STENBOL – Jinên ji çand û zimanên cuda ji bo xwedî derketina zimanên bi xetereya tunebûnê re rûbirû mane tên gel hev û rêbazên têkoşînê nîqaş dikin. Jinan ji bo parastina zimanên zikmakî banga perwerdehiyê kirin.
Li Stenbolê nêzî 50 jin ji bo zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin û xwedî lê derkevin, di 25’ê Mijdarê Roja Li Dijî Tundiya Ser Jinan a sala 2020’an de hatin gel hev û bi eşkerekirina metnekê pêkhatina xwe ragihandibûn. Ev jin xwe wek Tora Zimanê Zikmakî ya Jinan xwe pênase dikin. Jin bi vê pêkhatin ango torê hin bêtir hev nas dikin û ji bo xwedî derketina zimanê xwe yê zikmakî nîqaşan birêve dibin.
Jinên kurd, laz, gurcî, abaz, Boşnak, ermenî, hemşîn, rûm û sûryan di vê Torê de cih digirin. Ev jin ji rêxistinên civakî yên sivîl, akademîsyen, muzîkjen û kesên li ser ziman dixebitin pêk tên û armanca wan ewil jî ew e ku li ser zimanê zikmakî komxebatek li dar bixin û ji bo parastina zimanan xebatê birêve bibin.
Sevîlay Refîka Kadioglû ya hunermend ku di nava Torê de cih digire û Gulê Mayera ya di nava Torê de xebatên zaravayê kirmanckî ya kurdî birêve dibe têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ji ajansa me re axivîn.
BI ZIMANÊ LAZÎ DISTRÊ
Sevîlay Refîka Kadioglû ya ji navçeya Findiklî ya Rîzeyê diyar kir ku wê perwerdehiya xwe û jiyana xwe ya kar li Stenbolê temam kiriye û 6 sal in jî wek jinek laz li Rojhilatê Derya Reş dijî, 20 salan ji bo ew lazî fêm bibe û dizanibe lazbûn çi ye li serê xebitiye û li serê xwendiye. Kadioglû anî ziman ku wê li ser cûr bi cûr taybetmendiyên lazbûnê berhevkariyê kiriye û berhemek stranan bi navê Ar Lazi Oxorca (Jinek Laz) çêkiriye.
JI PÎRÎKA XWE HÎN BÛYE
Kadioglû anî ziman ku ji ber dayik û bavê wê karmend bûne ew zimanê xwe ji pîrika xwe hîn bûye û her tim bala wê li ser ziman û hunera bi lazî bûye û zimanê wê zimkakî niha bi xetereyek mezin re rûbirû ye û ew dixwaze li dijî vê têbikoşe.
ZIMAN NIRXÊ NETEWEYÎ YE
Kadioglû bal kişand ser girêdana di navbera jin û zimanê zikmakî de û got: “Ziman û xweza ji bom in rêbera jiyanê ye. Ziman nirxê netewê ye. Ziman terzê jiyanê ye. Jin di her warî de xwedî lê derdikeve. Xelkek bi zimanê xwe heye û bi xwedî derketina ziman û çanda xwe nahêle ku tune bibe.”
JI BO ZIMANÊN XWE CIVIYAN
Kadioglû destnîşan kir ku grûpek wan a pozîtîf li xebatên ziman û çandê dinêre heye û got: “Ev koma me pêdiviyek mezin bû. Her ku em dişixulin ferq dikin. Em ew jin in ku ji 41 çandên cuda ne û zimanê zimkakî ji xwe re kirine derd û kul. Lê tu grîngiya hejmarê nîne. Dibe ku sibê em bibin 40 çand jî û 45 çand jî. Lê em alîgirê hilberandinê ne û ya girîng jî ev e. Ez ji bo zimanê lazî bi endîşe me. Niha ev ziman di nava zimanên hatiye jibîrkirin de ye. Divê saziyên dewletê zimanên wek lazî aktîve bikin û ev yek şert e. Rewşa sosyo-psîkolojîk a lazan vê yekê pêwîst dibîne. Tirsa astengiya ziman, nebûlkirin û cihêkariyê bi lazan re heye. Ji bo parastina zimanê lazî bivê nevê divê xwedî were derketin.”
PEYAMA BI ZIMANÊ LAZÎ
Kadioglû bi wesîleya 21’ê Sibatê bi zimanê xwe yê zikmakî lazî jî vê peyamê da: “21 Kˆundura Mtel Dunyaşi Nananenaş ndğas eçˆkˆvadalaş gzas na gedgin nananena çkuni Lazuri nenaten çku bzopˆont ki: nananenapeşeni adaleti minonan. (Ziman mafê herî xwezayî ye. Zimanê min hestê min e, dikarin bi rehetî xwe bînim ziman. Bila hem zimanê min hem jî hemû ziman werin parastin. Em ji bo zimanan dibêjin edalet.)”
BAXÇEYÊ KULÎLKAN VEGUHERÎ DARISTANEK HIŞKBÛYÎ
Gulê Mayera ya ji Dersimê ye û ji bo zaravayê kirmanckî yê kurdî têdikoşe jî got niha ew tenê ji bo parastina zimanê xwe yê zimkakî têdikoşe. Mayera destnîşan kir ku di nava mozaîka Anatoliyê de çand, ziman û bawerî hene û gelek rengîn e û lê di nava demê de ev hat tunekirin û got: “Welat bahçeyek kulîlkan e lê vê baxçeyî veguherandin daristanek guliyên wan hişk bûne. Helbet tu gelek li ser vê axê dijî ne bi riza xwe bi vê yekê re rûbirû maye. Mesela xelkê herêma me biz iman, çand û hebûna xwe hatiye qirkirin. Tenê ne kurd hatine qirkirin di heman demê de ermenî, rûm, suryanî, çerkez û gelek netewên din hatine qirkirin û ziman û çanda wan hatiye tunekirin. Ez zimanê xwe ji dayik û dapîrên xwe fêr bûm. Divê em li dijî polîtîkaya pişaftinê, yek zimanî têbikoşin. Her çûk bi zimanê xwe ban dike wîte wît. Her giya li ser koka xwe mezin dibe. Ji bo vê yekê û bêjin her ziman li ser koka xwe şîn dibe; min di Tora Zimanên Zikmakî ya Jinan de cih girt. Zimanê me girîng e. Heke em xwedî lê dernekevin wê tune bibe. Ku em pê neaxivin wê tune bibe. Ji bo kirmancî tu xebata niha têr nake. Heta nebe zimanê perwerdehiyê wê tune bibe. Divê zimanê zikmakî li her qada jiyanê bibe zimanê axaftinê yê mecbûrî. Heke em jin li ber xwe bidin em ê vê axê veguherînin baxçeyê kulîlkan û qet nebe em ê di siboerojê de dewrî zarokên xwe bikin.”
MA / Semra Tûran