ÎZMÎR - Jinên îzmîrî ku li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê li qada ne gotin: "Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan biparêzin."
Bertekên li dijî biryara Tirkiyeyê ya ji bo betalkirina Peymana Stenbolê didomin. Li Îzmîrê jinan helweta îqtidarê nirxandin û ev peyam dan: "Me peymanê li kuçeyan bi dest xist, em ê wê li kuçeyan biparêzin."
PEYMANA MAN Û NEMANÊ
Songul Dûman ku tevli çalakiyên li dijî biryara betalkirina peymanê bûye, destnîşan kir ku peyman bi têkoşîna jinan bi dest ketiye û got: "Rêxistinbûna jinan, îqtidarê nerihet dike. Peyman, di heman demê de jinan birêxistin dike û tîne cem hev du. Bi betalkirina wê dixwazin çav berdin jiyana me. Peyman, peymana man û nemanê ya jina ye. Lewma em qebûl nakin. Em ê nehêlin mafên me bên binpêkirin. Me peymanê li uçeyan bi dest xist, em ê wê li kuçeyan biparêzin."
Dûygû Boluk jî bibîr xist ku îmzevanê ewil ê peymanê Tirkiye ye û niha jî bi biryarnameyeke bêhiqûqî hatiye betalkirin. Boluk, destnîşan kir ku vê biryarê nas nakin.
Boluk, a ku pêşî li ber tahdeyê digire Peymana Stenbolê û qanûna jimare 6284 in û got: "Bi awayekî hiqûqî mafên me tên binpêkirin. Vekişîna ji peymanê, tê wateya 'Me dev ji pêşîlêgirtina cinayetên jinan û tahdeyê berda. Hûn bi xwe serî bi kujeran û tahdekaran re derxin. Bi qasî ku mêr destûrê bide, mafê we yê jiyanê heye.' Ev pûxteya vekişîna ji peymanê ye."
Reyhan Kaygisiz jî got: "PErgala edaletê, di nav pêyan de ye. Di serdemeke ku daraz û edalet ketine nav lepên îqtidarê de, zehmet e ku jin edaletê bi dest bixin. Armanca wan, bêdengkirina jinê ye û wê hepsî malê bike."
BI ZANEBÛNÎ JINAN ÇAVTIRSANDÎ DIKIN
Neşe Alkaç jî bilêv kir ku îqtidarên paşverû hemû bi zanebûnî jinê çavtirsandî dikin û got: "Jina zana, di heman demê de civaka zana ye. Lewma îqtidarên paşverû, naxwazin jinên zana hebin. Ji ber ku Peymana Stenbolê jin serwext dikirin û bihêz dikirin, hedef hat girtin."
Alkaç got: "Gava maf û azadiyên jinan bên binpêkirin, dibin yek û li ber vê radibin. Qadan vala nahêlin."