Hevalên Gulistan Doku: Ji bo lêpirsînê hêj tu gav nehatiye avêtin

  • rojane
  • 09:28 8 Hezîran 2020
  • |
img

DERSÎM - Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku piştî winda bû 156 rojin agahî jê nayê girtin. Hevalên Gulistan Doku diyar kirin ku heta niha ji bo lêpirsînê û dîtinê tu gav nehatiye avêtin. Hevalên Doku destnîşan kirin ku Gulistan ne kesek întîhar bike. 

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû a 21 salî di 5’ê çileyê de li Dersimê winda bû. 156 roj in agahî jê nayê wergirtin. Ji xebatên lêgerînê yên ku bi mehan e ji bo dîtina Dokû tên kirin, tu encam derneketin. Tê gotin ku lêpirsîna derbarê bûyerê tê kirin, bi bandor nayê meşandin û li ser vê gelek nîqaş tên kirin. Rêxistinên sivîl û xwendekar pirsa xwe ya “Gulistan Dokû li kudere?” didomînin. Hemû gumanên bûyerê hevalê Dokû Zaînal Abarakov nîşan didin. Li bajar herkes dizane ku Dokû bûye qurbanê cînayetê. Lê ji ber ku bavê Abarakov polis e, ji aliyê rayedaran ve bûyer weke “întîharê” tê nîşandan. Malbata Dokû, bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Waliyê Dersimê, Midurê Polîsan yê Dersimê û dozgerê ku lêpirsînê bi rê ve dibe re hevdîtin kir. Rayedaran, her tim ji malbatê re ragihandin ku ew li Dokû digerin û wê bibînin û eleqeya Zaînal Abarakov bi bûyerê re tuneye û xwestin ku bi malbatê jî bidin qebûlkirin ku Dokû întîhar kiriye. 156 roj in agahî ji Dokû naye girtin. Heta niha tu encam ji lêpirsîna serdozgeriyê derneketiye. Di dîmenên kamera yê MOBESE de jî Doku herî dawî li taxa Ataturk  Mahallesi’nde li pişt Avahiya Walîtiya Dêrsimê hatibû dîtin. Dema li maşîna diçae zanîngehê suyar dibû di dîmenan de hatibû dîtin. 
 
 
TÊ GOTIN KU BERSÛC REVIYA YE DERVÊ WELAT 
 
Di qeydên MOBESE yên 15'ê Çile de tê dîtin ku Gulistan Doku û Zainal Abarakov ê bersuc tê zanîn di 15'ê Çile de rû bi rû di axivin. Li gel ku hemû kolanên Dersimê bi kamerayan tê temaşekirin jî heta niha der barê aqûbeta Doku de tu agahiyek şênber nehat tespîtkirin. Dîsa tê gotin ku bersûc Abarakov ku bavê wî polîs e, derketiye dervê welat. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Mûnsûrê ku ji bo dîtina Doku çalakiyan li dar dixin, polîs mudaxale dike û destûr nadin çalakiyan li dar bixin. Di çalakiyan de gelek xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin û polîsan gef li wan xwar. 
 
Malbata Doku heri dawî bi Walî Tuncay Sonel re hevdîtin kirin. Walîtiyê diyar kiribû ku kesê bi guman Zainal Abarakov derketiye dervê welat û bi armanca tedbîran di bin çavan de tê girtin. Walîtiyê di navbera 16-30'ê Çile de çalakiyên ji bo  Doku qedexe kir. Xwişka Gulistan Doku Aygul Doku, anî ziman ku ew ji Zainal Abarakov bi guman in û ji bo vê gumana wî tu tişt nehatiye kirin. Bav Doku xwest ji xeynî îhtîmala xwekuştinê li ser îhtîmalên din jî lêkolîn bê kirin. 
 
 
Hevalên Doku ku li aqûbeta Doku dipirsin, çûn Midûriyeta Polîsan û hevdîtinên Doku û Abarakov ên li ser whatsappê wekî delîl nîşan dan. Demae hevalek Doku li miduriyeta polîsan îfade dida, hevaka “Min bi tenê nehêlin, ez xwe baş hîs nakim. Ez diçim xwe davêjim Mûnzûrê" li îfadeyê zêde kirin. 
 
