AMED - Xwişka rojnamevan Evrîm Alataş ku 11 sal beriya niha jiyana xwe ji dest da Mukaddes Alataş, diyar kir ku Alataş pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand ûev tişt got: "Pirî caran wisa difikirim ı ji xwe re dibêjim, 'heger Evrîm sax bûna dê derbarê Roboski u Kemal Kûrkût de çi binivîsandina'."
Rojnamevan Evrîm Alataş 11 sal berê van çaxan jiyana xwe ji dest dabû. Alataş, di 15'ê Nîsana 1976'an de li gundê Golpinar ê Meletiyê çêbûye û kurdeke elewî ye. Di sala 1995'an de bi kovara "Newroz"ê ku birayê wê derxistibû dest bi rojnamevaniyê kiribû. Piştî ovar hatibû girtin Alataş li Rojnameya Ozgur Gundemê karê xwe yê rojnamevaniyê domandibû. Di gelek rojname û kovaran de edîtorî û nûçegihanî kiribû. Ji nêz ve bi pirsgirêkên gelê kurd re eleqedar dibû.
FÎLMEK Û 2 PIRTÛK
Pirtûka wê ya bi navê "Mayoz Bölünme Hikayeleri" di sala 2003'yan de ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatibû çapkirin. Romana wê ya bi navê "Her Dağın Gölgesi Deniz’e Düşer" jî di sala 2009'an de ji aliyê Weşanxaneya Îletîşîmê ve hatibû çapkirin. Çîroka wê ya bi navê “Min Dît" jî bûbû fîlm.
Alataş, di 12'ê Nîsana 2010'an de ji ber nexweşîna pençeşêrê li Amedê jiyana xwe ji dest dabû.
Xwişka wê Mûkaddes Alataş, di salvegera mirina wê de behsa wê kir.
GELEK TIŞT KIRIN
Alataş, anî ziman ku Evrîm hê nebûbû 17 salî dev ji malê ebrdaye û paşê dest bi rojnamevaniyê kiriye. Alataş, diyar kir ku bi rojnamevaniyê hêla wê ya polîtîk jî diyar bûye û gelek tişt hilberandine. Alataş got: "Heger umrê wê têr bikira, ê hê gelek tiştên xweşik bikira. Li ber mirinê bû, lê dîsa jî hewl dida hilberîne."
‘JI KUÇEYÊN AMEDÊ HEZ DIKIR'
Alataş, anî ziman ku xwişka wê di sala 2001-2005'an de ji bo organîzekirina mîhrîcana çandê û rojên wêjeyê hatiye Amedê û di sala 2005'an de bi teamî dev ji Stenbolê berdaye, li Amedê bi cih bûye. Alataş got: "Qet ji bîra min naçe. Nexweşîneke giran lê peyda bû. Car caran kemoterapî dibû. Diviyabû ji mal derneketa. Tim digot, 'bêhna min dernayê. Divê li kuçeyên Amedê bigerim.' Pir xweş derbarê zarokên Amedê de dinivîsand. Pir ji zarokên Amedê dikir. Di cejnan de derbarê demançeyên pêlîstokî yên zarokên Amedê de dinivîsand. Digot, 'Bêhna kuçeyên Amedê jî bi min xweş tê.' Evrîm ji zarokatiya xwe ve, ji bo nasnameya kurdî û têdikoşiya. Xwe bi vê têkoşînê xwedî dikir."
Alataş, anî ziman ku Evrîm bê tirs û bêyî ku bêzar bibe bi wêrekî dinivîsand. Alataş, diyar kir ku Evrîm tim bi dilê xwe li bûyeran mêze dikir û pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand. Alataş, bilêv kir ku Evrîm çîrokên ku dibû şahidê wan tomar dikirin û got: "Pirî caran wisa difikirim, Evrîm sax bûna gelo dê derbarê Roboskiyê, derbarê Kemal Kûrkût de çi binivîsand?"
‘TU TIŞT NEGUHERÎ'
Alataş, anî ziman ku gava nivîsên xwişka xwe û rewşa niha dide ber hev, dibîne ku tişt neguheriye û got: "Ên tahdê dikin xurt bûne, lê hêzên demokrasiyê jî têdikoşin. A rast ne Tirkiye demokratîk bûye, ne jî kesên ji bo demokrasiyê têdikoşin dev ji têkoşîna xwe berdane. Gava darbeya 1980'yî çêbû, ez zarok bûm. Malbata min jî mexdûrê darbeyê bû. Tam me salekê xeber ji birayê xwe yê 16 salî negirtibû. Xwendekarê lîseyê bû. Gava ez wê çaxê û niha didim ber hev, tu dibê qey niha tahde zêdetir bûye. Ji lew re pergala dewr hatye girtin didome. Çawa me awayên têkoşînê yên hin welatan esas digirin, dîktator jî bi heman awayî dikin. Sûdê ji dîktatorên berê digirin. Gotina min a dawî, xwezî Evrîm niha li cem me bûna. Evrîmê û dostên wê yên rojnamevan hemûyan bi rêzgirî bibîr tînim. Silav ji bo hemû têkoşeran."
MA / Cahît Ozbek