Wasiyê Ocalan Dînç: Civak bifikar e, demildest divê hevdîtin pêk bê

  • rojane
  • 09:22 18 Nîsan 2020
  • |
img
STENBOL- Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, anî ziman ku ji bo tenduristiya Ocalan civak bifikar e. Dînç mirina 3 girtiyên ji ber şewba coronayê bibîr xist û xwest rojek berî rojekê pêşî li ber hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re bê vekirin.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sala 1999'an ve li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê tecrîdkirin. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan herî dawî piştî grevên birçîbûnê par 5 caran hevdîtin bi muwekîlê xwe re çêkiribûn û hevdîtina wan a dawî jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû. Her wiha herî dawî Mehmet Ocalan di 2'yê Adara 2020'an de çûbû Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe Ocalan re çêkiribû. Piştî şewba coronayê li Tirkiyeyê belav û parêzer jî di 20'ê Adarê de ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re çêbikin serlêdan pêk anîbûn lê belê serlêdana wan a hat redkirin. Her wiha daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtina bi telefonê ya muwekîlê xwe re jî hat redkirin.
 
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê û wasiyê Ocalan Parêzer Mazlûm Dînç, anî ziman ku li Îmraliyê her roj bêhiqûqîtiyên nû pêk tên.
 
MAFÊ TELEFONÊ
 
Dînç, destnîşan kir ku li gorî qanûna înfazê, mafê hemû girtiyan e ku ji xeynî hevdîtina bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bi telefonê bi malbat û parêzerên xwe re çêbikin, lê belê Ocalan qet sûd ji vî mafî negirtiye. Dînç, diyar kir ku muwekîlên wan Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku berî biçin Girtîgeha Îmraliyê li girtîgehên din mafê wan ê telefon hebûye, lê ji sala 2015'an ji roja sewqî Îmraliyê hatine kirin ev mafê wan ê pêwendîdanîn hatiye binpêkirin.
 
BIRYARA AYM'Ê PÊK NEANÎN
 
Dînç, bibîr xist ku piştî mafên pêwendîdanîn yên muwekîlên wan hatine astengkirin di sala 2015'an de bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hatiye dayîn û got, AYM'ê ji bo Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar gotiye, mafê wan ê pêwendîdanîna bi rêya telefonê hatiye astengkirin. Her wiha Dînç, destnîşan kir ku AYM'ê biryara binpêkirina mafan daye û wan jî ji bo pêkanîna vê biryarê gelek caran serlêdan pêk aniye, lê belê serlêdanên wan ên di vî warî de yek jê jî nehatiye qebûlkirin.
 
Dînç, anî ziman ku piştî şewba coronayê derketiye holê Wezareta Dadê biryarek girtiye û di vê biryara xwe de ji dêvla hevdîtina malbatê ya bi girtiyan re mafê pêwendîdanîna bi rêya telefonê hatiye zêdekirin û got: "Lê belê ev maf tenê ji bo muwekîlên me yên li Îmraliyê pêk nehatiye. Li Îmraliyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Qanûna Bingehîn pêk nayên. Mafên herî sereke û bingehîn jî wekî şantaj û bazariyê tên bikaranîn. Pergaleke ku ne li gor hiqûqê, li gor sîqên siyasî tev digere derketiye holê."
 
Dînç, anî ziman ku di demên dawî de bi biryarên Dadgeriya Înfazê re ji bo binpêkirinên mafan ên berê li Îmraliyê pêk dihatin 'kiraseke qanûnaî' tê amadekirin û got: "Biryarên ku Dadgeriyên Înfazê digirin dijî hiqûq û ehlaqê ne. Di heman demê de di pergala hiqûqê ya tirk de jî tiştekî wiha tuneye. Di pergala hiqûqê ya tirk de, dadger ji bo karibe biryarekê bigire divê erka biryargirtin û biryardayînê û mueyîdeya wan di qanûnan de hatibe sererastkirin. Lê belê di salên dawî e der barê Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din de hin biryarên hatine girtin kêfî ne û di qanûnê de tu cihekî wan tuneye. Çendî ku em daxwaz dikin ku ev biryarên hatine girtin teblîxî me bên kirin, lê belê bi awayekî bêhiqûqî ji me jî tê veşartin. Her wiha têkoşîna me ya li dijî vê bêhiqûqîtiyê jî tê astengkirin. Bi salan e li Îmrlaiyê mafê pêwendîdanîna bi rêya telefonê tê astengkirin. Lê niha jî ev yek bi biryarên dadgeriyên înfazê tê astengkirin. Ev biryarên dadgeriya înfazê nayê wateya ku biryarrine li gor qanûnê ne. Biryara lku di 13'ê Sibatê de ji bo 6 mehan hatiye girtin tu hêleke wê ya qanûnî tuneye û bi her awayê xwe biryareke bêhiqûqî û kêfî ye."
 
