NAVENDA NÛÇEYAN - "Jina ku ji bo zanistê miriye" Marie Curie, tekane jin e ku xwediyê du Xelatên Nobelê ye. Curie, elementên polonyûm û radyûmê keşf kirine û ji pîşesaziyê heya bi teknolojiya fezayê, ji tibê heya bi endustriyê di gelek qadan de mifha wê li mirovahiyê bûye.
Kîmyager û fîzîkzana polonî Marie Curie, tekane jin e ku xwediyê du Xelatên Nobelê ye. Navê wê yê bera Manya Salomea Sklodoska ye. Lê bi navê Marie Curie tê naskirin.
Curie, di Mijdara 1867'an de li bajarê Varşova yê Polonyayê hatiye dinê û piştî salên dûr û dirêj di nav gelek zilamên zanyar de, di du qadên cuda de du Xelatên Nobelê wergirtiye û bi vê bûye xwediyê nîşana tekane jina zanyar a xwedî du Xelatên Nobelê.
Ji ber ku dêya Curieyê midûra wargeha leylî ya xwendekarên keç bûye, tevî dê û bavên xwe û 4 xwişk û birayên xwe li wargehê bi hev re mane. Curie, di sala 1882'yan de, di 15 saliya xwe de, bi dereceya yekemîn lîseyê kuta dike. Piştî lîseyê kuta dike, dixwaze biçe Zanîngeha Varşovayê. Lê belê ji ber ku wê çaxê Polonya di bin nîrê rêvebiriya Çar de bûye, xwendin û perwerdehiay jinan qedexe bûye. Lewma jin ji bo perwerdehiyê berê xwe didan derveyî welêt. Marie jî ji bo ji perwerdheiya xwe dereng nemîne û ji bo ku pereyan bide hev, bi şev bi dizîka çûye dibistana şevê ya rêveberiya wê di dest çend polonyayiyan de bûye. Ev kesên ku diçûn vê zanîngehê jî ji bo ku çar bi wan nehesin, ji neçarî her şev dibistan diguherandin.
Marie, ji bo perwerdehiya xwe di sala 1891'ê de berê xwe dide Parîsê. Fransa, ji bo xwendekarên ji Polonyayê dihatin "Bûrsa Alexandrovitch" dida. Marie jî ji ber ku xwendekareke jîr bûye, wê jî ev bûrs wergirtiye. Li vê derê di warê fîzîk û matematîkê de perwerde bûye. Gava li zanîngehê bûye peywira "vekolana taybetmendiyên kîmyewî û manyetîkî yên pola" dane ber Marieyê. Marie jî ji bo ku akribe vê lêkolanê bike, Dibistana Dewletê ya Fizîk û Kîmyayê ya Endutriyê ya Parîsê deriyên laboratûvara xwe jê re vekirine.
Rêvebirê dibistanê Pierre Curie jî ku di heman demê de kîmyager bûye, alîkariya Marieyê kiriye. Dû re Marie û Pierre Curie di sala 1894'an de bi hev re zewicîne. Pierre Curie, gelek mekanîzmayên ku dikarin qada manyetîlî û ceryanê bipivîn sêwirand. Derbarê krîstalografiyê de hin xebat kirin û bandora pîezoelektrîkê keşf dike.
XEBATÊN WÊ
Marie Curie, ewilî ji du perçeyên metalê ser yekî jê bi xwêya uranyûmê nixumandiye û dû re hevjînê wê Pierre Curie jî bi haletên elektromanyetîkê yên ku wî îcad kirine, hêza tîrêjên xwêya uranyumê yên li er perçeyên metal dipîve. Gava hewaya di navbera her du perçeyên metalî de û tîrêjên uranyumê tên cem hev du, herikîna ceryanê rû dide. Marie Curie van ehrikîna tespît dike û xebatên xwe didomîne.
Her wiha bi heman awayî keşf kiriye ku têkelbûna uranyûmê de jî heman tîrêj rû dane. Marie Curie, ferq kiriye ku bêyî ku mirov li tîrbûn an jî rohnbûna pêkhatiyên uranyûmê mêze bike, hêza tîrêjan bi her du awayan jî wekî xwe dimînin.
Marie Curie, di xebateke xwe ya din de jî cewhereke bi navê “Pitchblende” vekolaye. Di vê cewherê de rastî uranyûmeke zêde hatiye. Heger elementa uranyûmê ji nava cewherê bê derxistin jî, cardin dê bandora uranyûmê pir zêde be û tîrêjên berbelav dike dê xurt bin.
Marie Curie, di Adara 1898'an de tiştên ku keşf kiribû wekî gotarekê weşandin. Têgiha "radyoaktîvîteyê" cara ewil di vê gotarê de hat bikaranîn.
DAHÊNANÊN WÊ
Marie Curie, di lêkolîneke xwe ya zanistî de lêkolîn kiriye bê ka di nav elementa uranyûmê de maddeyek din heye yan na. Di lêkolîna xwe ya du salan de tespît kiriye ku di nav uranyûmê de elementeke din jî heye. Ev element, "Bîzmût" bû. Vê carê jî bi fikara dibe ku di nav "bîzmûtê" de jî elementek hebe xebatên xwe didomîne û vê carê jî di sala 1898'an de elemeta "polpnyûmê" keşf dike. Di sala 1902'yan de jî elementa "radyûmê" keşf kiriye.
Marie Curie, ji ber ku maddeyeke hêja keşf kiriye Xelata Nobelê wergirt. Piştî vê teza wê ya doktorayê di Hezîrana 1903'yan de li Fransayê hat weşandin.
XELATÊN KU WERGIRTINE
* Xelata Fîzîkî ya Nobelê, 1903
* Madalyeya Davy ya Yekîtiya Qraliyeta Îngîlîz, 1903
* Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya Navneteweyî, 1911
Di sala 1921'ê de jî ji ber van xebatên wê yên zanistî Warren Harding xiramek radyûm diyarî wê kiriye.
JINA KU JI BO ZANISTÊ MIR
Di dema xebatên xwe de ji ber ku radyasyonê pir bandor lê kiriye nexweş ketiye û di 4'ê Tîrmeha 1934'an de li Fransayê ji ber pençeşêra xwînê jiyana xwe ji dest daye. Piştî miriye jê re gotine, "Jina ku ji bo zanistê mir."