Jina ku felç ma: Qanûna înfazê ji bo jinan heqarete

  • jin
  • 09:21 18 Nîsan 2020
  • |
img

STENBOL - Handan Aşkin a ku xwest Emre Aşkin berde û aliyê wî ve hat lêxistin û felç ma, diyar kir ku qanûna hat derxistin, ew bi rojan xistiye nava fikar û tirseke mezin û got: “Emre Aşkin ji derveyî qanûnê mayîn başe, lê ev qanûn ji bo hemû jinan heqarete.”

 
Qanûna înfazê ya ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîv-19) hat derxistin û li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin, di rojnameya fermî de hat weşandin. Ji ber qanûna nû rê li ber berdana 90 hezar girtiyan ve bû. Girtiyên siyasî ji derveyî vê qanûnê hatin hiştin. Qanûna ku rê li ber berdana sûcên zayendî vekir, rastî bertekên rêxistinên jinan hat.
 
Jinên ku berî rastî tundiya zilaman hatibûn û bi awayê giran hatibûn birîndarkirin, di nava tirs û fikarek mezin de derxistina qanûna nû şopandin. Yek ji van jinan ku raya giştî ji nêz ve doza wê dişopîne Handan Aşkin e. Handan Aşkin a ku bi fikarek mezin derxistina qanûnê şopandin, tirsiya ku zilamê ew birîndar kir û felç hişt bê berdan.
 
‘EZ DI NAVA TIRSÊ DE DIJÎM’
 
Aşkin, diyar kir ku parêzaran ji wê re gotin ku Emre Aşkin ji derveyî vê qanûnê dimîne û wiha axivî: “Vê yeke hinekê dilê min rehet kir. Ev qanûn bi rojan min di nava gumanek mezin de şopand. Ez ne derketina wî bi bihîsim jî, tirs û fikara min derbas nabe. Derketina wî ya ji girtîgehê, tê wateya kuştina min. Hîna jî ditirsim ku derkeve. Ev 4 salin ez bi vê tirsê re dijîm.”
 
‘EV QANÛN SÛCDARÊN ZAYENDÎ BI CESARET DIKE’
 
Aşkin, da zanîn ku qanûna hat derxistin sûcdarên zayendî bi cesaret dike û wiha got: “Evê hêzê bide wan. Di heman demê de wê tundî û komkujiyên li dijî jinan zêdetir bike. Belê, dibe ku kesên mîna Emre Aşkin ên sûcên giran kirine neyin berdin. Lê kesên gef li jinan xwarine, tundî li jinan kirine, tacîz û tecawîzkar wê bên berdan. Di encamê de ev zilam jî sûcdarin. Niha van zilaman berdidin. Wê dîsa heman tiştî bikin. Li welat pêşiya tundî û komkujiyên jinan nagirin. Berevajî sûcdaran diparêzin û cezayên wan xelat bikin didin wan. Niha tu ewlekariya canê jinan tuneye. Ez jî di nava deqeyekê de birîndar kirim. Bergiriyên heyî ji pirsgirêkan re nabin çareserî. Bi vê qanûna derxistin, sûcdar dîsa xelat kirin. Ev qanûn ji bo hemû jinan heqarete. Divê jin li dijî vê qanûnê bibin yek û piştevaniya xwe mezin bikin. Bi piştevaniyê dengê xwe bilindtir bikin û li dijî vê qanûnê derbikevin. Êdî bese.”
 
PARÊZER: KESÊN SÛCÊN GIRAN KIRIN WÊ NEYÊN BERDAN
 
Parêzera dosyayê Gul Erdogmûş jî, diyar kir ku ev qanûn bandorê li Emre Aşkin nake û hinceta wê wiha aşkere kir: “Ji bo kesên bi ‘zanebûn kuştinê’ tiştek ji vê qanûnê dernakeve û bandorê li wan nake. Pêşnûmeya berê ji bo wan derbas dare. Ev paketa înfazê ne di warê erênî û ne jî neyînî de bandorê li Handan nake. Feydeyekê me ya wiha heye. Kesên di çarçoveya Hevpeymana Îstenbolê de hatin cezakirin, berî ku bên berdan mexdûr tên agahdar kirin. Ji ber vê tişta divê em bikin, divê em dosyayê ji Navenda Pêşîlêgirtina Tundiyê (ŞONÎM) re ragihînin. Ev derbarê kesan de agahî girtin.”
 