OCALAN BI RÎSKEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ YE
 
Dînç, anî ziman ku şik û fikarên der barê tendurist û ewlehiya Ocalan de pir zêde bûne û bal kişand ser şert û mercên fizîkî yên giravê û tenduristiya Ocalan. Dînç, destnîşan kir ku Girava Îmraliyê birutûbet e û şert û mercên wê yên avhewayî jî hişk in, muwekîlên wan nikarin baş sûdê ji hewadariyê bigirin. Dînç, bilêv kir ku muwekîlê wî 71 salî ye û nexweşînên wî yên kronîk hene û got, ji ber vîrûsa coronayê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye.
 
Wasiyê Ocalan, anî ziman ku ji bo tevdîrên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin xwestine hem wan hem jî rayaê giştî bên agahadarkirin û got, lê belê serlêdana wan a di vî warî de jî hatiye redkirin. Dînç, anî ziman ku heya niha rayedaran daxyaniyeke ku raya giştî rihet bike nedane.
 
‘DIVÊ PÊWENDÎ BÊ DANÎN'
 
Parêzer Dînç, destnîşan kir ku ji bo şik û fikarên çêbûne ji holê bên rakirin demildest divê ji bo hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re tevdîr bên girtin û muwekîlê wan bi awayekî rêk û pêk sûdê ji mafê telefonê bigirin.
 
Her wiha Dînç, daxuyaniya Wezîrê Dadê bibîr xist ku gotibû li 5 girtîgehan di 17 hikumxwaran de vîrûsa coronayê hatiye etspîtkirin û 3 hikumxwar jî jiyana xwe ji dest dane. Dînç, anî ziman ku ev daneyên wezaretê talûke û cidiyeta vê yekê nîşan dide.
 
‘DIVÊ DÎLGIRTIN BI DAWÎ BIBE'
 
Dînç, bal kişand ser bangawaziyên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê yên ji bo girtiyên siyasî û girtiyên din û got: "Lê belê li Tirkiyeyê sererastkirineke qanûnî hat çêkirin û girtiyên siyasî daxilî vê sererastkirinê nehatin kirin, tenê hin girtî hatin berdan. Ev şewb cihêkariyê naxe navbera mirovan û ji bo mirovahiyê talûkeyeke mezin e. Ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk bê çareserkirin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê aktorê sereke Birêz Ocalan e. Gava mirov vê yekê bîne ber çavan divê ji bo tevahiya mirovahiyê şert û mercên jiyanê yên Ocalan baş bibin. Ev jî bidawîbûna şert û mercên dîlgirtinê yên di nav pergaleke îşkenceyî û tecrîdê de pêk tên pêkan e."
 
Her wiha Dînç, der barê serlêdanên ji bo hevdîtinê yên piştî Covîd-19'yê yê de jî agahî parve kirin. Dînç, anî ziman ku ji roja ku şewba coronayê li Tirkiyeyê peyda bûye heya niha parêzeran 8 caran û malbatan jî 5 caran serlêdan pêk aniye, lê belê serlêdanek wan jî nehatiye bersivandin.
 
