet piştekê bide welatiyan. 
 
GULUM: EV NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum, ani ziman ku ev helwest nayê qebûlkirin û xwest dewlet hemû derfet û çavkaniyên xwe ji bo xizmet û pêdiviyên jiyanê yên gel pêşkêş bike. Gulum, anî ziman ku ji ber vîrûsa corona bi hezaran welatî bê kar man û bi milyonan welatî nikarin debarê bikin û wiha got: "Bi milyonan welatî nikarin debara xwe bikin. Jin nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê yekê jin li malê rastî tundiya hundirê malê tên. Li şûna îqtîdar alîkariyê bide gel, pereyan ji gel dixwaze. Li welatên cîhanê ji bo gel butçe tê veqetandin, lê Tirkiye wekî berê bar dide ser pişta gel. Erka dewletê ne li ser pişta gel pereyan kom bike ye. Dijberî vê yekê divê pereyên sermayedaran kom bike û bide gel. Ev teqez nayê qebûlkirin." 
 
TUMUKLU: TENÊ LI XWE DIFIKIRIN
 
Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu jî anî ziman ku bi vê kampanyayê carek din dîtin ku pergal bi tu awayî li milyonan karker, kedkar û xizanan nafikire û tenê li xwe difikire. Tumuklu wiha got: "Îqtîdar berê li xwe difikire û dixwaze sermayeya hevkarên xwe xelas bike. Di rewşa OHAL'ê de ew qas bac û pere ji gel kom kirin. Me dît ku ev pereyê hat komkirin ne ji bo îro ye. Ev çavkanî ji bo tenê pêşeroja xwe qelas bike hemû li şer û parastina xwe xerç kirin. Lê gel bê parastin hiştin. Serokomar Erdogan dixwaze gel bi zekat, dua bêdeng bike. Carek din hat dîtn ku serdest çiqasî durû ne." 
 
GUNAY: DEWLET NE SAZIYA KU ALÎKARIYÊ BIXWAZE YE
 
Hevserokê Giştî yê Malên Gel Nûrî Gunay jî anî ziman ku ev kampanya hat destpêkirin berdewama planên wan ên berê ye û wiha got: "Em dibînin ku ji bo tenduristiya gel bi israr gav nayên avêtin. Divê terbîrên bên girtin û gavên bêne avêtin tev ji bo tenduristiya gel be. Dema banga "Li malê bimîne" tê kirin divê alternatif û çareserî jî bê pêşxistin. Banga alîkariyê bi temamî li dijî tedbîrên ji bo şewbe ye. Yanî dewlet ne saziya ku alîkaiyê ji welatiyan bixwaze ye. Em dipirsin, bac ji bo çi û kijan rojan ji welatiyan tê komkirin. Em dê dubare vê pirsê bipirsin. 
 
ŞENOGLU: PERE JI BO ÇETEYÊN SÛRIYE Û LÎBYA HEYE LÊ... 
 
Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Sedat Şenoglu jî anî ziman ku ev kampanya hatiye destpêkirin li dijî sinc e û wiha got: "Ne ji ber ku pereyê hikûmetê tune vê bangê dikin. Bi deh milyaran tl didin şîrketên înşaetê. Meaşên ku bidin çeteyen Sûriye û Lîbya heye. Baca kesê dewlemend û sermayedaran efû dikin. Ji bo projeya Kanal İstanbul bi milyaran pere qerç dikin. Divê vana teva paştve bistînin. Bi vê bangê ji gel dixwaze ku gel li çareya serê xwe binere. Bar dide ser pişta gel. Li welatên din dewlet numara ÎBAN'e ya welatiyan dixwaze, lê li Tirkiyeyê tersê wê ye." 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

