Wê AYM tîk bisekine an li ber erkê serî bitewîne?

img

STENBOL - Parlementer CHP'ê Tûran Aydogan ku partiya wî hewl dide ji bo qanûna înfazê ya nû serî li AYM'ê de, ji bo AYM'ê got: "Em pev re bibînin ka wekî saziyeke hiqûqê tîk disekine an wê di bin erkê de bieciqe." 

Qanûna înfazê ya nû bi dengên AKP û MHP'ê hat qebûlkirin. Lê belê bertek û nerazîbûnên li dijî vê qanûnê didimin. Partiyên muxalefetê ji ber ku qanûna navbirî li dijî "rêgeza wekehviyê" ye wê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin. 
 
Wê CHP jî ji bo betalkirina vê qanûnê serî li AYM'ê bide. Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Tûran Aydogan, der barê qanûna înfazê û biryara ku dê AYM bide axivî. 
 
Aydogan ê CHP'î anî ziman ku ji ber Qanûna Mûhakemeya Ceza şaş tê pêkanîn îro bi hezarn mirov girtîne û got, guhertina hatiye kirin ji bo hikumxwaran hatiye kirin. Aydogdû, diyar kir ku di vî warî de ji bo girtiyan gavek jî nehatiye avêtin û got: "Mirovên sûcên wan sabît nebûye û tên darizandin girtîne, lê yên sûcên wan sabît bûne hatine berdan." 
 
DIVÊ TMK BÊ GUHERANDIN 
 
Aydogan, diyar kir ku heya sûcên siyasî û "sûcên terorê" ji hev neyên veqetandin wê pirsgirêkên welat çareser nebin û got, gelek kesên ket daxilî nav şidetê nebûne jî li gor Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) tên darizandin û got, loma divê pênaseya "terorê" bê şênberkirin. 
 
PÊDIVÎ BI SERERASTKIRINEKE ÇAWA HEYE? 
 
Aydogan, anî ziman ku a ku wan eleqedar dike ne ew e ku kî hatiye berdan, a wan eleqedar dike kî nehatiye berdan bi xwe ye û got, vîrûs wekî îqtidarê cihêkariyê an jî nefretê nake. Aydogan, bilêv kir ku ji zûvde pêdiviya Tirkiyeyê bi sererastkirineke qanûna înfazê ya ku aştiya civakî pêk bîne heye, lê belê AKP û MHP'ê ev pêdivî baş nenirxandine û got: "Çimkî neyta wan xirab e. Ji ber ku bi başî lê mêze nakin û ji ber ku feraseta 'Ên li cem me cih digirin bila bên berdan. Ên li dijî me bila neyên berdan' heye, qanûneke bi vî rengî derket holê. Ji xwe di şeva dawî de bi sererastkirina 'mixalefeta li dijî Qanûna MÎT'ê neberdana 6 rojnamevana, vê neyta wan a xirab bi awayekî aşkere nîşan da. Em dixwazin li Tirkiyeyê sûcê azadiya fikr û ramanê ji holê bê rakirin." 
 
DADGER ALÎGIR IN 
 
Aydogan, pergala darazê ya Tirkiyeyê nirxand û got, heger Desteya Dadger û Dozgeran bi vî awayî dewam bike, kîjan dadger bê wê di heman pozîsyonê de be. Aydogan, anî ziman ku wê bi vî awayî Dadgeriya Înfazê jî di bin kontrola mekanîzmaya darazê de bimîne û got: "Her kes dizane Dadgeriya Ceza ya Sulhê çawa hatiye tayinkirin. Ev dadger bi awayekî pir aşkere û zelal dadgerine alîgir in." 
 
Aydogan ku ji bo Dadgeriya Înfazê got "dadgeriya efendiyan" anî ziman ku bi berfirehkirina erkên Dadgeriya Înfazê re îqtidar dixwaze mekanîzmayeke kontrolkirinê biafirîne û got, wê bi van erkên hatine zêdekirin wê înfaza kesên ji ber sûcên siyasî tên darizandin girnatir bibe. 
 
