RIHA - Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, ragihand ku ji serê sala 2021'ê heya niha 15 jinan ji ber tahdeyê serî li wan daye û Parêzer Zeynep Kaya jî anî ziman ku fesixkirina Peymana Stenbolê, bêcezatiyê qanûnî kiriye.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, ji bo pirsgirêkên jinên tahde li wan tên kirin çareser bike bênavber dixebite. Navendê ragihand ku mehê herî kêm 5 jin ji ber tahdeyê serî li wan didin û ji serê sala 2021'ê heya niha 15 jinan serî li wan daye. Navenda Mafên jinan, diyar kir ku ji van kesan 5 jê ji ber destdirêjiyê, 2 jê ji ber tacizê, 4 jê ji ber gefxwarin û heqaretê, 6 jê ji ber tahdeya fizîkî û 1 jê jî ji ber tahdeya derûnî serî li wan daye.
Li gor daneyên Platfrma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) yê di meha Adarê de 28 jin hatine kuştin. Li gor daneyên Jinnewsê jî 27 jin hatine kuştin. Biryarnameya Serokkomartiyê ya derbarê fesixkirina Peymana Stenbolê de di 20'ê Adarê de ketibû meriyetê. Ji wê çaxê heya niha 11 jin hatine kuştin.
Ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê Parêzer Zeynep Kaya, ragihand ku piraniya serlêdanên tên kirin ji ber tahdeya li malê ne. Kaya got: "Piştî serlêdan tên kirin, em jinan serwext dikin. Paşê heke bivê em di warê edlî û ewlehiyê de jî alîkariyê dikin. Em berê wan didin mala ku ji bo wan hatiye amadekirin. Heger doz hatibe kirin, em dozê jî bi dildarî dişopînin. Yanî ev mexdûr, heya doz bi dawî nebe ji aliyê Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê ve tên parastin."
NEWÊRIN SERLÊDANÊ BIKIN
Kaya, destnîşan kir ku piraniya jinan piştî tahdeyê newêrin biaxivin û got: "Axaftina piştî tahdeyê carinan dibe sedema tahdeyeke din. Di hin serlêdanan de jî, piştî bûyerê bi demeke dirêj bi xwe ve tê û serî li rêyên hiqûqî dixe. Em jî ji bo vê hin xebatan dikin. Em li ser sedemên tahdeya li nav malê hûr dibin. Em Navenda Mafên Jinan ji bo serwextkirina jinan hin belavok û kovaran amade dikin. Em li qadê jî dixebitin. Pêwendiya me bi komeleyan re heye. Gelek jin, piştî mexdûriyetê bi demeke dirêj tên cem me. Em jî ji bo pêşî li ber vê bigirin, di warê serwextkirinê de hin xebatan dikin."
Kaya, destnîşan kir ku di xebatên dikin de li bajêr jin bi tahdeya hewiyê re jî rû bi rû dimînin. Her wiha Kaya bal kişand ser zewaca di umrekî biçûk de jî û destnîşan kir ku li bajêr ev yek pir tê kirin.
BÊCEZATÎ QANÛNÎ BÛ
Kaya, diyar kir ku piştî ku Peymana Stenbolê bi biryarnameya Serokkomar hat fesixkirin "bêcezatî qanûnî" bûye û got: "Êdî mêrên tahde dikin bi hevokên wekî 'Çima em girtî ne, çima em nayên berdan, Peymana Stenbolê hat fesixkirin' dertên pêşiya me. Ev yek hîn bêtir zelal dike ku bê peyman xwedî armanceke çawa ye. Tişta girîng jî ew e ku êdî kesên tahdeyê dikin, vê yekê wekî bêcezatiyê dihesibînin. Fikara 'em bi rihetî dikarin her tiştî bikin' li mêran peyda bûye. Lewma divê her kes Peymana Stenbolê bixwîne û fêm bike."
TAHDE ZÊDE DIBE
Kaya, bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê jî û got: "Hin komên xwedî dezavantaj hene; zarok û jin. Peyman dê ji bo wan mafê wekheviyê peyda bikira. Helbet tu carî li gor dilê me pêk nehat. Lê niha gelek tişt bi xwe re birin. Niha gelek kes wisa difikire ku dê neyên cezakirin û çi bixwazin dikarin bikin."
Kaya, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ez parêzereke ciwan im. Wisa fikirim ku dêv biryara fesxkirinê tu carî nikaribe jinan bitepisîne, berevajî vê dê wan bi yek bike û xurtir bike. Me tu carî dev ji mafên xwe bernedaye. Ev yek piştevaniya me xurtir kir. Meheke jin li qadê ne."
MA / Lezgîn Tekay