Ji erka baviksalar pênaseya sûcek nû: Dayiksalartî

  • jin
  • 13:03 18 Çile 2021
  • |
img

AMED – Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir di biryara hêceta Leyla Guven de ku “civaka dayiksalarî” ku wek sûcê “nefretê” htiye nîşandan xwedî lê derdikevin û ew jî wek hevkarê vî sûcî xwe îxbar dikin û got. “Niha jî dixwazin şikestina sêyemîn a zayendê pêk bînin.”

 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” 22 sal cezayê zîndanê lê hatibû birîn û di meha kanûna 2020’an de hat girtin. Hêceta biryar girtina Guven hat eşkerekirin. Di hêcetê de axaftinên Guven ên derbarê li dijî baviksalariyê ku dayiksalariyê parastiye wek sûcê “nefretê” hatiye dîtin. Bi vê biryarê re di sedsala 21’emîn de ku civaka dayiksalariyê tê parastin bi hêceta “Nefretê çêkiriye” tê darizandin. 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan dixwaze pergala civaka dayiksalariyê ku hatiye sûcdarkirin şerma sedsalê were tomarkirin û şîrovekirin. 
 
SÎSTEMA ZAYENDPEREST 
 
Gokkan destnîşan kir ku berevajî “çêkirina nefretê” ya ku civaka serdema neolotîkdayiksalariyê pê tê sûcdarkirin gotinek digihîne hev û got: “Meseleya dayiksalariyê seranserî dîrokê her tim bûye mijara nîqaşê. Ji roja zîhniyeta serdest a zilam xwe birêxistin kiriye jin hatine redkirin û înkarkirin û li dijî jinan nêzîkatiyek bîrdozî hatiye nîşandan. Dîroka zîhniyeta serdest a zilam bi kêrê hatiye birîn. Her tim tê gotin ‘ji vê dîrokê heta vê dîrokê.’ Qey meriv dibêje beriya wê û piştî nîne. Dîroknas jî vê xeletiyê dikin. Dema dîroka têkoşîna jinan vedibêjin jî heman xeletiyê dikin. Civaka jê re dayiksalarî tê gotin rastî serdemek ku bi hezaran salan domiyaye hatiye. Lê belê di pirtûkên perwerdehiyê û dibistanên bîrdozî yên pergalê de her tim berevajî civaka dayiksalar agahî tên dayîn û ev jî dibe sedema pirsgirêkan.” 
 
‘ZIMANÊ DARAZÊ ZAYENDPEREST E’ 
 
Gokkan anî ziman ku di demên dawî de îdianameyên dozan û hêcetên biryarê de li gorî “zîhniyeta zayendperest, nijadperest û serdestiya zilaman” tê amadekirin û got: “Di hêceta biryara Leyla Guven de bi zanebûn sûcdarî hatiye nîşandan. Di hêceta biryarê de ji pênaseya ‘dayiksalarî’ wek ‘dayiksalartî’ hatiye pênasekirin. Di vir de pirsgirêkek gotinê heye. ‘Dayiksalartî’ û ‘dayiksalarî’ gelek tiştên ji hev cuda ne. Pir eşkere ye ku di hêceta biryarê de bi zanebûn van têgehan dîzayn kirine. Di heman demê de îdianameya derbarê Guven de îdianameyek zayendperest e.”  
 
MODELA HEVJIYANA AZAD 
 
Gokkan ji bo serdema dayiksalarî were fêmkirin di roja me ya îro de wek modela “hevjiyana azad” hatiye nûjenkirin mînak da û wiha domand: “Em serdema dayiksalariyê wek serdema bi avê, bi axê, kêzik û ajalan, sewalan, zarokan, dewlmendiya civakan hemû û bi aliyên civakê hemûyan re digirin dest. Dema em li dîrokê dinêrin li her erdnîgariyê jiyan li derdora jinan civakî dibe. Çimkî taybetmendiya jinan a zayokî heye. Pişt re zayokiya jinan ji aliyê zîhniyeta serdestiya zilam ve anîne qonaxek ku tenê zilam silaleya xwe bidomîne.” 
 