NAVÊ BERSÛC LI MECLÎSÊ VEŞARTIN
 
Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di 28'ê Sibatê de der barê bersûc Zainal Abarakov de pirsname da meclîsê. Lê Serokê Meclîsê navê bersûc wekî “Z.A.” veşart. Koçyîgît, anî ziman ku ev yek li dijî rêziknameya melîsê ye û dixwazin bersuc veşêrin. 
 
Piştî bûyerê bavê bersûc Zainal Abarakov Engin Yucer ê polîs di 12'ê Adarê de koçî bajarekî din kir. Hevalên Doku diyar dikin ku heta niha gelek kesên ku di çem û rûbaran de xeniqîn cenazeyên wan hatin dîtin. Lê ger ku Doku xwe avêtibe Çemê Mûnzûrê çima cenazeyê wê nayê dîtin. Di 17'ê Adarê de li Navçeya Qislê bot qulibî ava Çemê Mûnzûrê. Çawîşê Pispor Yilmaz Guneş piştî 44 rojan cenazeyê wî hat ditin. Di 11'ê Adarê de Esma Kılıçarslan winda bû û cenazeyê wê di 7'ê Nîsanê de di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin. Di 13'ê Gulanê de cenazeyê Abdullah N. ê li navenda penaberan a Bedri Es Rehabilitasyon dima di çem de hat dîtin. 
 
Xwişka Doku Aygul Doku, anî ziman ku têkildarî roja ku agahî ji Gulistan negirtin, dîmenen der barê Abarakov de di navbera 16.00-19.00'an de winda ne. 
 
 
Di ajansek nûçeyan de bavê Abarakov ê polîs Engin Yucel, roportaj da û got: "Mirin û nemirina Doku ne di xema min de ye. Min tenê 1-2 caran dîtiye. Ji bo dîtina Gulistan Doku ku 
156 rojin winda ye tenê 2 noqerên avê kar dikin. Malbatên ku j bo keça xwe bibinin diçin ser bendavê êdî heviya xwe ji avê qut kirine. Ji ber ku tenê 2 noqerên avê hene û rojê 15-20 deqîqeyan di nava avê de li Gulistan digerin. 
 
Serokê Baroya Dersîmê Kenan Çetîn, têkildarî xebatên lêgerina Doku diyar kir ku çune Dozgeriyê û dozger jî gotiye 'Li heviya xwendina lêvan in' û wiha got: "Em wekî baroyê şopdarê vê mijarê ne. 
 
‘EM HEVALA XWE DIXWAZIN'
 
Hevalên Gulistan Doku yên zanîngehê jî xwestin demek berî demekê Gulistan bê dîtin û rayedar êdî agahiyek saxlem bidin wan. Hevala Gulistan a zanîngehê Melek Akar got: "Gulistan kesek rûken bû. Her tem henek dikir û pir çalak bû. Tu cari neheqî qebûl nedikir. Her im li dijî bê edaletiyê dengê xwe bilind dikir. Li dijî neheqiyê derket. Me rojên xweş bi hevre derbas kirin. Em hevala xwe dixwazin. Em ê heta dawî aqûbeta Gulistan bipirsin." 
 
‘EM Ê BIBIN DENGÊ WÊ 
 
Hevala Gulistan Dilek Malay jî anî ziman ku ew pir bi hevî bû û wiha got: "Li her tiştî difikirî. Pir bi merhamet bû. Xwarin dida sewalên li kolanan. Li dijî tundiya li ser jinê li qadan bû. Ji bo em aqûbeta wê fêr bibin em ê bibin dengê wê. 
 
Hevala Gulistan Beritan Gengeç jî anî ziman ku di roja jinan de bi hevre govend girtibûn û wiha got: "Di 25'ê mijdarê de di destê me de dowîzên li dijî tundiya jinê hebûn. Ji bo bêtir dowîzê bilind bike ketibû pêşbirgê. Wê bi xwe dowîza xwe hilbijartibû. Dibe ku Gulistan kuştibin û li cihekî din veşartibin. Dibe ku hevalê Gulistan ê berê Zainal zerar dabe wê. Divê li ser cînayet lêkolîn û lêpirsînê bikin. Em her tim dibêjin Gulistan ne kesek ku întîar bike. 
 
