Li Qersê 'Kampanyaya Xwişk û Bira': 23 malbat gihan xwişk û birayê xwe

  • rojane
  • 09:05 12 Nîsan 2020
  • |
img
QERS - Di çarçoveya "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya HDP'ê de, li Qersê 23 malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye, pêwendiya wan bi malbatên dixwazin piştevaniya wan bikin re hat danîn. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, got: "Ev kampanya careke din piştevaniya gelên me nîşan da." 
 
"Kampanyaya Xwişk û Bira" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gelek bajarên herêmê hêdî hêdî pêk tê. Di vê çarçoveyê de ku Qersê jî 23 malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye, pêwendiya wan bi malbatên dixwazin piştevaniya wan bikin re hat danîn. Hevşaredara Şaredariya Qersê Şevîn Alaca, xwest ew di çaçroveya vê kampanyayê de gelan bînin cem hevdu. 
 
Alaca, diyar kir ku li Qersê şewba coronayê pir belav nebûye, lê belê ji ber ku mirov ji metrepolan hatine bajêr rîska belavbûnê hinekî zêde bûye. Alaca, anî ziman ku piştî şewb derketiye holê derfetên şaredariyê hemû seferber kirine. Alaca, da zanîn ku piştî şewb derketiye holê çend roj şûnde maseya krîzê çêkirine û plansaziyeke lezgîn amade kirine û dest bi kar û bar kirie. Alaca, got: "Pêşî me dest bi dezenfektekirine deverên ekirî ku gel diçê kirin. Hê jî ev dever tên dezenfektekirin. Her wiha li gor derfetên xwe em heman xebatê li navçeyan jî dikin. Her wiha em di bin banê 'Midûriyeta Nihêrîna li Malê' ya şaredariyê de jî pêdiviyên welatiyên ku derketina wan a derve qedexeye pêk tînin. Em paqijiya wan a rojane û alvêra wan a rojane jî dikin." 
 
‘JI BER BIRYARÊN ÎQTIDARÊ EM NIKARIN ALÎKARIYÊ BIKIN' 
 
Alaca, destnîşan kir ku li têketin û derketina bajêr noqteyên kontrolê çêkirine û kesên tên bajêr qeyda wan çêdikin û got, her wiha ji bo li dijî vê pêvajoya şewba coronayê baş tev bigerin bi hewldanên Konseya Bajêr bi rêya telekonferansê bi mirovên zanyar û pisporan re jî diaxifin. Alaca, anî ziman ku niha tenê ne di warê tenduristiyê de di warê aborî de jî krîzek heye û got: "Li Qersê hejmara keêsn betal zêde ye. Bi vê şewbê re pirsgirêkên aborî zêdetir bûn. Piştî şewb belav bû bi sedan mirov ji bo alîkariyê serî li şaredariya me dan. Me jî li bajêr malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye tespît kirin. Piştî tespîtkirinê me gazî esnafên bajêr kirin ku em koliyên alîkariyê amade bikin, lê belê ji ber biryara ku îqtidarê girt me nikaribû ev yek bidomanda." 
 
KAMPANYAYA XWIŞK Û BIRA 
 
Alaca, anî ziman ku niha ew hewl didin tevkariyê bi kampanyaya HDP'ê re bikin û got: "Li bajêr malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye hatin tespîtkirin û alîkariya gelek mirovan hat kirin. Bi taybetî jî gelek welatiyên li derveyî Qersê dijîn diyar kirin ew ê piştgiriya vê kampanyayê bikin. Di demek kin de me zêdetirî 100 malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye tespîtkirin. Me pêwendiya wan malbatan û malbatên pêdiviya wna bi alîkariyê heye bi hev re daanî. Heya niha me pêwendiya 23 malbatên xwişk û bira bi hev re daniye. Di demên wiha de alîkarî pir girîng e. Divê alîkariyên wiha neyên astengkirin. Niha rewşa aboriyê qte nebaş e û divê alîkariya mirovên di mal de ne bê kirin. Heger em nikaribin vê yekê pêk bînin nexwe tu fêdeya banga ji bo 'dimaldemayînê' namîne. Eleqeyek mezin ji bo kampanyaya xwişk û bira heye. Em hewl didin vê yekê mezintir bikin." 
 