MA / Erdogan Alayûmat

Sernavên din

20/04/2020
14:50 Çepnî: Ji bo ewlehiya Qesrê makîneyên sûc hatın berdan
14:35 DÎSK-AR: 4 endamê me mirin û testa 378 endamên me jî pozîtîf derketiye
14:23 Rêzbûna li ber PTT’an didome
14:22 Li Licê 4 welatî hatin girtin
14:16 Li Îzmîrê 357 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:06 Li cîhanê COVÎT-19: Îspanya dê ji YE'ê fon bixwaze
13:47 Li Girtîgeha Bedlîsê ji bo girtiyan tevdîr nayên girtin
13:28 Danişîna Hevşaredar Nazlier bê parêzer hat lidarxistin
13:23 Li Mûşê kêlên goran şikandin
13:18 Êrîşkar hatin berdan
13:18 Barzanî têkildarî Zînî Wertê daxuyanî da
12:50 Şêniyên Zînî Wertê xwestin hêzên PDK'ê vekişin
12:35 Ji bo Soylû pîrozbahiya bi xwîn, kêr û çek
12:19 MATUHAY-DER ji Wezareta Dadê xwest rêya ragihandina bi Ocalan re vekin
12:14 KNK: Divê hêzên Kurdan nakokiyên xwe bidin aliyekî
11:02 Li Girtîgeha Bûcayê testa girtiyek pozîtîf derketiye
11:01 Demîrtaş: Divê em daxwaza xwe ya hesappirsînê zindî bigirin
11:00 Şaredariyên HDP’ê li dijî şewbê hemû derfetên xwe seferber kir
10:28 Ewlekarê nexweşxaneyê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
09:47 Bi 2 girtiyên ku hatin berdan re vîrûs derket
09:47 Ji girtîgehê derket kêr kir û piştre mirî hat dîtin
09:45 Kedkarên hunerê bê kar man
09:21 Serokê şaredariya CHP’î û hevjîna xwe rastî êrîşa çekdarî hatin
09:20 Ji KCD'ê bang: Em dev ji yekîtiya xwe ya neteweyî bernedin
09:04 Komîsyona OHAL'ê karê wî dayê, lê şaredariya AKP'ê karê wî nedayê
09:03 Evran: Êriş paralel in û plana destwerdana li dijî Qendîl û Xakûrkê ye
09:03 3 rojan xwarin nedan girtiyan!
09:03 Xebatkarên tenduristiyê tevahiya rojê bi maskeyek dixebitin
09:02 Her ku kuçe bêdeng dibin, ew jî xuya dikin
09:02 Dayika Selma Irmak: Ez dixwazim keça xwe hembêz bikim
09:01 ‘Pakêta înfazê wêrekiyê dide kiryaran’
09:01 ‘Em ê li dijî trajediya civakî piştevaniyê birêxistin bikin’
09:01 Fûat Keyman: Şewba koronayê welatên YE dabeş kir
09:00 Holdînga Cengîz karkeran mexdûr dike û li herêmê talanê pêk tîne
09:00 Kiliçaslan: Li Stenbolê herî kêm 60 hezar weqa hene
09:00 Ji bo îzolasyoana civakî ‘qedexe’ pêşniyar kir
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2020'AN
19/04/2020
20:55 TUAY-DER: Tiştek bê serê girtiyan berpirsiyar Wezareta Dadê ye
19:29 Di 33 rojan de li Tirkiyê 2017 kes bi Covit-19 mirin
18:44 MED TUHAD-FED: Meclîsê erka xwe pêk neanî
18:19 Covît-19, du bijîşkên din kuşt
17:47 Ji Înîsiyatifa Agahiya Te Heye? ji bo rojnamegeran kampanya nameyan
17:32 Girtiyên nexweş nabin revîrê
17:15 Ciwanên Mexmûrê: Li dijî êrîşan helwest nîşan bidin û têkoşînê mezin bikin
16:12 Serokên 46 Baroyan xwestin efûya îstîsmarê ji rojevê derxin
16:00 Êrîşa li dijî Şaredariya Qersê şermezar kir
15:43 Sicîla êrîşkarê Şaredariya Qersê qirêj e
15:20 DAIŞ’ê li Herêma Mexmûrê 2 eskerên Iraqê kuştin
14:49 SES’ê bersîv da Waliyê Zonguldakê: Fatûra bê tedbîriyê li me nebire
14:37 HDP'ê giliyê qeyûmê Amedê kir
14:10 HDP’ê ji bo Mexmûrê name şand ji Barzanî re
