Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin

  • rojane
  • 20:46 12 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Îsal 28'emîn serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin. 

 
Ji bo bîranîna Nivîskar û rewşenbirê Kurd Musa Anter û xebatkarên çapemeniyê yên li ser kar jiyana xwe ji dest dan, ji sala 1993'an heta niha her sal “Xelatên Rojnamegeriyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter" tên li dar xistin. Îsal jî pêşbirga Rojnamegeriyê bi zimanê Kurdî û Tirkî dest pê kir. Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku dê îsal cara 28’emîn bê lidarxistin, dest pê kirin. Pêşbirka ku sala par ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve hatibû li dar xistin, îsal dîsa ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin. Serlêdan heta 10’ê îlona 2020'an jî dikarin bên kirin. Pêşbirka ku ji “Nûçeyên Kurdî", “Nûçeyên Tirkî", “Wêne (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatur” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz “Nûçegihantiya Jinê” bi giştî ji 5 beşan pêk tê. Encama pêşbirgê wê di 18’ê îlona 2020'an de bên eşkerekirin.
 
Piştî lijneya bijartinê guncav bibîne wê xebatên serkeftî bi texdîr û pesnê bên nirxandin. Berhemên ku ji bo xelatê bên şandin, wê dîsa paşve neyên şandin. Wê di rojnameyê de bên weşandin. Şartnameya pêşbirkê ku ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve hatiye weşandin wiha ne;
 
ŞARTNAMEYA XELATÊN ROJNAMEGERIYÊ YÊN ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYA AZAD Û MUSA ANTER A 2020'AN
 
* Rojnameya Yenî Yaşam îsal ji bo Musa Anter û xebatkarên çapemeniya azad ên li ser kar şehîd ketin, pêşbirga “Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter” a her sal tê amadekirin li dar dixe.
Zimanê pêşbirgê bi kurdî û tirkî ye. 
 
Pêşbirk di 5 kategoriyên cuda yên ‘Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, "Nûçegihantiya Jinê ya Gurbetellî Ersoz" “Wêneyê Nûçeyan” û “Karîkatûr” de tê lidarxistin.  
Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Kesê dibe yekem xelatê digire. Ku jurî guncav bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê binirxîne.  
Beşdar tenê dikare di kategoriyekê de û bi berhemekî beşdar bibe. 
 
Nirxandinên têkildarî kategoriyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, dê pêşniyarên lijneyên pêşnimandinê jî liber çavan bên girtin û wisa bên kirin
Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û dê karibin di rojnameyê de bên şewandin.
Divê berhem herî dereng di 10’ê îlona 2020’an de bên şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, dê di 18'ê îlona 2020'an de bên aşkerakirin. 
Pêwiste ku berhem bi rêya PTT, APS, kargo an jî bi awayek tahaûdî bêne şandin. Ji windabûna berhemên ji bilîvan rêyan, birêyek din hatibinşandin winda bibin, berpirsyar kesê ku berhem şandiye ye.  
 
 
ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ  
 
* Hemû kesên şert û mercên di şertnameyê de hatine diyarkirin bicih bînin, dikarin tevli pêşbirkê bibin.  
 
* Endamên juriyê (sala di lijneya juriyê de bin) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam nikarin tevli pêşbirkê bibin. Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin dê an nehatibin weşandin û an jî piştî 10’ê îlona 2017’an hatibin weşandin.  
 
* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkek din de xelat û mansiyon negirtine tevli pêşbirkê bibin. Piştî 10'ê Îlona 2019'an û şûnde divê hatibin weşandin. 
 
* Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkek din de mafê xelat, mansiyon û pêşandanê girtiye, dê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat dê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafên nû dernaxe holê. 
 
* Ger beşdar berhema ku aydî wî/ê nîne wekî aydî xwe bide nîşandin, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, dê ji aliyê juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlibûnê binpêkiriye bê dayîn.  
 
* Hemû beşdar ku berhemên xwe bi şînin pêşbirkê ev tê wê wateyê ku şertên tevlibûnê qebûl kirine. Kesên ku şertên tevlibûnê neynin cih, ji pêşbirkê tên derxistin. 
 
* Ku berhem nehatibe weşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û demakişandin/xêzkirina wê, ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV’a tê de hatiye weşandin, dema weşandinê û kopiyek berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin bê şandin.  
 
* Beşdar divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin nav dosyayê û bi wêneyekî (1) bixin dosyaya serlêdanê. 
 
 
Beşên Nûçeyên Kurdî  Nûçeyên Tirkî û Nûçeyên Jinê:
 
* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.  Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin.  
 
Wêne: 
 
* Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncikê jêr ê çepê yê berhemê bê nivîsandin. 
 
* Divê berhemên ku di kategoriya wêneyê de tên şandin, ji aliyê ebatî ve wiha bin: Aliyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina wê12 be.  
 