Aydogan, ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn ku wê ji bo betalkirina qanûna heyî serî lê bidin jî got: "Heger daraz tam serbixwe bûna, min ê bigota teqez wê AYM betal bike. Lê belê AYM'yeke ku biryarine bipirsgirêk dide heye. Em ê pev re bibînin ka wekî saziyeke hiqûqê tîk disekine an wê di bin erkê de bieciqe. Heger li welatekî daraz ne sebrixwe be wê mirov ji bo biryarên erênî yan jî neyînî heyr nemîne. Lê naxwazim baweriya min a bi saziyan bi temamî biçe." 
 

Sernavên din

22/04/2020
16:00 Banka Navendî faîzê daxist
15:54 ‘Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike’
15:07 ‘Em di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe qîr bikin’
14:29 Rêxistinên kedê bernameya 1'ê Gulanê aşkere kirin
14:11 Jina tundî lê hat kirin li pansiyonê dorpêçkirî ma
14:11 Bi 151 wesayîtan mirov birin Girê Spî
13:43 Qerantîna li gundê Endewl û Heramiyê dirêj kirin
13:42 Li cîhanê Covid-19: Dibe ku korona xelayê bîne
12:52 HDP: Kevneşopiya çapemeniya Kurd dîroka rêwîtiyek bi rûmet e
12:31 MED TUHAD-FED: Pêdivîya sereke ya gelê me Yekîtiya Neteweyî ye
12:26 Hîndekara ODTU’yê li Fînlandiyayê asê ma
12:22 TTB: 24 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
12:09 Ûca: Çima agahî nadin parêzerên Ocalan?
11:49 MKGP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
11:36 Li Hênê kesek hat girtin
11:12 Rojnameger Turfent ji girtîgehê name şand Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir
10:51 DFG: Rojnamegeriya Kurd Israra Heqîqetê ye
10:25 Bi 64 girtiyan re vîrûsa corona hat dîtin
10:25 Sarisaç xwest zextên li ser çapemeniya kurd bên lêkolînkirin
10:19 Astengî bi malbatên xwişk û bira tên derbaskirin
10:15 Bîlgen: Kesên ji wan tirê em ê paş ve gav bavêjin, ji xwe re xeyalan çêdikin
10:07 Bendava Ilisûyê bihuşta herêmê veguherand dojehê
09:42 KCD: Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye
09:30 Rojnameger Kaya: Plan berfireh e divê Kurd bibin yek
09:29 Turîzm sekinî krîz jî kûrtir bû
09:28 Ji malbata ku 4 kes jê hatin girtin du nexweşên wan di nav cihan de man
09:27 Gelo wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke çawa li civakê bike?
09:26 Hem esnafên bazarê hem jî kirîgerên wê ji rewşa heyî nerazîne
09:26 Yek ji bivê nevêya ser sifreyan: Gihayê Zûzaxê
09:25 Gelo rêbazên lêpirsînên qedexe dîsa tên?
09:24 Tirkiye li ber felaketekê ye
09:23 Mêrsînî: Em bi tevdîrine hişk û cidî dikarin ji vîrûsê xelas bibin
09:07 Qanûna înfazê ya nû perçeyek 'Plana Rûxandinê' ye
09:06 Dîmena Geliyê Botanê mirov heyr û hejmekar dihêle
09:05 ‘Di kevneşopiya me de mafê biratiyê heye’
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2020'AN
21/04/2020
19:28 Li Tirkiyeyê 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:25 Ji heman malbatê 3 kes hatin girtin, 2 nexweşên di nav ciyan de bi tenê man
16:59 Malbatên li ber HDP’ê tên sekinandin êrişî jinekê kirin
16:44 Li Amedê kesek ji alyê leşkerên sivîl ve hat binçavkirin
16:23 TJA'yê ji bo Mexmûrê bangî NY'ê kir
15:42 Çerkezoglû: Dawî li cudakariya navbera kedkaran bînin
15:34 Girtiyê nexweşê giran Kaya dîsa şandin girtîgehê
15:26 Li şûna pirsgirêkan vebêjin, spasiya qeyûm kirin
15:07 Li Wanê wesayîtek leşkerî qulipî
14:54 Li Sêrtê erdhej çêbû
