ÊLIH – Hevberdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acara Başaran, li dijî şidet û cinayetên tên kirin xwest Peymana Stenbolê pêk bê û got, Îpek Er ji ber bêedaletiyê dawî li jiyana xwe aniye.
Hevberdevka Meclîsa Jina ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser cinayet û şideta li ser jinê yên din demên dawî de zêde bûne.
Başaran, anî ziman ku niha cardin şideta li ser jinê û cinayet zêde bûne û got, sedemine vê yên giştî û herêmî hene. Başaran, bibîr xist ku gelek caran anîne ziman ku dê bi pandemiyê re şidet zêde bibe û got: "Gava me ev ye nîqaş dikirin, mafên jinan dan ber nîqaşê. Nîqaşkirina Peymana Stenbolê bixwe jî şidetê zêdetir kir. Mêran hêz ji îqtidarê stend. Ji lewra feraseta ku xwe da der; 'Nexwe divê em ne wekhev bin.' Ev yek li welatekî wekî Tirkiyeyê ku di nava krîza aborî de ye, dibe sedema zêdebûna şidetê."
‘KIRYAR TENÊ NE KES IN'
Başaran, destnîşan kir ku bajarên kurdan di pêvajoyeke şerî re derbas bûne û got, êrîşên tecawizî û zayendî wekî konsepteke şerî tên dewamirin. Başaran, bibîr xist ku tecawiz tenê ne li Tirkiyeyê li seranserê cîhanê jî wekî amûrekê tê bikaranîn û got: "Mînakên berbiçav û nêz ên DAIŞ'ê ku tecawizî jinên kurd û ereb kirin. Di salên 1990'î de jî tecawizî jinên kurd hat kirin. Kiryar bê ceza man. Der barê rojnamevanên ku nûçeyên wan çêkirin de lêpirsîn hatin destpêkirin. Li Şirnexê taciza çawîşê pispor, wekî bûyereke kesekî serxweş be ser wê hat girtin. Îqtidar ji jinan re dibêje 'an hûn ê li mala xwe wekî koleyan bijîn an jî hûn vê yekê qebûl nekin wê şidet li we bê kirin, hûn ê bi tecawizê re rû bi rû bimînin û ez ê nikaribim we biparêzim.' Mesela li ser medyaya sosyal dibêjin, çima Îpek Er li wê derê bû filan bêvan. Ev gotin, berê ji bo Pinarê jî, ji bo Şûleyê jî atibûn gotin. Bi vî awayî tê xwestin qebûlkirineke civakiyî bê çêkirin. Ev tenê ne sûcê kesê ku vê dike, ev yek di heman demê de polîtîkayeke dewletê, polîtîkayeke îqtidarê ye. Kiryarên vê yekê tenê ne kes in. Lê ew dibêjin, em hatine fihêtkirin. Dibêjin, berê jî heman sûc kirine. Dibêjin, tên parastin. Û tenê 7 rojan di girtîgehê de ma û hat berdan."
'A KU ÎPEK KUŞT BÊEDALETÎ BÛ'
Başaran, destnîşan kir ku hiqûq ji bo muxalefet û îqtidarê wek ev nayê şixulandin û got: "Îro eger hûn rabin îqtidarê rexne bikin, wê ceza li we bê birîn. Her wiha hûn nikarin biçin cihekî ku karibin derdê xwe jî jê re bibêjin." Başaran, bilêv kir ku baweriya bi edaletê her diçe kêm dibe û got: "Niha jin bi çalakiyan, bi têkoşînê û li ser platformên medyaya sosyal li mafên xwe digerin. Çi qasî bibin rojev dengê wan jî ew qasî tê bihîstin. Jin bi saya piştevaniyê dengê xwe radigihînin. Lê binêrin, Îpek Er ji ber bêedaletiyê dawî li jiyana xwe anî. Di îfadeya xwe ya berî ku bimire de dibêje, vîna wê hatiye şikêandin, lê dadgeh guh nade vê yekê û dibêje bi rizaya wan bûye. Halbûkî dibêje ez ê dawî li jiyana xwe bînim. A ku Îpekê kuşt bêedaletî ye. Halbûkî heger edalet tecelî bikira niha wê Îpe sax bûna."
PEYMANA STENBOLÊ
Başaran, anî ziman ku li Tirkiyeyê qanûnên mêran heye û feraseta edaletê jî ya mêran e. Başaran got: "Li vî welatî jiyana jina di talûkeyê de ye. Ev meseleyeke mezin e. Gelek jinên ku bi şidetê re rû bi rû dimînin dixwazin bên parastin, lê ev daxwaza wan pêk nayê. Edalet, gava bibe rojev pêk tê. Halbûkî pir hêsan e; divê Peymana Stenbolê bi her awayî pêk bê. Heger Peymana Stenbolê pêk bê, em ê her roj dawa edaletê nekin. Halbûkî bêyî rojevbûna lis er medyaya civakiyî divê ji bo jinan hemû mekanîzma têkevin dewrê. Çare ev e. Divê jin sûdê ji hemû mafan bigirin. Ji bo saziyên jinan zêde bibin divê dewlet gavina bavêje. Ji dozgeran heya dadger û polîsan divê hemû di warê zayendiya civakiyî de bên perwerdekirin."
MA / Metîn Yoksû