Wêneyê bi dîwar ve jî tehemûl nekirin!

  • rojane
  • 09:14 11 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Eskerên avêtibûn ser gundê Licokê, li mala Pervane wêneyê Halîme Pervane ya HPG'yî ku di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest daye, bi meqesê jê kirine. Bav Mehmet Pervane ku got bi van pêkanînan Îro dibêjin em ê alaya we jê bikin, sibê wê bêjin em ê cilên we ji we bikin, dusibe wêneyê we bibim. Bi vî awayî dixwazin hêdî hêdî bi me bidin qebûl kirin" bang kir ku her kes xwedî li nirxên xwe derkevin. 

 
Di 4'ê Hezîranê de li gundê Licokê yê Licê ya Amedê operasyoneke eskerî çêbibû. Di dema operasyonê de eskeran dora gund dorpêç kiribûn û êrîş biribûn ser 6 gorên hin welatiyan û PKK'yiyan. Her wiha di dema dorpêçê de nehiştibûn kes ji mal derkeve û li malan dest bi lêgerînê kiribûn. Ji malên lêgerîn lê hatibûn kirin yek jê jî mala Mehmet Pervane bûye. Eskeran, di dema lêgerînê de wêneyê Halîme Pervane (Viyan Licok) a HPG'yî ku di Tebaxa 2012'an de jiyana xwe ji dest daye ji dîwêr kirine û bi meqesê jê kirine. 
 
‘AL Û NAVÊN DI WÊNEYÎ DE JÊ KIRIN’
 
Mehmet Pervane, diyar kir ku di 4’ê Hezîranê de eskeran avêtiye ser gundê wan û li malan dest bi lêgerînê kirine. Pervane, anî ziman ku eskeran mal bi mal geriyane û hatine mala wî jî û got: "Dema eskeran wêneyê keça min dîtin ku bi dîwêr ve daliqandiye anons kirin ku tiştekî wisa dîtine. Xwestin wêne bibin lê min nehişt. Min ji wan re got hûn çima wêneyî dibin? Gotin qedexeye. Min jî got, keçika min e, şehîd ketiye. Dîsa gotin ‘an em ê wêneyî bibin an jî em ê te bibin.’ Min ji wan re got hûn dikarin min bibin. Pişt re yekî pispor hat, pirsa keça min ji min kir. Got ‘an ez ê kirarên wêneyî bikim an jî ez ê ala li pişt wêneyî jê bikim.’ Em ketin nav niqaşekê. Pişt re got ‘al dikeve propagandayê ez ê jê bikim.’ Meqes anî ala wêneyî û navê wê jê kirin. Di malê de jî tiştên me li hev xistin. Tehamûl nakin ku tu li tiştekî xwe xwedî derkevî. Dixwazin me ji hev qût bikin. Berê dixwestin PKK’ê û Serokatî ji hev veqetînin niha jî dixwazin PKK’ê û gel ji hev veqetînin. An ku dibên ez ê îro alê jê bikim, sibê cilên we jê bikim, dusibe wêneyê wê bibim. Dixwazin hêdî hêdî bi me bidin qebûl kirin.”
 
‘DIBÊJIN EM Ê WE BIQEDÎNIN’
 
Pervane, bibîr xist ku îro hestiyên zarokên wan bi kargoyan dişînin, goristana dirûxînin û got: “Dibêjin em li ser vê axê hebûna kurdan tu carî qebûl nakin. Ev yek jî kêmasiya me ye. Ji ber ku em li nirxên xwe û li hev du xwedî dernakevin, yekîtiya xwe çênakin. Mezelên şehîdên me xera dikin. Em kêm dimînin. Ev yek dîktarorî ye, faşizm e, ne qebûlkirina gelê kurd e. Demokrasî tuneye. Rengê me yên kurda hene “kesk, sor û zer” wan jî qebûl nakin. An ku dibêjin em ê we biqedînin. Çawa ku di sala 1980’yî de dixwestin îmha bikin, îro jî eynî tişt heye. Jiyan li me kirine zindan. Tu ferqa derve û hundir tune ye.” 
 
Pervane, diyar kir ku ji salên 90’î heta vir ve bi hezaran operasyon çêbûne û got: “Dizane ku ax ne axa wî ye welat ne welatê wî ye û dê rojekê ji vir derkeve here. Hebûna vê pergalê li ser tunebûna kurda ye. Îro netewperestiyekê dide meşandin. Çi qas kurdan bikuje, ew qas dikare xwe li ser piya bigire.” 
 