MA / Ayşe Surme
 

Sernavên din

08/06/2020
14:40 Di Gulanê de mafê jiyana 203 kesan ji destê wan hatiye girtin
14:11 Karkerê înşaetê yê ji banî ket jiyana xwe ji dest da
13:54 Meclisa Jinan a HDP'ê starta 'Tekoşîna Jinan li her derê ye' da
13:25 DÎB’ê banga têkoşîna hevpar kir
13:13 DFG: Hafiz qetil kirin lê pênûs û kameraya wî li erdê nema
13:04 Bavê esker: Kurê min kuştin
12:43 Dozger cezayê girankirî ji Yilmaz ê hejvîna xwe şewitand re xwest
12:20 Endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê Engîn jiyana xwe ji dest da
11:49 Dadgehê îtîraza ji bo 12 kesan red kir
11:40 Buldan: Deriyê me ji muxalefetê re vekirî ye
11:04 Zilam li Arnavutkoyê jinek kuşt
11:03 Astengkirina kefenkirina cenaze: Divê oldar qiyametê rakin
10:47 Prof. Kaptanoglu: Ji ber îqtîdar lawaz bûye bi zextan tirsê pêş dixe
10:02 Bayindir: Wê nikaribin siyaseta kurd teslîm bigirin
10:01 Polîsan Midûra Nûçeyan a Oda tv Muyesser Yildiz binçav kirin
09:28 Bi wêneyan talankirina dîrok, çand û xwezayê
09:28 Hevalên Gulistan Doku: Ji bo lêpirsînê hêj tu gav nehatiye avêtin
09:23 OHD’ê derbarê şêwrimendê MHP’yî de gilî kir
09:22 Ozkan: Heta demek kin li Lîbya çareseri tune ye
09:21 Sabiha ya 27 sal in li hestiyên kurê xwe digere: Tarîfa vê êşê tune
09:20 Jinên Kurd: Li dijî vê pergalê têbikoşin
09:19 Amedî: Hîtler jî wisa nekir
09:12 Li çiyayan dem dema helhelokane
09:11 Nexweşxane ava kirin, lê personel peyda nekirin
09:11 Rençberê ceyrana wî tune DEDAŞ’ê 27 hezar û 415 tl deyn jêre nivîsî
09:09 Fincê Akman: Ji ber kurê min Kurd e ceza kirin
09:09 Kela Rabat di 2 salan de wêran bû
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07/06/2020
22:45 Li Rihayê 2 mezra, 2 tax û 5 avahî xistin qerantînayê
21:07 Du bira di Çemê Dîcleyê de xeniqîn
20:53 Di 80 rojan de li Tirkiyeyê 4 hezar û 692 mirov bi Covît-19 mirin
17:21 Komên çekdar li Efrînê Melek revandin û qetil kirin
17:00 Li Qamişlo êrîşa întîharî pêk hat
16:48 Bûldan: HDP’ê carek din qezenc kir
16:47 Jinan li 4 navçeyên Amedê bang kirin: Îqtîdar êdî nikare rê li pêş têkçûna xwe bigire
14:55 KMMK'ê: Zeyneb Celaliyan bi vîrûsa koronayê ketiye
14:45 Jinan: Ne kes vîna gel hat girtin
13:23 Hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt 7 mîlyonî
12:56 Yuksekdag: Vîna gel bi darbeyan têk naçe
12:51 Prz. Kanar: Hiqûqa Naziyan heye
12:08 Tundiya bavê xwe teşhîr kir
12:04 Koç: Êdî Kurd ketine qonaxa statûyê bi dest bixin
11:29 Meclîsa Jinan a HDP’ê dadikeve qadan
11:22 7'ê Hezîranê li dijî 2 xetên cuda bû xeta 3'emîn a siyasetê
10:43 Leyla Xalid ji bo piştevaniya HDP’ê peyam şand
10:42 Di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
10:12 Hamît Dilbahar: Azadî bi têkoşînê ve girêdayî ye
09:45 Çamli: Biryara hikûmetê ya 'asayîbûnê' fikaran zêde dike
09:08 'Leyla Guven sembola têkoşîna azadiya jinan e’
