AMED - Fatma Topval a ku tundiya lê dihat kirin red kir û berî 8 salan li bazara ku digotin “karê zilame” dezgeh vekir û dest bi xebatê kir, ne tenê bazarkariyê dike, di heman demê de jî, derî li muşteriyên xwe yên rastî tuneyê tên vedike.
Jin di sedsala 21’emîn a ku herî zêde nîqaşên wekheviya zayendiya civakî tên kirin de, hîna jî têkoşîna nasnameyê didin. Di demekê ku erkên civakî yên cuda li jin û zilam tên barkirin de, cudakariya “karê jin û zilam” heya roja me ya îro jî bandorên xwe dewam dikin.
Yek ji jinên ku di jiyana xwe ya xebatê de rastî gelek bandorên rolên zayendiya civakî hatin, Fatma Topvale. Topval, di tevahiya jiyana xwe de, her tim rastî tundiya zilam tê. Gelek caran rastî tundiya fîzîka ya hevjînê xwe tê û dem bi dem jî, li cihê xebatê rastî tundiya devkî û derûnî tê. Topval piştî demekê li dijî tundiya lê dihat kirin derdikeve. Topval ewil hevjînê xwe berdide û dûre jî, dest bi karê bazarê ya ku dihat gotin “Karê zilame” dike.
DESTPÊKEK NÛ
Topval, ji ber sedemên aboriyê, hîna di temenek biçûk de koçî Îzmîrê dike, dîsa di temenê xwe yê biçûk de tê zewicandin û 3 zarokên wê yên keç çêdibin. Topval 18 salan rastî tuneya hevjînê xwe tê, ji ber vê yekê hevjînê xwe berdidin û carek din paşve vedigere ser axa xwe ya ku jê koç kiribû. Topval a ku li Antalyayê di sektora tûrîzmê de di xebite, piştî ku hevjînê xwe berdide û tê Amedê, di sala 2013’an de, li bazara Semtê ya Jiyan a ku ji aliyê rêveberiya Partiya Aştî û Demokratîk (DBP) hatibû vekirin, dezgeha xwe vedike û dest bi karê bazarvaniyê dike.
Topval, diyar kir ku jinên bazarvaniyê dikin, bi taybetî li halên fêkî û sebzeyan rastî gotinên zayendperest ên zilam tên û wiha axivî: “Li vê derê kes naxwaze jin bixebitin. Ji xwe jinbûyîn zore, lê ev zorbûn li vê herêma me hîn zortir dibe.”
JI 50 JINAN 150 JIN
Topval, da zanîn ku ew weke esnafên bazar, li dijî bazarvaniya zilam têkoşînek pir mezin didin û wiha got: “Qeydekê ku tenê ‘zilam li bazaran dixebitin’ tuneye. Lê li ser min zextekê derûnî hebû. Yên gotinan ji re dikin hene. Yên ku henekê xwe bi me dikin hene. Wisan bifikirin, ez carekê çûm hala fêkî û sebzeyan, min pirsa bihayê firîngiya kir. Zilam got qey ez parsekim û ez qewirandim. Ji ber ku li gorî wan nabe ku esnafên jin hebin. Ez rastî gelek nêzîkatiyên wiha hatime.”
Topval, anî ziman ku wan bi 50 jinan re dest bi karê bazarvaniyê kirin, lê niha hejmara wan derketiya 150 jinan û wiha bilêv kir: “Bazarvanên zilam, êdî piştî demekê neçar man ku vê rewşê qebûl bikin.”
NE TENÊ BAZARE…
Topval, bi bîr xist ku ew ne tenê bazarvaniyê dikin û wiha pê de çû: “Di heman demê de, em derdên muşteriyên xwe yên jin jî guhder dikin û hewl didin çareser bikin. Di nava me de girêdanbûnek çêbûye. Rojekê jinek ber dezgeha min re derbas bû. Serê xwe xist ber xwe û rûyê xwe ji me veşart. Min bi baldarî lê mêze kir û min dît ku bin çavên wê şîn û reş bûye. Tundiya li min dihat kirin hat birî min. Min li dû wê baz da û pirs jê kir. Çawan ku li çavên min mêze kir, hestir ji çavên wê hatin xwarê. Ji min re got; ‘Kes dê alîkariya min neke’ û çû. Lê ez dîsa pey çûm. Min dît ku rastî tundiya hevjînê xwe hatiye. Me bi jinên bazarvan re pirsgirêka wê çareser kir. Niha rewşa wê başe. Bi vî awayî em derfetên xwe yên kar ava dikin. Di heman demê de, ev der cihê debara me ye. Ev bazar ji bo jinan pir bi nirxe.”
‘DÎWARAN BI RÛXÎNIN’
Topval a ku xwe weke “jinek bi hêz” pênas dike, xwest vê peyama bide jinan: “Ger min li ber xwe ne dabûya, ezê hîna jî rastî tuneyê bihatam. Divê em rastî tundiyê bêdeng nemînin. Hemû jinên ku rastî tuneyê tên, divê ku wan dîwarên li piştvan wan bêdeng qîr dikin, birûxînin û derbas bikin. Lazime ku hemû jin êdî dengê xwe bilind bikin û ji bo jiyana xwe têbikoşin. Nîva serkeftinê rabûna ser piyan û gava yekemîn avêtine. Jin pir bi hêzin. Tenê bila netirsin.”
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Mehmet Erol