Çîroka dayika Ferîde

  • jin
  • 10:19 6 Adar 2021
  • |
img

DERSÎM - Gundê wê hat şewitandin, hat revandin, îşkence lê hat kirin û di vê oxirê de, kurê xwe winda kir. 30 salên xwe dibin zext, koçberî, sîrgûn, binçavkirin, girtin û li ber deriyên girtîgehan derbas kir, lê tu carî dest jê berneda. Ev hemû û têkoşîna bi rih û can bûye, di çîroka dayika Ferîde cih digirin.”

 
Di komkujiyên di salên 1937-1938’an ên li Dersimê pêk hat de, li gorî hejmarên ne zelal, her kêm 13 hezar mirov hatin qetilkirin. Bêhejmar, jin û zarok hatin tecawîzkirin. Jin ji bo ku nekevin destên eskeran, berê xwe didin zinarên Halvorî û jiyayên bilind. Bi vî awayî Dersim bû cih û warê jinên li dijî teslîmiyetê, mirin hilbijartin. 
 
Li Dersimê hîna jî, li dijî zext û zilmê berxwedana xwe ya dîrok dewam dike. Di vê berxwedana bi gewde bûye de, em şahidiya çîroka jina Dersimî Ferîde Kit a 49 salî dikin. Ferîde Kit a 30 salên temenê xwe, dibin zext, zilm, revandin, sîrgûnkirin, binçavkirin, girtin û li ber deriyên girtîgehê derbas dike, tevahiya jiyana xwe bi têkoşîna li dijî zextên dewletê derbas dike. 
 
EWIL GUNDÊ WÊ ŞEWITANDIN
 
Ferîde Kit û hevjînê xwe, bi 5 zarokên xwe re li gundê Petek ê Pulurê dijiyan. Eskeran di sala 1994’an de gundê wan dan ber agir û hevjînê Ferîde Dedalî Kit binçav kirin. Di wan salan de cînayetên “kiryar ne diyar” hebûn. Ferîde ji bo ku hevjînê wê neyê windakirin, bi zarokên xwe yên biçûk ji gund bi piyan dikeve ser rêyên dûr û dirêj. 
 
 Kit ji bo ku hevjînê xwe bibîne, bi gelek rayedarên dewletê re hevdîtin dike. Waliyê Dersimê yê wê demê ji Kit re dibêje, “PKK’iyan hevjînê te birine.” Kit li ser vê yekê dibêje, heya ku ew hevjînê xwe nebe, ew ê ji vê derê naçe. Kit ji ber vê israra xwe rastî heqaret û derpan tê. Ligel vê jî Kit bi biryara ku hevjînê xwe xelas bike. Piştî israra Kit a 3 rojan, esker hevjînê wê Dedalî, çawan dibin wisan jî tînin li gund berdidin. Lê 7 mûxtar û gelek dersimiyên bi Dedalî re tên binçavkirin, dibin çavan de tên windakirin. 
 
BERXWEDÊR Û ÎSYANKAR
 
Hevjînê Kit Dedalî Kit, piştî demek kurt cardin tê girtin vê carê 3 û 9 mehan girtî dimîne. Ferîde Kit, 3 sal û 9 mehan, li ber deriyên girtîgehê radiweste. Dedalî Kit ê tê berdin, di sala 1997’an de, cardin bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê girtin. Kit cardin ji bo ku biçe hevdîtina hevjînê xwe dikeve ser rêyên girtîgehê û ev jiyana wê heya 10 salan wisan dewam dike. Kit ligel hemû zor û zehmetiyan, zext û êrîşan bi tena serê xwe hewl dide li ser piyan bimîne. Kit bi vê sekna xwe ya berxwedêr û îsyankar, jiyana xwe dewam dike. 
 
REVANDIN, ÎŞKENCE, TACÎZ…
 
Kit a bi salan zarokên xwe bi tenê xwe mêze dike, bajar bi bajar digere û diçe hevdîtina hevjînê xwe, di heman demê de ji bo jiyanek azad û wekhev jî, têdikoşe. Kit di sala 1998’an de, di dema ji hevdîtina hevjînê xwe paşve vedigere, ji aliyê kesên sivîl ve tê revandin. Ev kesên sivîl wê dibin qereqola eskerî ya navenda Dersimê. Li Kit a ku çavên wê girê didin, dest bi seansên îşkenceyê ya 120 saetan dikin. Kit bi awayekê tazî tê îşkencekirin, tacîzkirin û stranên nijadperest pê tên guhdarkirin. Kit a ku bi salan dibin bandora vê îşkenceyê de dimîne, cardin ji sekn û nerîna xwe tawîz nade. Lê êdî nedikarî li gund bijî. Kit ji ber zext û êrîşan neçar dimîne zarokên xwe jî bigire ba xwe û li navenda bajêr bi cih bibe. Kit, di maleke bê eşya de jiyana xwe dewam dike û zarokên wê bi kincên çiriyayî û bi çenteyekê tenê diçin dibistanê. Lê ligel van hemûya jî Kit tu carî poşman nabe. Kit a ku ji têkoşîna xwe gavê paşve na avêje, bi berxwedana jinên Dersimê, hem nasnameya xwe ya jinê û hem jî nasnameya xwe ya têkoşînê diafirîne. 
 
