Li bajêr tekane jina karsaza qehwexanê: Min guh neda çavên şaşwaz

  • jin
  • 09:06 6 Îlon 2020
  • |
img
AYDIN - Li Încîrlîova, tekana jina karsaza qehwexanê Duygu Bektaş, diyar kir ku wê tu carî guh neda çavên şaşwazbûyî yên zilaman û got: “Bi dest pê kirina vî karî min karî nêrîna kesên derdora xwe bi guherînim.” 
 
Dayika 2 zarokan Duygu Bektaş a 35 salî ya ku li navçeya Încîrlîova ya Aydinê dijî, weke tekane jina karsaza qehwexanê li bajêr tê naskirin. Bektaş a li Meletiyê tê dinê û li wê derê mezin dibe, di 18 saliya xwe de di zewice û ji 12 saliya xwe ve tim di nava bax, baxçe û fabrîqeyan de di xebate. Bektaş ji ber pirsgirêkên aborî neçar dimîne ku koçî gelek bajaran bike û herî dawî di sala 2011’an de li Încîrlîovayê bi cih dibe. Bektaş li vê derê jî li hin cihan dixebite û herî dawî berî 5 salan dest bi karsaziya qehwexanê dike û bi vê debara mala xwe dike.
 
BI XWE BAWER BÛ 
 
Bektaş, diyar kir ku ew bi salan rastî gelek zor û zehmetiyan hat û wiha axivî: “Bav û dayika min şivantî dikirin. Bi vî karê em mezin kirin. Dema ku li Încîrlîovayê bi cih bûm, ez 8 mehan bê kar mam. Ez hatibûm cih nû û min kesek nas ne dikir. Di vê pêvajoyê de, ez pir fikirîm. Di vê navberê de min qeywexane dît û min ev mijar bi hevjînê xwe re nîqaş kir. Min xwest ez bi xwe karê xwe bikim. Di vî warî de hevjînê min pir bû alîkar. Min jî ev fikra xwe bi cih anî û ev der vekir. Serê sibê saet 06.00’an ez qehwexaneya xwe vedikim. Berî pandemiyê gelek caran ez heya saet 02.00’yê şevê dixebitîm. Yên ez didîtim pir şaşwaz dibûn, lê min guh neda kesekê û ji bo ku têgîna heyî bidim guhertin min gelek têkoşiya. Berî her tiştî divê baweriya me bi me bê. Ger hûn ji xwe bawer bikin, wê kesên derdorê jî ji we bawer bikin.”
 
SERBIXWETIYA JINÊ
 
Bektaş, da zanîn ku ji ber pêvajoya pandemiyê karê wan jî bi awayekê neyînî bi bandor bûye û wiha got: “Em hewl didin bi derfetên xwe li ser piyan bimînin. Deynên me yên kirê û kredî hene. Ligel ku niha kar tuneye jî, fatûreyên me yên ceyranê pir zêde tên. Ez dixwazim di demên pêş de karê xwe mezintir bikim, da ku jin hîn zêdetir karibin di qehwexaneyê de rûnin. Ev xeyala min a herî mezin. Ji bo min jiyan ne tenê li malê rûniştin, firaq şûştin, zarok mezinkirin û xwarin çêkirin e. Min tu carî xwe hewceyî zilamekê nekir. Jin çawan dikarin di malan de bixebitin, wisan jî dikarin karên derve de bikin. Divê jin xwe girêdayî bav, bira û tu kesên din nekin. Bila ji xwe bawer bin û xwe bêçare nebînin. Ji ber ku ez dixebitim, bi xwe perê xwe qezenc dikim û îro jî dikarim bi dilekê rehet xerç bikim. Divê jin tu carî xwe ji hilberînê qût nekin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal