Ûgûrlû: Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Bûldan: Faşîzm wê bi şikendina tecrîdê têk biçe

  • jin
  • 13:21 9 Hezîran 2021
  • |
img

STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, di 11’emîn Konferansa Jinan a Giştî ya Meclîsên Jinan a HDK’ê de axivî û got: “Em ê bi pêşxistina rêbazên nû têkoşîna jinan a navneteweyî mezin bikin.” Pervîn Bûldan jî, diyar kir ku faşîzm wê bi şikandina tecrîdê têk biçe.

 
Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), 11’emîn Konferansa xwe ya Jinan a Giştî li navçeya Avcilar a Stenbolê li dar xist. Di salona konferansê de, pankartên “Cih ne razî ye, dem ne bê xwedî ye, jin ne bêçare ye”, “Hevgirtina jinan sînoran nas nake”, “AKP di krîzê de ye, jin di berxwedanê de ne”, “Xweparastin nayê darizandin”, “Greva birçîbûnê di roja 195. de ye. Bijî berxwedana greva birçîbûnê”, “Li dijî dewleta zilam em li vir in, em di berxwedanê de ne, emê serbikevin”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û bi 11 zimanan "Bi xêr hatî” hatin daliqandin.
 
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jinên ronakbîr û nivîskar beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de bê navber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.
 
'LI DIJÎ ÊRIŞAN ME LI BER XWE DA’
 
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, axaftina vekirinê ya konferansê kir û wiha got: “Ez hemû jinên ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê feda kirine bi bîr tînim. Ez hemû jinên girtî yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin silav dikim. Em di pêvajoyekê ku hewl tê dayîn têkparêzî bê avakirin de, konferansa xwe li dar dixin. Modernîteya kapîtalîst û baviksalarî zordariya xwe ya li ser jinan zêde kirine ku krîza xwe ya pêkhatî derbas bikin. Desthilatdarî bi kulekirina jinan dest bi vê yekê dike û li civakê belav dike. Jinan ligel hemû zextan jî, ji Şîliyê heya Meksîkayê, ji Arjantînê heya Misirê, li çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê, em jin her tim li pêş bûn û me destûr neda ku jinên kole pêş bixin.  Me li dijî zextên li ser destkeftiyên jinan, qanûnên baviksalarî, êrişên hikûmetê û qedexeya kurtajê li ber xwe da. Nûnerên dewleta zilam, dixwazin şerê nû pêş bixin. Ew bêtir rêbazên ber bi çav û cuda bikar tînin. Tekane tişta ku ji bo gel û civakan rewa dibînin şer, xwîn û rondikên çavane.” 
 
TÊKOŞÎNA JINAN A ENTERNASYONAL
 
Ûgûrlû, da zanîn ku dê têkoşîna di navbera tevgera jinên Tirk û tevgera jinên Kurd de ya li dijî her cure zextên hikûmetê bi ser bikeve û ev peyam da: “Em ê bi pêşxistina rêbazên nû têkoşîna jinan enternasyonal mezin bikin. Em ji yên qesrê re cardin din dibêjin, ji têkoşîna jinan a li Tirkiyê û Kurdistanê bitirsin. Ji ber ku emê jiyana civakî bihûnin. Em ê li her derê rêxistinbûn û jiyana civakî ava bikin. Emê bi berxwedana jinan, wan ji qesran derbiexin.”
 
Ûgûrlû, dest nîşan kir ku HDK xwedî fikriyatek mezine û ev fikriyat di avakirina azadiyê de, berpirsiyartî girtiye ser milê. Buldan bal kişande ser giringiya konferansan û got,''Her kongreyeke nû hêzeke mezin dide têkoşîna hevpar a jinan'' û got HDK ya ku li 81 bajaran rêxistiniya xwe kiriye, têkoşîna ji gelek derdoran gihandiye hev û ji bo vê jî avaniyeke grîng e.
 
ŞIKANDINA TECRÎDÊ 
 
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û wiha bal kişan ser girîngiya HDK’ê: “HDK navendeke wiha ye ku Kurd, jin, elewî, hemû çewisandî dikarin lê siyasetê bikin, siyaseta demokratîk di bin vî banî de pêk hatiye. HDP jî hêza xwe daye vê konferansê. Nexasim têkoşîna jinan ku li nav HDK'ê dikin pir girîng e.”
 
Bûldan di axaftina xwe de bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir bi şikandina tecrîdê re faşîzm jî wê wer şikandin û got, ''Tevahiya diroka têkoşîna me yên ku di siyaseta demokratîk de nehatin cem hev hewl dan ku hêza me bişkînin. Partiya me li ber girtinê ye. Ti bingehê vê yê hiqûqîn îne, tekane sebeb siyaseta me ya paqij e û ji ber ku em polîtîkayên gemarî yên desthilatê teşhîr dikin.''
 
Bûldan, bi berdewamî wiha got: ''Nikarin HDP'ê ya ku dengê bi milyonan mirov e rawestînin. Li meydanan, sendoqan, di fikrên jinan de, hezîranan wê dengê gavên HDP'ê bikin. Li dijî tifaqa faşîst a dijminên jinan em li nav HDP'ê rêxistiniya xwe bikin. Dema wê ye ku em li dijî pergala yekreng, talanger, a mêr û mafya bibin yek.''Buldan, kadın düşmanı iktidar ittifakın karşı tüm kadınları örgütlü mücadeleye çağırdı. 
 
Konferans bi axaftina beşdarvanan dewam dike.