‘EV DER TIRKIYEYEKE BIÇÛK E' 
 
Alaca, anî ziman ku piştî pêwendiya malbatan pev re hatiye danîn, malbat çûne marketan û pêdiviyên xwe peyda kirine û got: "Li vî bajarî gelek nasname jiyanek ava kir. Em dixwazin bi vê kampanyayê rengên li vira bînin cem hev du. Di çarçoveya vê kampnayayê de alîkariya tê kirin pir girîng e. Qers, ji bo gelên vira Tirkiyeyeke biçûk e û ew bajar e ku em dikarin jiyana pev re ava bikin. Ev kampanya careke din piştevaniya gelên me nîşan da. Çimkî wisa xuyaye di vê şewbê de wê rewşa aborî domdirêj neajo. Loma piştevanî pir girîng e. Divê gelê me li gor hemû pîvanan tev bigere û piştevaniyê jî ji bîr neke." 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

13/04/2020
14:19 Dildarên li Sûrê nan li welatiyan belav kirin
14:09 Di çapemeniya cîhanê de Covid-19: Dermanê vîrûsê hevkarî ye
13:50 Mirina nûnerê sendîkayê ya ji koronayê weke ‘nexweşiya vegir’ ragihandin
13:48 Wezîrê Dadê Gul: 3 hikumxwaran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
13:48 Platforma Jinan a Dersimê: Ser gumanbar parastin û veşartin
13:37 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Ne rêveberiya şewbê ye rêveberiya bertîlê ye
13:23 Ji Gunay daxuyaniya îstifayê: Şerê desthilatê ye
13:13 Soylu duh îstîfa kir îro dewam kir
13:01 Xwişka Gulistan Dokû: Her tişt zelal e hûn li benda çi ne?
12:58 Ne tahliye dikin ne jî derdixin dadgehê
12:54 Li Îzmîrê, 266 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
12:38 Girtiyên hejmara li piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin
12:33 Qeyûmê Mêrdînê du zem li ser hev kir
12:32 Piştî raperînê 220 girtî carek din hatin girtin
12:12 Groenland bû herêma ewil ku ji Kovîd-19 rizgar bûye
12:08 Di sibatê deynê îthalatê bi 1.23 milyar dolarî ji îxracata Tirkiyeyê zêdetir bû
11:42 Ji bo Gulistan Doku ya 100 rojin agahiyê jê nayê girtin bang
11:35 Darizandina îstîhbaratê jî dikin yasayî
11:30 ÎHA nûçeya têkildarî Soylu paşve kişand û lêborîn xwest
11:29 Li Amedê kesên ji ber vîrûsa koronayê mirin gişt 19’an
11:13 Gulistan Doku 100 rojin winda ye: Dewletê ji bo neyê dîtin her tişt kir
10:57 Di sererastkirina înfazê de 55 xal hatin qebûlkirin û 3 xal jî hatin guhertin
10:46 Li Cîhanê Covid-19: Li DYA zêdeyî 20 hezar li cîhanê 114 hezar mirov mirin
10:08 ‘Ev şewb hişyariya xwezayê ya ji bo însanan e’
10:07 Di ser operasyona 14'ê Nîsanê re 11 sal borîn
09:32 Xwestine ekipmana ku nedane weke dane nîşan bidin
09:18 ‘Krîza aborî û şewbê nişanda ku AKP nikare welat birêve bibe’
09:17 Kontrola asansorê ji TMMOB’ê girt, da şîrketek nêzî AKP’ê
09:17 Girtiyê nexweş ê di 20 rojan de 7 caran rakirin nexweşxanê bernadin
09:16 Pereyek pir zêde ji girtiyên bên berdan ji bo sewqê dixwazin
09:15 Malbatên girtiyan: Di hundirê qanûna înfazê de kîn û neyartî heye
09:14 Li Îzmît, piştevanî ji avahiyan dest pê dike
09:14 ‘ Li şûna tenduristiya gel, berjewendiyên sermayedaran difikirin’
09:02 ‘Nêzîkatiya cenazeyan hiqûqa dijminatiyê ye’
09:01 ROJEVA 13'YÊ NÎSANA 2020'AN
12/04/2020
23:17 Wezareta Karê Hûndir: Qedexeya 2 rojan ji saet 24.00’an ve dawî dibe
21:40 Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû îstîfa kir
20:21 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 1198’an
19:25 Li Erxeniyê avahiyek xistin karantînayê
18:45 Girtiyê nexweş Fîlîz: Dengê min bibihîzin
18:23 HDP: Em Îran û hevkarên Îranê yên siyasetmedarê Kurd darvekirin şermezar dikin
17:20 Şaredariya di destê qeyûm de dezenfekta sexte belav kir
16:48 ‘Em bi hevre tora piştevaniyê bihûnin'
16:35 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê berpirsyar lêborînê bixwazin