GILÎ KIRIN 
 
Pervane, bal kişand ser êrîşên li goristana Sîsê û got: “Ewil bi balafirên şer êrîşî Goristana Sîsê kirin. Mizgeft û avahiyên li wê derê xerakirin. Pişt re her ku operasyon çêdibe goristanan dirûxînin. Dixwazin bi nirxên me, rûmeta me bilîzin. Bi her awayî bi sîstematîk bi ser me de tên. Dizanin çi qas goristan hebin tu dê wan bibîr bînî û xwedî lê derkevî. Dema tu wan bibîr bînî dê gelê kurd bibîr bînî. Dibêjin li zarokên xwe xwedî dernekevin. Lê ew çi bikin em ê li zarokên xwe, nirxên xwe xwedî derkevin. Pêwîstî bi çi hebe em ê bikin. Me serî li MEBYA-DER’ê jî da. Serlêdana sûc jî kir.”
 
Pervane, bang kir ku her kes xwedî li nirxên xwe derkeve û got: “Bila gel li şehîdên xwe xwedî derkevin. Heke em xwedî dernekevin îro tên bi pêhna dirûxînin sibê dê bi kepçe û dozeran bi rûxînin.”
 

Sernavên din

14/06/2020
09:01 Ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran bihuşt e!
09:00 Ji ber betaliyê li kuçeyan maye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:54 Ketin û derketina Şirnexê jî qedexe kirin!
08:39 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
13/06/2020
20:43 Di 24 saetên dawî de hezar û 459 kesên din jî bi şewbê ketine
17:08 Ji bo HDP’ê bang li Hikûmeta Îngilistanê kir
16:51 Li Wanê bertek nîşanî mirinên jinan ên bi guman dan
16:19 Li Mersînê hejmara binçavkirinan derket 11’an
16:19 Li qiraxa Çemê Firatê qêrîya: Her der ji bo jinê qada berxwedanê ye
15:57 Aqûbeta girtiyê siyasî Kemal Hesen ne diyare
15:50 Ji bo girtiya nexweş a tedawiya wê hatiye sekinandin bang kirin
15:49 Şewata li Omeryan ji nû de dest pê kir
15:49 Rewşenbir û ronakbirên navneteweyî zextên li ser HDP’ê şermezar kirin
15:35 Walîtiya Tekîrdagê jî ‘qedexe’ kir
15:22 Turmen: Dewlet nikare mudaxaleyî ‘mafê rapêşî û civînê’ bike
15:14 HDP’ê serdana ‘têkoşîna demokratîk’ li Malêngel kir
15:04 Aqûbeta Bulmuş û 6 gundiyan pirsîn
14:23 Walitiya Wanê ji bo ku HDP’î nemeşin ketin û derketin bajêr qedexe kir
14:19 Aqûbeta Guneyê ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hat darvekirin pirsîn
13:48 CÎSST'ê rapor aşkere kir: Nexweşan naşînin nexweşxaneyê
13:29 Di laboratûvara zanîngehê de teqîn çêbû
13:14 Ji bo siyasetmedar Aksoy banga berdanê kirin
12:30 Demîrtaş: Ji bo Tirkiye ya herî xêr bi HDP'ê re diyalogê pêş bixin
12:06 Rewşa malbata Tavas bir Meclîsê
12:05 BTS duh hişyar kir trênê îro qeza kir
10:52 Wezaretê xwest xizmetkaren tenduristiyê heta 14'ê mehê wargehan vala bikin
10:38 Leşkerî çopa xwe davêje Çemê Hêzil
10:23 Ji Muglayê banga tevlêbûna meşê kirin
09:57 Keç û bav 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev
09:38 Emîne Şenyaşar: Çavên min ji girînê kor bûn
09:08 Yukkol ê ji sedî 73 berasteng dibin çavan de bi tenê tê girtin
09:07 Parêzer Işik: Îqtidar îtaeteke mutleq dixwaze
09:06 MEBYA-DER: 22 malbatan gilî kirin
09:06 Ji bo qaleqolê cardin dar qirkirine!
09:00 ROJEVA 13Ê HEZÎRANA 2020'AN
12/06/2020
20:46 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
19:58 34 penaber li Deryaya Spî xeniqîn
15:06 Meclîsa Jinan a HDP'ê Malên Gel ziyaret kir
15:04 Li Agiriyê di 35 rojan de 6 jin bi guman mirin
14:51 Şaredarê Cizîrê yê berê Sabri Vesek bi vîrusa Covît-19 mir
14:45 Li Mahsertê 200 dolim zevî şewitî
14:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya amadekariya 'operasyonê'
