ENQERE – Rêxistinên jinan, li dijî vekişandina ji Peymana Stenbolê, di 4-5’ê tebaxê de bi şîara “Em dev ji mafên xwe bernadin” li gelek bajaran dadikevin qadan.
Jinên ku li dijî vekişandina ji Peymana Stenbolê li hev civiyan, amadekarî dikin ku bi şîara “Em dev ji mafên xwe bernadin, Peymana Stenbolê pêk bîne” li gelek bajaran dakevin qadan. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, wê jin di navbera 4-5’ê tebaxê de li çar aliyê welat dakevin qadan.
Tê payîn ku di vê dîrokê de Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya AKP’ê ji bo vekişandina ji peymanê bicive û nîqaşan bike.
BERNAMEYÊN HIN BAJARAN
Bernameyêk ku ji hêla jinan ve bên lidarxistin ên hatinbe zelalkirin wiha ne:
Bodrûm: 4’ê tebaxê saet 19.00 – Qada Mizgefta Tepecîkê
Datça: 4’ê tebaxê saet 19.00 – Qada Cûmhûriyetê
Stenbol: 5’ê tebaxê saet 19.00 - Îskeleya Kadikoy Beşiktaşê
Îzmîr: 5’ê tebaxê saet 18.30 – Pêşiya OSYM’â Alsancakê
Samsûn: 5’ê tebaxê saet 19.30 - Derbasoka Suleymaniyeyê
Hatay: 5 Ağustos saat 19.00 – Antakya/ Köprübaşı
Didim: 5’ê tebaxê saet 18.30 – Pêşiya Îş Bankasiyê
Antalya: 5’ê tebaxê saet 19.00 – Qada Attalosê
Adana: 5’ê tebaxê saet 18.00 – Parqa Heykelliyê
Kocaelî: 5’ê tebaxê saet 19.00 – Peşiya Kargeha Şaredariyê
Ankara: 5’ê tebaxê saet 19.00 – Qada Sakaryayê
Ayvalik: 5’ê tebaxê saet 19.00 – Qada Cûmhûriyetê
Antakya: 5’ê tebaxê saet 19.00 – Koprubaşi