MED TUHAD-FED: Bijîşkê çûye qawîşên girtiyan bi şewba Covît-19'ê ye

  • rojane
  • 13:12 12 Nîsan 2020
  • |
img
AMED - MED TUHAD-FED'ê têkildarî rewşa girtîgehan û talûkeya vîrûsa corona a li dijî girtiyan daxuyanî da û diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bijîşkê ku çûye qawîşa girtiyan bi şewşa vîrûsa corona ye û dîsa li Girtîgeha Şakranê bijîşkê revîrê bi şewba cîrûsê ye. MED TUHAD-FED'ê destnîşan kir ku girtî bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne û ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên neteweyî û navneteweyi xwestin ku guh bidin dengê wan. 
 
Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Medê (MED TUHAD-FED), li ser talûkeya li dijî girtiyan û zextên li ser girtiyan daxuyanî da.  MED TUHAD-FED'ê bal kişand ser rewş û talûkeya şewba kurevî ku li tevahiya cîhanî û Tirkiyeyê belav bûye û xwest rayedar, parazvanên mafê mirovan û hiqûqê guh bidin bang û daxwazê girtî û malbatên girtiyan. 
MED TUHAD-FED'ê, anî ziman ku li gel hemû serlêdan û daxwazên wan Wezareta Dadê û rayedar li gorî tê xwestin tedbîran nagirin û girtî bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne. Federasyonê da zanîn ku pêkanînên ku hikûmet wekî tedbîr pênase dikin ne tedbîr in û wiha cih da daxuyaniyê: "Ev pêkanînên wezaretê li dijî tedbîran ji bo girtiyan gef e. Berê jî me diyar kiribû ku gardiyanên diçin derve û tê girtîgehê dikarin şewbê bi xwe re derbasî hundir bikin. Rêxistinên tenduristiyê û odeyên pîşeyî jî balê dikişînin ser vê talûkeyê. Ev talûke ji bo girtiyên nexweş û 65 salî rîskek mezin pêş dixe. " 
 
Federasyonê bal kişand ser polîtikaya AKP-MHP'ê û qanûna înfazê ku xistine rojeva meclîsê û wiha li daxuyaniyê zêde kir: "Di vê pakêtê de rêgeza wekheviyê tune ye. Li dijî vê pakêtê hem saziya me û hem jî saziyên neteweyî û navneteweyî bang kiriye û xwestiye li gorî rêgeza hiqûq û wekheviyê bê sererastkirin. Lê mixabin ev bang û daxwaz li ber çavan nehatiye girtin. Pêşnişar, fikar û rexneyên partiyên saysî û rêxistinen civakî li ber çavan nehatiye girtin. Ev hewldan malbatan dixe nava fikarek mezin. 
 
Li gorî serlêdanên malbat û girtiyan ên hatine kirin û serlêdanên parêzeran, binpêkirinên mafan en li girtîgehan wiha ne: 
 
* Li Girtîgeha Tipa D a Amedê xwarina girtiyan pir xerab e. Di xwarine de kezik, kurm û tiytên biyanî derketine. Dîsa ava girtîgehê bê navber qut dibe û bêhn tê. Li hemberî malbatên girtiyan neheqî tê kirin û tevî serledan û îtîrazan tu gav nehatiye avêtin. 
 
* Li Girtîgeha C.İ.K. a Turkoglu ya Mereşê gardiyan tevî copan dikevin hundir û gefan li girtiyan dixwin. Disa mesayefa civakî binpê dikin. 
 
* Li Girtîgeha Tipa T a Wanê, gardiyanan di 03.04.2020'an de bi ser qawîşên 3 kesan de girtine û girti Ramazan Simit, Harun Simit û Fırat Kırdag derb kirine. 
 
* Li Girtigeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê gelek girtiyên nexweş çavên wan nabînin. Qirika wan dişewite û bêhna wan diçike. Li gel vê yekê wan nabin nexweşxaneyan. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa T a Hîlwana Rihayê girtiyên nexweş nabin revîrê. Bijîşk tenê li ser vegotina girtiyan ilacan dinivîsin. Disa girtiyên nexweşên giran wan bi kelepçeyan dibin nexweşxaneyê. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, Bijîşkê ku çûye qawîşa girtiyan, di xwîna wî de vîrusa Covid-19 pozitif derketiye. 
 
* Li Girtîgeha Tipa T a Osmaniye Girtiyê nexweş Sabri Kaya, li gel 3 caran rakirine nexweşxaneyê  û rewşa wî giran e serbest nayê berdan. Şevê din disa rakirine beşa komayê. 
   