MA / Semra Turan

Sernavên din

20/04/2020
14:50 Çepnî: Ji bo ewlehiya Qesrê makîneyên sûc hatın berdan
14:35 DÎSK-AR: 4 endamê me mirin û testa 378 endamên me jî pozîtîf derketiye
14:23 Rêzbûna li ber PTT’an didome
14:22 Li Licê 4 welatî hatin girtin
14:16 Li Îzmîrê 357 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:06 Li cîhanê COVÎT-19: Îspanya dê ji YE'ê fon bixwaze
13:47 Li Girtîgeha Bedlîsê ji bo girtiyan tevdîr nayên girtin
13:28 Danişîna Hevşaredar Nazlier bê parêzer hat lidarxistin
13:23 Li Mûşê kêlên goran şikandin
13:18 Êrîşkar hatin berdan
13:18 Barzanî têkildarî Zînî Wertê daxuyanî da
12:50 Şêniyên Zînî Wertê xwestin hêzên PDK'ê vekişin
12:35 Ji bo Soylû pîrozbahiya bi xwîn, kêr û çek
12:19 MATUHAY-DER ji Wezareta Dadê xwest rêya ragihandina bi Ocalan re vekin
12:14 KNK: Divê hêzên Kurdan nakokiyên xwe bidin aliyekî
11:02 Li Girtîgeha Bûcayê testa girtiyek pozîtîf derketiye
11:01 Demîrtaş: Divê em daxwaza xwe ya hesappirsînê zindî bigirin
11:00 Şaredariyên HDP’ê li dijî şewbê hemû derfetên xwe seferber kir
10:28 Ewlekarê nexweşxaneyê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
09:47 Bi 2 girtiyên ku hatin berdan re vîrûs derket
09:47 Ji girtîgehê derket kêr kir û piştre mirî hat dîtin
09:45 Kedkarên hunerê bê kar man
09:21 Serokê şaredariya CHP’î û hevjîna xwe rastî êrîşa çekdarî hatin
09:20 Ji KCD'ê bang: Em dev ji yekîtiya xwe ya neteweyî bernedin
09:04 Komîsyona OHAL'ê karê wî dayê, lê şaredariya AKP'ê karê wî nedayê
09:03 Evran: Êriş paralel in û plana destwerdana li dijî Qendîl û Xakûrkê ye
09:03 3 rojan xwarin nedan girtiyan!
09:03 Xebatkarên tenduristiyê tevahiya rojê bi maskeyek dixebitin
09:02 Her ku kuçe bêdeng dibin, ew jî xuya dikin
09:02 Dayika Selma Irmak: Ez dixwazim keça xwe hembêz bikim
09:01 ‘Pakêta înfazê wêrekiyê dide kiryaran’
09:01 ‘Em ê li dijî trajediya civakî piştevaniyê birêxistin bikin’
09:01 Fûat Keyman: Şewba koronayê welatên YE dabeş kir
09:00 Holdînga Cengîz karkeran mexdûr dike û li herêmê talanê pêk tîne
09:00 Kiliçaslan: Li Stenbolê herî kêm 60 hezar weqa hene
09:00 Ji bo îzolasyoana civakî ‘qedexe’ pêşniyar kir
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2020'AN
19/04/2020
20:55 TUAY-DER: Tiştek bê serê girtiyan berpirsiyar Wezareta Dadê ye
19:29 Di 33 rojan de li Tirkiyê 2017 kes bi Covit-19 mirin
18:44 MED TUHAD-FED: Meclîsê erka xwe pêk neanî
18:19 Covît-19, du bijîşkên din kuşt
17:47 Ji Înîsiyatifa Agahiya Te Heye? ji bo rojnamegeran kampanya nameyan
17:32 Girtiyên nexweş nabin revîrê
17:15 Ciwanên Mexmûrê: Li dijî êrîşan helwest nîşan bidin û têkoşînê mezin bikin
16:12 Serokên 46 Baroyan xwestin efûya îstîsmarê ji rojevê derxin
16:00 Êrîşa li dijî Şaredariya Qersê şermezar kir
15:43 Sicîla êrîşkarê Şaredariya Qersê qirêj e
15:20 DAIŞ’ê li Herêma Mexmûrê 2 eskerên Iraqê kuştin
14:49 SES’ê bersîv da Waliyê Zonguldakê: Fatûra bê tedbîriyê li me nebire
14:37 HDP'ê giliyê qeyûmê Amedê kir
14:10 HDP’ê ji bo Mexmûrê name şand ji Barzanî re