TIRSA ZILAMAN A ÎQTÎDARÊ 
 
Gokkan îşaretî gotina “nefretê” ya di hêceta biryarê de kir û got: “Yanî dayiksalarî nayê wê wateya ku jin serdest bûne, dayiksalarî berevajî serdestiyê civakbûyînê afirandiye. Lê belê ji ber ku zilaman bi baviksalariyê her tim organîzeya serdestiya zilaman kirine, hatiye fikirîn wê jin jî li ser wê bisekinin û ji ber tirsa windakirina îqtîdarê têkildarî her têgehên jinan bi awayek zayendperestî nêz dibin.” 
 
Gokkan anî ziman ku bi tevgera azadiya kurd re li Rojhilata Navîn serdema dayiksalariyê ji nûve li serê nîqaş hatiye destpêkirin û got: “Dayiksalarî tê wateya ku jin bi zakoyiya xwe tevahiya jiyanê civakbûyînê kiriye. Di termînolojiya me de em bi hevjiyana azad re civakbûyîna nîqaş dikin, jinan tenê wek zayokî nagire dest. Jin bi wê para xwe ya hevpar bi zayokiyê jiyanê organîze dike û em wek jiyana demokratîki ekolojîk û azadiya jinan pênase dikin. Em cudahiya biyolojîk a jinan wek serdestiyek nagirin dest. Lê belê zilam xwe bi ser her tiştî re dibîne û îqtîdara xwe wisa zexm dike. Ev jî xalek ku vediguherîne îdeolojiyê. Jin ne amûra berdewamiya ziruetiyê û makîneya qupikê ye. Zihniyetek wisa çêkirine. Jixwe em li cihê ku zayokiya jinan wek dewamiya mirovatiyê pêk tîne lê dinêrin.” 
 
‘ÊRIŞ LI DIJÎ FIKRÊN OCALAN IN’ 
 
Gokkan destnîşan kir ku derketina dayiksalariyê ji axa Mezopotamyayê ye û vê şîroveyê kir: “Axa Kurdistanê wek dilê Mezopotamyayê ye. Êrişên li ser nirxên ji vê axê derketine tên kirin tê wateya êrişa li ser jinên kurd. Aarmanca van êrişên kirin jî ji ber fikriyata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Gotina ‘dayiksalarî’ ya Leyla Guven aniyeziman heke û heke li cihek din ê dinyayê bibûya hêceta biryarê wê wek ‘sosret’ bihata dîtin û wê xwedî li Leyla Guven bihata derketin. Divê êrişa li vir pir girîng were dîtin. Ji ber şoreş û têkoşîna azadîxwaz a jinên kurd her tim bi êrişên wiha re rûbirû dimînin. Kurdbûn, jinbûn û jiyankirina li ser axa Kurdistanê yanî ev her sê taybetmendiyan êriş sê qat zêde dibin. Ev taybetmendî dibin sedema doz vekirinê û darizandinê.” 
 
‘AKP JI JINAN DITIRSE’ 
 
Gokkan anî ziman ku îqtîdara AKP’ê ji dîroka jinan ditirse û got: “Ev îqtîdar berxwedana Leyla Guven dide ji xwe re talûke dibîne.” 
 
‘EM JÎ HEVKARÊ VÎ SÛCÎ NE’ 
 
Gokkan destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinan di tu serdema dîrokê de li ber îdeolojiya serdestiya zilam serî netewandiye û jinan div ê oxirê de bedelên mezin dane û got: “Niha jî dixwazin şikestina zayendî ya sêyemîn pêk bînin. Wateya van êrişên di serî de li dijî Leyla Guven û jinên kurd tên kirin, dewletê li hember afirandina jinan winda kiriye. Em wek jinên TJA’yê xwedî li axaftin û gotinên Leyla Guven derdikevin. Em dibêjin wek jinên TJA’yê hevkarê vî sûcî ne û em xwe îxbar dikin. Di serî de Leyla Guven û divê tevahiya girtiyan demildest werin berdan û lazim e tecrîd were rakirin.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Eylem Akdag