Kesên bêtemînat dişixulin li benda tevdîrine aborî ne

img
AMED - Kesên bêtemînat û derî tomarkirinê dişixulin, xwestin ji bo wan jî tevdîrên aborî bên girtin. 
 
Piştî şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) belav bû û her diçe bandorên wê girantir dibin, hikûmet jî hin tevdîrên girtin. Lê belê tê nîqaşkirin ku tevdîrên tên girtin wê pirssgirêkan çareser nekin. Hikûmetê ji bo pêşî li ber betaliyê û derxistina ji kar bigire ji bo destûra bêheq ku wê roja wê 39 TL be ket nav hewldanan. Lê belê sendîka û muxalefet bertekê nîşanî vê hewldana hikûmet didin. Her wiha kesên di karên bêtemînat û derî tomarkirinê dixebitin jî dixwazin ji bo wan jî tevdîrên aborî bên girtin. 
 
Li navçeya Rezan a Amedê, kesên bêtemînat dixebitin, diyar kirin ku ji bo debara xwe bikin mecbûr in bişixulin û xwestin di vê pêvajoyê de ji bo wan jî hin gav bên avêtin. Firoşkaran, destnîşan kir ku ji ber betaliyê di karên bêtemînat de dişixulin û gotin, ji ber vîrûsê rewşa karê wan jî nebaş e. 
 
Bawer Çoban ku ji bo debara xwe bike li ser peyarêyekê bi awayekî seyarî tostan çêdike, diyar kir ku di vê pêvajoyê de karê wan jî ji sedî 75 kêm bûye û got: "Ji bo xercaneya xwe em tên dişixulin. Mixabin ji bo em debara malbata xwe û zarokên xwe bikin em nayên nakin. Êdî em nikarin heqê fatûreyên ceryanê, av û gaza xwezayî jî bidin. Hejmara mişteriyên min pir kêm bûye. Esnaf dikanên xwe venakin. Gava dibistan vekirîbûn karê min baş bû, lê niha ew jî girtî ne." 
 
'GEL PERÎŞAN BÛYE'
 
Çoban, anî ziman ku wekî wî gelek kesên di karên bêtemînat de dişixulin perîşan bûne û got: "Gel perîşan bûye. Kar nemaye. Berê rojê 12-13 saetan dişixulîm. Lê niha herî zêde 4 saetan dişixulim. Çimkî îş tuneye. Ez jî ji adiî têm, ji bo mişteriyê min ji dest min neçin." 
 
'DIVÊ HIKÛMET ALÎKARIYÊ BIKE' 
 
Çoban, got: "Em dixwazin hikûmet tiştekî bike. Em ê heya ciyekî karibin îdare bikin. Ev bûye sedema bêaramiyê. Berê min bi vî cihê biçûk debara 12 kesan dikir. Lê niha nikarim bikim." 
 
Zafer Ayyildiz ku donera mirîşkan çêdike û difiroşe jî anî ziman ku herî zêde wan bandor ji vê şewbê girtiye û got: "Di vê pêvajoyê de herî zêd eme bandor ji krîzê girtiye. Niha ji çar paran em parekê difiroşin. Beriya şewbê min 40 kîlo got difirot, lê niha 10 kîloyan. Mirov êdî nanê derve naxwin. Ditirsin. Gava qelebalixî hebû karê me jî baş bû, lê niha li derve kes tuneye. Êdî mirovên xerîb nayên. Ji bo heqê kirê û ji bo ji berîka xwe nexwim dişixulim. Lê niha em nikarin heqê fatûreyên xwe jî bidin. Ji ber vê min xebatkarek xwe ji kar derxist, bi tenê dişixulim. Heta ji destê me tê em li paqijiya xwe miqate ne. Em bi lepikan dişixulin." 
 
'BANDOR LI ME JÎ KIR' 
 
Ferît Kuntaş ku karê kezebê çêdike û difiroşe jî diyar kir ku wan jî hinekî bandor ji şewbê girtiye û got, sedema vê jî ji be rku aşxane girtî ne mişteriyên wan tên cem wan. Kuntaş, got: "Piranî em biroj vedikin. Mişteriyên me hene. Gelek aşxane girtîne. Piraniya mişteriyên wan jî tên cem me. Bi şev kar pir tuneye. Ev yek di karê êvarî de bandor li me kiriye. Eynêî wekî berê em paqijiya xwe dikin. Ji xwe mişteriyên me bi vê yekê dizanin. Lê helbet di vê serdemê de em hê bêtir lê miqate ne." 
 