* Li Girtîgeha  Şakran a Alîaga ya Îzmirê girtî İsmet Nice ji ber şewba vîrusa Covid-19 jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 4 a Şakranê bijîşkê ku li revîre dinere di testa xwîna wî de Covid-19 pozitif derketye. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girti Şevket Kamiş di yek hucreyê de tê girtin û her roj bi awayekî keyfî li hucreya wî lêgerîn tê kirin. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê kalê 70 salî Mehmet Yeter yê nexweş ji ber vîrûsê li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Her çend bêjin tedbir hatine girtin jî dîsa li girtîgehê Mehmet Yeter jiyana xwe ji dest daye. Ev pêkanîn nîşan didin ku li şûna tedbîr bêne girtin zext û binpêkirinê mafên girtiyan zêde bûne." 
 
Federasyonê herî dawî dîsa bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî kirin û xwest li gorî vê rastiyê guh bidin dengê wan û gavan bavêjin. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13/04/2020
14:19 Dildarên li Sûrê nan li welatiyan belav kirin
14:09 Di çapemeniya cîhanê de Covid-19: Dermanê vîrûsê hevkarî ye
13:50 Mirina nûnerê sendîkayê ya ji koronayê weke ‘nexweşiya vegir’ ragihandin
13:48 Wezîrê Dadê Gul: 3 hikumxwaran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
13:48 Platforma Jinan a Dersimê: Ser gumanbar parastin û veşartin
13:37 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Ne rêveberiya şewbê ye rêveberiya bertîlê ye
13:23 Ji Gunay daxuyaniya îstifayê: Şerê desthilatê ye
13:13 Soylu duh îstîfa kir îro dewam kir
13:01 Xwişka Gulistan Dokû: Her tişt zelal e hûn li benda çi ne?
12:58 Ne tahliye dikin ne jî derdixin dadgehê
12:54 Li Îzmîrê, 266 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
12:38 Girtiyên hejmara li piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin
12:33 Qeyûmê Mêrdînê du zem li ser hev kir
12:32 Piştî raperînê 220 girtî carek din hatin girtin
12:12 Groenland bû herêma ewil ku ji Kovîd-19 rizgar bûye
12:08 Di sibatê deynê îthalatê bi 1.23 milyar dolarî ji îxracata Tirkiyeyê zêdetir bû
11:42 Ji bo Gulistan Doku ya 100 rojin agahiyê jê nayê girtin bang
11:35 Darizandina îstîhbaratê jî dikin yasayî
11:30 ÎHA nûçeya têkildarî Soylu paşve kişand û lêborîn xwest
11:29 Li Amedê kesên ji ber vîrûsa koronayê mirin gişt 19’an
11:13 Gulistan Doku 100 rojin winda ye: Dewletê ji bo neyê dîtin her tişt kir
10:57 Di sererastkirina înfazê de 55 xal hatin qebûlkirin û 3 xal jî hatin guhertin
10:46 Li Cîhanê Covid-19: Li DYA zêdeyî 20 hezar li cîhanê 114 hezar mirov mirin
10:08 ‘Ev şewb hişyariya xwezayê ya ji bo însanan e’
10:07 Di ser operasyona 14'ê Nîsanê re 11 sal borîn
09:32 Xwestine ekipmana ku nedane weke dane nîşan bidin
09:18 ‘Krîza aborî û şewbê nişanda ku AKP nikare welat birêve bibe’
09:17 Kontrola asansorê ji TMMOB’ê girt, da şîrketek nêzî AKP’ê
09:17 Girtiyê nexweş ê di 20 rojan de 7 caran rakirin nexweşxanê bernadin
09:16 Pereyek pir zêde ji girtiyên bên berdan ji bo sewqê dixwazin
09:15 Malbatên girtiyan: Di hundirê qanûna înfazê de kîn û neyartî heye
09:14 Li Îzmît, piştevanî ji avahiyan dest pê dike
09:14 ‘ Li şûna tenduristiya gel, berjewendiyên sermayedaran difikirin’
09:02 ‘Nêzîkatiya cenazeyan hiqûqa dijminatiyê ye’
09:01 ROJEVA 13'YÊ NÎSANA 2020'AN
12/04/2020
23:17 Wezareta Karê Hûndir: Qedexeya 2 rojan ji saet 24.00’an ve dawî dibe
21:40 Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû îstîfa kir
20:21 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 1198’an
19:25 Li Erxeniyê avahiyek xistin karantînayê
18:45 Girtiyê nexweş Fîlîz: Dengê min bibihîzin
18:23 HDP: Em Îran û hevkarên Îranê yên siyasetmedarê Kurd darvekirin şermezar dikin
17:20 Şaredariya di destê qeyûm de dezenfekta sexte belav kir
