ÎZMÎR - Parêzer Perihan Çagrişim Kayadelen, têkildarî mafê debara jinan de anî ziman ku îqtîdark dixwaze hişekî ava bike û wiha got: "Bi avakirina hişekî nû dixwaze mafê debara jinê ji destê wê bigire. Dibêjin ‘Em ê tundiyê bi dawî bikin'. Lê ji bo vê yekê tu pergala parastinê pêş naxin. Divê berî her tiştî zagonên heyî têxin meriyetê."
AKP 2 salin hewl dide ku pergala "Debarê" ya navbera jin û mêr de ji nûve ava bike. Îqtîdara AKP'ê mijara debarê dîsa anî rojevê. Di civîna koma AKP'ê û Serokomariyê de Wezareta Dadê pêşniyar kir ku pêvajoya debarê heta 6 salan bê dirêjkirin. Lê komîsyona jêrîn xwest bi 2 salan bê sînorkirin.
'GELEK JIN BI FIKRA 'BES BILA ZILAM DEST JI MIN BERDE' BI ŞOPA MAFÊ XWE NAKEVIN'
Vaqfa Piştevaniya Jinê, têkildarî 140 dozên berdanê ya li 11 bajaran di navbera salên 1994-2019'an de hatine vekirin "Rapora Lêkolîna Debara Xizaniyê" ava kir. Hat xwestin ku ji sedî 66.4’ê debarê di navbera 0-500 TL, ji sedî 10’ê debarê di navbera 500-1000 TL. ji sedî 2.1’ê debarê di navbera 1000-2000 TL, ji sedî 2.2’ê debarê 2000 TL be. Hat xwestin ku zikheviya debarê 370 TL be. Endama Rêveberiya Baroya Îzmirê ku ji Mafê Jinan Berpirsiyar Parêzer Perihan Çagrişim Kayadelen, der barê mijarê de nirxandin kir. Kayadelen, anî ziman ku mêrê ew û hevjîna xwe hev berdidin, ji bo mehê 200-300 TL heqê debarê nede jinê israr dike û tundiyê pêş dixe û wiha got: "Ji xwe bi vî heqê debarê jin nikare debara xwe bike. Mêrê ku berpirsiyar e heqê debarê bide jinê, pereyê hatina xwe asta herî kêm (asgarî) nîşan dide. Gelek jinên ku nikarin mafê debara xwe bistînin serî li rêya îcrayê nadin. Nakevin şopa mafê xwe. Yekîneyên îcrayê ku dikevin şopê jî ji ber ku mêr navnîşana xwe diguherîne nikarin tebligatê bidin mêr. Gelek jin jî piştî dozê vedikin bi fikra 'Bes bila mêr dest ji min berde' dest ji mafê xwe yê debarê berdide."
KÎ DIKARE BI 500 TL DEBARA XWE BIKE?
Kayadelen, da zanîn ku di civakên ku bi hişmendiya karê mêr û jinê tev digerin de û wiha axivî: "Jinek ku temenê wê 45 salî û 3-4 zarokên wê hene û qet li derve kar nekiribe, dê çiqas kar bibîne? Dema zewicî be, dibêje bila jin li malê bimîne û zarokan binere. Bila jina malê be. Dema dest ji hev berdidin jî dibêje ‘Bila here kar bike'. Lê ev jina ku vîna wê heta niha, vîna wê nehat dîtin dê çi bike? "
Kayadelen, destnîşan kir ku îqtîdar hişekî sansasyonel ava dike û wiha lê zêde kir: "Li Tirkiye dinya xera bibe jinek ku mafê debarê stendiye 500 TL ye. Îqtîdar her tim bi gotinên populler li ser mafê debarê hişekî ava dike. Em dipirsin kî dikare bi 500 TL debara xwe bike. Îqtîdar bi hişê ‘Tu mafê debarê nede, ji xwe jin jî mêr bernadin' tev digere. Îqtîdar bi van polîtîkayan dixwaze mafê jinê yê debarê ji destê wê bistîne. Mînak jin û mêr 10 rojan zewivî man û xwestin mêr heqê debarê bide jinê. Ji bo vê yekê pêwistî bi guhertina zagonan tune ye. Ji xwe erka dadgehê heye. Lê mixabin dadgerê me li şûna erka xwe pêk bîne, dixwazin zagon bê guhertin û heqê debarê hindik bê dayîn. Ji xwe heqê debarê yê te dayîn, pereyê didin zarok e. Bi ava kirina hiş dixwazin mafê jinê yê debarê ji destê wê bigirin.'
Kayadelen, der bare lêkolîna Navenda Mafê Jinê ya Baroya Îzmirê de jî agahî da û wiha got: “Dosyayên ku têkildarî tundiyê ne ji sedî 70’ê jin ji bo ku doz dirêj nebe, dest ji mafê xwe berdane. Ji sedî 30'ê jinan jî tenê ji bo zarokên xwe debarê dixwazin. Ji bo xwe tiştekî naxwazin. Debara ji bo zarokan jî 200- 300 TL pereyekî pir kêm e. Li aliyekî dibêjin 'Em ê tundiya li dijî jinan bi dawî bikin'. Li aliyê din dewlet hêj nikare pergala parastina jinê pêş bixe. Tişta ku dewlet bike zagonên heyî pêk bîne. Erk û pêdiviyên Peymana Îstanbul têxe meriyetê û zagonan pêk bine bes e."
MA / Esra Solîn Dal