14:09 Li qawîşa 14 kesan 20 girdî dimînin
13:39 Girtî: Qawîşan dezenfekte nakin maske û lepikan nadin girtiyan
13:01 Li Kocaeliyê ligel qedexeyê jî fabrîqe dixebitin
13:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bila Kurd hevdû mohtacî dagirkeran nekin
12:52 Mêrê jina bi mirinê tehdît kir şandin hepsa malê
12:04 Çiftçi-Sen: Divê em piştevaniyê mezin bikin
11:42 Li Cîhanê Covît-19: 160 hezar û 784 kes mirin
11:38 Hevserokên HDP’ê: Divê serokê RTUK’ê tavilê îstîfa bike
11:15 TEV-DEM: Tirkiye êrîşî vîna gelê Mexmûrê dike
10:48 Gêlo Îsa: Berjewendiyên Kurdan li ser her tiştî bigirin
09:52 Parêzera Yuksekdag: Bêyî li daxwazan binerin red dikin
09:13 Li Zînî Wertê çi armanc dikin?
09:02 Hestiyên xwişka xwe ya qet wê nedîtiye defin kirin
09:01 Li bajarê dîrokî kerên li mesaiyê, bafirokên li ser banan...
09:01 Ji sedî 60'ê nifûsê tevî xeteraya mirinê diçin kar û tên
09:01 Malbatên Girtiyan: Girtî terkî mirinê kirin e
09:00 Serokê Baroya Mêrdînê: Divê AYM vê sererastkirinê betal bike
09:00 Şertê 'qeyda sabiqeyê' danîne ber şivanan
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2020'AN
07:05 Girtiyê edlî çawa ji girtîgehê derket kesek kuşt
18/04/2020
20:09 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû hezar û 890
17:12 KCD: Şewba heyî ne xwezayî ye, çavkaniya bêtenduristiyê kapîtalîzm e
16:26 Kalê 80 salî bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye binçav kirin
16:07 Berdana girtiyê nexweş Tekîn Donmez xwestin
16:05 Komeleya Rosa: Ji sedî 96'ê jinan di nava qayrana aborî de dijîn
15:49 Îtîraza girtina Yuksekdag bi ‘biryara teqez’ hat redkirin
15:30 Karkeran bi dîmen bersiv da Cengîz Holdîngê
15:06 Dayikên Şemiyê zarokên dibin çavan de hatin windakirin pirsîn
15:05 Nexweşiya Ebedin Abî ya dil giran dibe
14:27 ‘Beriya Zeliha bê kuştin em dengê wê bibhîzin'
14:08 Li Amedê kuçe vala ne lê helîkopter bê navber difirin
14:05 Çîroka Ertaş ê Torosê ew revandibû vegotin
14:03 HDP: Em Komkujiya Meletiyê lanet dikin
13:19 Daxwaza tehliyekirina Demîrtaş hat redkirin
13:00 DTO: Li Amedê 30 xizmetkarên tenduristiyê bi Covît-19 ketine
11:53 Dozger bi hinceta heqaret li Albayrak kiriye doz li rojnameger vekir
11:14 70 karkerên di înşeata girtîgehê de dixebitin li wargehê hatin bicihkirin
11:03 Li pêş çavê malbatan kevirên goran şikandin
10:40 MED TUHAD-FED: Daxwazên Neteweyên Yekbûyî bi cih bînin
10:28 ÎHD dê bi partiyan re hevdîtinê bike: Di 10 xalan de cudakarî heye
09:48 Piştî hat berdan maske û lepik dan wî
09:33 Dema li meclîsê zagon niqaş dikirin ji kar derxistin
09:24 Testa serbijîşk, bijîşk û sekreter pozîtîf derket
09:22 Wasiyê Ocalan Dînç: Civak bifikar e, demildest divê hevdîtin pêk bê
09:21 Jina ku felç ma: Qanûna înfazê ji bo jinan heqarete
09:04 Atolyeya xweparastinê ya onlîne ya Piştevaniya Morê
09:03 Girtiyê di hucreyê de mehek e di greva birçîbûnê de ye
09:03 6 karkerên jin bi şewba coronayê ketin
09:02 Xêzkarê girtî bi xêzên xwe bal kişand ser şideta li ser jinê