16:48 ‘Em bi hevre tora piştevaniyê bihûnin'
16:35 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê berpirsyar lêborînê bixwazin
16:34 Feleknaz Uca: Dixwazin girtîgehan bikin goristanên komî
15:41 30 xebatkarên tenduristiyê li maşîna 14 kesan suyar kirin
15:31 Sancar: Divê Wezîrê Karên Hundir ji peywirê were girtin
14:51 Xebata Îttîfaqa Kurdistanê: Ji Zagona li dijî aştiya civakê re bêjin NA
14:09 Li Amedê di encama îhmalê de nexweşek û xebatkarekî tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:32 Ketin û derketina parkan ên li Êlihê qedexe kirin
13:29 Ji OHD’ê daxuyaniya cenaze: Em ê li Tirkiye û qada naveneteweyî her cure serlêdanê bikin
13:12 MED TUHAD-FED: Bijîşkê çûye qawîşên girtiyan bi şewba Covît-19'ê ye
12:11 Meclisa Ciwanên HDP'ê: Şandina cenaze ya bi PTT'ê li dijî mirovahiyê ye
11:43 Ji bo 2 Navçeyan hişyariya erdhejê
11:38 ÎGC'ê êrîşa li rijî rojnameger Tanriverdî şermezar kir
11:08 Xebatkarên tenduristiyê: Me nizanibû em bi çi re rû bi rû bimînin
11:07 Di pêvajoya qarantînayê de tundiya li dijî jinê ji sedî 27 zêde bû
09:59 Rojnameger: Wê tecrîda li ser girtiyan girantir bibe
09:45 Çend wêne ji kolanên Amedê yên qedexe
09:20 Girtiyan ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bang kirin
09:09 'Kareki me yê em karibin nan ji zarokên xwe re bibin tuneye'
09:08 Ji bo xebatkarên tenduristiyê 2 hezar sîperdank çêkirin
09:08 Li Şirnexê ji bo 'Kampanyaya Xwişk û Bira' hezar malbat hatin diyarkirin
09:07 Dest bi kesixandina spîndaran kirin
09:06 Derûnas Çaki: Nehêlin fikar jiyana we kontrol bikin
09:05 Li Qersê 'Kampanyaya Xwişk û Bira': 23 malbat gihan xwişk û birayê xwe
09:01 Guven: Kesên ji xwe re dibêjin 'ez mirov im' vî tiştî nakin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2020'AN
08:35 Li cîhanê Covît-19: 106 Hezar û 347 kes mirin
07:56 Meclîsê 30 xalên qanûna înfazê qebûl kir
07:46 Sabrî Kaya cara 3'emin rakirin nexweşxaneyê
11/04/2020
20:47 Li Tirkiyeyê di mehekê de 1101 kes bi vîrûsê mirin
19:05 'Îqtîdar vîrûsê belav dike'
18:22 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Jin dê vî wêne ji bîr nekin
18:10 Meclisa Îştarê Uweyş Ocalan bi bîr anîn
17:04 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnamegerên girtî bêne berdan
16:48 4 hezar û 357 kes li Îranê bi vîrûsê mirin
16:25 Li ber qereqolê dar qetil kirin
16:08 Wekîlê AKP’î di kargoyê de cenaze şandin parast
16:05 Karabat ê CHP’î: Îzolasyona mehekî di du saetan de hat tunekirin
16:04 Bila Fatma Tokmak serbest bê berdan
15:46 Xizmên windayan pirsa faîlên Abdussamet Çîçek kirin
15:35 'Li ser doşekekê 3 girtî radizên'
15:26 Li Amedê 2 kes bi vîrûsa corona mirin
15:25 Dayikên Şemiyê: Em gorên zarokên xwe dixwazin
14:37 Welatiyê ji nexweşxaneyê şandin malê, qeyrana dil derbas kir û mir
14:31 Mesafeya civakî di 2 saetan de tine kirin
14:15 Dermangerek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:29 'Girtiyê nexweş Adem Amaç ê enfeksiyon girt berdin’
13:28 ÎHD: Îlankirina qedexeyê ya 2 saet beriya destpêka qedexeyê nayê qebûlkirin
13:27 Li Berwariyê kesek testa pozîtîf pê re derket jiyana xwe ji dest da
13:05 HDP'ê cenazeyê Îpek ê bi PTT’ê hat şandin, bir rojeva Meclîsê
12:55 Nûnerên sendîkayan: Qedexeya du rojî ji bo kara patronan e
12:39 Baroya Stenbolê: Jin êdî bi baweriya dê neyên cezakirin serlêdan nakin
12:31 Rejîma Îranê girtiyê kurd Selîmî bi darve kir
12:14 Bertekên li dijî cenazeyê bi PTT’ê hat şandin: Kiryarek wiha li ser rûyê erdê nehatiye dîtin
11:23 Ji Stenbolê bertek: Bi vê qedexeya ji nişkeve me şandin mirinê
11:16 Li Hevşaredara Wanê doza Hevserokatiyê vekirin
10:56 ‘Name nîn im, Stranek im…’
10:55 Temel: Ambargoya li Maxmûrê şerme, divê bê rakirin