* Ku jurî pêwîstî bibîne, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze. 
 
* Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (ji bilî ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatiye xirabkirin dê li ber çavan neyên girtin.  
 
Karîkatûr: 
 
* Pêwîst e ku li ser quncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin.  
 
* Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê berhem orjînal be. Bi şertê ku hunermend îmze bike (îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne.   
 
*Pêwîst e ku ebadên karîkatûrê A4 (21x29.7cm) herî zêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser tu zemînan nehatibe zeliqandin. 
 
LIJNEYA HILBIJARTINÊ 
 
Nûçeyên Tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatih Polat, Faruk Eren, Îbrahim Varli, Huseyin Aykol.
 
Nûçeyên Kurdî: Mehmet Alî Ertaş, Suna Tunç, Beritan Zagros, Ramazan Olçen, Ferid Demirel.
 
Nûçeyên jinê: Nevin Cerav, Nişmiye Güler, Bircan Değirmenci, Çiçek Tahaoğlu, Sevda Karaca.
 
Wêne: Ramazan Ozturk, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Rodî Yuzbaşı, Selmet Guler.
 
Karîkatur: Gulay Batur, Dogan Guzel, Asli Alpar, Îmam Cîcî, Ender Ozkahraman.
 

Navnişana berheman 

Web: yeniyasamgazetesi1.com

e-posta: yeniyasamgazetesi@gmail.com

Telefon: 0 212 252 83 99

Fax: 0 212 252 83 90 

Navnişan: Taxa Şehit Muhtar, Kolana Bekar  No: 7/3 Beyoglu/Stenbol 

 

 
 
 