01/04/2020
13:12 Li gorî Diyanetê berhevkirina zekatê bi reya ÎBAN’ê helal e
13:11 Li Amedê hêjmara kesên bi şewba covît-19 ketine zêde dibe
12:59 Ji bo kampanya dildarî beşdariya bi darê zorê anîn
12:53 Li cîhanê Covid-19: Hêjmara miriyên DYA'yê yên Çînê derbas kirin
12:37 Li Meletiyê banga ‘girtiyan berdin’ hat kirin
12:36 Welatiyê ku ji qarantînaya 14 rojan derket vegot
12:22 KESK: Pêdivî bi piştevaniya civakî heye
12:21 ‘Hêj ne dereng e dayika min a 70 salî berdin
11:56 Li herêmê jiyan ji ber taviya baranê neyînî bandor bû
11:42 Hem li malê dimînin, hem jî hilberînê dikin
11:28 Hevşaredara piştî hat berdan xistin qarantînayê: Li qawîşên biçûk 15-20 girtî dimînin
11:21 OMCT: Li girtîgehên Tirkiyeyê beyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan
11:08 Li girtîgehê bi weazê bergiriya vîrûsa koronayê!
11:07 Serokê Odeya Bijîşkan a Aydinê: Heger wisa dewam bike wê pergala tenduristiyê xera bibe
10:52 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê dest bi kampanya îmzeyê kirin
10:42 'Ne welatî divê, dewlet bibe desteka welatiyan'
10:38 'Li Girtîgeha Ordûyê 3 rojan av nedane girtiyan'
10:36 Hevseroka KCD’ê Guven: Îlana têkçûna dewletê ye
10:04 Xizmên girtiyan pirsa ‘Kanê edalet?’ ji AKP’ê pirsîn
10:03 Ocalan dikeve 71 saliya xwe: Çavê Kurdan li Îmralî û berê wan li Enqereyê ye
09:27 Seroka ÇHD'ê: Tevdîr kêm in, girtîgehan vala bikin
09:09 Ambargoya li Mexmûrê didome: Derfetên me neman
09:08 ‘Corona dê bibe sebebê mirina bi hezaran girtiyan’
09:07 Rojnamevan Turfent: Di malbata gardiyanekî de corona hatiye tespîtkirin!
09:06 Daxwaza ji bo berdana girtiyê nexweş ê 85 salî red kirin: Dibe ku bireve
09:06 ‘Di têkoşîna li dijî coronayê de divê dev ji rantê bê berdan'
09:05 Karkerên bê lepik û maske tên xebitandin: Destûra me ya heftane jî hat betalkirin
09:02 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2020'AN
31/03/2020
20:59 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê girtiyan ji ber vîrûsa coronayê îsyan kir
20:08 Hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 214, hejmara kesên bi vîrûsê ketine bû 13 hezar û 531
19:07 Endama PEN'a Kurd nivîskar Deryaspî hat berdan
18:39 Hevşaredara Şemrexê Ozaydin hat berdan
18:32 Ji ber nûçeyên der barê coronayê de rojnamevan Kanbal dan ber lêpirsînê
17:59 Teklîfa înfazê berpêşî Meclîsê hat kirin: Girtiyên siyasî ne di nav de ne
17:48 Oluç: Erdogan hesabê numara bankê da û ket dîrokê
17:02 Di EBA TV de perwerdehiya ‘zayendperest’
17:01 KCD: Em kampanyayê îmze bikin, bidin îmzekirin
16:28 Odeya Bijîşkan a Enqereyê: Di 30 kedkarên tenduristiyê de korona hat teşhîskirin
16:26 ‘Dervehiştina girtiyên siyasî rê li pêş cudakariyê vedike'
16:01 Qeyûm ji ber bertekan kurdî aktîf kir
16:01 HRW: Tirkiye têkoşîna li dijî koronayê dixe talûkeyê
15:46 Qeyûm tayînê cihê ezayê muxtar jî kirin
15:33 Girtiya nexweş a 70 salî bi erdê re kaş kirin birin revîrê
15:11 HDP’ê astengiyên li pêş xebatên alîkariyê bir meclîsê
14:42 5 kedkarên tenduristiyê hatin binçavkirin
14:41 TUAYDER: Di serî de Ocalan û hemû girtiyan serbest berdin
14:11 KESK: Vîrûs wekî AKP'ê cudakariyê naxe nava girtiyan
14:01 Li mala Seferî Yilmaz alava dengir hat dîtin
14:00 Zarokê ku sewal diçirand cîsmekî ku li erdê dît di deste wî de teqiya
13:51 Dostê Kurdan û şoreşgerê Yûnan Glezos jiyana xwe ji dest da