14:34 150 dolim zeviya genim li Derikê şewitî
14:20 Bêyî kujerên zarokên xwe bibîne koça dawî kir
13:58 Li Licê êrîşên li ser goran dewam dikin
13:42 Çalakiya BTS’ê rastî astengiya polîsan hat
13:38 TTB hişyar kir: Bi tedbîrên şexsî rê li pêş Covît-19 nayê girtin
12:07 Colemêrg, Wan û Bedlîs ji bo 'Meşa Demokrasiyê' amade ne
11:56 Ciwanê ku polîsan ‘xayîn' îlan kir ji tirsa polîsan nikare ji mal derkeve
11:44 Ji Amedê peyama bi pankart!
11:40 Polîs pozê xebatkarekê tenduristiyê şikand
11:40 Li Ebexê gundek hat karantînekirin
11:30 Armanc gelê Edîrne û Colemêrgê bigînin hev
11:28 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:48 Twîtterê 7 hezar û 340 hesabên têkildarî AKP'ê girtin
10:46 Psîkolog Tatar: Dê întîhar zêde bibin
10:34 Cenazeyê Mûrat Hantaş spartin axê
10:32 'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'
10:22 Li dayik û bavê xwe yê hatin girtin digerin!
09:57 Wezaretê Raropa ÇED'ê ya jibo RES'ê erênî dît
Komeleya Ekolojiyê: Talankirina xwezayê rewa dikin
09:41 Başaran: Li dijî êrîşan em ê li her derê têbikoşin
09:27 Jina ducanî binçav kirin: Nikarim nefesê bistînim
09:21 70 salî ye, bêhed hatiye binçavkirin û cara 6'emîn e tê girtin
09:21 Rojnameger Muyesser Yildiz şandin girtîgehê
09:09 Gotina soylu cînayet zêde kir: Di 18 rojan de 16 jin hatin kuştin
09:09 Ustercî: Ger pêşî li şidetê neyê girtin em ê wesfa xwe ya civakiyî winda bikin
09:09 Dadgehê qedexeya ku hezar û 296 rojan didome parast
09:09 Li Çiyayê Katoyê dest bi qusandina pezê xwe kirin
09:09 Li erdên beyar ên Kadikoyê şitilên zebze danîn
09:09 Kîloya pîvazan bû 10 qurîş, cotkaran dev ji berhevkirinê berda
09:09 DEDAŞ’ê di 5 rojan de 3 fatoreyên cuda ji abone re şand
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2020'AN
11/06/2020
22:01 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Gunduz hat berdan
21:54 Balafirên şer li Balafirgeha Amedê danîn
20:50 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Qubînê: Her du hevserok hatin binçavkirin
20:41 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 174 hezar û 23
16:32 RMM'ê ji NY’ê xwest ku Tirkiye hişyar bike
16:09 HDP çû serdana ÎHD'ê
15:42 4 rêveberên TUAY-DER'ê hatin girtin
15:39 Şewata li herêma Omeryan dest pê kir ber bi Xerabê Bava ve diçe
15:29 Ji bo hevpîşeyên xwe Tîmtîk û Unsal bang kirin
15:17 Bûldan: Ne hilbijartin tîfaqa demokratîk
14:50 Cezayê Şerîf Mesutoglu yê bi îdîaya Qeymeqam Safiturk kuştiye erê kirin
14:36 Jin li qadan e: Êriş hebe berxwedan jî heye
14:33 BTS: Sirgûn cînayeta civakî ye
13:22 Ew jî li cihê birayê xwe hat kuştin!
13:20 Gunay: Lîstik li ser lîstikê lîstin bi ser neketin, dîsa bi ser nakevin
13:05 Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê dest pê dike
12:50 Girtiyê nexweş bi kelemçekirî hatiye kemoterapîkirin!
12:25 Ciwanên HDP’ê ji bo ‘meşa azadiyê’ bang kirin
11:20 Li Amedê hejmara haletên koronayê derket hezar û 500'î
11:07 Di dîrokê de cihê kurdan: Dîroka Kurdan a kevnar
11:00 Bav sê zarokên xwe fetisandin
10:50 Akgol dîsa tije av bû
09:58 Waliyê ku pesnê Fethullah Gulen dida tayînî Amedê kirin
09:26 Serokê Giştî yê BTS'ê: Di esasê sirgûnan de cudakarî heye
09:18 Ji binavgerên qeyûm ew ji kar avêtin hişyarî
09:17 'Jiyana me veguheriye azmûna têkoşîna li dijî xizaniyê'
09:16 Li Mêrdînê têkoşîna li dijî RES'an dest pê dike