09:03 Ji bo karkerên 10 saetan çape dikin 52 tl; Ji bo elçîyê kar nake jî 4 tl komîsyon diyar kirin
09:03 Projeya Avdaniyê ya Pompajê ji bo cotkaran bû lehî!
09:02 Nivîskar Tûnç: Ji bo propagadaya xwe ya reş li tiştekî digerin
09:02 Hunermendên ji Behra Reş: Rizgarî bi têkoşînê pêkan e
09:01 Bi sirgûnkirinê teqawidbûyînê li wan ferz dikin
09:00 Qeyûm vê carê 'bi dizîka' heqê avê biha kiriye!
09:00 Wê mêşên xwe bibin Zozana Feraşînê
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:49 Nexweşên Covît-19 li Riha û Şirnexê zêde dibin
06/06/2020
23:42 Polîsan destûr nedan nimêja cenaze bikin
21:15 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 669
16:54 ‘Bila kujerên Aksoy û Cingoz bê darizandin'
16:34 Bertek zêde dibin: Em Leyla Guven in
16:27 Li cihê Ayşegul Akturk hat qetilkirin çalakî pêk anîn
16:24 Rêxistinên civakî yên Amedê: Mafê bijartin û hilbijartinê xistin bin piyan
16:05 Bal kişandin ser rewşa Polat ê nexweş
16:04 Li Rezanê 18 kes bi vîrûsê ketin
15:38 'Bi girtina Guven di esasê xwe de dewlet ket'
15:00 Di Gulanê de 156 karker mirin: 29 karker bi Covît19 mirin
14:53 Bûldan: 26 sal in qatil di nava me de ne
14:41 Operasyona QSD'ê ya li diji DAIŞ'ê didome
14:13 Cenaze xistin baxaca maşinê û li gundan gerandin
Zarok jî di navde 7 welatî bi îşkenceyê binçav kirin
13:38 Girtiyê nexweş bi nivînan ve kelemçekirî kemoterapî kirine
13:37 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Şaşmaz berdin
13:33 Xizmên windayan aqûbeta Aydogan pirsîn
13:32 Derket holê ku tundî li Çakir hatiye kirin
13:19 Şivanê ciwan di Çemê Zilanê de xeniqî
13:04 'Leyla Guven remza berxewdana jinan e'
12:34 Li Çinarê 2 jê cerdevan 8 kes hatin girtin
12:20 HDP’ê biryar girt ku bimeşe Enqereyê
12:01 Xebata Tifaq a Kurdîstanî: Xistina parlamenteriya parlamenteran têkçûna demokrasiyê ye
11:35 Li Îzmîrê dengek hevpar: Em bi hev rê têbikoşin
11:34 Demirtaş xwest herkes li dora HDP’ê bibin xelek û glok
11:33 Colemêrgiyan: Leyla Guven vîna me ye
09:53 Hatîp Dîcle: Tu feydeya tirsê tuneye
09:44 Polîsan 10 kes li Edeneyê binçav kirin
09:39 Her sal 200 cotkarên Hewagê dest ji çandiniyê berdidin
09:30 Nivîskar Hamît Dilbahar serbest berdan
09:11 Armanca wan li kuçeyan piştevaniyê xurtir bikin
09:10 Esnafên Wanê: Rewş qet nebaş e
09:10 Tirkiye nahêle raporên der barê îşkenceyê de bên aşkerekirin
09:06 ‘Bi zêdekirina erka notirvanan armanc serweriya li ser kuçeyan e'
09:06 ‘Bila hemû malbat serlêdana sûc bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Li Rihayê çalakî qedexe kirin
08:00 Jinek li Bagcilarê kuştin
07:47 Dadgehê 6 gundiyên Şêba Jêr girtin
05/06/2020
22:10 Berberoglû yê CHP'î hat berdan
21:42 Li Meletiyê erd hejiya
21:33 Guvenê peyamek şandiye: Têkoşîn li ku be ez ê li wir bim
19:57 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane