MÊRDÎN – Dayika Aştiyê Meles Tekîn jiyanek zehmet derbas kir û nîvê temenê xwe diyarî têkoşîna aştiyê kir. Malbata Tekîn got “Jiyana wê têkoşîn û daxwaza aştiyê bû.”
Dayika Aştiyê Meles Tekîn a 75 salî di 12’ê cotmehê de jji ber têrnekirina organê jiyana xwe ji dest da. Ew dayikek nîvê temenê xwe diyarî têkoşîna aştiyê kiriye û bi gelek zehmetiyan re rûbirû maye. Dayika Meles ji navçeya Derikê ye û dayika 11 zarokan e. Ew ji bo têkoşîna aştiyê her tim di refa pêş de bû. Di gelek çalakiyan de cih digirt û di gelek nobetên bo aştiyê de her tim amade bû.
DI ÇALAKIYA MERTALÊN ZINDÎ DE HATIBÛ BINÇAVKIRIN
Meles Tekîn di 1’ê cotmeha 2015’an de bi 19 kesan re di çalakiya Mertalên Zindî ya li Çiyayê Bagokê ku dixwestin li pêşiya şer bibin asteng hatibû binçavkirin û piştî hefteyekê hatibû berdan. Tekîn tevî binçavkirin û zextan jî di gelek çalakî û meşan de cihê xwe digirt û dîsa daxwaza xwe ya aştiyê her tim qîr dikir.
PIŞTÎ LAWÊ WÊ JIYANA XWE JI DEST DIDE DIKEVE GIRTÎGEHÊ
Kurê dayika Meles, Ahmet Tekîn (Bahor Agirî) di 13’ê çileya 2017’an de li Bedlîsê di şerekî de jiyana xwe ji dest da û ji bo dayikek din êşa ewladên xwe nekişîne dîsa çalakiyên xwe aştiyê domand. Di vê navberê de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” doz lê hat vekirin û 4 sal ceza jê re hat xwestin. Cezayê wê hat erêkirin û di nîsana 2018’an de hat girtin û li Girtîgeha Mêrdînê û Girtîgeha Xarpêtê di hepsê de ma. Dayika Meles li girtîgehê jî têkoşîna xwe domand û piştî 18 mehan hat berdan.
JI GIRTÎGEHÊ DERKET NEXWEŞ KET
Piştî ji girtîgehê hat berdan nexweş ket û vê carê jî bi nexweşînan re têkoşiya. Piştî demekê felc bû û dîsa jî ji ber zindeweriya xwe carek din rabû ser pêya. Dayika Meles herî dawî bi nexweşîna zatûreyê re rûbirû ma û vê nexweşînê tesîrek neyînî li ser hinavên wê kir û piştî têkoşîna 10 rojan a jiyanê koça dawî kir.
'DAXWAZA WÊ AŞTÎ BÛ’
Kurê Tekîn, Mehmet Tekîn ji ajansa me re behsa dayika xwe kir û got: “Dayika min ji roja hatiye dinyayê heta îro rojek xweşî nedît. Em ji ber koça wê ya dawî xemgîn in. Piştî birayê min şehîd ket dayika min gelek xemgîn bû. Her tim daxwaza wê aştî bû. Ji bo têkoşîna aştiyê her tim di refên pêş de cih digirt. Jinek zanebû û her kesî jê hez dikir. Suhbeta wê xweş bû. Her tim beşdarî civîn, çalakiyan û mitîngan dibû. Pir ji henekan hez dikir û pir henekan dikir. Li girtÎgehê rewşa tenduristiya wê nebaş bû. Piştî ku derket nexweş ket. Tevahiya jiyana wê têkoşîn bû. Her tim digot ‘aştî.’ Ew dayika kurd û xelkê bû. Wesiyeta wê jî ew bû ku em wê li kêleka birayê min şehîd veşêrin. Me li cem wî veşart. Her tim dixwest şer û herikîna xwînê bisekine û aştî pêk were. Her tim dixwest kurê xwe şehîd bibîne. Lê derfet nebû wî bibîne. Niha jî bûn cîranê hev.”
MA / Ahmet Kanbal