Ji ber zêdebûna zextên dewletê kurê Kit di sala 2009’an de beşdarî nava PKK’ê dibe. Bi vî awayî zextên li ser malbata Kit, zêdetir dibin. 
 
5 SALAN TÊ GIRTIN 
 
Ji ber ku Kit di sala 2009’an de tevlî çalakiya şermezarkirina qetilkirina Aydin Erdem dibe, tê binçavkirin û girtin. Kît dîsa serî natewîne. Dema ku Kit dibin girtîgehê, lêgerîna tazî ferzî wê dikin. Ji ber ku li dijî vê derdikeve, tê derpkirin û îşkence kirin. Milê wê dixin gêçê û 8 keliyan li serê wê dixin. Kit, piştî ku 5 salan girtî dimîne, di sala 2014’an ji Girtîgeha Gebze ya Kocaeliyê tê berdin. 
 
Kit a ku azad dibe, cihê xwe di avakirina MEYA-DER’ê de digire. Kurê Kit Kazim di sala 2015’an de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê girtin û 9 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Vê carê jî Kit ji bo kurê xwe dikeve ser rêyên girtîgehê. Kit, di sala 2018’an de jî agahiyê digire ku kurê wê Mahîr jiyana xwe ji dest daye. Kit a ku tevahiya jiyana wê dibin zilm û zordestiyê re derbas dibe, bi vê agahiyê diheje. 
 
Kit a kurekê wê jiyana xwe ji dest dide û kurekê wê di girtîgehê de ye, ji ber axaftina xwe ya li ser cenazeyê kurê xwe Mahîr dike, bi 3 zarokên xwe ve tê binçavkirin û dûre serbest tê berdan. 
 
DI GOT ‘DAYÊ’ WISAN XWEŞIKE…
 
Kit, hestên xwe yên têkildarî pêvajoya definkirina kurê xwe wiha ji me re vegotin: “Min kurê xwe bi hesên ‘zilam çawan dibe bila bibe, dê dawiya wê muhteşem bibe’ spart axê.” Kit a ku bal kişand ser têkoşîna xwe wiha got: “Her tim bi ser mala me de digirtin. Her ku bi ser mala de digirtin, dixwestin dest danin ser wêneyên kurê min. Dema ku min ne dida wan, li ber çavên çarçoveya wê dişikandin û diçirandin. Lê min jî her tim yekê nû çêdikir û dadileqand. Min soz da ku ezê rêya têkoşîna kurê xwe dewam bikin. Min bawerî pê aniye. Ger min bawer nekira, ezê heya roja îro nehatam û li dijî zilmê wisan li ser piyan nemabûyam. Weke ku Mahîr ji min xwestî, ez serbilind rawestiyam. Min tu carî serê xwe ne tewand û ezê netewînim. Min cenazeyê kurê xwe, li cih û warê, lê xwedê da bû, mezin bibû û pir jê hez dikir, spart axê. Mahir bi min ve pir girêdayî bû. Li gorî Mahîr; ‘Ger dayika min tiştekê bêje raste.’ Wisa jidil û xweş digot dayê… Qet ji bîra min naçe.
 
‘DIVÊ TÊKOŞÎNÊ DE RONDIKIN DAYIKAN HENE’
 
Niha di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê heye. Em her roj bi malbatên girtiyan re tên gelhev. Kurê min Kazim nexweşiya wî ya Hepatît B heye. Ligel vê yekê jî, ket greva birçîbûnê. Ev ji bo dayikekê pir zore. Lê li aliyê din jî, ez bi wî re û di saya wî de derdiketim qadan. Li Qada Seyît Riza, bi malbatan re me daxuyanî da. Vê yekê ez pir keyfxweş dikirim. Kurê min di hûndir de, ez li derve, me bi hevre têdikoşiya. Çi dibe bila bibe ev gel wê ber xwe bide. Ji ber ku dîroka vî gelê di berxwedanê re derbas dibe. Ger rojekê aştî pêk were jî, keda zarokên me û rondikin bi mîlyonan dayikan di vê têkoşînê de heye.” 
 
MA / Ayşe Surme