Sernavên din

14/06/2020
09:00 Ji ber betaliyê li kuçeyan maye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:54 Ketin û derketina Şirnexê jî qedexe kirin!
08:39 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
13/06/2020
20:43 Di 24 saetên dawî de hezar û 459 kesên din jî bi şewbê ketine
17:08 Ji bo HDP’ê bang li Hikûmeta Îngilistanê kir
16:51 Li Wanê bertek nîşanî mirinên jinan ên bi guman dan
16:19 Li Mersînê hejmara binçavkirinan derket 11’an
16:19 Li qiraxa Çemê Firatê qêrîya: Her der ji bo jinê qada berxwedanê ye
15:57 Aqûbeta girtiyê siyasî Kemal Hesen ne diyare
15:50 Ji bo girtiya nexweş a tedawiya wê hatiye sekinandin bang kirin
15:49 Şewata li Omeryan ji nû de dest pê kir
15:49 Rewşenbir û ronakbirên navneteweyî zextên li ser HDP’ê şermezar kirin
15:35 Walîtiya Tekîrdagê jî ‘qedexe’ kir
15:22 Turmen: Dewlet nikare mudaxaleyî ‘mafê rapêşî û civînê’ bike
15:14 HDP’ê serdana ‘têkoşîna demokratîk’ li Malêngel kir
15:04 Aqûbeta Bulmuş û 6 gundiyan pirsîn
14:23 Walitiya Wanê ji bo ku HDP’î nemeşin ketin û derketin bajêr qedexe kir
14:19 Aqûbeta Guneyê ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hat darvekirin pirsîn
13:48 CÎSST'ê rapor aşkere kir: Nexweşan naşînin nexweşxaneyê
13:29 Di laboratûvara zanîngehê de teqîn çêbû
13:14 Ji bo siyasetmedar Aksoy banga berdanê kirin
12:30 Demîrtaş: Ji bo Tirkiye ya herî xêr bi HDP'ê re diyalogê pêş bixin
12:06 Rewşa malbata Tavas bir Meclîsê
12:05 BTS duh hişyar kir trênê îro qeza kir
10:52 Wezaretê xwest xizmetkaren tenduristiyê heta 14'ê mehê wargehan vala bikin
10:38 Leşkerî çopa xwe davêje Çemê Hêzil
10:23 Ji Muglayê banga tevlêbûna meşê kirin
09:57 Keç û bav 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev
09:38 Emîne Şenyaşar: Çavên min ji girînê kor bûn
09:08 Yukkol ê ji sedî 73 berasteng dibin çavan de bi tenê tê girtin
09:07 Parêzer Işik: Îqtidar îtaeteke mutleq dixwaze
09:06 MEBYA-DER: 22 malbatan gilî kirin
09:06 Ji bo qaleqolê cardin dar qirkirine!
09:00 ROJEVA 13Ê HEZÎRANA 2020'AN
12/06/2020
20:46 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
19:58 34 penaber li Deryaya Spî xeniqîn
15:06 Meclîsa Jinan a HDP'ê Malên Gel ziyaret kir
15:04 Li Agiriyê di 35 rojan de 6 jin bi guman mirin
14:51 Şaredarê Cizîrê yê berê Sabri Vesek bi vîrusa Covît-19 mir
14:45 Li Mahsertê 200 dolim zevî şewitî
14:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya amadekariya 'operasyonê'
14:34 150 dolim zeviya genim li Derikê şewitî
14:20 Bêyî kujerên zarokên xwe bibîne koça dawî kir
13:58 Li Licê êrîşên li ser goran dewam dikin
13:42 Çalakiya BTS’ê rastî astengiya polîsan hat
13:38 TTB hişyar kir: Bi tedbîrên şexsî rê li pêş Covît-19 nayê girtin
12:07 Colemêrg, Wan û Bedlîs ji bo 'Meşa Demokrasiyê' amade ne
11:56 Ciwanê ku polîsan ‘xayîn' îlan kir ji tirsa polîsan nikare ji mal derkeve
11:44 Ji Amedê peyama bi pankart!
11:40 Polîs pozê xebatkarekê tenduristiyê şikand
11:40 Li Ebexê gundek hat karantînekirin
11:30 Armanc gelê Edîrne û Colemêrgê bigînin hev
11:28 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:48 Twîtterê 7 hezar û 340 hesabên têkildarî AKP'ê girtin
10:46 Psîkolog Tatar: Dê întîhar zêde bibin
10:34 Cenazeyê Mûrat Hantaş spartin axê
10:32 'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'
10:22 Li dayik û bavê xwe yê hatin girtin digerin!
09:57 Wezaretê Raropa ÇED'ê ya jibo RES'ê erênî dît
Komeleya Ekolojiyê: Talankirina xwezayê rewa dikin
09:41 Başaran: Li dijî êrîşan em ê li her derê têbikoşin
09:27 Jina ducanî binçav kirin: Nikarim nefesê bistînim
09:21 70 salî ye, bêhed hatiye binçavkirin û cara 6'emîn e tê girtin
09:21 Rojnameger Muyesser Yildiz şandin girtîgehê
09:09 Gotina soylu cînayet zêde kir: Di 18 rojan de 16 jin hatin kuştin
09:09 Ustercî: Ger pêşî li şidetê neyê girtin em ê wesfa xwe ya civakiyî winda bikin
09:09 Dadgehê qedexeya ku hezar û 296 rojan didome parast
09:09 Li Çiyayê Katoyê dest bi qusandina pezê xwe kirin
09:09 Li erdên beyar ên Kadikoyê şitilên zebze danîn
09:09 Kîloya pîvazan bû 10 qurîş, cotkaran dev ji berhevkirinê berda
09:09 DEDAŞ’ê di 5 rojan de 3 fatoreyên cuda ji abone re şand
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2020'AN
11/06/2020
22:01 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Gunduz hat berdan
21:54 Balafirên şer li Balafirgeha Amedê danîn
20:50 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Qubînê: Her du hevserok hatin binçavkirin
20:41 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 174 hezar û 23
16:32 RMM'ê ji NY’ê xwest ku Tirkiye hişyar bike
16:09 HDP çû serdana ÎHD'ê
15:42 4 rêveberên TUAY-DER'ê hatin girtin
15:39 Şewata li herêma Omeryan dest pê kir ber bi Xerabê Bava ve diçe
15:29 Ji bo hevpîşeyên xwe Tîmtîk û Unsal bang kirin
15:17 Bûldan: Ne hilbijartin tîfaqa demokratîk
14:50 Cezayê Şerîf Mesutoglu yê bi îdîaya Qeymeqam Safiturk kuştiye erê kirin
14:36 Jin li qadan e: Êriş hebe berxwedan jî heye
14:33 BTS: Sirgûn cînayeta civakî ye
13:22 Ew jî li cihê birayê xwe hat kuştin!
13:20 Gunay: Lîstik li ser lîstikê lîstin bi ser neketin, dîsa bi ser nakevin
13:05 Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê dest pê dike
12:50 Girtiyê nexweş bi kelemçekirî hatiye kemoterapîkirin!
12:25 Ciwanên HDP’ê ji bo ‘meşa azadiyê’ bang kirin
11:20 Li Amedê hejmara haletên koronayê derket hezar û 500'î
11:07 Di dîrokê de cihê kurdan: Dîroka Kurdan a kevnar
11:00 Bav sê zarokên xwe fetisandin
10:50 Akgol dîsa tije av bû
09:58 Waliyê ku pesnê Fethullah Gulen dida tayînî Amedê kirin
09:26 Serokê Giştî yê BTS'ê: Di esasê sirgûnan de cudakarî heye
09:18 Ji binavgerên qeyûm ew ji kar avêtin hişyarî
09:17 'Jiyana me veguheriye azmûna têkoşîna li dijî xizaniyê'
09:16 Li Mêrdînê têkoşîna li dijî RES'an dest pê dike
09:14 Wêneyê bi dîwar ve jî tehemûl nekirin!