14:51 HDP: Ayhan Eren pişta xwe daye gel divê îstifa bike
14:42 HDP'îyên pakêtên piştevaniyê belav dikirin hatin binçavkirin
14:29 ÎHD: Li girtîgehan şertê jiyana mirovane tune ye
14:29 Parlamenterên jin ji jinên Kurdistana Federe re name şandin
14:14 Li taxa di bin qarantînayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Gulum: Divê Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive
13:41 Li Şirnexê teqînek mezin rû da
13:17 NYT: Tirkiye hêjmara miriyan vedişêrin
13:17 Daxwaza karantînayê ji bo girtiyên tên berdan kir
13:08 Li Stenbolê 2 li Bedlisê jî 6 tax weke “qada bi rîsq” hatin ragihandin
13:02 ‘Bila dest ji Bernameya Veguherandina Tenduristiyê were berdan’
12:46 Ji bo zaroka 1.5 salî hucreya kok pêwîst e
12:24 Li Westanê dema guldexwînan e
12:24 Girtiyê jimartina li ser piya red kir hat derpkirin
12:09 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê raporek ji CPT re şand
12:02 ‘Wezîfedarên girtîgehê dê vîrûsê veguhezînin girtîgehan’
12:02 Avba: Dixwazin plana par a li Xinêre-Xakurkê îsal li Zînî Wertê pêk bînin
11:07 Girtiyê nexweş: Gardiyan bê maske digerin
10:59 Ji ber axaftinên 8 sal berê dozek nû li Demîrtaş hat vekirin
10:45 Ciwanên Wanî êrîşa Zinî Wertê şermezar kirin
10:41 PENa Kurd: Bi hişyarî û hişmendiya netewî tevbigerin
10:35 Parêzerên di rojiya mirinê de gelek kîlo didin
10:34 Ji HAKÎM'an banga venêrtina mafên sewalan
10:14 TTB'ê: Tirkiye miriyan di panela elektronîk a cîhanê de qeyd nake
09:52 Li Tirkiyê di nava 10 rojan de wê hejmara qurbaniyên koronayê zêde bibe
09:48 Ji Amerîkayê hişyariya S-400’an
09:45 Li cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 170 hezar derbas kir
09:24 Bavê ku 2 kurên wî girtî ne: Çakici berdan zarokên min jî terkî mirinê kirin
09:14 'Di rojên corona de jin bi hevre bi hêz in'
09:14 Kelûpelên paqijiyê nadin girtiyên nexweş
09:13 Piştî belavkirina maskeyan xetereya li dermanxaneyan zêde bûye
09:13 Wê AYM tîk bisekine an li ber erkê serî bitewîne?
09:09 Bajarê çandiniyê Riha daxilî nav piştgiriya ji bo tovan nehat kirin
09:08 ‘AKP, bi êrîşên li ser muxalifan dixwaze ji derheqê vê krîzê derkeve'
09:07 Êdî nikarin li bazaran jî li gor dilê xwe pêdiviyên xwe bikirin
09:00 Bersiva qeyûm a ji bo meclîsa şaredariyê
09:00 Ji mafê destûra biheq banga ji bo grevê
09:00 ‘Girtî nikarin xwe biparêzin’
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2020'AN
20/04/2020
20:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji destdan bû 2140
20:00 Erdogan: Wê ji 23-26'ê Nîsanê de qedexeya derketina derve pêk bê
17:25 Çavdêriya ÎHD, ÇHD, OHD û MED TUHAD-FED’ê: Tedbîr kêm in
16:48 Ji AMENAS’ê ji bo girtiyan bang
16:29 Gelê Binarê Qendîlê dijî êrîşa li ser Zînî Wertê meşiyan
16:13 Kampanya Hevmalî ya HDP’ê didome
16:12 Muslim: Êrîşa li Zînî Wertê plana 170 salan a birakujiya Kurdan e
15:19 Covît-19 bijîşkekî din kuşt
15:12 HDP’ê ji bo nûçeya AA’yê gilî kir
15:05 171 kesên ji Erebîstanê hatin, xistin qarantînayê
15:05 Ji bo çalakgerên rojiya mirinê bang kirin
14:56 Buldan: Bi vê zagona AKP-MHP'ê qatîl û tecawizkar hatin berdan
14:50 Çepnî: Ji bo ewlehiya Qesrê makîneyên sûc hatın berdan
14:35 DÎSK-AR: 4 endamê me mirin û testa 378 endamên me jî pozîtîf derketiye
14:23 Rêzbûna li ber PTT’an didome