Sernavên din

11/04/2020
10:45 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar dibêje 'Yên ji min bila bijî, yên ne ji min bila nejîn
09:55 Malbatên gritiyan: Heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin
09:31 Dayika Egît Îpek: Em ne li benda vê hovîtiyê bûn
09:30 Tevnên piştevaniyê yên li Stenbolê mezin dibin
09:10 Li Girtîgeha Şakranê testa 2 bijîşkan pozîtîf derketiye: Maske û lepikan nadin girtiyan!
09:05 MEBYA-DER: Şandina cenaze ya bi PTT'ê dijminantiya li dijî Kurdan e
09:03 Derûnînasên Mezopomyayê: Di rojên li malê de Lîstikên xwe hînî zarokên xwe bikin
09:03 Karkerên li Quweytê hatin şixulandin dawa heqê xwe dikin
09:03 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Hê bêtir wijdanan xwînî nekin
09:01 Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Guven: Karker divê mafê xwe bi kar bînin û dev ji hilberînê berdin
09:00 Kesên bêtemînat dişixulin li benda tevdîrine aborî ne
09:00 Di pêşnûmaya qanûna înfazê de cezayê zarokên girtî tê zêdekirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2020'AN
10/04/2020
22:34 Qedexeya hevdîtinên li girtîgehan heya 30'yê Nîsanê hatin taloqkirin
22:06 Wezareta Karên Navxweyî li 31 bajaran qedexeya derketina derve îlan kir
19:57 Li Tirkiyeyê 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê mirin
19:24 Cenazeyê Agît Îpekê ku bi PTT'ê re hatibû şandin hat definkirin
18:02 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:37 OHD û MED TUHAD FED’ê giliyê îşkenceyê kirin
16:36 TUAY-DER: Cudakariyê nexin navbera girtiyan
16:16 Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin
15:50 Li Amedê li şûna nexweşxanê, li malan mirovan derman dikin
15:33 Karkerê madenê li Soma di bin hezanê de mir
15:20 HDP'a Mêrdînê banga kampanya Malbatên Xwişk û Bira kir
15:08 2 taxên Wanê xistin qarantînayê
15:04 Guzel pêşniyazpirsa ‘cihên bi ewle’ pêşkêşî wezîr Zehra Selçûk kir
14:53 Ketin û derketin Basa ji ber vîrûsa korona hat astengkirin
14:34 Vîrûsê pergala cîhanê ya tenduristiyê têk bir
14:22 Li Îranê 122 kesên din ji ber vîrûsê mirin
13:52 Zaroka di bin malzemeyên înşatê de ma jiyana xwe ji dest da
13:40 Ji 53 kesên tev li şer bûn re 167 hezar tl cezayê ‘mesafeya civakî' birîn
13:39 Ji Wezîrê Dadê pirsa ‘gelo wê tecrit dewam bike?’ pirsî
13:21 3 gundên din ên Mêrdînê xistin qarantînayê
13:08 Li Cîhanê Covît-19: Zêdeyî 95 hezarî kes bi vîrûsê mirin
12:42 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
12:34 ATO: Çima kontrola testên xebatkarên tenduristiyê hat rawestandin?
12:29 Bîranîna 10'ê Cotmehê dê li ser medya civakî kirin
12:07 Kesê mir testa wî negatîf, a hevjîn û keça wî jî pozîtîf derketin
12:02 Gunay: Em bi hevre rê li pêş zagona mirinê bigirin
11:59 Emniyetê ji malbatê re gotiye: Bûyerê mezin û belav nekin
11:25 Bûldan: Divê gavên şênber bên avêtin
11:13 Li Girtîgeha Rihayê lêgerîn heye, lê cîhaza agirê laş dipîve tune
10:47 Durmuş: Em ne bi çekan, bi piştevaniyê dikarin şewba corona têk bibin
10:20 Hasîp Kaplan: Îqtidarê dixwaze cezayê muxalifan hîn bêtir zêde bike
10:05 Prof. Dr. Hamzaoglû: Pergala tenduristiyê têk çûye
10:01 Hevserokê HDP’ê Ceylan: Me 3 hezar malbat diyar kirin
10:00 Bavê ku 4 zarokên wî girtî: Girtîgehan bikin nexweşxane
09:46 10 xalên zagona înfazê hatin qebûlkirin
09:01 Girtiyên nîşaneyên vîrûsa coronayê bi wan re hene nebirine nexweşxaneyê!