16:34 Feleknaz Uca: Dixwazin girtîgehan bikin goristanên komî
15:41 30 xebatkarên tenduristiyê li maşîna 14 kesan suyar kirin
15:31 Sancar: Divê Wezîrê Karên Hundir ji peywirê were girtin
14:51 Xebata Îttîfaqa Kurdistanê: Ji Zagona li dijî aştiya civakê re bêjin NA
14:09 Li Amedê di encama îhmalê de nexweşek û xebatkarekî tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:32 Ketin û derketina parkan ên li Êlihê qedexe kirin
13:29 Ji OHD’ê daxuyaniya cenaze: Em ê li Tirkiye û qada naveneteweyî her cure serlêdanê bikin
13:12 MED TUHAD-FED: Bijîşkê çûye qawîşên girtiyan bi şewba Covît-19'ê ye
12:11 Meclisa Ciwanên HDP'ê: Şandina cenaze ya bi PTT'ê li dijî mirovahiyê ye
11:43 Ji bo 2 Navçeyan hişyariya erdhejê
11:38 ÎGC'ê êrîşa li rijî rojnameger Tanriverdî şermezar kir
11:08 Xebatkarên tenduristiyê: Me nizanibû em bi çi re rû bi rû bimînin
11:07 Di pêvajoya qarantînayê de tundiya li dijî jinê ji sedî 27 zêde bû
09:59 Rojnameger: Wê tecrîda li ser girtiyan girantir bibe
09:45 Çend wêne ji kolanên Amedê yên qedexe
09:20 Girtiyan ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bang kirin
09:09 'Kareki me yê em karibin nan ji zarokên xwe re bibin tuneye'
09:08 Ji bo xebatkarên tenduristiyê 2 hezar sîperdank çêkirin
09:08 Li Şirnexê ji bo 'Kampanyaya Xwişk û Bira' hezar malbat hatin diyarkirin
09:07 Dest bi kesixandina spîndaran kirin
09:06 Derûnas Çaki: Nehêlin fikar jiyana we kontrol bikin
09:05 Li Qersê 'Kampanyaya Xwişk û Bira': 23 malbat gihan xwişk û birayê xwe
09:01 Guven: Kesên ji xwe re dibêjin 'ez mirov im' vî tiştî nakin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2020'AN
08:35 Li cîhanê Covît-19: 106 Hezar û 347 kes mirin
07:56 Meclîsê 30 xalên qanûna înfazê qebûl kir
07:46 Sabrî Kaya cara 3'emin rakirin nexweşxaneyê
11/04/2020
20:47 Li Tirkiyeyê di mehekê de 1101 kes bi vîrûsê mirin
19:05 'Îqtîdar vîrûsê belav dike'
18:22 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Jin dê vî wêne ji bîr nekin
18:10 Meclisa Îştarê Uweyş Ocalan bi bîr anîn
17:04 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnamegerên girtî bêne berdan
16:48 4 hezar û 357 kes li Îranê bi vîrûsê mirin
16:25 Li ber qereqolê dar qetil kirin
16:08 Wekîlê AKP’î di kargoyê de cenaze şandin parast
16:05 Karabat ê CHP’î: Îzolasyona mehekî di du saetan de hat tunekirin
16:04 Bila Fatma Tokmak serbest bê berdan
15:46 Xizmên windayan pirsa faîlên Abdussamet Çîçek kirin
15:35 'Li ser doşekekê 3 girtî radizên'
15:26 Li Amedê 2 kes bi vîrûsa corona mirin
15:25 Dayikên Şemiyê: Em gorên zarokên xwe dixwazin
14:37 Welatiyê ji nexweşxaneyê şandin malê, qeyrana dil derbas kir û mir
14:31 Mesafeya civakî di 2 saetan de tine kirin
14:15 Dermangerek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:29 'Girtiyê nexweş Adem Amaç ê enfeksiyon girt berdin’
13:28 ÎHD: Îlankirina qedexeyê ya 2 saet beriya destpêka qedexeyê nayê qebûlkirin
13:27 Li Berwariyê kesek testa pozîtîf pê re derket jiyana xwe ji dest da
13:05 HDP'ê cenazeyê Îpek ê bi PTT’ê hat şandin, bir rojeva Meclîsê
12:55 Nûnerên sendîkayan: Qedexeya du rojî ji bo kara patronan e
12:39 Baroya Stenbolê: Jin êdî bi baweriya dê neyên cezakirin serlêdan nakin
12:31 Rejîma Îranê girtiyê kurd Selîmî bi darve kir
12:14 Bertekên li dijî cenazeyê bi PTT’ê hat şandin: Kiryarek wiha li ser rûyê erdê nehatiye dîtin
11:23 Ji Stenbolê bertek: Bi vê qedexeya ji nişkeve me şandin mirinê
11:16 Li Hevşaredara Wanê doza Hevserokatiyê vekirin
10:56 ‘Name nîn im, Stranek im…’
10:55 Temel: Ambargoya li Maxmûrê şerme, divê bê rakirin