AMED - TJA, di 26'ê Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê dike. TJA dê li Sêrt û Hezexê startên xebatên xwe bide.
Tevgera Jinên Azad (TJA), di 26'ê Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dike. TJA dê bi dirûşmeya “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" dest bi xebatên 8'ê Adarê bike. TJA dê li Sêrt û Hezexê starta xebatan bide. TJA'yê bi vîdeoyên ku li ser hesabên xwe yên medya parvekirin, bang li hemû jinan kir ku di 26'ê Sibatê de li Sêrt û Hezexê kom bibin û tev li şahiyan bibin.b