AMED - Danişina doza kuştina Gullu Yilmaz li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dozger xwest kujer Can Yilmaz ê Gullu şewitand û kuşt heta dawiya emrê xwe bê cezakirin.
Danişîna doza Can Yilmaz ê hevjîna xwe Gullu Yilmaz şewitand û kuşt û keça xwe birîndar kir, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Kujer Can Yilmaz, bi rêya SEGBÎS'ê ji girtîgehê beşdarî danişînê bû.
Di danişînê de parêzerên Gullu Yilmaz Prz. Gevriye Atlı, Çigdem Sevimli, Şeyma Onur, Huriye Hamidi û parêzerê Wezareta Polîtîkayên civakî û Malbatê amade bûn. Piştî xwendina nasnameyan dozger xwest kujer Can Yilmaz heta heta bi cezayê giran bê cezakirin. Dîsa dozger xwest Yilmaz girtî bê darizandin.
DOZ TALOQ KIRIN
Heyeta dadgehê piştî parastinan navber da û piştî navberê biryar da ku Bersûc Can Yilmaz girtî bê darizandin û danişîna dozê taloqî 30'ê Adarê kir.