13:51 Hevşaredara Şemrexê ya girtî bi gumana vîrûsê xistin karantînayê
13:50 Walîtiya Osmaniyeyê afîşên vîrûsê yên HDP’ê asteng kir
13:08 Grûp Yorûm: Baweriya me bi gotinên Wezareta Karê Hundir nayê
13:06 Ji ber nûçeyên têkildarî vîrûsa koronayê Rojnameger Oktay Candemîr vexwendin îfadeyê
13:01 Li Edenê 550 kes ji ber vîrûsa korona tên dermankirin
12:42 Li gorî anketa TTB’ê xebatkarên tenduristiyê di bin rîskê de ne
12:39 Li Amedê hejmara kesên bi vîrûsê ketine ji 150 derbas kir
12:18 ‘Qeyûn herî zêde êrîşî destkeftiyên jinan dike'
12:04 SES’ê têkildarî zarokên bi koronayê ketine daxuyanî da
12:03 Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhayê hişyariya maske
12:02 Tirkiye bi zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt rêza 12’emîn
11:35 Li Çermîkê 7 mal kirin bin qarantînayê
11:33 Bilgen: Pêvajoya qeyûm, pêvajoya bêçaretiyê ye
11:02 Danişîna dayika 2 berastengan Elîf Kisa ya girtî sibe ye
10:40 Xwendekarên Zanîngehê: Pergal ji vîrûsê kujertir e
10:33 Hamî yê bi felc 7 meh in bi tena serê xwe dijî: Bila qedexeya derveyî welat ji ser min were rakirin
10:19 Prof. Dr. Coşkun: Divê pisporên tenduristiya ruh jî di Lijneya Zanistê de cih bigirin
10:18 ‘Karkerên ji ber vîrûsê bimirin, cînayeta kare’
10:00 Esnaf hem li dijî koronayê hem jî li dijî hilweşandinê têdikoşe
09:09 'Deriyê zindanan venekin em ê dakevin qadan'
09:09 ‘Girtîgehan bikin nexweşxane’
09:07 Serokê Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Divê pisporên tenduristiya gel vê şewbê bi rê ve bibin
09:05 'Bila bavê min û girtiyên nexweş hemû bên berdan'
09:04 Xizmên girtiyan: Bila girtîgeh giş bên valakirin
09:02 Qeyûmê Mêrdînê vê carê jî di bin navê 'bedêla lênerînê' de heqê avê biha kir
09:01 Fikir û nêrîna welatiyan a ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê
09:00 ROJEVA 31’Ê ADARÊ 2020'AN
08:18 Ji bo kampa Mexmûrê li ser medya civakî kampanya hat destpêkirin
30/03/2020
20:55 Li Erzingan û Dersimê 4 gund hatin karantînakirin
19:56 Li Tirkiyeyê hêjmara kesên ji ber coronayê mirin bû 168
18:48 39 saziyên civakî: Em di înfazê de wekheviyê dixwazin
17:35 Li Qamişloyê xebatên li dijî vîrusê didomin
17:13 Berdevkê QSD'ê têkildarî girtîgehê daxuyanî da
17:03 MED TUHAD-FED ji bo girtiyan dest bi kampanya 1 milyon îmze dike
17:01 Bersiva ji bo Wezîr Gul: Ji bo girtîgehan tevdîra pêwîst berdana girtiyan e
16:40 Li 39 deveran karantîna tê sepandin
16:28 Ji bo kesên ji Stenbolê hatine Mêrdînê hişyarî!
16:12 Li ber şaxên PTT’ê tevî bariyeran jî xelk dikeve dorê
16:06 Berdevkê CHP'ê: Îqtîdar ji berpirsiyariyê direve
15:42 Ji Bo Hemû Xebatkaran Platforma Tenduristiyê hat avakirin
15:36 Komeleya Jinê ya Rosayê pergala xebatên xwe parve kir
15:32 Karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ‘ne serkeftî’ hatin hesibandin çalakî kirin
15:29 Li Qersê 3 gund û taxek xistin karantînayê
15:27 'Zarokên bi vîrûs û bê vîrûs xistin heman unîteyê'
14:53 'Em şopa lingên ruhê Kizilderê dişopîn in'
14:53 Li gund tenê malbata zarokê bi koronayê ketiye testa wan hatiye kirin
14:46 Walîtiya Amedê alîkariya HDP’ê ya ji bo extiyaran asteng kir
14:40 Keştiya Ro-Ro ya li Deryaya Egeyê bi şika vîrûsê li holê ma
14:38 Sancar banga ‘Navenda Koordînasyona Krîzê ya Neteweyî’ kir
14:24 Wezîrê Dadê: Personêlên girtîgehan wê neçin malên xwe