09:01 Ev gund xwe bi xwe tevdîrên xwe girtine
09:01 Ozdag: Heya qezenca zêde neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin
09:01 Esnafên Stenbolê: Hikûmet li bendê ye em çareyekê bibînin!
09:01 Bertek nîşanî biryara çêkirina fabrîkeya plastîkan dan
09:01 Pasajên li Rihayê ji ber koronayê li ber girtinê ne
09:00 ‘Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye’
09:00 Bi helandina berfê re girên çopê derketin holê
09:00 Li Stenbolê di 20 dermanxaneyan de Covîd-19 hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2020'AN
09/04/2020
19:45 Li Tirkiyeyê 96 kesên din jî mirin: Hejmara miriyan bi giştî bû 908
18:38 Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Ebu Hanzala disa hat girtin
18:09 SES: Li Enqereyê di rojekê de 9 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
17:57 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Herî kêm 35 girtî li Îranê hatin kuştin
16:25 Testa girtiyê hat îdîakirin întîhar kiriye negatîf derket
15:49 Baroya Êlihê: Li girtiyan xistin
14:58 Li Amedê tedawiya 171 nexwşin vîrûsê didome
14:48 FÎDH ji bo girtî bêne berdan dest bi kampanyayê kir
14:22 Li Pasûrê operasyona eskerî bi binçavkirinan didome
14:01 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
13:38 Olûç: Piştî efûya Rahşan niha jî efûya alîgir derxistin
13:33 'Ne alîkarî piştevaniye'
13:32 Parlamentera HDP'ê Semra Guzel: Em bang li her kesî dikin ku nanê xwe parve bikin
12:53 Bijîşkê girtîgehê got ‘tiştek bi yê lêdixe nabe’ û rapora lêdanê neda
12:34 ‘Cudatî dikuje, wekhevî dide jiyandin’
12:33 5 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
12:33 Li Sûrê avahiyek xistin qarantînayê
12:08 Malbatan serî li ÎHD’ê dan: Li Sîlîvrî testa 2 girtiyan pozîtîf derket
11:59 Li cîhanê rewşa vîrûsa corona: 88 hezar û 531 mirov mirin
11:38 Paylan: Welatî wê di meha gulanê de keviran bixwin gelo?
11:32 Tê xweztin ku ser cînayeta Gulistan Dokû bi “întîharê” bê girtin
11:31 Nexweşê pençeşêre terkî mirinê kirin
11:23 Ji ber vîrûsa korona wê krîza aborî kûrtir bibe
11:04 Roberto Esposito: Divê ewil girtiyên siyasî werin berdan
10:27 Li Navçeya Nisêbînê kesekî din bi corona can da
10:22 Ertûgrûl Kurkçu: Divê ku têkoşîna li dijî vîrûsê bibe sedema pêla piştevaniyê
10:22 Ji bo penaberan banga piştevaniyê
09:46 ‘Jinên serî li malên stargehan didin, bi şewba vîrûsê ditirsîn in’
09:42 Di 4 salan de 22 welatiyan bi teqemeniyan can dan
09:05 ‘Tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye’
09:04 ‘Li fabrîkeyan divê hilberîn bê sekinandin, derxistina ji kar bê qedexekirin'
09:03 ANYAKAY-DER: Ji bo tenduristiya Ocalan demildest gavan bavêjin
09:03 Zonguldakî: Xizmeta tenduristiyî kêm e
09:03 'Rojnamevan tên girtin, çapemeniya muxalif tê qedexekirin'
09:03 Der bar Mizrakli de vê carê jî bi 'propandaya rêxistinê' dozek din
09:02 Muftuoglû: Budçeya ji bo çekan tê xerckirin, bila ji bi tenduristiyê bê xerckirin
09:02 Serokê ZMO'yê Ûcaman: Em reqabeta neheq a di navbera cotkaran de qebûl nakin
09:01 Ji bo xwişk û birayên girtî û nexweş gazî kir: Hûn ê ji bin vî barî dernekevin
09:01 Ekolojist Aksu: Pêwiste li dijî şewbê Rojava mînak bigirin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2020'AN
08/04/2020
20:21 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê mirine bû 812
16:56 Eskeran ketin û derketina Gundê Şawîşa ya Pasûrê girtin