ŞIRNEX - TJA, li Cizîrê bi rêxistinên civaka sivîl re civiya. Di civînê de berdevka HDP'ê û Parlementera HDP'ê ya Êlîhê Ayşe Acar Başaran axivî û got: "Em ji salên 90'î baş dizanin ku li Kurdistanê kes winda nabe, tên windakirin. Dewletê destavêjî kiriye amûra şer. Ev ne cara yekê ye ku ev tişt tên kirin. Li gelek deverên cîhanê ev tê dîtin."
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de bi tevlîbûna berdevka HDP'ê û Parlementera HDP'ê ya Êlîhê Ayşe Acar Başaran, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û aktivîstên TJA'yê bi rêxistinên civaka sivîl re li kafeya Bîsîkletê civînek li dar xist.
Civîn bi axaftina palemenetera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîrê dest pê kir. Îmîr, bal kişand li ser rêxistinbûyina jinê û got: "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan dê bibe pêngava mezinkirina têkoşîna jinê. Di vê çarçoveyê de em li Şirnexê bi hezaran jinan re civiyan. Lê belê, pir girîng e ku mirov pirsgirêka jinan bîne rojevê û li dijî vê helwesta xwe nîşan bide. Ji bo vê yekê şert tenê mezinkirina têkoşînê û paşvebirina vê hişmendiyê ye. Ev têkoşîn ne tenê bi me re bisînor e. Li vir bi dehan saziyên jinan hene. Ev sazî bi taybetî jî bi jinan re di têkiliyê de ne. Ev pir girîng e. Di vî warî de, ka em çawa dikarin xwe li hember van êrîşan biparêzin, em çawa dikarin civakê biparêzin û ya ku em dikarin bi hev re bikin, mezinkirina têkoşînê ye."
Piştî Îmîr erdevka HDP'ê û Parlementera HDP'ê ya Êlîhê Ayşe Acar Başaran axivî.
Başaran jî bilêv kir ku dewletê îstîsmar veguherandiye amûra şer û got: "Wekî ku hûn dizanin, li Êlîhê jinek 18 salî ji hêla çawişê pispor ve hate revandin, destdirêjî lê hat kirin û xwekuştin lê hat ferzkirin. Li dijî vê bûyerê rayedarên dewletê derketin û gotin 'Em li pişta wê ne. Ji ber ku vî kesî baweriya xwe bi dewletê anî ev suc pêk anî. Her wiha li vir, li Şirnexê, zarokek ji hêla çawişê pispor ve hat tacîzkirin. Wan got, ew araqxwur e û ji ber vê ev tişt kiriye. Li Dêrsimê bi rojan û mehan e jinek ciwan nehatiye dîtin. Em dizanin ku mirov li Kurdistanê winda nabin. Em ji salên 90'î baş dizanin ku li Kurdistanê kes winda nabe, tên windakirin. Dewletê destavêjî kiriye amûra şer. Ev ne cara yekê ye ku ev tişt tê kirin. Li gelek deverên cîhanê ev tê dîtin. Ji Vîetnamê bigire heya Bosna Hersekê destavêjiyê bi vî awayî bikartînin. Em hemû baş dizanin ku di salên 90'î de, me tevan ev yek di doza Musa Çitil de dît. Destavêtin veguherandin amûrek şer. Di vê serdemê de, ew dibêjin, em ê bi destavêjiyê serî li jinan bitewînin. Tê xwestin ku civak di şexsê jinan de bê îzolekirin. Tê xwestin ku civak li dijî vê pergalê çok deyne. Ji bo vê sedemê, hewceyiya me bi dilsozî û piştgiriyê heye."
Piştî axaftinan civîn bi pêşniyar û nirxandinên jinan bi dawî bû.