14:09 Li qawîşa 14 kesan 20 girdî dimînin
13:39 Girtî: Qawîşan dezenfekte nakin maske û lepikan nadin girtiyan
13:01 Li Kocaeliyê ligel qedexeyê jî fabrîqe dixebitin
13:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bila Kurd hevdû mohtacî dagirkeran nekin
12:52 Mêrê jina bi mirinê tehdît kir şandin hepsa malê
12:04 Çiftçi-Sen: Divê em piştevaniyê mezin bikin
11:42 Li Cîhanê Covît-19: 160 hezar û 784 kes mirin
11:38 Hevserokên HDP’ê: Divê serokê RTUK’ê tavilê îstîfa bike
11:15 TEV-DEM: Tirkiye êrîşî vîna gelê Mexmûrê dike
10:48 Gêlo Îsa: Berjewendiyên Kurdan li ser her tiştî bigirin
09:52 Parêzera Yuksekdag: Bêyî li daxwazan binerin red dikin
09:13 Li Zînî Wertê çi armanc dikin?
09:02 Hestiyên xwişka xwe ya qet wê nedîtiye defin kirin
09:01 Li bajarê dîrokî kerên li mesaiyê, bafirokên li ser banan...
09:01 Ji sedî 60'ê nifûsê tevî xeteraya mirinê diçin kar û tên
09:01 Malbatên Girtiyan: Girtî terkî mirinê kirin e
09:00 Serokê Baroya Mêrdînê: Divê AYM vê sererastkirinê betal bike
09:00 Şertê 'qeyda sabiqeyê' danîne ber şivanan
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2020'AN
07:05 Girtiyê edlî çawa ji girtîgehê derket kesek kuşt
18/04/2020
20:09 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû hezar û 890
17:12 KCD: Şewba heyî ne xwezayî ye, çavkaniya bêtenduristiyê kapîtalîzm e
16:26 Kalê 80 salî bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye binçav kirin
16:07 Berdana girtiyê nexweş Tekîn Donmez xwestin
16:05 Komeleya Rosa: Ji sedî 96'ê jinan di nava qayrana aborî de dijîn
15:49 Îtîraza girtina Yuksekdag bi ‘biryara teqez’ hat redkirin
15:30 Karkeran bi dîmen bersiv da Cengîz Holdîngê
15:06 Dayikên Şemiyê zarokên dibin çavan de hatin windakirin pirsîn
15:05 Nexweşiya Ebedin Abî ya dil giran dibe
14:27 ‘Beriya Zeliha bê kuştin em dengê wê bibhîzin'
14:08 Li Amedê kuçe vala ne lê helîkopter bê navber difirin
14:05 Çîroka Ertaş ê Torosê ew revandibû vegotin
14:03 HDP: Em Komkujiya Meletiyê lanet dikin
13:19 Daxwaza tehliyekirina Demîrtaş hat redkirin
13:00 DTO: Li Amedê 30 xizmetkarên tenduristiyê bi Covît-19 ketine
11:53 Dozger bi hinceta heqaret li Albayrak kiriye doz li rojnameger vekir
11:14 70 karkerên di înşeata girtîgehê de dixebitin li wargehê hatin bicihkirin
11:03 Li pêş çavê malbatan kevirên goran şikandin
10:40 MED TUHAD-FED: Daxwazên Neteweyên Yekbûyî bi cih bînin
10:28 ÎHD dê bi partiyan re hevdîtinê bike: Di 10 xalan de cudakarî heye
09:48 Piştî hat berdan maske û lepik dan wî
09:33 Dema li meclîsê zagon niqaş dikirin ji kar derxistin
09:24 Testa serbijîşk, bijîşk û sekreter pozîtîf derket
09:22 Wasiyê Ocalan Dînç: Civak bifikar e, demildest divê hevdîtin pêk bê
09:21 Jina ku felç ma: Qanûna înfazê ji bo jinan heqarete
09:04 Atolyeya xweparastinê ya onlîne ya Piştevaniya Morê
09:03 Girtiyê di hucreyê de mehek e di greva birçîbûnê de ye
09:03 6 karkerên jin bi şewba coronayê ketin
09:02 Xêzkarê girtî bi xêzên xwe bal kişand ser şideta li ser jinê